Donnerstag, 2. Februar 2012

Azadiya Kurdî U Kurdistan’ê Bi Heźmarên 12 U 24an Va Girêdayî Ye, Ihi!


Min doh tiśtek nenivîsiya.
Welle qet źi dilê min nehat ku ez tiśtekî binivîsînim yaw.
Ev sê roź in ku hewa li vir yekcar bîst pileyan daket (°20), yanî vê gavê kêm 10 pile ye.
Tabî kelerîfora odeya min źî kar nake, yanî germ nîn e.
Hema hun bibêźin odeya min wekî sardankê ye.
Ez ne dikanim li śuna xwa rubinim u ne źî tiśtekî bikim.
Yanî dicemidim u disekinim wekî erebeya di sermaya zivistanê da.
Ligorî ragiyandinên meteorologan ewê hîn hefteyekê bi vî hawî berdewam bike.
Hindî paśê ći dibe, ći bii ser me da tê, tenê ez u xwadê dizanin dînime îmanime.
Źiber van pirsgirêkên sermayê min hîro telefonî dezgeha berpirsiyar kir u got, «law babam we źi berî mehekê got hun ê werin ćareser bikin, lê hun nehatin, ma ev bu ći, hi?».
Ewê sibeh di seet dewyekan da kesek were malê.
Źixwa ev hatina ćendan e, xwadê dizane.

Źiber sariya odeya xwa min hîro śomineya me ya li odeya runiśtinê vêxist.
Ev sê seet in ku ez li odeya runiśtinê me.
Tabî ciyê min vê gavê pirr germ e.
Gava ez carinan terrim odeya xwa, mîna ku ez ćuyî bibim parzemîna antartîkayê lii min tê ellawekîl.
Bi sê gotinên źin- u mêrberdanê hestiyên laśê min pićekî germ bunn hîro yaw.

Van roźan di înternetê da nućeya ku ewê li baśurê Kurdistan’ê dewleta kurdan were îlan kirin, tê belav kirin.
Law raśt yan źî derew, kêfa min pirr pê hat.
Dibêźin hukumeta Baśur gotiye di Newroz’a hîsal da ewê Kurdistan resmî were îlan kirin.
Welle derew bibe źî, meriv xwa bii xwa ra dibêźe, ha qurbanino, ha heyranino, de bikin lo.
Ez dibêźim ev heźmara 12an ya di sala 2012an da źî gelekî maqul e źibo vê yekê.
Dibe ku hun aniha bibêźin, «ćima cîgerim, hi?».
De ez źi xal u xaltîkên xwa ra bibêźim.
Źixwa êdî em kar u barê xwa yê siyasî bi horoskopan dikin.
Hun źî dizanin, gava źi berî mîladê kal u bavên me kurdan xelkê medyayê źi zilm u zora asuriyan xelas kirî bunn, tarîxê heźmara 612an nîśan dida.
Yanî herre were di vê tarîxê da źî heźmara 12an hee ye babam.
Temam, hingê ćend sal di ser ra derbaz bunne hun dibêźin?
Tam 2624 sal buhurînne.
Ev źî temam e, hîcar ev heźmara 24 tê ći mahnê?
Dibe ku we bihîstî bibe, Îsmet Înönu’yê segbav gava li bakurê Kurdistan’ê terre teftîśê, reportekê amade dike u tê da dibêźe:
«Divêt Erzingan źi bineciyên kurd were xelas kirin. Ku kurdan Erzingan xistinn destê xwa, êdî ewê rê li ber Kurdistan’a azat girtin ne mimkin bibe...».
Tabî mêro hin gelek tiśtên din źî gotiye.
Hmmm, ma babam nimroya pîlekeya Erzingan’ê 24 nîn e, hi?
Temam temam, dibe ku hun aniha bibêźin ev źî têr nake welle u bille.
Ya li ser kezebê ći ye, hun dizanin?
Ez bi xwa źî źi Erzingan’ê me, yanî źi herêma Qoćgîrî’yê.
Ma źi vê baśtir delîl u îspat, hi?
Helbet bila xwadê wan tirkên qewad nexe destê min u hew berxikino, êdî hun dizanin ez ê ći tofanê rabikin, ne hilo? :)

Keine Kommentare: