Her ku dem derbaz dibu, Bero źî kelecantir dibu li kêleka kekê xwa. Pirr tiśt hee bunn, pirr tiśt, tiśtên ku wî dixwast źi kekê xwa ra bigotinna. Lê pirsên di serê wî da źi hemiyan bêtir bunn. Hedura wî nedihat ku li ser wan tiśtan pê ra biaxive, pirsên xwa źê bike. Źixwa źi bersîvên ku ewê bihatinna, ditirsiya.
Leśkerên li qereqola navćeyê ligel lêxistinna dengê tutikekê bi
lez u bez derketinn der u bi yek rêzî ketinn dorê. Ewê dest bi meśa xwa ya
nîvroyê bikirinna. Ćekên xwa li ser meydanê li ref hev daćikandinn. Ćaketên xwa
źi xwa kirinn. Binkiras, śalwar u potînên wan tenê li ser wan mann. Pêśta li
hewśa qereqolê bi tevî stranên mîllî u niźadperest yên tirkan di nav hewśê da
dest bi bezê kirinn. Pêra bi fermana serdeste yekcar sekiniyann u xwa li ser
erdê drêź kirinn.
Bero gava li wan dinêriya, bêyî ku li kekê xwa binêre:
- Keko, ma ew ćima
herro eynî tiśtî dikin?
- Bê kar in, loma.
- Yanî wexta wan pirr
e?
- Herê herê, wexta
wan źi her tiśtî bêtir e.
- Ê ćima kar nakin?
- Dibêźin welêt u me
diparêzin.
- Źi kê?
- Dibêźin diźmin
pirr in.
- Hiii, werg e ha?
- Nizanim.
- Ma te hêć ew
diyînne?
- Na brako, na,
min hîn ew nediyînne.
- Wêêê, wê demê giśtî
źî derew in, ne?
- Belkî źî.
- Ê ćima derewan
dikin?
- Bê kar in, loma
ćavkê mino, loma.
Herduyan źî ćavên
xwa bii hêla derbenda Siltan Melek’ê da berdayî bunn. Mîna ku li benda tevgerreke
efsaneyî bibin, xwa di nav vê dîmena heeyî da ewqas handa kirî bunn. Baayekî
germ u nazenîn xwa źi roźhilatê berbi roźavayê va drêź dikir. Herdu źî bi
bedenên xwa yên li ser kaśê bubunn astengiyeke xwezayî li ber bêê. Xwaśikiya
baayê germ bernadida ku ew aramiya li dor xwa xerav bikin. Bê dengiyeke ebedî
xwa li wan pêćayî bu.
...
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen