U em derketin rê.
Ev «ćama bi beniśt» e, heta bi mîlîmêtroya xwa ya dawiyê. Di meriv da hîsseke pîrozane ćêdike. |
Li ser Tumî Bilind em rastî «ćama bi beniśt» hatin.
Meriv digot qey źi dara ćamê beniśteke pîroz b’ erdê da diriźiya. Ez pićekî źê bêhn dikim. Rehmetiya dayika min hate bîra min. Di zaroktiya min da ez hertim bi xwa ra digirtim u dibirim źibo ku em beniśtên ćaman berhev bikin. Em bi seetan, bi roźan bi berhevkirina beniśtên ćaman bilî dibun. Min him dixwarin u him źî kom dikirin. Dayika min ew beniśtên ćaman bi gelek giyayên cihê bi cihê ra tevlihev dikir, źi wan dermanên źibo nexwaśiyan ćêdikir. Bi taybet versiyona ku bi hunguv bu, bi têra xwa xwaś bu ...
Riya me ya bi deśt. |
Em heta Deśtê hatin. Me śivanê gundê me dît. Li wir radiket. Gava em hatin ba wî heśyar bu. Śukran hema li ba wî runiśt, hal u xatir źê pirs kir. Paśê, źi berî ku em rabibin di nav gotinê da pirsa ku ka daxwazeke wî hee ye yan na, źê kir. «Heger hun bikarin cixareyekê bidin min, ez ê kêfxwaś bibim.», got. Lê di nav me da źî ti kes cixarekêś nebu.
Ciyê li ber zozana gundê me. |
Em dubare ketin ser rê. Di ber Gola Sor ra derbaz bun u ketin ser riya zozana gundê me. Normel divêt źi gundê me heta zozanê bi peya qasî du seetan bikiśanda.
Li źor her der hilu bu, wekî deśta Erzingan’ê bê ser u ber drêź bu.
Hindek tiśt b’ min nas dihatin, lê hindek źî qet b’ min nas nedihatin.
Zozana gundê me ya xerabe, źi dur va. |
Di rê da li hêla rast, ciyekî spî xuya dikir. Źi me qasî pênc sed mêtroyan dur bu. Herhal kils/kirêć bu. Di zaroktiya min da źî ew ciyê spî min dîtî bu. Tevî ku min ewqas merax dikir, tevî ku min ewqas dixwast carekê herrim wê derê źî, min nekir, nekariya. Vê carê herhal min ê bikira. Min xwa bi xwa ra got li ba vegerrê em carekê b’ wir da źî herrin.
Heta nêzzîkî zozana gundê me her tiśt di rê da meśiya. Di dawiya riya zozanê da divêt meriv pićekî berbi źêr va dabikeve.
Naxirê li zozana gundê me. |
Źi dur va me ziyereta li hemberî gundê me źî dît. Gava Śukran’ê ziyeret nîśanî min daa, di cî da hate bîra min. Wekî kevankeke bi heybet xuya dikir. Ew roźa bêbav hate bîra min ...
Źi dur va zozana gundê me wêranbuyî xuya dikir. Źi derî xaniyekî li ser xwa tenê dîwarên hilweśiyayî li ser erdê radimediyan.
Sosreta xwadê ye, li zozana me naxir dićêriya.
Em heta źêr daketin. Śukran u Śahîn źi nahalê/newalê avek vexwarin. Di navbera me u zozanê da tenê ćend sed mêtro mayî bun. Rê hema hema di nav giyan da handa bu’bu.
Naxir li binilê zozanê bu. Gava em hatin u gêśtin nêxir, źi her du kutiyan/kućikan yek hate ba me. Min źi Śahîn ra got bila tenê źibo carekê pariyek nan bidê, ne zêde. Eynen weha źî kir. Paśê kutî/kućik berbi źêr da ću u bela xwa źi me veda.
Hîn nahaleke pićuk li pêś me hee’bu, em ê źê derbaz bibuna, em ê li kućeya girê li ber me bićerixiyana u ...
Herê, zozana me ya di nav ćil salan da mazîbuyî ewê bi me ra rubiru bimaya.
Koma Mahabad: "Kećika Mahabad Î"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen