Di roźên din da her tiśt di halê xwa da meśiya.
Ez li derudora gund dićum u dihatim.
Mêźiyê min ewqas ku birćî bu.
Divêt her tiśt dubare di serê min da bihata cî kirin, divêt ew
aîdiyeta di zaroktiya min da di meyta xwa da biliviya u b’ can biketa.
Min li van beyaran canê xwa li paś xwa hiśtî bu.
U ez li pey wî canî bum.
Źibo dawiya hefteyê kekê min źi bavê min ra got, «Em ê roźa
paśîniyê herrin Erzingan’ê daweta lawikê hevalekî min. Em ê zêde nemînin, dîsan
bi lez vebigerrin u werin.».
Lê di rastiyê da mesele ne dawet bu. Ewê lawê kekê min Cem źi Stembol’ê źibo sê roźan bihata gund. Me got bila ew źî źibo bavê min bibe surprîz.
Gava em gêśtin Erzingan’ê, me got em pêśta keća kekê min Duygu carekê biben
nexwaśxaneya Neon'ê. Hustiyê wê têśiya. Li gund serma girtî bu, loma.
Destpêka baźêr. |
Li ber nexwaśxanê me kesekî nas dît. kekê min got xwanga Bîrgul’ê
hanîne acîlê.
Źi berî ćend roźan dayika Bîrgul’ê wefat kirî bu.
Têkiliya Bîrgul u kekê min ya malbatî pirr drêź u nêzzîkî hev e. Bavê Bîrgul’ê źi dur va xizmê me ye źî.
Źi berî ćend roźan dayika Bîrgul’ê wefat kirî bu.
Têkiliya Bîrgul u kekê min ya malbatî pirr drêź u nêzzîkî hev e. Bavê Bîrgul’ê źi dur va xizmê me ye źî.
Em derbazî hêla acîlê bun. Duygu, kek u braźina min Gul bi hev
ra ketin hundir. Ez li korîdorê li benda wan mam.
Paśê Gul hate ba min, «Beghyanî, hevala te ya zaroktiyê, eśqa te
Doner źî li vir buye. Bîrgul’ê digot Doner dixwaze carekê Beghyanî bibîne. Va
ye qismeta we ya hevdu dîtinê li vir buye. Ka hele were em carekê herin wê hêlê cem
wan.», got.
Ew li pêś, ez źî li paś, em meśiyan.
Xwanga Bîrgul’ê li ser nivînekê drêź buyî bu. Min ew nas nekir,
nehate bîra min. Lê wê ez nas kirim. Doner źî li cem wê bu. Min Doner źî nas
nekir.
Kolana sereke ya li nav baźêr. |
Źi piśtî ku braźina min Gul’ê got ev Beghyanî ye, Doner bi kenn
ez himbêz kirim. Destê min yê rast źî di nav destê xwanga Doner’ê ya di nav
nivînê da bu.
«Beghyanî, ma tê bîra te gava me bi hev ra mangeyên xwa dibirin
ćêrandinê? Dizanim, tevî ku tu ewqas aram u bi sebir buyî źî, min gelek zilm l’
te dikir. Dîktetoreke temam bum. Biborîne. Zaroktî bu, biborîne. Te źibo carekê
źî li hemberî min hiśkiya di dilê xwa da nîśan nedayî bu. Lê roźên xwaś bun.
Hîn źî di bîra min da hilo zîndî ne. Axxx, źiyan ćiqas bê merhemet e carina.
Aha ev keća min e li paś te. Nu zewiciya. Ka bibêźe, tu ćawan î, baś î?»
Keća Doner’ê źî l’ wê diśibiya. Bi têlefona di destê xwa da
miźul bu.
Bersîvên min pirr kurt bun. Ez dibiśiriyam, u ew źî dipeyîviyan.
Zêde wextê me tune bu. Em ê hîn bićuna malê u paśê źî me yê
bićuya Cem li balafirxanê bigirta.
|
Kek u braźina min Gul’ê gotin heger em pićekî lez bikin ewê
baśtir bibe. Xatir źi wan xwastin u berê xwa dan dêrî.
Her du destên min hîn źî di nav destên her du xwangan da bun.
Doner’ê źi kezeba sor bi her du destan destê min yê cep guvaśt, ez
dubare himbêz kirim. «Beghyanî, źi te rica dikim, wan roźan źi bîr neke. Her
tiśt guheriye. Ti tiśt li śuna xwa ya berê nemaye. Qet nebe bila ew bîranînên me li
śuna xwa bimînin. Temam?»
«Tabî. Bila qet nebe ew li śuna xwa bimînin.»
Min źî xatir źi wan xwast u berê xwa daa dêrî. Yên me li benda
min bun. Hewa li der dikeliya.
Koma Amed: "Rindê"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen