Hîro li Zürich’ê tatîl bu.
Li der hewayeke xwaś hee bu. Tevî vê źî ez źi piśtî seet 16an źi malê derketim u ćum pîskîlêthaźotinê.
Lê śansa min ya bê bext e, gava ez li nêzîkî Baden’ê bum, lastîka pîskîlêtê teqiya u ez meźbur mam ku bi otobus u trênê vegerrim malê. Tabî vê źî gelek wexta min girt.
Ez ê hîro hindekî li ser Kongreya Nivîskarên Kurd bisekinim.
Van camêran źi berî ćend roźan kongreya xwa li dar xistinne, dibe ku di 10ê vê mehê da buyî bibe.
Bêguman pirr baś e ku ćend kurdên bi pênus hatinne ba hevdu u kongreyek ćêkirinne.
Ma ći’yê kurdan źi yê xelkên din kêmtir e, ne wilo?
Bi ser da źî ev kongre li welêt hatiye orxenîze kirin. Ev źî ciyê rumetê ye.
Lêêê!
Di raśtiyê da divêt ev «lêêê»ya min pirr drêź bibuya.
Lê min nexwast ku hema di destpêka pirr drêź bikim u we bidim tirsandin.
Nivîskarên me yên qerase źî wekî źi edetê, rabunne raporên kongreya xwa bi zmanê tirkan amade kirinne.
Yanî bi kurtî u kasî her tiśtê xwa bi zmanê tirkên qewad kirinne, bi ser da źî dewekî śor u sar yê kurdan vexwarinne.
Bila noś bibe ellawekîl.
Ev bi salan e ku ez carinan di derbarê kongreyên van camêrên berê yên ćê da tiśtinan di medyaya kurdî da dixwînim (źiber ku min zmanê tirkên qewad bi temamî źi nav źiyana xwa derxistiye u havitiye, loma).
Lê hema hun bibêźin van camêran heta niha źî xwa li śuna xwa qasî mîlîmêtroyekê nelivandinne.
Bala xwa baś bidinê, ez nabêźim «... qasî mîlîmêtroyekê źî bi pêś da nećunne.».
Źixwa ev tiśtekî pirr xeyalî ye u qet ćênabe źî.
Em kurd u bi pêś da ćuyîn? Xwadê neke, ewdê tofana Nuh nebî rabibe.
Źiber ku ez li hemberî qeśmeriya van bê wîźdanan sor bum u bum pizot, min ev nivîsa li źêr lê zêde kir u ew nućeya di hêsaba xwa ya Facebook’ê da belav kir:
«Aha źi we ra Kongreya Nivîskarên Kurd yên rezîlane!!!
Qaśo «nivîskar» in!
Źi MHPeya tirkan hezar carî baśtir tirkćî ne!
Źi MITa tirkan hezar carî baśtir niźatperestên tirkćî ne!
Hîn źî aqilê van śarlatanan di guhê gê da xwa pal daye u fam nakin ku zmanê kurdî di kîźan tehlukê da ye.
Ez sedî sed bawer dikim, di malên xwa da źî wekî MHPeya tirkên qewad kar dikin.».
Aniha ez źi we u xwa dipirsim, bi śarlatan u qeśmerên wilo ra kîźan mîlletî azadiya xwa bi dest xistiye, bi taybet źî zmanê xwa źi mirinê xelas kiriye, hi?
Dibe ku bi eslê xwa źi dê u bavekî kurd ćêbuyî bibin, lê di rih u mêźiyên xwa da berhem u mehluqedên herî lanet kirî yên kemalîzmê ne.
Nikanin du bizinan źî xwadî bikin kesên wilo beredayî u rezîl!
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen