Li
ser kućeya girê ya zozana bi mazî kućikek li ser rê notirvaniyê dike.
Yan
ewê belaya xwa l’ min bide yan źî ewê min berbi ziyareta diya min va oxir bike.
Di
tevgerên xwa da bê keder xuya dike.
Kućikê
din li źêr, li ba nahalê, bêhna xwa vedide.
U
dipê.
Naxirê
ku bi bêdengî giyayên rengîn dićêre, tama tenêtiyê źi herdê digire.
[
... ]
Mîna
ku hatî bum, ez ê dîsan bićuma.
Herê,
ez ê vê carê źî bićuma, wekî berê.
Sê sed mêtro li źor zozana gundê me, li ser kaśa berbi ziyaretê va. |
Ez
l’ kevirên sal yên ku li ber deriyên holikên bê derî bun, digerrim .
U l’ kalekale pezê li dor kevirên sal ...
Gerreke
bê lutke b’ min girtiye u ha ha min bi xwa ra dibe u tîne.
Ez
di nav ćembera bextê xwa da bume wekî dilopa destpêkê ya źiyanê.
Barê
destpêkê yê źiyanê l’ min giran tê.
Canê
min yê bi xurur li ser milên min runiśtiye vê gavê.
U distrê.
U distrê.
[
... ]
Berbi
hêla gomê va mêze dikim.
Bi
hêvî me.
L’
wêneyên di nav ćîroka xwa da digerrim.
L’
wêneyeke reś u spî, l’ yeke źi sedsala rabirtî digerrim.
Ez
l’ wêneyeke reś u spî digerrim, l’ yeke bi kibîra sedsala vêsiyayî.
Bila
źî tê da ew rengên bextewar temirî ’bin.
Bila
źî tenê bi rengê reś u spî bibuya.
Dizanim,
kevirê ku li warê xwa śopa giraniya xwa nehiśtiye, źixwa ewê bê śop bar bike u herre.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen