Bivêt-nevêt carina ez
xwa bi xwa ra dibêźim em kurd bi qasî pisîngekê źî nikarin xwadîtiyê li «menfeetên»
xwa u «zmanê» xwa bikin.
Em di bin navê filan
u bêvan fikirên serserî da bune pepukên vê sedsalê.
Herkes, her millet bê xem u derd tê di mêźiyê me da «heebun» u «menfeet»ên xwa cî dike.
Tabî di bin navê «modernîteya
lastîk u medenî» da bê hed u hudud me menîpule dikin.
Xema kesî nîn e ku ev
zmanê me yê bi hezaran salan roź bi roź ćawan tê kuśtin ...
Xema kesî nîn e ku ev
ćanda me ya ku têrî heft ecdadê vê cîhanê dike, ev ćanda me ya ku bi destê diźmin
u tecawîzkarên milletê me tê dizzîn, roź bi roź ćawan tê kuśtin.
Helbet herkes źî karê
xwa bi śiklekî demoxretîk dike!
Gava di navbera me u
yekî/yeke rus, emêrîk, spen, elmen, ermen, hînd, înglîz ... da têkiliyek ćêdibe,
îmkana me ya ku em xwa wekî kurd di wê têkiliyê da îspat bikin, namîne. Źixwa naxwazin źî, u vê nexwastinê źî wekî îradeya me ya serbixwa u azad difrośin xwa u derudorê.
Yan em
ê wekî wan ’bin, hukumdariya wan ya kulturî u zmanî di wê têkiliyê da qebul
bikin, yan źî em ê bi zirar u ziyana ku li ber me disekine, xwa îdare bikin.
Herkesî sîstema xwa
li ser menfeetên xwa ava kiriye.
Kesê ku źi der va tê
u dikeve nav wê sîstemê, yan ewê di nav wê sîstemê da bihele u bibe perćeyeke
esasî ya wê sîstemê, yan źî ewê di nav wê sîstemê da bimire u herre.
Bifikirin berxikino,
de îcar hun di nav wê sîstema ku hun tê da ne, ćiqas kurd in.
Herhal prensîbên
kurdbunê ći ne, hun bi xwa źî dizanin, pêwistiya we bi min tun e, ne wilo?
Em kurd bi qasî
pisîkekê źî nikarin pirseke basît li xwa u kundirên li dor xwa bikin u bibêźin:
«Ći bu, xalo?».
Aha ferqa di navbera
me u pisîkan da evqas pićuk u mezin e, evqas basît u zor e.
Biźî pisîk buyîn!
Biźî zmanê pisîkan!
Biźî ćanda pisîkan!
Biźî bratiya bi pisîkan ra!Ez źî pisîk im, ihi!
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen