...
Em ê bićuna malê.
Bê sebiriyê bi bavê
min girtî bu, di nav bîst u ćar seetên dawiyê da serê her seetê li têlefona
kekê min daa.
Heger me li ciyekî
nenas tesedufî hevdu bidîta, dizanim, me yê hevdu nas nekira.
Lê vê carê ev luksa
me tune bu.
Źinbrayê min Gulê,
bavê min, kek Elîrize u kekê min Smaîl. Em li Qoćgîrî’yê bu’bun mêvanê kek Elîrîze; ez nas nekirim. |
Wî dizaniya ku ez ê
werim.
Aha va ye ez di rê da
bum.
Min źî dizaniya ku ez
ê wî bibînim ...
Vê carê henek di vê reva
ćil salî da tune bu.
Herhal her rev
vegerreke bi źan di kezeba xwa da mezin dike, źibo ku bikare roźekê vebigerre.
Hema hema me ćil salî
hevdu nedîtiye.
Roź, meh u sal
reviyane; roź, meh u sal di darbesta kezeba me da fetisiyane ...
Em heta ber deriyê
avahiyê hatin.
Me ćend turikên di
begaźa erebê da daxistin u berê xwa daa avahiyê.
Avahiyeke ćar qatî
bu.
Em li esensorê sîwar
bun u hatin li qata ćaran sekiniyan.
Me pêśta turikên xwa
yên di nav esensorê da derxistin u hanîn li ber deriyê mala bavê min daniyan.
Źinbraya min Gulê
pirr bi heyecan xuya dikir.
«Ka hele makîneya
resiman bide min, ćênabe ku ez di vê seniyeyê da hesreta bav u lêwik negirim.
Guneh e, śerm e welleh ...», got u makîne źi kekê min Smaîl girt.
Kekê min li zengila
dêrî xist. Li pêś min disekiniya.
Źi piśtî demekê derî
bi hêdîka vebu.
Kek u bavê min hevdu
himbêz kirin, ćend gotin di ber guhên hevdu ra kirin ...
Kekê min Smaîl bêyî ku
li min mêze bike, «Aha va ye lawikê te yê revî, aha me gula te u ya mala me bi
zorê girt u haniya ...», got u xwa daa wê hêlê.
Ez nêzzîkî bavê xwa
bum.
Min di ćavên wî da
westiyaneke bê sînor dît. Êś bi min ket.
Bavê min hemî
xemgîniya xwa di bin ćermê xwa da veśartî bu.
Herhal ewê bi xurur u
kibîra nod u pênc salî li ber xwa bida.
Min dizaniya, ewê bikira.
U kir źî.
Me baskên xwa yên
kambax careke din źi piśtî ćil salan li hevdu rapêćiya.
Wî bi hêz ez himbêz kirim
...
Di ćavên me herduyan
da źî hêstir kombuyî bun. Ne ew u ne źî ez digîriyam. Min careke din fam kir ku
tiśtê ku me bi hev ra girê dide, ne tenê ev lawtî u bavtî ye, ev negîriyan e źî ...
[ Ez li vê derê vê ćîroka
xwa ya śexsî bi dawî dikim. Bi êś bu, bi źan bu. Bila perćeya mayî źî vê gavê
di turika min da bimîne. Di turika vî baźarî da xewnên min veśartî ne, mirine
... Mixabin źinbraya min nekariya wê resima źi piśtî ćil salan bigire. Resima
min ya herî kevin di sala 1975an da hatiye kiśandin, di hepsa li Erzingan’ê da
li ba bavê min. Me tam ćil salan bi resimekê îdareya xwa kiriye, tenê bi
resimekê ... Bila mala wan makîneyên bê bav biśewite, bila mala wan talan ’be!
]
Metin & Kemal Kahraman (vokal: N. Akbal):
"Vane Vore Vora"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen