Va ye careke din «roźa
zmanê zikmakî ya cîhanê» hat u dike ku dîsan di ber me kurdên kundir ra derbaz bibe u herre.
Sibeh, 21ê meha reśemiyê, «roźa zmanê
zkmakî ya cîhanê» ye.
Tabî xelkê alemê wekî
me kurdan bi zirt u virtan wextê xwa nabuhurî ne, bi ći hawî dibe bila bibe,
zmanê xwa di nav xwa u xelkên din da berbelav dike ...
Min hîro di nućeykê
da ev lotik xwand, digotin kurdên ku li dibistanên tirkên segbav mamostetiyê
dikin, rê nadin ku bi zmanê kurdî yê biźarte dersa zmanê kurdî were dayîn; tevî ku ew źî
di nav heftekê da tenê du seet in!
De were źî neteqe
bavê mino!
Di nućeyeke din da
digotin li Wiyene’yê, di dema xwandina sala 2012-2013an da di dersên zmanê
kurdî da tenê 100 zarok hatine perwerde kirin.
Lê di dersên zmanê
tirkan bê bav da 14.911 zarok.
Bi ya min ’be, ez
dibêźim herî kêmtir nîviyê zarokên ku tev li dersên zmanê tirkan bune, bi esl u
feslê xwa zarokên kurd in.
Aha berxikino, de îcar were bi śorba nîskê u dewê tirś źiyana xwa derbaz neke.
Aha berxikino, de îcar were bi śorba nîskê u dewê tirś źiyana xwa derbaz neke.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen