Ez bi dudilî, bê dil
hatim u dîsan li erebê sîwar bum.
Em ê bićuna nav baźêr.
Ligorî sînorên berê ev noxte destpêka baźêr bu. |
Bavê min li benda me
bu.
Ez źî li benda wî bum.
Herhal me yê hevdu
nas nekira.
Di rê da min źi kekê
xwa rica kir ku bila bi hêdîka b’aźo di nav gund ra ...
Mal u bexćeyên berê yek bi yek ćuyî bun. Xaniyên nu źi erdê derketî bun, xaniyên rengîn.
Xerîbiyeke sosret di dilê
min da ćêbu.
Em bu’bun xerîbên
hevdu.
Careke din ez
pêhesiyam ku ne dem u ne źî xweza bi henekan kêfa xwa tînin. Nizanin źî. Bawer
nakim ku źê hez bikin źî. Ew luksa canikan tun e, kezebino, ew luksa canikan tun e.
Em hatin u gêśtin
dawiya riya gundê me yê berê u dubare ketin ser riya xwa.
Herhal em ê di nav heft-heyśt deqqan da bigêśtina bavê min.
Em di riya berê ya baźêr
da ketin rê.
Navenda baźêr. |
Ti derudor bi min nas
nedihat. Her tiśt guherî bu. Ew baźarê berê yê di resimên min da av bi av ćuyî
bu.
Baźar mezin buyî bu.
Li ser riyan erebe u însan tîźî bun.
Ew aramî u paqiźiya baźêr
ya berê nemayî bu.
Baźar u însan bi telaś
bun ...
Hewayeke terreturre
li der difuriya.
Min li paś cama
deriyê erebê runiśtî dixwast tiśtekî nas li ber ćavên xwa peyda bikim ...
Nefîle!
Źi derî riyên mezin
yên berê, źi derî wan ćiyayên li dor baźêr her tiśt źi kîsa min u bavê min ćuyî
bu, her tiśt.
...
Jan Axîn: "Baźar"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen