...
Her ku em nêzzîkî Erzingan’ê dibun, di dilê min da ciyekî vala u xembar mezin dibu.
Her ku em nêzzîkî Erzingan’ê dibun, di dilê min da ciyekî vala u xembar mezin dibu.
Ew ći germî bu di vî
canî da, xwadêyooo!
Gava me źi ćiyê bi
hemî qedera di turika me da xwa bi ser deśta Erzingan’ê ya bi sebir da berda,
hewayeke germ u bayekî hênik di nav pacê ra dihat u bi nazikî xwa li me radipêćiya.
Va ye ćend mêtro mayî
bun ...
Ha keko, haaa.
Odeya ku ez u diya min tê da diman. |
Źixwa mala me źi riya
sereke tenê qasî pênc sed mêtroyan dur bu.
«B’aźo, keko, b’aźo, źixwa
ez pirr dereng mame, bila zêde li benda min nemîne.»
Em ćun.
Min źi dur va xanî
dît.
Westiyayî xuya dikir.
Di wê kêliyê da divêt
ev kezeba di min da bibuya kevir u biteqiya.
Gunehê min bi kezeba
min hat ...
Bavooo, ew ći êś bu!
Em heta ber dêrî
hatin.
Di min da gramek źî
hêz nemayî bu.
Hêdî her tiśt li ber ćavên
min disekiniya.
Xanî derbeder bu’bu,
pêr u pêrîśan bu’bu.
Bexćeya li paś xênî
ya bi darên sêv u erugan bi temamî bu’bu maziyeke bi źan. Źi wê źiyana ku di
dema xwa ya berê da źê difuriya, kurmikek źî li paś nemayî bu, kurmikek!
...
Mîna ku źi min ra
bibêźe, «Lawooo, ma tu li ku buyî, ma tu li ku yî, hi?», ez u wîcdana min ya sefîl bi
xwa ra girt u bir ...
[ Ez paśê du carên din bi tenê ćum wê derê.
Ez ê li vir zêde nenivîsînim. Divêt hun li benda wê
romana reś bimînin. Min qasî 15 deqqan girte vîdyoyê źî ev mal u derudor, lê mixabin nikare li vir were bar kirin, herhal zêde drêź e, loma. ]
Denîz Deman: "Tu Li Ku Yî"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen