Ev du roź in ku
hewayeke ćîq u sayî li vir hee ye.
Heta berî du roźan me
demeke drêź qet tav nedît.
Lê vê gavê xwadê di
nav zewqê da ye herhal ...
Ez werim ser rêwîtiya
min ya berbi baźarê min, berbi Erzingan’ê.
Di rê da berbi Erzingan'ê ... |
Rê frehtir kirine.
Li ser wan ćiyayên
berê yên li her du hêlên rê dar u daristan tîźî bun.
Rengê erdê hewayeke
pirr ecêb di dilê min da ćêdikir.
Ew erd bi min nas bu.
Dilê min pê bextewar
bu.
Aîdiyeta di navbera
min u wê erdê da dibu sebeba lêdana dilê min ya bi coś.
Min qet nedixwast ku
em bi erebê weha bi lez di nav wan ćiyan ra derbaz bibin, bêyî ku ez wê hesreta
di dilê xwa pićekî haś bikim.
Heger mumkun bibuya,
ez ê źi erebê dabiketima u min ê mêtro bi mêtro peya berê xwa bida Erzingan’ê.
Hindek qasî demekê li
Kurdistan’ê mane, hindek tenê di nav Kurdistan’ê ra derbaz bune.
Bêguman bivêt-nevêt
bi kurdan ra têkilî daynîne, li ba wan mane, bi wan ra axivîne ...
Tabî lêkolîner źî ćune
Kurdistan’ê.
Di nav nivîsên
hemiyan da źî sê xususiyetên kurdan bala hemiyan kiśandiye.
Dibêźin hemî kurd yan
«stranbêź, dansor» in yan źî «śaîr» in.
Kurd milletekî «folklorîk»
in.
Ez źî baś dizanim, di
dema min da źî herkesî li gundê me distriya, li ku dibu bila bibuya, strîn u
helbest xwandin karê herkesî yê normel bu.
Stran u śîîr du
xususiyetên herî esasî bun di nav civata me da.
Lê mixabin bi berbelavbuna
misilmantiyê ra van xususiyetên kurdan yên bi hezaran salan źî derbeyên xedar xwarin,
derbeyên pirr xedar.
Gava em bi vî hawî bi
erebê di nav wê erdê ra derbaz dibun, min źî xwa bi xwa ra got, «De were źî ne śaîr
u stranbêź!».
Lê di rastiyê da yê
ku «śaîr u stranbêź»ê ebeden bu, ew źî ew xweza bi xwa bu, em kurd źî tenê
megafoneke wê xwezayê ya biyoloźîk bun u ewqas.
Kilama gelêrî ya źi kezeba reś:
"Erzingan"
"Erzingan"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen