Hewa vê gavê li vir feleket xwaś e.
Lê mixabin źiber birîndariyên ku min li ba sportê kirin, heta
aniha źî min nekariya ligorî dilê xwa tamê źê bigirim.
Hêviya min ev e ku hîro roźa dawiyê ’be u ez sibeh źê dest bi
tamkirinê bikim.
Doh nîv-marathona bi navê «Forchlauf»ê hee’bu. Min di nivîsa xwa
ya doh da źê behs kirî bu.
Ez heta ciyê nîv-maratonê bi peya u bez ćum. Carina beziyam,
carina meśiyam, źibo ku bedena xwa germ bikim, bê ku xwa zêde biwestînim tabî.
Di seet 18:35an da li wir bum.
Min ću nimroya xwa ya pêśbirkê girt. Paśê pićekî entremana xwa
kir u ćum ketim nav koma bezê. Di seet 19:00ê da ewê dest pê bikira.
Hêśa piśta min hema hema min qet hîss nedikir.
Lê baluga ku di pêćiyê pićuk yê lingê rast da derketî bu, pirr
kêm xwa dida hîss kirin, tevî ku min bi bandaźekê baś pêćayî bu źî.
Wext hat u me dest bi beza xwa kir.
Digel kîlomêtroya pêncan hêśa pêćiyê bi balug zêdetir bu.
Źibo ku zêde nebe, îcar min mecburî śiklê beza xwa pićekî
guhart. Tabî ev yek źî bu sebeb ku di ciyên din da pirsgirêkên din derbikevin.
Ez her bi tempoya xwa ćum, min zêde gaz nedayê, yanî heta ber
sînora xwa nećum. Tirsa min ew bu ku ev baluga di pêćiyê pićuk da xerabtir bibe
u ez dest źi bezê berbidim.
Źiber ku hewa germ bu, min tîśorta xwa źî di rê da derxist.
Gava em hatin u gêśtin kîlomêtroya 16an, min pićekî din gaz
dayê. Em wekî kom pênc kes bi hav ra dibeziyan. Di rê da carina ew zi min derbaz dibun, carina źî ez źi wan derbaz dibum.
Lê gava rê pićekî hilu/rast bu, wan nekariya bi tempoya min
werin u ez pićekî źi wan dur ketim.
Dema ez gêśtim noxteya dawiyê seet 20:28:24 bu, yanî min 21km di
nav 1:28 deqqe u 24 seniyeyan da bi dawî kirî bu.
Sala derbazbuyî 1:26 deqqe u 56 seniye bun.
Min îsal tam 90 seniye xerabtir kiriye.
Lê sala derbazbuyî bu’bum yê 16an, îsal bum yê 14an. Pićekî wekî
îronî xuya dike, lê em ćikin, tiśt nabe, bila carina îroniyên weha germik u
nermik źî hee’’bin.
Êêê, seqetiyên van deh roźên dawiyê rê nedan ku ez dema xwa ya
par baśtir bikim.
Ciwanê ku di nav koma min da bu paśê hate ba min, «Mixabin min
nekariya di dawiyê da bi te ra werim.».
«Tiśt nabe, źixwa ew źî tenê ćend seniye ne, sala tê dikarî
heyfa xwa bigirî.»
Kenniya. «Ma tu trîatlet î? Tu ćawan entremana xwa dikî? Tu bi
xwarinê ćawan dikî? Bedena te gelekî sportîv xuya dike, ...»
«Hema entremana xwa bike u bes e, yabo qurbano, tiśtê din bedena te xwa bi xwa
dike. Serê xwa bi wan zirt u virtên vala yên di nav rêkleman da ne’êśîne ...»
Min li qada dawiyê sê heb xaltîkên din yên ku li klînîkê kar
dikin źî dîtin. Her sêyan źî mesefeya 15 kîlomêtroyî kiriye.
Em pićekî bi hevdu ra peyîviyan, paśê ew ćun serśokê u ez źî
dubare berbi malê va beziyam. Nîv seet źî heta malê kiśand.
Di rê da birćîtiyeke feleket l’ min girt.
Ez bi lez ketim mitfaxê ...
Ê de tiśtê din źî hun texmîn bikin ...
Ew baluga bêbav bi têra xwa mezin buye, tê da xwîn źî kom buye.
Ez ê heta du roźan bipêm u paśê di ciyekî da bibirrim u hew, ihi.
Ciwan Haco: "Gula Sor"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen