Hewa hîro bi têra xwa xwaś bu.
Di vê hefteya pêś me da źî baś xuya dike.
Ev hefteyek bu ku min bi dor pêśta hêla piśta xwa ya rast u paśê źî ya ćep hêśand.
Źi berî heftekê źi piśtî sportê min digel vekiśandina bazuyan hêla rast ya piśta xwa zêde vekiśand.
Tam xwaś bu’bu ku min îcar hêla ćep xerab kir.
Bi xwadê ewqas źî kundirtî nabe.
Źiber vê kundirtiya min e ku min entremana xwa ya vê hefteya dawiyê nekariya ligorî dilê xwa bikim.
Ê tabî vê ćarśema li pêś me źî nîv-marathon hee ye.
Hîro min entremana xwa ya rêk u pêk haniya śunê.
Helbet dubare bi bav u kekê xwa ra peyîviyam.
Bavê min pirr kêfxwaś e źiber ziyereta min ya berbi Kurdistan’ê va. Tevî ku hatina kekê min bi temamî bellî nîn e źî, ez dibêźim ewê bi dibêtiyeke mezin źi Edremît’ê were Erzingan’ê.
Bavê min hîro di têlefonê da got, xwarziyê min ew mala wan ya ku em bi salan di nav da mayî bun, u źibo min bu’bu bîranîneke bê dergeh, daye hilweśandin.
Tevî ku min sala buhurî źê ra gotî bu bila destê xwa lê medê źî, mêro daye talan kirin.
Sala buhurî gava ez ću’bum wê derê, klîta dêrî nedayî bun min ku ez bikevim nav malê. Gotin me źi bîr kiriye. Tabî qet nehatî bu aqilê min źî. Min qet aqil nekir ku źi bavê xwa bipirsim.
Min hemî hesreta di dilê xwa da źibo serlêdana xwa ya îsal haś kirî bu.
Lê felek e, ne tenê xayîn e, rasterast qewad e.
Îcar ev bîranîna źî di gewriya min da asê maa u ću.
Dereng mam.
Bila mala derengmayînê tarumar bibe!
Tiśtê ku di wextê xwa da ćênebuye, źixwa ne kêmî derbederiya qehpikeke sedsalî ye.
Ciwan Haco: "Bilura Min"
Helbest: Mîr Celadet Bedirxan
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen