Guza ku źi tayê dara guzê dikeve ser
herdê, li ber keftulefta vê ketinê nakeve.
Xezalê, bi navê xwadayê xwa yê mezin sond dixwe u dibêźe ew hertim li benda vê
ketinê ye.
Tiśtê ku źibo ketinekê ćêbuye ewê ćawan
li ciyê dardakirî bimîne. Źixwa ewê biketa.
Dizaniya, di demsala xwa da, di filan u
bêvan roźê da ewê biketa.
Źi roźa ku li ser tayê dara guzê zîl
daye u pê va bi xêra diya xwa mezin buye.
Lê herd li źêr e, bê rev e u bi sebir e.
Sîmole źi darên xwa dadikevin, lê nakevin. |
Źi źor va tav di nav pelan ra źiyanê źê
ra germ dike.
Herd di nav rehên / kokên dara guzê ra av u
mîneralan źê ra diśîne. Kibarikên / kuvarikên di nav herda dara guzê da
bazariya xwa bi dara guzê ra dikin. Źibo her mîlîgram śîrîniya ku di nav rehan
ra digêźe u dikeve devê kibarikan, spasdariya xwa bi śandina avê u mîneralan
dikin.
Sîmole di bin siya pelan da xewnên xwa
drêź dike. Ewê źi xewna xwa ya bi guzan heśyar nebe. Carekê źê hezkiriye.
Qiźik bi bêdengî li ser śaxên dara guzê
melisîne u l’ bextê xwa dipên. Dizanin, heta ku bext venebuye, ayîn bi dawî nabe.
Gava guz źi tayê diya xwa dikeve, herd
pêdihesse, u dilerize.
Sîmole dide revê. Bi śaśokî bazdide ser
dara guzê.
Qiźik bi paś u pê dikeve ser herdê.
Ezman li źor dikenne. Bi biruskan him
herdê germ dike u him źî rê ronî dike.
Lê hemî rê derdikevin ser dara guzê.
U guz źi baskên dayika xwa dikeve.
U guz śil dibe di bin baranê da.
U herd deriyê xwa vedike źê ra.
Pelên ku źi tayên dara guzê dikevin, l’ guza
dayika xwa digerrin.
Kurd źi dara zmanê (dayika) xwa ketine. Gava źi dara zmanê xwa dikevin bi bask u pê źi dara ćîroka xwa
direvin. Bune darekÎ hiśk yê bê ćîrok.
Ne sîmole dixwazin di bin darÊ kurdan da
xewnên xwa drêź bikin u ne źî qiźik dixwazin bi ayînan li ser tayên wan l’ bextê xwa
bipên.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen