Źi piśtî ku Barbara’yê
axaftina xwa xelas kir, ez u Anne, em bi hev ra ćun cem wê.
Tenê profesorê beśa
me pićekî bi Barbara’yê ra peyîvî.
Paśê Barbara
vegerriya hêla me u dest bi axaftina bi me ra kir.
Gava em di korîdorê
ra derbaz dibun, Barbara’yê got, «Ma wextê hee ye ku em bi hev ra herrin ciyekî
tiśtina vebixwin?».
Me got ćima na, ka werin
em bi hev ra herrin.
Li nêzzîkî
înstîtuta me, me li restorentekê ciyek dît u em runiśtin.
Anne u Barbara’yê
gotin, «Beghyanî, were tu di navbera me da rubine.».
Êh, ferman ferman
e, xelasî tun e.
Wan bîre u min źî ćaya
sar sîparîś daa. Paśê wan xwarin, min źî du caran coca cola sîparîś daa (tiśtê
ku ez nakim, min vê carê kir).
Barbara li ser
bîranînên xwa bi me ra peyîviya.
Em nêzzîkî du
seetan li wê derê runiśtin.
Barbara’yê got ewê
di 5ê meha gulanê da dubare herre Kurdistan’ê, herre Suruc’ê.
«Vê gavê Mehmud
(mêrê wê) li Suruc’ê ye u li benda min e. Ez ê qasî du heftan li wir bimînim.
Ya rast ez ê źi berî sersalê bićuma, lê źiber ku śerr hee’ bu, min ćuyîna xwa b’
paś va xist. Min got di nav śerr da ez nikarim bi wan însanan ra li ser hunera
wan bipeyîvim, hevpeyvînan bikim. Bi rastî źî rewśa li Kurdistan’ê pirr treźîk
e. Him di warê însanî da u him źî di warê hunerî u ćandî da. Ew keda bi hezaran
salan, her tiśt li ber tunebunê ye, bi tunebunê ra ru bi ru ye. Loma qet dil
nakim ku zêde dereng bimînim. Divêt kesek wan berhemên ku di nav hezaran salan
ra ćêbune, źi tunebunê xelas bike. Min heta hîro bi deh hezaran pere źi bêrika
xwa daye źibo ku bikarim hêźayiyeke pićuk xelas bikim. Ez pirr xemgîn dibim li
hemberî vê talana kulturî, pirr! Hêdî ez xwa bi kurdan ra ewqas yek hîss dikim
ku, carina xwa bi xwa ra dibêźim ez di karê xwa yê zanyariyê da nikarim noytrel
tevbigerrim, hestên min rê li ber mentixa zanyariyî digirin.».
Dikenne.
Em źî pê ra
dikennin.
Helbet axaftina me
gelek drêź bu.
Civata dengbêźên źin |
L’ min mêze kir, źibo ku tiśtekî
bibêźe.
«Ma tu dizanî Beghyanî, karê me źi
heddê xwa zêdetir e.», got.
«Helbet dizanim, helbet.»
Min got, «Źixwa va ye rê li ber
min vebuye, sala derbazbuyî cara yekem ćum Kurdistan’ê. Di vê dawiya meha
hezîranê da ez ê cara duyem herrim Kurdistan‘ê.».
Pirr kêfxwaś bu.
Anne ket navberê. «Welleh Barbara
ez ê źî bićuma Kurdistan’ê, lê mixabin Beghyanî di dema dibistanan da terre. Va
ye bîst sal in ku Beghyanî behsa bedewiya Kurdistan’ê dike. Bê henek hêdî ćuyîna
Kurdistan’ê buye xewneke mezin źibo min.»
Barbara dubare kete navberê. «Anne,
Mesele tu dikarî hînî kurdî bibî u li ser ćend tiśtan lêbikolî.»
«Ćima na, heger ez îmkanekê peyda
bikim, ez ê źi dil bikim.», got.
Dawiya dawîn me got em hêsabên
xwa bidin u rabibin, źixwa źi derî me ti kes li restorentê tune bu. Xaltîka me
ya gerson hate ba me. Me hêsab źê rica kir.
Barbara’yê got, «Hêsaba Beghyanî
li ser min e, źiber ku me źi zu va hevdu nedîtiye.».
Bi kurtî, berneda ku ez hêsabê
bidim.
Li der Anne źi me veqetiya. Got, «Dibe
ku ez werim ceźna 1ê gulanê, źixwa roźbuna te ye, qet nebe em bi vê mebestê
pîroz bikin.».
«Ćima na, heger xwadê bibêźe
herê, em ê bi ćayekê pîroz bikin.»
Bavê mino, van Ewrupe’yî bi zorê roźa
roźbuna meriv tînin bîra meriv, śensa xelasiyê hema hema di bin sifirê ra ye
welleh :)
Ez u Barbara pićekî bi hevdu ra
meśiyan. Li ba lempeyên li ser rê em źi hevdu veqetiyan.
Di wê navberê da got, «Ez ê źi te
ra lînka miniqeśeyên li ser zmanê kurdî ya li Wiyene’yê biśînim, carekê mêze
bike, ka di kîźan alemê da ne.».
«Helbet ez ê carekê mêze bikim,
merax neke.»
De vê gavê śevbaś ...
Śevbaś, Beghyanî, śevbaś.
Dengbêź u Źinên Kurd
Dengbêź Seyîtxan'ê Boyaxćî (84 salî)
Dengbêź Diyar (12 salî):
"Emro" ("îro")
Dengbêź Diyar (12 salî):
"Emro" ("îro")