Canikino, ez hîro li vir hevpeyvîna ku malpera «beroj.org»ê źi berî śeś
mehan bi min ra kirî bu bi we ra parve dikim.
Źiber ku pićekî drêź e, ez hîro tenê beśa yekem belav dikim.
Miźara hevpeyvînê li ser zmanê kurdî u perwerdeyiya wî ye.
Fermo ...
Bi
dîtîna te îro astengiyên herî mezin yên ku li pêś kurdî ne, ći ne?
Bêguman di nav dîrokê da diźminên milletê kurd her u
her rola xwa ya dîrokî lîstine, yanî derbeyên xedar li zmanê kurdî xistine.
Di vê lêdanê da ti
tiśtekî sosret tun e, ew rola xwa ya siruśtî dilîzin.
Loma źî ti mafê me kurdan tun e ku źiber van
derbeyên girtî li ber xwa bikevin. Ti cîddiyeta vê yekê źî tun e.
Źi meriv ra dibêźin, «Heger kor u ehmeq nîn
î, tu źî derbeyan li wan bixe!».
Digel hemî hêlên
xerabe źî hîro texnîk di nav źiyana me ya roźane da buye heebe-nebeyek.
Heger kurd di dawa
zmanê kurdî da cîddî bibin, ti kes nikare rê li ber geśbuna zmanê kurdî bigire.
Hîro li ser Mars’ê
źî meriv dikare bi rehetî hiynî kurdî bibe.
Lê di destpêkê da
divêt kurd normên ku tirk, ereb u farsan di mêźiyên kurdan da źibo zman u
kulturên xwa hafirandine, heta noxteya dawiyê źî redd bikin.
Helbet kurd vê yekê
nakin.
Naxwazin bikin źî.
Źiber ku kurd hindî
hîro zmanên qetîlên xwa di mêźiyên xwa da wekî aletên esasî bi kar tînin.
Pê bune zebunî.
Loma źî tedaviya
kurdan ya psîxoloźîk zerurî ye.
Kurdên me hindî her tiśtê xwa bi zmanê diźminên xwa li ser
zmanên diźminên xwa ava kirine.
Źiber ku di nav
kurdan da xurur u kîbara mîllî heta bin sifirê daketiye.
Tabî sebeba vê yekê ya herî mezin siyaseta bi zmanê diźminan e. Siyaseta ku bi
zmanê diźminan dibêźe «zman unîversel in, zman bê suc in, ...», e.
Hindî kurd tam
ligorî normên dagirkeran difikirin, bêguman di nav van norman da źî ciyê zmanê
kurdî u kultura milletê kurd tun e.
Yanî hîro astengiya
herî mezin ya li pêś zmanê kurdî «kurd bi xwa ne», ne kesekî din e. Kompleksên
kurdan yên śexsî u mîllî ne. Cehaletiya kurdan ya bê sînor e.
Mafê perwerdeya zmanê dayikê îro di roźevê da ye, ligorî we ev maf ći
ye, źibo kê ye u divêt ćawan were fahm
kirin?
Ev perwerdeya
bi zmanê kurdî divêt ti carî źibo kurdan ne mesele ’be.
Zmanê her
însanî aîdiyeteke siruśtî ye u ćênabe ku meriv li ser vê yekê bazarê bike.
Źixwa xeteya
kurdan ya herî mezin li ser vê yekê bazarî kirine.
Diźminê me
dikare li ser oksîźena ku em digirin u didin, li ser ava ku em vedixwin, li ser
ćav u guhên me źî bazarê bike.
Lê di vê meselê da divêt meriv bi sekina xwa, bi gotina xwa, bi fikira xwa, bi
kirina xwa pirr zelal tevbigerre.
Hindek tiśt hee ne ku meriv ti carî rê nade ku bibe miźara mineqeśeyan.
Źiber ku
heebuna kurdan, fikirîna kurdan, tevgerrîna kurdan bi temamî li ser esasên
menfeetên tirk, ereb u farsan hatiye ava kirin, hêdî em kurd her tiśtê ku bi me
kurdan va girêdayî ye, xerîb dibînin, źi xwa nahesibînin, van xususiyetên ku me
dikin kurd, me îfade dikin, qet nayînin bîra xwa źî.
Ćênabe ku
kurd xwa ligorî qanunên diźminên xwa sîstematîze bikin, ligorî qanunên wan
tevbigerrin. Źixwa ev hemî qanun źî li ser înkara kurdan, tunekirina kurdan hatine
damezirandin.
Źixwa hemî qanunên heeyî źibo parastina menfeetên wan u tunekirina menfeetên
zmanê kurdî u kultura kurdan hatine ćêkirin.
Di nav halekî
hilo bê pîvan da aletên ku tirk, ereb u farsan sembolîze dikin, heebuna wan
pesend dikin, hêć nabe
ku kurd di nav xwa da bi kar b’înin.
Kurd tenê u
tenê bi aletên ku kurdan wekî millet îfade dikin, dikarin bibin kurd u xwa di
nav siruśtê da îddîa bikin.
Yanî zman u
kultura kurdan yekane elementên heebuna me kurdan in, ne filan u bêvan
îdeoloźî, zman u kultur. Bîlakîs bi wan filan u bêvan îdeoloźî, zman u kulturan
em roź bi roź zman u kultura me ya ku di nav hezaran salan ra derbaz buye u
heta hîro hatiye, dikuźin.
Yanî di eslê
xwa da «mafê zmanê perwerdeyê» źibo kurdan fikireke absurd e.
Ti milletekî normal li ser beredayiyeke hilo zirzop guftugoyan nake. Źiber ku
perwerde di źiyana her milletî da aîdî źiyana însanî ye, wekî vexwarina avê,
wekî xwarina nên.
Heta
ku kurdan di nav xwa da zmanê xwa nekirine serdest u li benda hevriyên qetîlên
xwa mane, meriv hew dikare guhartinên di menfeetên zmanê kurdî u kultura kurd
da bike.