Bero dengê xwa birrî bu. Źi erdê zilikekî hiśk bii destê xwa xistî
bu u di nav tilliyên xwa da dićerixand. Hemî bala xwa dayî bu zilikê di nav
tilliyên xwa da . Lii erdê dinêriya. Źi xwa ra lii tiśtekî digerriya. Gava ćavên
Bero lii gêleyê/gêrikê reśik ket, zilikê di nav tilliyên xwa da bi hêdîka bir li
ser riya gêleyê reśik dayniya. Wî dafika xwa li ber gêleyê reśik śun kirî bu.
Gêle heta ber zilik hat, qendî ćend seniyeyan li wê rawestiya u dura bi lez
derkete ser zilik. Di vê navê da, beriya ku gêle źi zilik da[bi]keve u dîsan bi
ser riya xwa da herre, Bero zilik bi lez źi erdê rakir. Gêle hindikî bi ecêb
mayî, carinan lingên xwa bii vir u carinan źî bi wir da drêź dikir. Lê
nedikaniya bi erdê ra temasê ćêbike. Loma źî li ser zilikê di destê Bero da
berbi drêźiya zilik, bii źêr u źor da diću u dihat. Źi piśtî demeke kurt, gunehê
Bero bii gêleyê reś hat. Serê xwa bi giranî berbi hêla raśtê va hindikî bada. Bi
ćavê xwa yê raśtê, lii riya gêleyê reś gerriya. Ćavê wî lii gêleyên din ket. Li
ser heman xêzê wî baskê xwa berbi riya ćuyînê drêź kir u zilikê di destê xwa da
bi baldarî dayniya wir.
Paśê bi dengekî
xembar źi kekê xwa ra got:
- Keko, ev gêleyên
reśik kurmanc in, ne?
- Nizanim, ćavê
min. Ćima?
- Ez źî nizanim. Li
gund me wer digot źî, loma yanî.
- Herê herê, raśt
e. Gava ez zarok bum, me źî hanî digot.
- Tu dizanî, ez źi
gêleyên reśik pirr hez dikim.
- Baś e. Min źî źi
wan pirr hez dikir, Bero’yê min.
- U aniha źî źi wan
hez dikî?
- Herê. Hîn źî źi
wan pirr hez dikim, dilê min.
- Keko, ma tu źi gêleyên
sorik źî hez dikî?
- Na.
- U berê?
- Min berê źî źi
wan hez nedikir, ćavkê mino.
- Ez źî nakim.
Keko, gêleyên sorik tirk in, ne?
- Nizanim. Me źî
berê weha digot.
- Ê wê demê tirk in
ha, ne?
- Belkî.
- Keko, ćima
gêleyên sorik hertim yên reśik dikuźin?
- Belkî źi wan hez
nakin, loma.
- Ez źî wê gavê źi
yên sorik hez nakim.
- Tiśt nabe, berxê
mino, tu źî źi yên sorik hez neke.
- Ez ê źî wan
bikuźim, ihi. Ćêdibe keko?
- Na cano, ber[bi]de
bila herrin.
...