Dienstag, 14. Februar 2012

Kurdên Ku Bunne Lastîkên Zmanê Tirkan

Hewaya hîro ligorî doh hindekî baśtir bu.
Dibêźin ewê dusibeh heta sifirê derbikeve.
Dawiya vê heftê źî ewê di ser sifirê ra 3-4 pileyan germ bibe.

Min hîro li klînîkê qendî seetekê wergerr kir.
Her husan vê hêvarê ćum sporta xwa źî.

Źiber ku min di nućeyan da ligorî xwa miźareke balkêś nedît, ez dixwazim hîro careke din miźareke di Facebook’a germik u nermik da bixim nav roźeva xwa.

Di nav komekê da xalê me F. di derbarê zmanê kurdî da rexneyeke bi maf lii civatê kirî bu.
Tabî kekê me bi zmanê elmenî rexneya xwa kirî bu.
Źi piśtî rexneya wî hindek kesan, bi taybetî źî xal u xaltiyekê li hemberî gotinên wî ha ha parêzvaniya zmanê tirkan kirinn.
Bi raśtî źî ez bi vê yekê pirr aciz bum.
Loma źî min rabu ev śîroveya xwa li bin nivîsiya (ez navê ti kesî nadim babam):

«
Min ćavên xalê xwa xwarinne dînime îmanime :)
Xalooo, ne herre wan meśên bi zmanê tirkên qewad u ne źî tiśtekî din.
Mêro li Ćîn u Źeponye'yê źî bi zmanê tirkan wekî daîreya MÎTa tirkan dixebitin u bi zmanê tirkan li Ćîn'ê xwa asîmîle dikin.

Binêre xalo, divêt tu źi psîkoloźiya „ez ne rasîst im“ xwa xelas bikî, ev manîpulasiyonên tirkan in ku di mêźiyên kurdan da śun kirinne.
Ma kîźan tirk ligel vê zilm u zordariya wan dibêźe „ez rasîst im“ qurban?

Źixwa di xwezayê da tiśtekî wekî „rasîzm, sosyalîzm, komînîzm, demoxratî, faśîzm, feodalîzm...“ tun e, her tiśt li dor „menfeeten śexsî u mîllî“ terre u tê.
Ćima tirk li me zilmeke ewqas mezin dikin?
Ma tirk rasîst in?
Naaa!
Tirk li menfeetên xwa difikirin, loma.
Bi taybetî źî źi zmanê kurdî pirr ditirsin.
Źiber ku tiśtê ku milletekî li źiyanê dihêle, heebuna wî îspat dike, tenê zman e.

Kesê ku źi te ra dibêźe „rasîst“, bawer bike ku ew śexs bi xwa „rasîstekî/e temam e“, śarlataneke heram e, tirkćiyekî/e qewad e.
Ma kesên ku milletekî înkar dikin kî ne?
Kurd in yan tirk in?
Qurban, canim cîgerim, tifu li wan bê bavan bike bila herre, edresa min źî bide wan, bila werin ba min, temam ćavkê mino, hi? :))».



Herê welle, kesên ku bi gotinên weha bê bav hêrîśî kurdan dikin źî bi esl u feslê xwa kurdên tirkan in, di destên tirkan da bunne lastîk.
Êêê, taybetmendiya lastîkê ye, meriv bii ku da dikiśîne, ew bii wir da źî drêź dibe ellawekîl.

Sonntag, 12. Februar 2012

Mem U Zîn, Zmanê Kurdî U Eynî Tirśik


Di van roźên dawiyê da hewa pićekî din xerabtir bu.
Vê sibehê kêm dewpênc pile (-15°) bu .
Gava ez vê hêvarê di seet 16 nîvan da źibo meśekê derketim der, sermayeke pirr hiśk li der hee bu.
Qendî seetekê ćum gerriyam. Tabî źibo bîst deqqan źî ćum ser gola li Irchel’ê.
Źiber ku hîn rooź/tav dićurusiya, min li Irchel’ê telefonî bavê xwa źî kir.
Ev sê hefte bunn ku min telefon nekirî bu.
Welle mêro hêrs neket.
Tabî pirsa wî ya yekem dîsan kengê hatina min bu.
Hevdeh deqqan me bi hevdu ra deng kir.
Ligorî hîsên ku di min da ćêbunne, hindî bavê min nikane tehemulî vê durketina me ya bi salan bike.
«Ći dibe bila bibe, divêt em hîsal hevdu bibînin, divêt tu werî mala xwa» dibêźe.
Ê ez ći bikim anam babam, van tirkên qewad bunne belayê serê me.
Ka em binêrin ewê ći bii ser me da were yaw.
Helbet ku derfet ćêbu ez ê hîsal bi lez u bez herêm welêt.

Di nav nućeyekê da min hîro di derbarê Mem U Zîn’a Ehmed’ê Xanî da haydariyek xwand.
Dibêźin Mem U Zîn’a ku źi hêla wezereta ćandê ya dewleta tirkan va hatiye derxistin, tevda źî xelas buye, źiber vê hindê źî ewê źi nu va were ćap kirin.
Helbet ev berhem him bi kurdiya elfebeya erebî u latînî ya orîźinel, him bi kurdiya nu u him źî bi wergerra wê ya bi tirkî ćap kirinne.
Lê ez bi xwa nizanim, ka kesên ku ev berhema dîrokî ya giranbiha kirrînne, bi kurdî yan bi tirkî xwandinne.
Welle ez bi xwa zêde nikarim lii van kurdên me yên zman-tirkćî baweriya xwa b’înim ku versiyona bi kurdiya germik u nermik xwandî bibin.

Tabî hîro di nav nućeyan da daxuyaniya Komîsyona Ćand û Zimên ya Kongreya Civaka Demokratîk źî (KCD) bala min kiśand.
KCD di vê daxuyaniyê da Bulent Arinć’ê tirkan rexne dike.
Bê ku ez destê xwa lii wê nućeyê bidim, ez wê li vir diweśînim (źi nukurd.com’ê):

«Tu mafê Arinç tuneye ku der barê kurdî de wiha biaxive. Tu eleqeya wî bi kurdî tuneye. Tiştekî nizane. Mafê wî tuneye. Her wiha ew ne karê wî ye ku der barê zimanê gelekî de biaxive. Wekî siyasetmedarekî tu mafê wî tuneye ku şîroveyek wisa bike. Ev ziman ku ji sedsala 11'emîn de ku dimanekî wêjeyî ye. Zimanê Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrê û Ehmedê Xanê ye. Ev zimanekî wisaye ku bi wejeya ronakbirî ya Ewropayê rehatiye cem hev. Bi hezaran berhemên vî zimanî heye. Ev yek ji aliyê dîroknas û rewşenbîran ve jî hatiye tespîtkirin. Kurd bi salanin li hemberî zextên lis er wêjeya kurdê têkoşiyaye û zimanê xwe parastiye. Em vê helwesta Arinç şermezar dikin û em dibÊjin ku bila Arinç ji gelê kurd lêborînê bixwaze.».

Bi serê diya min ya rehmetî bibe ku min di vê rexneya birêzan da vegotineke mantiqî nedît.
Kekên me mîna ku li ser kolanê bii vir u wir da bikin qîźźewîźź daxuyaniyek belav kirinne, lê haya van kekên me źî źi qasî misqalêkê źi miźara zmên tun e.
Kultureke herî bingehîn ya ku bikare xwadîtiyê lii zmanê bav kalan bike, rexneyên bîrewer, nermik u gelekî tuźik lii wan bê bavan bike, tê da nedît.
Gelo ewê ev gundiyên me yên nezan bi vî hawî ćawan zmanê kurdî biparêzin, ewê ćawan mafên milletê kurd yên herî xwezayî biparêzin?
Źixwa tiśtê ku biparêzin źî tun e, źiber ku hîn me ti maf źî nekaniye źi diźminên xwa yên qewad u tecawîzcî bigirin.
Êêê, hingê van kekên me yên simbêlqeytan ći diparêzin hun dibêźin?
Źi min gotin berxikino, hindî/êdî hun standina mafên me yên herî rewa tenê di xewnên xwa da dikarin bibînin u wesselam.

Freitag, 10. Februar 2012

U Seetek Zaroktî -7-


Her ku dem derbaz dibu, Bero źî kelecantir dibu li kêleka kekê xwa. Pirr tiśt hee bunn, pirr tiśt, tiśtên ku wî dixwast źi kekê xwa ra bigotinna. Lê pirsên di serê wî da źi hemiyan bêtir bunn. Hedura wî nedihat ku li ser wan tiśtan pê ra biaxive, pirsên xwa źê bike. Źixwa źi bersîvên ku ewê bihatinna, ditirsiya.

Leśkerên li qereqola navćeyê ligel lêxistinna dengê tutikekê bi lez u bez derketinn der u bi yek rêzî ketinn dorê. Ewê dest bi meśa xwa ya nîvroyê bikirinna. Ćekên xwa li ser meydanê li ref hev daćikandinn. Ćaketên xwa źi xwa kirinn. Binkiras, śalwar u potînên wan tenê li ser wan mann. Pêśta li hewśa qereqolê bi tevî stranên mîllî u niźadperest yên tirkan di nav hewśê da dest bi bezê kirinn. Pêra bi fermana serdeste yekcar sekiniyann u xwa li ser erdê drêź kirinn.

Bero gava li wan dinêriya, bêyî ku li kekê xwa binêre:

- Keko, ma ew ćima herro eynî tiśtî dikin?
- Bê kar in, loma.
- Yanî wexta wan pirr e?
- Herê herê, wexta wan źi her tiśtî bêtir e.
- Ê ćima kar nakin?
- Dibêźin welêt u me diparêzin.
- Źi kê?
- Dibêźin diźmin pirr in.
- Hiii, werg e ha?
- Nizanim.
- Ma te hêć ew diyînne?
- Na brako, na, min hîn ew nediyînne.
- Wêêê, wê demê giśtî źî derew in, ne?
- Belkî źî.
- Ê ćima derewan dikin?
- Bê kar in, loma ćavkê mino, loma.

Herduyan źî ćavên xwa bii hêla derbenda Siltan Melek’ê da berdayî bunn. Mîna ku li benda tevgerreke efsaneyî bibin, xwa di nav vê dîmena heeyî da ewqas handa kirî bunn. Baayekî germ u nazenîn xwa źi roźhilatê berbi roźavayê va drêź dikir. Herdu źî bi bedenên xwa yên li ser kaśê bubunn astengiyeke xwezayî li ber bêê. Xwaśikiya baayê germ bernadida ku ew aramiya li dor xwa xerav bikin. Bê dengiyeke ebedî xwa li wan pêćayî bu.
...

Donnerstag, 9. Februar 2012

Herre Were Lotikên Kurdan Bi Zmanê Tirkan :)


Hîro hewa pićekî nermtir bu.
Yanî kêm pênc pile (-5°) bu.
Dibêźin hefteya têt ewê heta sifirê derbikeve.
Bi serê we bibe, hindî ez bi sifirê źî xwaśkêf im.
Źixwa ev du hefte ne ku sermayê ćav u dil lii me teng kiriye.
Helbet tevî vê źî heta ku pêkan bibe ez derdikevim der, terrim demekê digerrim u dîsan bii śun da têm malê.

Min hîro ćar seet wergerr kirinn.

Źi piśtî van ćend roźên bêdeng, źi bêgaviyê min kesek źi lîsteya xwa derxist.
Her husan źi koma xaltîka Bêrîwan «PENC bilind» źî derketim.
Bi tirkî wêneyek weśandinn, loma źî min xatir źi xaltîka xwa xwast u reviyam.
Tabî xaltîka min rexneyeke ne źi rêza hevaltiya me ya dîźîtel lii min kir.
Tiśt nabe, bila ew źi lotika xaltîka min bibe, źixwa tirk u ereb u farsan bi têra xwa serê me kirinne śorbe.
Lo babam ez di sêrî da źi herkesî ra dibêźim zmanê tirk, ereb u farsan nabe.
Śertê min źî tenê ev e.
Ê xal u xaltîkên min vê qebul źî dikin.
Hîcar yekcar dest bi zmanê tirkan (u ereb u farsan) dikin.
Towbe towbeee, yaw heyranino yan bibêźin em qebul nakin yan źî li ser gotina xwa bisekinin u serê meriv nekin tirśik haaa.

Min hîro carekê ćavek lii dersên li ba zangehê gerrand.
Dibe ku ez di vê somestira biharê da tev li ćend dersan bibim. Ewê bîstê vê mehê dest pê bike.
Aniha vê gavê min tenê źibo du dersan not girt.
Yanî her heftê ćar seetan ez ê lii du dersên cihê beśdar bibim.
Yek li ser «kiryarên zmanê latînî u fonoloźiya wan ya dîrokî» ye.
Ya din źî di derbarê «zaraveyên zmanê hîndî-ewrupî yê bingehîn» da ye.
Helbet ez herdu kesên ku van dersan didin źî nas dikim.

Źibo sala tê divêt ez ćend amadekariyan bikim.
Yanî giran giran divêt ez plan u proźeyên xwa yên li ser «têza doxtorayê» bifikirim.
Źi berî bi salan min lêkolîneke drêź di derbarê fonoloźiya zmanê ariya paśîn ya 2000 salên źi berî mîladê da kirî bu.
Dibe ku ez di vî warî da dîsan tiśtekî bikim u bidim zangehê.


Mittwoch, 8. Februar 2012

Gelo Em Kurd Źi Tirkên Qewad Azadiya Kîźan Zmanî Dixwazin, Hi?


Welle ev eyama sar hêć naxwaze ku xwa biguherîne.
Ligorî meteorologan ewdê sibeh pićekî nermtir bibe.
Dibêźin ewdê heta kêm śeś pileyan (-6°) dabikeve.
Ka em binêrin ewdê sibeh ćiton bibe.
Hîro ne berf bariya u ne źî rooź źibo demeke drêź xuya bu.
Źixwa min heta seet 18 u nîvan wergerr li klînîkê kir.
Loma źî śensa min ya ku rooźê bibînim u pićekî xwa li ber germ bikim źî tune bu.
Min hîro bi tevayî qendî śeś seetan wergerr kirinn.
Gava karê min bi dawî bu, min berê daa berbi malê.
Ez hîro him peya ćum kar u him źî peya hatim.
Yanî ćuyîn u hatina min qesî seetekê dikiśîne.
Tabî bi meśeke lez.

Bi gotina mêrê ćê yê berê bibe ku ev ćend roź in min kesek źi lîsteya xwa dernexist.
Yanî heta aniha kesekî.ê bi zmanê tirk, ereb u farsan tiśtek belav nekir.

Min źi berî ćend roźan vegotinên Bulent Arinć’ê niźatperest yê tirk kirî bu miźar di bloga xwa da.
Ligorî ragiyandinên malpera nukurd.com’ê di van roźên dawiyê da gelek kesên kurd di derbarê gotinên Arinć’ê qewad da fikirên xwa hanînne zmên.
Rexneyên tuź lii wî girtinne.
Źi van camêran yek źî xalê me mîrza Altan Tan e.
Altan’ê me li ser gotina Bulent Arinć’ê heram ya «ma zmanê kurdî źî zmanê medeniyetê ye» da hilo daxwaza dilê xwa berdeye nav ćolê:

«Gotinên Arinć pirr kes birîndar kirinne, divêt Arinć źi hemî mirovan lêborîna xwa bixwaze. Divêt ew heddê xwa bizane. Heke lêborîna xwa nexwaze em ê wî wekî kesekî lii diźî medeniyetê îlan bikin...».

Tabî min ev nuće bi kurdî xwand u ćend ćewtiyên rêzmanî tê da serreraśt kirinn u ewqas.

Lê ez bi xwa nizanim ka xalê me yê ćavbelek Altan Tan ev rexneya xwa bi kîźan zmanê kiriye.
Heger hun źi min bipirsin, ez dibêźim źi sedî sed bi zmanê tirkên bê namus kiriye.
Hetta ez dikanim li ser źiyana xwa źî bi we ra bikevim behisê ku weha ye.
Êêê...
Aniha heger hun bibin hun ê kesekî weha cîddî bigirin yan na?
Welle ez we nizanim, lê ez ti carî kesekî husan cîddî nagirim.
Mînakekê ez bidim, mînakeke ku em hemî źî di źiyana xwa ya roźane da dibînim.
Dibe ku hun hemî źî źiber vê vê yekê bi gelek kesan ra ketî bibin qirika hevdu źî.
Ći ye ew?
Cixare ye yaw cixare haaa.
Mesela hemî dê u bav źi zarokên xwa ra dibêźin cixarê nekiśîne.
Lê ev heman dê u bav li ber ćavên van zarokên xwa ha ha cixarê dikiśînin u îman, mêźî u cergên  xwa dikin lastîk u hew.
Yanî kirin u gotin qet lii hev nakin.
Yanî derewan dikin.
Min di zaroktiya xwa da hertim źi xwa ra digot, «ma ćima hun dikiśînin, heger ew cixare ewqas berbat bibe?».
Tabî bersîva van mezinan źî hertim, «hiś bibe lo, ma źi te ra maye, me got mekiśîne u xelas lawo, waaa!».
Aha źi we ra perwerdeya pîroź ya van dê u bavan.
Bi telaq ez qet źi kesên hilo hez nakim...

Ez dîsan werim ser mesela xwa.
Di nav siyasetê da kêm bibe źî carinan siyasetvanen me zmanê kurdî źî tînin bîra xwa.
Lê cîddiyet di bin sifirê ra ye.
Wekî ku tirkên niźatperest gelekî caran bii bîra van siyasetvanên lastîk xistinne, «kuro hun bi xwa kurdî nizanin, de hîcar hun daxwaziya azadiya kîźan zmanî dikin yaw?!».

Bêguman gava meriv źi merivekî tiśtekî weha dixwaze, tiśtekî pirr zerurî ye ku meriv pêśta ew tiśt di śexsê xwa da śun kirî bibe.
Źiber ku di van tirśikćiyên sedsala 21an da ev hiś u mêźî tun e, ti śensa me ya ku zmanê kurdî u daxwaziya me ya źibo azadiya kurdî lii wan tirkên qodoś bidin qebul kirin źî nî ye śekirino, nî ye.

Dienstag, 7. Februar 2012

Roźeke Pirr Xwezayî


Hewaya li vir hîn źî pirr sar e.
Hîro rooź źî derneket.
Źiber ku ez ê źi piśtî nîvroyê bićuma karê wergerrê u vê hêvarê heta seet śeśan min ê kar bikira, ez źi berî nîvroyê ćum sportê.
Min li ciyê fîtnesê xalê me Mistefe yê ku źi Enetoliya Navîn e źî dît.
Źi berî ku xalê me Mistefe herre, źi min ra got, «ma te bîst, bavê Newzat źi berî sê heftan mir?».
Min got «naaa».
Paśê got, «Newzat źi berî demekê źiber rakirina cenezeyê ću welêt u dîsan hat, ohooo».
Malbata heval Newzat li welêt cîranê me bu.
Lê ev bîst sal in ku herkes bi hêlekê da ćuye, millet źi hev pirr dur ketiye.
Yanî em hevdu gelekî baś nas dikin.
Loma źî min got ez bi lez hîro carê herrim ba wî.
Restorenteke wî hee ye, bi pismamê xalê Mistefe va hevpar in.
Tabî min u Mistefê, me got em vê hêvarê herrin restorentê.
Em ê di seet 19an da li wir bibuna.
Lê źiber ku karê min pićekî zu xelas bu, ez źi berî seet heftan ćumê.
Paśê Mistefe źî hat, me selete u pîzzayên xwa sîparîś dann.
Heta seet nehan em li wir mann.
Restorent tevda źî tîźî bu.
Loma źî qet îmkana ku em bi hev ra bipeyîvin, ćênebu.
Baś bu ku ez hîn di destpêkê da qasî du-sê deqqan pê ra peyîviyam.
Ez heta malê peya hatim. Hema hema qendî seetekê kiśand.

Tabî vê gavê ez pićekî westiyayî me, loma źî ez ê hîro drêź nekim u źi we ra źibo hîro bibêźim: «Stop!».
Heger bi destura we bibe yanî :)

Montag, 6. Februar 2012

Kurdên Pirr Sosret U Artîst


Yaw hewa hîn źî li vir feleket sar e, yanî li dor kêm 15 pileyan e (-15°). Dibêźin ewê roźa ćarśemê serma heta pênc pileyan (-5°) dabikeve.
Tabî rooź źî baś dićuruske.
Heger ćuruskîna rooźê źî nebe derdê vê sermayê qet nayê kiśandin.
Tevî vê źî ez hîro du caran bi pîskîlêtê ćum klînîkê źibo wergerrê.
Min seetek źi berî nîvroyê u seetek źî źi piśtî nîvroyê wergerr kir.
Loma źî du caran ćum u hatim.
Baayê sar yê ku li ser pîskîlêtê li dev u ru u gućikên min dida, źaneke bê bav di bedena min da ćêdikir.
Di navbera herdu wergerran da źî ćum sporta xwa berbi vê nîvroyê.
Helbet vê hêvarê dîsan di seet pêncan da careke din źî ćum, lê vê carê em pêgoog lîstinn.
Pêra źî hatim malê, me hîro dîsan mal paa/paqiź kir.
Yanî herkes beśekê digire u paa dike.
Dora min ya vê heftê odeya runiśtin u korîdorê bu.
Yên din źî pêźgeh u serśo paa kirinn.

Min hîro kes źi lîsteya xwa ya di Facebook’ê da dernexist.
Ez hîro źi komeke bi navê «Henek bi kurdî xwaś in» derketim.
Ya raśt mêro tiśtekî henekî naweśînin.
Min di nav van ćend hefteyên dawiyê da dest bi belavkirina kerîketurên bi kurdî kirî bu.
Lê źi berî ćend roźan kurdekî me yê simbêlspî bi zmanê tirkên zinêkar nivîseke pirr siyasî weśand.
Tabî ez bi vê yekê pirr aciz bum.
Min źi camêran pirsiya, ka destur hee ye ku di nav komê da nivîsên bi zmanê tirkên qewad were weśandin yan na.
Lê bersîv nedann.
Ew nivîsa wî kurdê taśeron u kemalîst źî dernexistinn.
Loma źî min źi piśtî du roźan źi camêran ra got «de bi xatira we u bimînin di nav xwaśiya zmanê tirkên qewad da.».
Tabî źi berî ku derbikevim źî min hemî tiśtên ku tê da weśandî bunn źî źê derxistinn.

Haaa, min doh xaltîka Amîne źi lîsteya xwa derxist.
Xatuna me ya kafir rabuye beśek źi fîlma Kadir Inanir weśandiye.
Xaltîka me Amîne di nav koma zmanê kurdî da «baśqan u sekretera me» ye.
Paśê xaltîka Amîne bi lez dîsan daxwaziya hevaltiyê kir u min źî bi śert u mercên xwa qebul kir.
Ka em mêze bikin heta kengê ewê canim cîgerim bê lotik debara xwa b’îne.
Cara din ez ê xaltîka me źi sedî sed bikuźim ellawekîl.

Sonntag, 5. Februar 2012

Bulent Arinć: «Zmanê Kurdî Ne Zmanê Medeniyetê Ye!»


Ez hîro berbi hêvarê źibo seetekê derketim der.
Heger ez śaś nebim seet li dor 15:30an bu.
Tabî ev ćend roź in ku rooź/tav źî hee ye.
Di bin vê tava germ da ez ketim ser rê u ćum meśa xwa.
Lê li der hewa feleket sar bu.
Źiber sermayê ru u serê min ćarinan têśiya.
Źi berî ku meśa xwa bi dawî bikim, min berê xwa daa gola li Irchel’ê źî.
Goleke pićuk e.
Gol bi tevayî cemidî bu.
Mezin u zarokan li ser xiźź dikirinn.
Hindek źî li ser golê digerriyan.
Ez źî cara yekem ćum ser golê u źi hêlekê heta hêla din meśiyam.
Welle kêfa min pirr pê hat.
Paśê min li wir źibo pênc deqqan xwa daa ber roźê.
Êêê, dawiya dawîn dîsan berbi malê ketim ser riya xwa.
Źixwa źi mala min ne dur e.
Herre were śeś-heft deqqan dikiśîne peya.

Ez dîsan dixwazim bi ćend gotinan werim ser gotinên Bulent Arinć’ê taśeron.
Bê namusê heram di bernaveya televîziyonê da gotiye:

«Zmanê kurdî ne zmanê medeniyetê ye!».

Hella hellaaa!
Źiber ku ez zmannas im, ez baś dizanim ku źi vê gotina «... ne zmanê medeniyetê ye!» ehmeqtir tiśtekî din tun e.
Ê kurê kerê, di van not salên dawiyê da yên ku zmanê tirkên bîźî  śeś-heft caran di nav reforman ra derbaz kirinn, hemî melzemeya xwa źi erebî, farsî, kurdî, yonanî, frensî, înglîzî girtinn u ev «zmanê keroxlî keran» pê ćêkirinn, bavê min bu yan kalikên te yên qewad bunn ewladim, ha?

Drêź nekim, heqqê mêran e ku zilmê lii zmanê bav u kalên me yê bi hezaran salan bikin.

Êêê, bila pozê kurdên zman-tirkćî biśewite.
Źi van kurdên zman-tirkćî bê namustir kes li seranserê vê cîhanê tun e.
Ewqas bê namus u heram in ku, bi sed qalip sabunên kîmyeyî źî nikanin werin paa/pakiź kirin.
Xwîna van bê namusan źi ya Erdogan, Bahćelî, Türkeś, Demîrel u Mistoyê tecawîzcî źî xerabtir e.
Van kurdên taśeron di destên tirkan da xwa kirinne pêzewengên bê derpî.
Bi zmanê tirkan xwa wekî Rustem’ê Zal hîs dikin, dibin kurmê darê di nav xelkê kurd da.

Herkes u her millet misteheqê xwa dibîne yan źî dihafirîne.
Di nav me kurdan źî em partî u siyasetmedarên xwa yên qewad dihafirînin u ew źî źi me qewadên berduś u ehmeq dihafirînin.
Hîcar ev derdê me ći ye babam, herkes źi karê xwa memnun e ellawekîl.

Bulent Arinć: «Zmanê Kurdî Nabe Zmanê Perwerdê!»


Hîro ez ê zêde pê da nerrim.
Ev ćend roź in ku hewa heta dewpênc pileyan di bin sifirê ra ye (-15°).
Doh, yanî vê paśîniyê kesek hat malê u kelerîfora di odeya min da bi śikileke hokus-pokus źibo aniha ćareser kir.
Źiber ku li der serma pirr zêde ye, germayiya kelerîforê źî tam têr nake.
Wekî din ti daxwaza min ya ku di vê sermayê da derbikevim der qet tun e.
Tenê źibo demeke kind bi lez ćum markêta li nêzîkî malê u dîsan bi lez bii śun da vegerriyam.

Di vê navberê da min du kesên din źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxistinn.
Źi van yek xalê min Azat u yek źî xaltîka min Bêrîwan bu, mixabin, mixabin.
Tevî ku min bawer nedikir ku roźekê em ê źi hevdu veqetin źî, dawiya dawîn yekî bi zmanê erebî u ya din źî bi zmanê tirkên qewad bendikên sînorên min tarumar kirinn.
Êêêêê, źiyan e, him xwadî hêlên germik u nermik u him źî yên tahl u tuź e, ez ći bikim.

Tabî dîsan ćend kesên din źî hatinn u ketinn nav lîsteya min.
Tên u terrin.

Hîro ez ê nivîsa nukurd.com’ê ya li ser Bulent Arinć di bolga xwa da belav bikim, kêm-zêde ev źî ćend gotinên di dilê min da ne ku ez dixwazim bibêźim, yan źî min di nav gelek nivîsên xwa da nivîsînne.

Fermo, ha hun u ha nivîsa nukurd.com’ê ya bi kurdî heyranino (ez destê xwa nadim rêzmana nivîsê):


[Kurd wê bersiveke çawa bidine Bûlent Arinç em nizanin.

Lê Nûkurd wiha bersiv dide Arinç, "Ne hedê te ye ku tu bibêjî 'zimanê kurdî nabe zimanê perwerdê.'..."

Arinç bixwaze an jî nexwaze, bi têkoşîna kurdan ve wê rojekê zimanê kurdî jî di nav zagonên Tirkiyê de bibe zimanê perwerdê.

Jixwe heke ev têkoşîn tunebûya dê Arinç qet nebe îro negota "zimanê kurdî" jî.

Civaka kurd çîroka "kart, kurt, kûrt..." baş dizane.

Lê gelo Bûlent Arinç bi kîjan cesaretê îro dibêje, "zimanê kurdî nabe zimanê perwerdê." ?

Çend sedemên bingehîn hene:

- Heta ku kurdên bakur bi zimanê tirkî re bijîn...

- Heta ku zimanê tirkî ji ser lêva siyasetmedarên bakur danekeve...

- Heta ku rewşenbîriya bakur bi tirkî biherike...

- Heta ku zimanê tirkî serdestî medyaya bakur be...

- Heta ku zimanê kurdî nebe "ala"ya her tiştê bakur...

...helbet wê Bûlent Arinç jî bi cesareteke mezin bibêje, "zimanê kurdî nabe zimanê perwerdê." 

Erê Bûlent Arinç wisa dibêje, lê mixabin di nav civak, rewşenbîrî û siyaseta kurdan de jî kesên wekî "Bûlent Arinç" hene ku qet bawer nakin ku wê rojekê 'zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê'...

Kurd divê bi riyên medenî û demokratîk ve ji bo zimanê kurdî li dijî hişê her du "Bûlent Arinç"an jî têkoşînê bidin.

Bûlent Arincek li Enqereyê dijî...

Gelo "Bûlent Arinç"ên kurdan li ku dijîn?

Erê, me derdê Bûlent Arinç fêm kir...

Lê gelo "Bûlent Arinç"ên kurdan ji bo zimanê kurdî çi dixwazin?
]

Donnerstag, 2. Februar 2012

Azadiya Kurdî U Kurdistan’ê Bi Heźmarên 12 U 24an Va Girêdayî Ye, Ihi!


Min doh tiśtek nenivîsiya.
Welle qet źi dilê min nehat ku ez tiśtekî binivîsînim yaw.
Ev sê roź in ku hewa li vir yekcar bîst pileyan daket (°20), yanî vê gavê kêm 10 pile ye.
Tabî kelerîfora odeya min źî kar nake, yanî germ nîn e.
Hema hun bibêźin odeya min wekî sardankê ye.
Ez ne dikanim li śuna xwa rubinim u ne źî tiśtekî bikim.
Yanî dicemidim u disekinim wekî erebeya di sermaya zivistanê da.
Ligorî ragiyandinên meteorologan ewê hîn hefteyekê bi vî hawî berdewam bike.
Hindî paśê ći dibe, ći bii ser me da tê, tenê ez u xwadê dizanin dînime îmanime.
Źiber van pirsgirêkên sermayê min hîro telefonî dezgeha berpirsiyar kir u got, «law babam we źi berî mehekê got hun ê werin ćareser bikin, lê hun nehatin, ma ev bu ći, hi?».
Ewê sibeh di seet dewyekan da kesek were malê.
Źixwa ev hatina ćendan e, xwadê dizane.

Źiber sariya odeya xwa min hîro śomineya me ya li odeya runiśtinê vêxist.
Ev sê seet in ku ez li odeya runiśtinê me.
Tabî ciyê min vê gavê pirr germ e.
Gava ez carinan terrim odeya xwa, mîna ku ez ćuyî bibim parzemîna antartîkayê lii min tê ellawekîl.
Bi sê gotinên źin- u mêrberdanê hestiyên laśê min pićekî germ bunn hîro yaw.

Van roźan di înternetê da nućeya ku ewê li baśurê Kurdistan’ê dewleta kurdan were îlan kirin, tê belav kirin.
Law raśt yan źî derew, kêfa min pirr pê hat.
Dibêźin hukumeta Baśur gotiye di Newroz’a hîsal da ewê Kurdistan resmî were îlan kirin.
Welle derew bibe źî, meriv xwa bii xwa ra dibêźe, ha qurbanino, ha heyranino, de bikin lo.
Ez dibêźim ev heźmara 12an ya di sala 2012an da źî gelekî maqul e źibo vê yekê.
Dibe ku hun aniha bibêźin, «ćima cîgerim, hi?».
De ez źi xal u xaltîkên xwa ra bibêźim.
Źixwa êdî em kar u barê xwa yê siyasî bi horoskopan dikin.
Hun źî dizanin, gava źi berî mîladê kal u bavên me kurdan xelkê medyayê źi zilm u zora asuriyan xelas kirî bunn, tarîxê heźmara 612an nîśan dida.
Yanî herre were di vê tarîxê da źî heźmara 12an hee ye babam.
Temam, hingê ćend sal di ser ra derbaz bunne hun dibêźin?
Tam 2624 sal buhurînne.
Ev źî temam e, hîcar ev heźmara 24 tê ći mahnê?
Dibe ku we bihîstî bibe, Îsmet Înönu’yê segbav gava li bakurê Kurdistan’ê terre teftîśê, reportekê amade dike u tê da dibêźe:
«Divêt Erzingan źi bineciyên kurd were xelas kirin. Ku kurdan Erzingan xistinn destê xwa, êdî ewê rê li ber Kurdistan’a azat girtin ne mimkin bibe...».
Tabî mêro hin gelek tiśtên din źî gotiye.
Hmmm, ma babam nimroya pîlekeya Erzingan’ê 24 nîn e, hi?
Temam temam, dibe ku hun aniha bibêźin ev źî têr nake welle u bille.
Ya li ser kezebê ći ye, hun dizanin?
Ez bi xwa źî źi Erzingan’ê me, yanî źi herêma Qoćgîrî’yê.
Ma źi vê baśtir delîl u îspat, hi?
Helbet bila xwadê wan tirkên qewad nexe destê min u hew berxikino, êdî hun dizanin ez ê ći tofanê rabikin, ne hilo? :)

Dienstag, 31. Januar 2012

Roźeke Sar U Rehet


Vê gavê hewa gelekî sar e.
Sibeh ewê heta kêm deh pileyan dabikeve (-10°).
Tabî evqas sarbuyîn źibo min ne baś e.
Ev tê wê mahnê ku ez ê bi pîskîlêta xwa nekanim herrim kar.
Yanî ez ê bi dibêtiyeke/îhtimaleke mezin peya herrim.
Źixwa kêfa min zêde bi tremwey u otobusan nayê, loma ha.

Hîro min hemî wexta xwa li malê derbaz kir.
Karê min yê wergerrê tune bu.
Źiber ku min doh li ba pêgoog.lîstinê derbeyek xwarî bu, śeva ćuyî min nekarî baś rabikevim.
Źuniyê min gelekî hêś daa min.
Loma źî min hîro wexta xwa bi zêdeyî di nav nivînan da derbaz kir.
Tabî vê hêvarê dîsan ćum sporta xwa źî.

Ev du-sê roźên ku min kesek źi lîsteya xwa ya Facebook’ê dernexist.
Tabî du-sê kes źibo cara dawiyê îkaz kirinn.
Ka xwadê mezin e.

Montag, 30. Januar 2012

Qursa Zmanê Kurdî U Kurdên Tirśikćî!


Min hîro ću du seet wergerr kirinn u dîsan hatim malê.
Źiber ku em roźên duśemiyan di seet 17an da li hala zanîngehê pêgoog dilîzin, ez dîsan bi lez źi malê derketim.
Lê kafirekî temam hîro lii źuniyê min yê raśtê xist.
Aniha pićekî perćifiye.

Źi piśtî sportê gava ez hatim malê, min mêze kir ku di malê da tiśtek pićekî cihê xuya dike.
Tabî mesele yekcar hate bîra min.
Tevrunerê min yên swîsrî hîro leśkeriya xwa xelas kir u vegerriya malê.
Roźa îniyê gotî bu ewê xwarinekê źibo me ćêbike, yanî mêro dixwast teskereya xwa pîroź bike.
Loma źî źibo me hersêyan, źibo min, xwa u tevrunera me ya din xwarina vê hêvarê amede kir.
Xwarineke swîsriyan ya taybet e.
Źê ra dibêźin «Raclett».
Yanî li ser masê makîneyek sor u germ dibe, pendurê hiśk dixin nav, wê dihelînin, paśê źi derdixin u lii ser kartofên kelandî diriźînin u dixwin.
Digel vê dîsan meriv sewze u gośtê hiśk kirî źî dixwe.
Tabî hîn nîv seet wexta min hee bu źibo xwarinê.
Dawiya dawîn me bi hev ra xwar u rabunn ser xwa.

Min źi berî mehekê îlanek źibo qursa zmanê kurdî belav kirî bu, źibo ku em vê biharê qursa zmanê kurdî li ba zangeha Zürich’ê orxenîze bikin.
Lê mixabin ku heta aniha źi derî du kesan ti kesekî din serî lê neda.
Loma źî ewê qurs ćênebe.
Yanî źi aniha u pê va resmî heśkere buye ku qurs nikare were lii darxistin.
Źi berî du mehan śeś-heft kesan digotinn ewê źi sedî sed werin qursê u divêt ez wan li ser lîsteya xwa qeyd bikim.
Hahooooo, dengek źi camêran derneket dînime îmanime.
Temam, ez bi xwa van kurdên bê derpî u tirśikćî nas dikim.
Meriv nikane zilikekî źî bispêre van kurdan.
Loma źî ez ê ti carî di źiyana xwa da zilikekî źî nespêrim kurdekî.ê.
Ev tecrubeya źiyanê ya tahl e ku min tam kiriye heyranino.

Sonntag, 29. Januar 2012

Kurd Ćima Vîdyoyên Xwa Bi Kurdî Amade Nakin?!


Doh min tiśtek nenivîsiya, yanî min tatîl kir.
Źiber ku hewa li der sar e, kêfa min qet nayê ku derbikevim der.
Doh sibeh gava ez heśyar bum, min li der pićek berf źî diy.
Lê zêde nehaźot, berf berbi nîvroyê heliya u ću.
Hîro berf nebariya.

Min vê hêvarê gotara xwa ya li ser zmanê sanskrîtî, yanî beśa 4an źi amidakurd.com’ê ra śand.
Her weha gotara li ser peyva kurdî «aar» (yanî «dest-aar») źî źi malpera serhed.org’ê ra bi rê kir.
Hindî malpêr kengê van diweśînin, ez nizanim welle.

Di van roźên dawiyê da ez wexta xwa pićekî źî bi amadekirina kerîketuran derbaz dikim.
Na naaa, ez bi xwa nahafirînim yaw.
Ez wan resîm u kerîketuran dadixînim ser kompîtura xwa, bi proxrema ku xalê Azat lii kompîtura min bar kiriye, nivîsên bi kurdî li ser wan dinivîsînim u di Facebook’a agirpêketî da belav dikim.
Tevî ku ev ne karê min e źî ez vê yekê dikim.
Źiber ku kurdên me her tiśtê xwa bi zmanên diźminên xwa yên qewad dikin u qet śerm źî nakin.
Bêguman źi tirkan baśtir milletê kurd asîmîle dikin.
Loma źî ez feqîrê xwadê meźbur mame ku destê xwa bii vî karî bigerrînim.
Mesela gava meriv dikeve Youtube’ê u lii stran u fîlmên kurdî digerre, źi zmanê tirkan, farsan u ereban pê va meriv hew tiśtekî bi kurdî dibîne.
Navên hemî vîdyoyan źî bi zmanê tirkan, farisan u ereban hatinne dayîn.
Ez źi vê ehmeqiya me ya beredayî u zirrzop qasî gramekê źî nikanim tiśtekî fam bikim.
Yanî vîdyo bi tevayî źî bi kurdî ne.
Kesên ku ew amade kirinne u xistinne youtube’ê źî bi xwa kurd in.
Lê zmanê van vîdyoyan bi tirkî, farisî u erebî ne.
De hun bi xwadê dikin carekê lii vê tevliheviyê binêrin.
Li hêlekê mêro mafên xwa yên mîllî dixwazin u li hêla din źî ehmeqiyên ku dibin sebaba tunebuna wan, pêk tînin.
Hîcar ev nîśana ći ye hun dibêźin qurbanino, hi?
Bê ku em zêde pê da herrin, ez dixwazim vê bibêźim:
«Di me kurdan da kultureke kurdîn ya herî basît u esasî pêk nehatiye, loma źî her tiśtê ku diźminên me bi zmanê xwa xistinne mêźiyê me, źi me ra wekî tiśtên herî xwezayî tên».
Mesela hemî partiyên me yên kurdan źi tirkan hezar carî baśtir tirkîperest in, tirkćî ne.
Zmanê tirkan, yanî zmanê ku roź bi roź heebuna wan u ya milletê kurd źi holê radike, bi can u xwîn bi kar tînin, yanî mêro milletê kurd seba tirkan ha ha asîmîle dikin.
Helbet heger em źi wan bipirsin, ewê bahaneyên ku diźminan bi manîpulasiyonan xistinne nav genên wan, ewê dubare bikin u tam hezar u yek cure śorbeyan daynîn ber me.
Źixwa tiśtê ku di sêrî da gennî ye, di dawiyê da źî tenê dibe zirrgennî.

Samstag, 28. Januar 2012

Lotikên Bi Kurdî :)


Hewaya doh hîro źî berdawam kir.
Źiber ku miź u duman hee bu, peśkan xwa bii ser cîgeha me da tavêt.
Karê hîro źibo min tenê seetek wergerr bu.
Paśê di seet 11an ćum mensaya zangehê u min nanê xwa yê nîvroyê xwar.
Źi piśtî xwarinê dîrekt hatim malê.
Min źibo seetekê xwa di nav nivînan da drêź kir u raketim.
Paśê rabum ser xwa, min ćayek ćêkir, vexwar, ćend tiśtên pićuk ćareser kirinn u ćum sportê.
Hîro sporta min tam ćar seetan wext girt.
Źiber ku em roźên îniyan di halê da qendî seetekê pêgoog dilîzin, roźên îniyan sport pićekî drêź taźoy.
Loma źî min tam ćar seetan îmana xwa kir teneke, serê xwa kir kundir u berda ćolê ellawekîl.

Yaw min hîro źî źi lîsteya xwa kesek dernexist.
Law babam roźên bê cunta źî ne ti roź in dînime îmanime.
Di van roźên dawiyê da kêfa min bi van lotikên min pirr hatî bu.
Gava ez lotikekê lii van kurdên zman-tirkćî didim, mîna ku min heyfa heyśt eźdadê xwa źi tirkên qewad girtî bibe, kêfa min teqleyan lii hewê dixe yaw.

Źibo hîro źî ez vê heneka xwa ya li źêr diweśînim.
Welle źi piśtî ku ez źi xalê me kafir Azat hînî lotikên weha germik u nermik bum, hindî destê min źi van lotikan qet nabe yaw.
Eman eman nerevînin, hun źî bi lez dest bi lotikên bi kurdî bikin, pirr xwaś e yabo qurbaninooo.



Donnerstag, 26. Januar 2012

Dilê Kurdan Źi Tirkiya Qewad Nabe Di Înternetê Da


Wekî doh hîro źî zêde kêfa hewayê tune bu.
Tabî hîn bi vî hawî îdare dike.
Li klînîkê min hîro tenê du seet wergerr kirinn u ewqas.

Min hîro guhên du kesên din yên li ser lîsteya min ya di Facebook’ê da kiśandinn u berdann.
Ka hele ewê ći were serê me.
Haaa, min di lîsteya xwa ya di Google+’ê da źî kesek derxist.
Mêro bi tirkî nivîsek weśandî bu.
Min źi berî ćend roźan porê wî źî kiśandî bu.
Ya raśt min digot kekê me źi Kurdistan’a baśur e u qet bi zmanê tirkên qewad źî nizane.
Tabî di bersîva xwa da mebesta xwa aniye zmên. Yanî źi piśtî ku min źi listeya xwa derxist, bersîva delalê me źi min ra hat.
Di vê bersîvê da digot, wey «xwazila hemî kurd wekî te bibuna u me źî pêwistî bi vê yekê nedîta ...».
Helbet min hindî bersîv nedayê.
Ê ku ez bidimê ći dibe, nedimê ći dibe babam.
Bi telaq ne dilê min kêfa xwa bi van zirt u virtên vala yên di înternetê da tîne u ne źî pênc quruś qîmeta van tiśtan hee ye.
Ez ê źi niha u pê va tenê źibo carekê bi kurtî îkaz bikim u xelas.
Tabî digel cara duduyan ewê lotikên temam bikin teq u req u dawiya fîlma agirpêketî b
’înin.

De hun wekî gotina dawiyê źî hîro lii vê karîketura min ya nu amede kirî binêrin.



Mittwoch, 25. Januar 2012

Xêr Hatî Lotikên Dîźîtel Yên Bi Kurdîîî!


Hîro hewa pićekî sar bu.
Dibêźin ewê berbi dawiya vê heftê zêdetir sar bibe.
Heta ku baran bii ser me da nehatiye, źibo min ti mesele tun e welle.
Min hîro tenê qendî du seetan wergerr kir.
Źiber ku ez roźên ćarśemê sportê nakim, wekî din ez neketim nav ćalakiyeke din.

Min hîro kes źi lîsteya xwa dernexist.
Yanî nivîseke kesekî.e ya bi zmanê tirkên qewad lii ber ćavên min neket.
Tabî li hêla din źî du kesên din yên nu hatinn ser lîsteya min.
Her ćendî ez kesinan źi lîsteya xwa derdixim źî, hindekên din źî tên u dikevin nav lîsteya min u tenura xwa tê da germ dikin.
Helbet ez di destpêkê da źi hemî kesan ra śerta zmanê kurdî dibêźim.
Hema hema hemî źî vê yekê qebul dikin.
Lê mixabin hindek nikanin zêde li ber xwa bidin u źi piśtî roźekê yan źî ćend roźan dest bi tirkî dikin.
Êêê, źi piśtî îkazên xwa, ku dîsan dubare ćêbu, oxir źi xal u xaltîka xwa dixwazim u terrim.

Hîro tiśtekî nu digel min ćêbu.
Tabî vê yekê pirr kêfa min źî haniya.
Xalê min yê kafir Azad, ku li Berlin’ê dimîne u di Facebook’ê da ew źî di nav du koman da wekî min cî digire, di înternetê da kete kompîtura min u proxremeke nu lii kompîtura min bar kir, daku ez bikarim li ser wêneyan ligorî dilê xwa bi kurdî lotikan bavêźim.
Yaw mêro wekî agir di ćend deqqan da her tiśt ćareser kir u hew.
Yanî ez ê hindî di nav źiyana dîźîtel da berhemên qerase bidim merivatiyê ellawekîl :)

Ê źi piśtî hariyariya xalê Azad ez ći bikim baś e hun dibêźin, hi?
Bi sê gotinên pîroź yên źin- u mêrberdanê, min lotika yekem di serê wî da teqand.
Yanî canim cîgerim mam-hoste Azado bu qurbana fîśekên min.
Welle lotika ku min lêxist źî ev wêneya li źêr e.
Tabî min ew wêne źi profîla wî dizziya, guhart u bi tevî vê nivîsa li źêr belav kir:


«
De yellaaah, bi telaq ez ê îmana Facebook'ê bikim teneke berxikinooo :)
Êdî min taxtîkên din yên pirr germik u nermik kifś kirine, nereviiiiin :D :D :D

Xalooo, bibore eśqim, lotika yekem di serê te da teqiya welle, ihi ;-)
».


Pashê źî ev śîrove li bin hatinn kirin:

Azado:
«hahahaha ich hab dir das nicht beigebracht damit du mich mit den bildern angreifst xaloooo :D
Navê min hîn li ser wêneyê ye :D unten rechts :D
».
Ez:
«
Hey laneeet li vê shensa min yaw, ecemîtî ye lo, hahahaaa :)))
Hêdî hêdî qurban ;-)
».
Azado:
«
looo tu kuda herî tu ji min nikarî birevî AZAD li her derê ye :D».
Xaltîka Amîne:
«
Oooox te rind kir xalo. Destê te sax bim, cavê te mac dikim. Gelek sipas lê gurcikê wî jî bide min :D».
Ez:
«Temam xaltîka Amîne, him jî belash welle, oxxx, noshîcan be dînime îmanime :D :D :D».
Xaltîka Amîne:
«Sipas, te ra jî :D afiyet û shekir be :)».
Azado:
«hûn herdu qurbana gurcikên min bim».
Ez:
«Tu bisekine heleee, em ê gurchikên te bidin pisîkan cîgerim pisîkan, ihi :D».
...

Dienstag, 24. Januar 2012

Ma Dermana Zman-Tirkćîtiya Me Ći Ye Heyranino?


Ev ćend roź in ku kêfa hewayê li Zürich’ê baś e.
Him ne sar e u him źî bi rooź/tav e.
Hîro karê min yê wergerrê hêć tune bu.
Loma zî min hemî wexta xwa li malê derbaz kir.
Tabî di seet pêncan da dîsan ćum sportê źî qendî du seetan.

Hîro ez bi zêdeyî li ser zmanê sanskrîtî xebitiyam, yanî li ser beśa ćaran.
Dibe ku ez heta du roźan xelas bikim u źi malperê ra biśînim.
Helbet min dîsan «Xronoloźiya Zmanê Kurdî Ya Śeś Hezar Salan -19-: „Guh, gućik; guś, goś“» źî amade kir u di nav ćend komên kurdan yên di Facebook’ê da belav kir.

De ez dîsan werim ser miźara Facebook’ê.
Min hîro dîsan kesek źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxist.
Źi doh heta hîro źî min helbet sê kes îkaz kirinn.
Ez bawer dikim tirkćîtî u kemalîzma tirkan ruh u mêźiyê kurdan bi tevayî dagir kiriye.
Êdî tirk nexwazin źî ev kurdên me bunne mupteleya zman u kultura tirkan.
Lê helbet gava li dor masê rudinin, śur simbêlê wan nabirre.
Hezar carî Kurdistan’ê ava dikin, hezar carî kurdî źi mirinê xelas dikin.
Bi serê min yê feqîrok bibe ku gava ez van kurdên beredayî u serserî dibînim, źi ax u waxekê pê va nikarim derdê dilê xwa bînim zmên.
Qey meriv dibêźe em ê ti carî źi dema zirr nezaniyê nefilitin, em ê her u her wekî kherên xelkê bimînin.
Yanî hema hun bibêźin hindî khertî li ba me kurdan buye karekî mîllî.
Em ćavên xwa di nav kultura xwa ya khertiyê da vedikin, pê mezin dibin u dawiya dawîn źî pê dimirin.
Van edetên ku em źi yên berî xwa werdigirin, paśê źî didin yên din, ango didin nifśên din u nu.
Carinan ez dibêźim genên me bi van lanetiyan zebunî bunne.
Lo babam derman źî peyda nabe ku em bigirin u xwa derman bikin.
Źixwa ew derman were peyda kirin źî, bawer nakim ku kes pêwist bibîne u wê dermanê bigire.
Ê brê min kî heta ku qanî nebe terre ba biźîśkekî, hi, kî?
Tiśtekî gelekî xwezayî ye, heta ku meriv nexwaśiya xwa nebîne, lii dermanekê źî nagerre.
Yanî lii nexwaśiya xwa hesiyan źî hunereke mezin e, źê ra aqil u filan u fistix divêt haaa.
Ka ew aqil di me kurdan da kaaa?!

Montag, 23. Januar 2012

U Seetek Zaroktî -6-




Źi niśkê va dengê ezanê źi mizgefta navćê bilind bu: «Ellaaah u ekber ...».
Deng źi dur va dihate wan. Ezana danê nîvroyê bu. Wan li ciyê xwa yê runiśtî lii kesên ku bi lez berbi mizgeftê va dimeśiyann, dinêriyann. Dengê ezanê xwa lii kevirên derbenda Siltan Melek u yên qeleya Kemah’ê dida u źi wir źî wekî dengvedan bii śun da vedigeriya nav navćeyê.
Demekê bê deng mann.

Di vê dema hanê bi ezan da, trêna li stasyonê źî lii sîrêna xwa xist. Ćend caran dukêla xwa bii hewayê da berda. Li ser kolanên li dor stasyonê ćend kes bi bez berbi stasyonê dićunn. Li kolaneke ba stasyonê yekî źi nav turikên li ser piśta xwa tiśtek hêxiste ser erdê. Gava bi zehmetiyeke mezin rahiśtê źî, ćend hebên din źî źi piśta wî ketinn ser rê. Hîcar hemî barê xwa yê li ser piśta xwa bi qa’r havête erdê, bi pîhnan lii wan daa, śewqeya li ser serê xwa bi herdu destên xwa pêgirt u li erdê xist. Paśê bi nîgê xwa yê ćepê derkete ser śewqê u bi yê raśtê źî ew bi lêdanan pelixand. Piśtî ku hêrsa wî hindekî daket, źi nu va hemî barê xwa lii hev kom kir, bi baldarî devên wan lii hev hanî u bi tevgerreke bi lez ew bi badan havitinn ser piśta xwa. Lê hêdî śopa lezê li ba wî hew xuya dibu. Gava dest bi meśê kir źî, pêśta bii ser śewqeya xwa da ću, bi pîhnekê ew havite ser kenarê rê u dura źî berê xwa daa trênê.

Lê trên hîn źî li śuna xwa bu. Hêć nediliviya, ne bii pêś u ne źî bii paś da.

Bero kevirek źi erda di nav śeqên xwa da ragirt u demekê di nav destê xwa yê raśtê da bir u hanî. Tiśtek dixwast bibêźe. Źi berî ku kevirê di destê xwa da bi tilliya beranê pêśta bavêźe, carekê li kekê xwa nihêrî, dîsan serê xwa vegerrand ser kevirê di destê xwa da. U bi carekê va kevir di hewayê ra pirriya u ću lii dîzarê/dîwarê ligel rê ket, bi dengekî daketî kete ser kevirên li ber dîzêr.

- Keko, xwazila ez źî aniha di wê trênê da bibuma.
- Ćira, ćavkê mino, ćira?
- Nizanim ku... Ez źî nizanim.
- Dilê min, li ber xwa nekeve.
- Naaa, ćima ku, keko?
- Ê ćima tu dixwazî di trênê da ru[bi]nî, Berocan?
- Ez źi trênê hez dikim yanî, loma min got, dizanî.

Qasî kêliyekê dengê xwa dernexistinn. Haya herduyan źî baś źê hebu. Yek źi wan ewê bićuya u yek źî ewê li wir bimaya. Yek lii rêwîtiya xwa ya tenê u yê din źî lii mayîna xwa ya tenê ya li wir difikiriya. Xemgîniya herduyan źî di nav ćavên wan ra xwa bi ezeb dida der.
...

Sonntag, 22. Januar 2012

Zarokên Kurd Yên Bi Navên Kurdî, Lê Bi Zman U Ruhekî Tirkćî!

Doh hewayeke gêźok li vir hee bu.
Baraneke hurik u baayekî bi hêz xwa di cîgehê da dikêliya.
Ez ê bićuma dukana solan źibo ku ez du cot solan bikirim.
Źi zu va ye ku solên min yên ku ez carinan di tesîsên zanîngehê da zivistanê  pê pêgoogê dilîzim, xerab bunne.
Helbet solên min yên din źî ne di forma xwa da ne, yanî bunne feryat u fîgan welle.
Loma źî min got baśtir e ku ez hîro vî karî hal bikim, źixwa ez ne kesekî ligorî kar u barê kirrînê me.
Ez ćum dukana li nêzîkî mala min ya li Örlikon’ê, bi peya deh deqqan źi mala min dur e.
Gava min li hundir lii solan mêze dikir, yekcar dengê źinekê hate min.
Źi du zarokên ku bii vir u wir da dibeziyan ra bi tirkî digot: «Rozerîn gel buraya!» («Rozerîn were vir!»).
Tabî xatuna me gelekî caran ev gotina xwa dubare kir, źiber ku herdu zarokan ha ha ciyê xwa diguhartinn, dilîstinn.
Bi serê min u we bibe ku źi piśtî demekê źiber wan dubarekirinên bi zmanê tirkên qewad ez pirr aciz bum.
Pićek maa ku ez źê ra bibêźim: «Hun źî źi wan kurdan in, ne?!».
Yanî min ê lotikeke bê îman lii vê źina taśeron u derbeder bixista.
Lê bawer bikin min bi zorê teq u reqa di dilê xwa da daa sekinîn.

Baś e, ez ćima vê dibêźim?
Tesadufeke din ya agirpêketî hîro di Facebook’ê da min dît źî, loma.
Xalê me Tuncay Bal di bin nivîsa min ya li ser peyva kurdî «hezar» ev śîroveya xwa kiriye:

«
Min niha televîziyonê temash kir li qanalekî tirk, du-se zarokên 13 salî ji bo dibistanê almanyê tisht pirs dikirin, yekî bi tirkî got, navê min ROZERÎN e falan û filan, minjî got navê te yê nermik û germik kurdî ye û tu tirkî ji zmanê xwa daha xwash dizanî.».

Yanî du zarokên kurd u herdu źî bi tirkî dipeyîvin.

Tabî min źî rabu ev śîroveya xwa li bin nivîsiya:

«
Qet nebêźe xalo, źixwa îmana me buye teneke welle.
De tu carekê herre źi wan bipirse, malbatên hemiyan źî di nav siyasetê da ne. Tabî her tiśtê xwa bi zmanê tirkên qewad dikin, zmanê wan li ser her tiśtî digirin.
Zarok źî bi van rezelatan mezin dibin u dibin tirkên saxlem helbet.
Aniha źi zarokekî weha meriv ći dikare bipê yaw, ći?
Ez dibêźim bila tam hezar u yek lanet lii van dê u bavan bikeve, bila xwadê hustiyê wan biśikîne, ćavên wan kor bike, guhên wan rezîlan puć bike, nigên wan di bin wan da bihêle, bila siyaseta wan ya taśeron u tirkćî di serê wan da biteqîne, ihi.
».

De hay źi xwa hee bibin heyranino, ev nifirên min źibo hemî kurdên taśeron u zman-tirkćî derbaz dibe, ihi.

Samstag, 21. Januar 2012

«... Xwadê Li Źor E U Dilê Min Źî NE Kor E! ...»


Welle hewaya li vir hîro zêde baś nebu.
Tevî ku źibo ćend seetan vê nîvroyê rooź/tav derket źî, carcarinan baran źî źi me kêm nebu.
Karê min yê hîro tenê qendî du seetan wergerr bu li klînîkê.
Pêra bi lez u bez ćum sporta xwa.
Źi piśtî sportê źî min dîsan bi lez berê xwa da daweteke xwarinê.

Hmmm, kêfa min hîro li śunê ye yaw.
Min xalekî me źi Amed’a bi zmanê tirkan źi lîsteya xwa derxist.
Bi serê mirî u saxiyên min bibe ku min hîn doh xalo îkaz kirî bu.
Mêro got, «yaw ev zilm e tu li me dikî xalo, heyran ...» u filan u fistix.
Tabî soz soz e, źi piśtî sozê źî ewê lotikek helbet were, ihi.

Hîro dîsan di nav koma me ya di Facebook’ê da tequreq bu welle, hengeme u śemete, henek u tinazên bi kurdî tenura me pirr germik u nermik dikin.
Ev kom źi berî heyśt mehan hatî bu ava kirin źi hêla ciwanên li Ewrupê.
Her ćendî di destpêkê da bi zmanê elmenî dihat nivîsîn źî, di nav vê demê ra zmanê kurdî źî pićekî śuna xwa girt.
Min di destpêkê da carinan bi elmenî dinivîsiya, lê paśê min bi hêdîka dest źê berda u kir kurdî.
Helbet vê yekê li ser yên din źî tesîra xwa kir u meźbur mann ku bersîvên min bi kurdî bidin.
Di nav van heyśt mehan da gelekan kurdiya xwa bi pêś da bir.
Gava ez hîro carekê li ser fikiriyam, yekcar tiśtên pirr sosret hatinn aqilê min.
Źi piśtî van mehan ez pê hesiyam ku kesên di komê da heta hîro kurdiya xwa bi pêś da birinne, źi dehan neh xort in u yek źî kećikek e.

Hema hema tevayiya van źî kurdên êzdî ne. De were źî dengê xwa bilind neke u nebêźe «biźî kurdên êzdî!».

Bi raśtî źî di źin u kećên kurdan da kompleksên bê tarîf ćêbunne.
Qîmeta ku didin zmanê diźminê milletê kurd, qîmeta ku didin soleke xwa, nadin zmanê kurdî.
Źixwa meriv hew dikare źi kesên weha tiśtekî bipê.
Ez bi xwa tiśtekî napêm źî.

Min hîro di nivîseke xalê min Dilrast Botan da ev kurtenivîs dît, kêfa min pirr bi kurdiya wî hat. Tabî xalê min źî di nav vê komê da ye.
Helbet naveroka hevokê źî bi têra xwa xwaś bu.
Loma źî ez dixwazim li vir binivîsînim, źibo ku hun źî bikarin bibînin:

«Dîtina dost û hevalên rast li nav cîhanê gelekî zor e. Dibin dijminê evîn û dixwazin kêfxweşîya mirovên din xera bikin. Çi jî dixwazin bikin bila bikin, tenê dibêjim xwedê jor e û dilê min NE kor e! Êdî xilas!»

Helbet bi taybet źî xalê me gotineke pirr śaîrane haniye zmên:

«… tenê dibêźim
xwadê li źor e
u dilê min źî NE kor e!
...».

Dilrast Botan, 20.01.2012, Facebook