Freitag, 20. März 2015

Di Newroz’a 2015an Da ZarokTV Tê!



Tê gotin ku ewê sibeh, yanî di Newroz’ê da kenela têlevîziyonê ya zarokan «ZarokTV» bi kurdî dest bi weśana xwa bike.
Źi Amed’ê.

Bila li ser xêr u xwaśiyê ’be!
Pê pirr bextewar bum.
Dibêźin ewê bi zaraveya kurmancî, kirdkî/zazakî u soranî ’be.
Divêt xelkê kurd zarokên xwa li ber têlevîziyonên diźminên kućikbav nede runiśtin u zman u ćanda xwa bi destê xwa tarumar neke.
Her tecrubeya ku ew zarok bi zmanê tirk, ereb u farsên qewad dikin, di heman demê da xwa źî dikin perćeyeke wan ya esasî.

Li źêr cîśaneyên/edresên lînkan:

Weśana zindî li ser înternêtê: http://karwan.tv/zarok-tv.html 

Mîna ku Baba Tahir’ê Uryan źi berî hezar salî bi kurdî gotî bu – bi guhartineke pićuk –, «dilê aśiq birćî ye wekî zmanê kurdî».

Tu Yî

«...
Ketim deryayê
Ku cewher bibînim
Hemî cewherên ku min dîtin
Tu yî
...
Dilê aśiq wekî gurê birćî ye
...»


Diljen Ronî: "Tu Yî"



Donnerstag, 19. März 2015

Cil U Bergên Me U Tirkên Teres



De were źî neteqe, xwadeyooo!
Dewleta tirkan ya qewad rabuye di makeqanuna ewlehiyê da li-xwa-kirina kincên kurd qedexe kiriye.
Dibêźin bila hêdî keć u źinên kurd xwadîtiyê li kincên xwa nekin.
Qasimpaśalî bi tevî pîncên xwa harr buye.
Źi cil u bergên kurd ditirsin!
Ditirsin ku tirkên pînc di bin kincên bav u kalên xelkê kurd da bifetisin.
Dizanin ku di kultura van segbavên teres da bendikeke xerabe źî tun e ku li hemberî ćanda xelkê kurd qayîśê pê ra bikiśîne.
Bi kompleksên kabusî nizanin ku bi ći hawî qewadiya xwa îspat bikin.
Nefîle ye!
Ćawan hatine, ewê bi vî hawî źî bicehimin!

Ligorî dengê dilê min, bawer nakim ku di ser cil u bergên keć u źinên kurd ra kincên xwaśiktir hee’ ’bin.
Di zaroktiya min da źî ev hîss źibo min eynen weha bu.
Źina kurd ya di nav kinc u bergên kurd da wekî pêrî ye, meleka geś ya li ezmanên xwadê ye, źina herî atraktîv e,  ...


Min berê li ser dîroka kincên kurdan ćend nivîs belav kirî bun.
Mesele ligorî ragiyandinên Herodot yên źi berî 2500 salan ...

Li keleha Hewler’ê muzeyeke cil u bergên kurd hatiye vekirin.
Bila li ser xêrê ’be!
Xaltîkeke me ya terzî rabuye tam źi 45 herêman cil u bergên kurd dirutiye u di pêśangeheke spehî da pêśkeśî raya giśtî kiriye:












Hespê Xwadê Yê Kihêl



Di van demên dawiyê da li ba sportê roteya bedena min rabuye ser tapanan.
Lê di rastiyê da vê lotikê źi berî nîv salî dest pêkir.
Bedena kafir qet dil nake ku sînoran nas bike.
Bi taybet źî di nav van ćend hefteyên dawiyê buye wekî hespê xwadê yê kihêl.
Mîna ku her der wekî deśta Erzingan’ê ’be, ćiya u banî tune bibin, ha ha bi ćargavî dibeze.
Bila źî bibeze!
Bila źî bibizdin ew sînorên bê bav di ciyên xwa yên herî zirav da!

Giraniyên ku min li ba entremana bedenhêziyê heta vê gavê radikirin, hedî bune wekî ćîrokên heebu-nebuyî.
Aleta źibo piyan ya tandanê hêdî têr nake, yanî giraniya herî zêde ya ku heta 250 kîlogram terre, bu mazî.
Di nav van du hefteyên dawiyê da min gulleyên din haniyan u dayniyan ser, pêśta kir 270, 290, 304, 316, 330 u pêr źî kire 340 kîlo.
Herhal vê îniyê, yanî sibeh, ez ê bikim 350 kîlo.
Dibe ku heta ćend hefteyan heta 400 kîloyan derbikeve.
Dibe yan źî nabe, bi xwadê zêde ne xema min e.

Źi berî du roźan min dubare źi piśtî sportê li ba vekiśandina bazuyan zêde zor daye bazuyan.
Ev du roź in ku li hêla ćep ya piśta min hêśek peyda buye.
Lê źi doh va min du heb girtin u krem têda, vê gavê baś e :)
Herhal xwadê dixwaze carina dilê xwa bi hêśa di canê min da rehet bike.
Wey feqîrooo!


Mittwoch, 18. März 2015

Pîsikên Śoreśger



Gava ez li xelkê alemê u li me kurdan mêze dikim, ne dil di min da dimîne u ne źî kezeb; reś dibin u terrin.
Xelkê alemê di ber menfeeteke xwa ya herî pićuk ra dikare tofanan rabike, qiyemetan bi serê meriv da bireśîne.
Lê em kurd?
Xwadê dizane!
Tirk, ereb u farsên qewadoxlî qewad wilo kirine ku, di kîmyeya me da ti der sax nehiśtine.
Lê hîn źî kurdên me bi dilekî oqyenusî xwa bi navê tirk, ereb u farsên pînc tarîf dikin.
Hema hun bibêźin bi qasî pîsika Xelef’ko źî nabin, źibo golekê qiyametê ranakin u nabêźin, «Em di kefena heftê u heft ecdadê wan tirk, ereb u farsên kućik ’kin, ihi!».
Źibo me pîsikên śoreśger lazim in, canikino, pîsikên śoreśger ...


Xêro Abbas: "Kezîzerê"





Dienstag, 17. März 2015

Zorê Nedinê



Canikino, źiyan bi surprîzan dagirtiye.
Lê divêt meriv xwa di ser źiyan u xwezayê ra neke ćepelê beredayî.
Bi kerema xwa zorê nedin sînorên sebira xweza u źiyanê.
Ne emrê min u ne źî yê we têrî dersa dawiyê ya xweza u źiyanê dike.
Li benda texteya reś ya li ser dîwêr ya xweza u źiyanê qet nemînin.
Hun ê ebediyen li tuśî wê dibistanê nebin.
Źiber ku ew dibistan qet nebu.
U ewê qet nebe źî.
Îcar hun li benda ći ne, ćavbelekino?
Va ye dergehên vekirî li ber we ne, wekî kurdekî-e bi heft dilî u bi hezar salî li hespên xwa yên kihêl sîwar ’bin.



Xêro Abbas: «Barana Śevê»






Ćukên Wêrek



Źi doh va ye ku hewa bêtir germ dibe.
Kelecanî u śêniyê bi xwezayê girtiye.
Deng u ćîvećîva derudorê ye.
Ćukên li der źi śaxekî difirin yekî din.
Bê tirs in.
Bê śerm in.
Carina heta li ber pencereya min wêrekiyê dikin.
Bê lome bi xwadê, bê lome.
Wêrek in, bavo, wêrek in.
Nizanin newêrekî ći ye, bê bavino.
Dizanim, dilê hevdu źi hev nahêlin.
Źiber ku ew luksa canikan tun e, kezebino, ew luksa canikan tun e.




Leyla: "Payîz E"




Hozan Serhed: "Payîz E"




Montag, 16. März 2015

Helepće: «Sêv Śermezar In ... »




Roźeke źi beźna xwa drêźtir ...
Roźeke źi laśê xwa girantir ...
Roźeke źi sedsalên dîrokê derbedertir ...
Bi ćargavî ye hemî kîn u nefreta teresan hîro li Helepće’ka tenik ...
Sêv śermezar in di bêhna xwa da li van deran ...
Bi źehr in źi van derdan
Brako
Bi źehr in.


              16.3.2015, 08:55, Zürich




Źixwa resim her tiśtî tarîf dike ...
Herhal hez kirin źî ev e ...
Du xwang bi hev ra di nav luleya dîrokê ra derbaz dibin,
bê balafir ...


Metin/Kemal Kahraman: "Duzgin Bavo"




Sonntag, 15. März 2015

Erotîzm U Govendîzm



Wê roźê min li govendeke me kurdan mêze kir.
Bi tesedufî ćêbu.
Źi piśtî ku înternêt derket, Youtube derket, gelek deriyên nu vebun.
Hêdî dergehên bazaran ti sînoran nas nakin.
Em kurd źî bi śikilekî ne profesiyonel ketine nav vê bazarê.
Em dil dikin ku bi milletên din ra qayîśê bikiśînin.
Bêguman daxwazeke rewa ye, baś e.
Bi heqq e źî.
Lê mixabin ne ew dezgeh u ne źî ew kesên me yên ku bikarin li ser bazara navnetewî me bi profesiyonelî temsîl bikin, hee ne.
Yên ku dikarin tiśtina bikin źî di nav milletên din da bune perćeyeke wan milletan.
Hetta hetta źi esl u feslê xwa yê kurdbunê źî nefret dikin.
Źibo ku kes bi kurdbuna wan nehese, tam hezar u yek teqleyan tavêźin.
Kompleksên ruhî kezeb li van canikan reś kiriye.
Ew «zanatiya menśur» bi carekê ra di mêźiyên van canikan da buye nefreta li diźî eslê xwa u ćuye ...

Heger ez bi aforîzmeyeke xwa ya źi berî ćend salan vê yekê rave bikim, hilo dibe:
«Zanîn, aleteke esasî ya rewakirina menfeetên xwa yên śexsî ye tenê».

Źi bîr nekin, ćavbelekino, źi bîr nekin.

Em baś dizanin, kurdên me bune heyranê herkesî, lê naxwazin bibin heyranê xwa u milkê bav u kalên xwa.
Źibo ku bikarin hînî folklor u zmanê xelkê bibin, xwa dikuźin.
Bi hezaran eyroyan didin.
Ćima hun dibêźin?
Źiber ku xelkê alemê milkê bavê xwa li ser bazarê baś frotiye me kurdan, loma.
Mesele ez bawer nakim ku ew dansên Latîn Emêrîka’yî bikarin bi dansên me kurdan ra qayîśê bikiśînin.
Canikên me yên Latîn Emêrîka’yî di folklora xwa da hêlên erotîk bê sensur u bê sînor derxistine pêś u hîtabî herkesî dikin ... Yanî hêlên biyoloźîk u psîkoloźîk yên di her însanî da.

Lê mixabin li ba me kurdan tevî ku folklor, dans u rîtmên me yên ewqas efsunî hee ne źî, me nekariye folklor, dans u rîtmên xwa źi qalibên sensurkirî xelas bikin u di nav xelkên din da belav bikin, wan bikin heyranên kultura xwa ...


Govendîzma Li Ser Kolanan



Samstag, 14. März 2015

Tama Śekirê Me



Herhal halê me kurdan źi yê qerećiyan hezar carî xerabtir e.
Qerećî hukumdariya kesî qebul nakin.
Felsefeya canikan ewqas zelal e ku, meriv bi teniya berośa reś źî nikare lê were xezebê.

Lê em kurd?
Em kurd bune pepukê xelkê alemê.
Cî u welat nemaye ku em lê belav nebuyî bibin.
Bi mîlyonan ...
Li hemî welatên ku em lê belav bune źî di me da ti xêr nemaye, ti xêr nehiśtine; nahêlin źî.
Herkes ligorî xwa źi me mehluqetên nu ćêdike, źibo xwa.
Em bune heyranê zmanê filan u bêvan milletî ...
Em bune heyranê filan u bêvan kulturî ...
Em bune heyranê hunera filan u bêvan milletî ...
Em bune heyranê muzîka filan u bêvan milletî ...
Em bi zmanê filan u bêvan milletî kela di dilê xwa da sor u sar dikin, lê bi zmanê xwa źi hevdu fam nakin.
Źixwa ne derdê kezeba me ye ku em źi hevdu fam bikin ...
Źixwa ne derdê kezeb u dilê me ye ku di me da gramek heyraniyek źî źibo hevdu nemaye ...

Dixwazim bibêźim, me tama śekirê di mala xwa da źi bîr kiriye u ćuye.
Me tama germiya sobeya di mala xwa da źi bîr kiriye u ćuye.
De ya bi xêr, bavê mino, ya bi xêr.


Xêro Abbas: "Gulfroś"





Freitag, 13. März 2015

«Malan Bar Kir, Lê Lê Lê ...»



Ev ćend roź in ku tequreq e li derudorê.
Źi berî du roźan min hevala xwa ya deh salî Jenny dît.
Gava ez źi nêrdîvanan dadiketim źêr, deriyê wan vekirî bu u diya Jenny’yê Gabi li korîdorê li ser piyan disekiniya.
Lê min dîsan źî bi qest pê li zengilê kir, bi kenn.
Ez ê bićuma klînîkê u wextê min źî qet tune bu.
Jenny bi xwa ev kek ćêkirî bu, bi navê min.
Bi tevî xwanga xwa Manon'ê diyarî min kirî bu :)

Îcar li paś min Jenny u xwanga wê Manon’ê dengê xwa bilind kirin, nedixwastin ku ez hema bi lez herrim.
Min got, «Bi xwadê ez dereng mam, ez ê herrim.».
Lê Jenny got, «Ma em nikarim pićekî bi hevdu ra bipeyîvin?».
Min, «Em ê ći bipeyîvin? Ma tu dixwazî tiśtekî bibêźî?», got.
Lê Jenny dengê xwa dernexist. Diya wê Gabi îcar ket navberê, «Tu dizanî, Jenny dixwaze źi te ra bibêźe ku em ê dawiya vê mehê źi vir bar bikin u herrin maleke din. Li vir e, qasî sed mêtroyan źi vir dur e.», got.
Hella hellaaa, îcar ev lotik źi ku derket yaw?
Źiber ku wextê min tune bu, min got ez ê vê hêvarê werim ba we ...

Herê, maleke din kire kirine. Hema li ser kolana li kêleka kolana me ya aniha ye.
Gabi ditirsiya ku xwadiyê malê bi lîstikekê wan źi malê derbixe, malê renove bike u bi biha źi nu va bide kireyê ...

Tevî ku ez qet pê kêfxwaś nebum źî, tiśtê ku bikariya bihata kirin źî tune bu.
Lê Jenny ha ha dixwast dilê min bigire.
«Tu dizanî, em hema li vir in, tu dikarî hertim werî ba me, em dîsan dikarin hertim hevdu bibînin ...».

Vê hêvarê em bi hev ra ćun mala wan ya nu.
Maleke rindik e. Me bi hev ra źibo xwarin u vexwarinê źî ćend tiśt birin.
Źi piśtî du seetan dîsan bi śun da vegerriyan u hatin.
Lê Jenny’yê kafir destê xwa li ser odeya herî mezin dayniye u neda kesî.
Tevî ku min pićekî qîźźewîźźe kir źî, zêde pere nekir :)
Zarokên hîro yên kafir, herê bi xwadê :)

Di yekê vê meha adarê ya sala 2006an da ez hatî bum vê malê.
Xaltîka me Jenny hingê salek u nîv bu ...
Di vê navberê da pićekî hînî zmanê kurdî źî bu helbet :)



Donnerstag, 12. März 2015

Hestiyên Gezkirî




Cîgerino, hay źi xwa u derudora xwa hee’’bin.
Źiyan pirr bi hîle ye.
Îmkanên ku meriv bi destên xwa ćêdikin, dikarin bi hezar u yek lîstikên agirpêketî sêrî li meriv bigerrînin.
Loma źî kezebino, hema her hestiyê ku di bin navê filan u bêvan «modernîteyê» da tavêźin ber we, gez nekin.
Lez mekin.
Dibe ku ew hestiyê gezkirî didanên we źi we bike u bibe bingeha źiyana we ya berdîberdayî.
Paśê nebêźin, «Yaw xalo te ćima źi me ra negot, wîîî!».

Ihi, de baźooon :)



Mittwoch, 11. März 2015

Tequreqa Biharê



Tevî ku ez dawiya hefteya derbazbuyî li Wiyene’yê bum źî, dibêźin hewayeke pirr xwaśik li Zürich’ê hee’bu.
Źi piśtî vegerra min ya hêvara duśemê, doh u hîro źî hewa pirr xwaś bu.
Min hîro ćerxa pîskîlêta xwa ya teqiyayî tamîr kir u dubare li pîskîlêta xwa sîwar bum.
Gava hewa germ dibe, di dilê min da av dikele, hew dikarim li śuna xwa bisekinim.
Śeytanê di hundirê min da dike tequreq u dibêźe, «Zuuu, va ye riyên drêź u zirav li benda te ne, kezebo, zuuu!».
Ez dibêźim ez ê vê heftê sezona sporta xwa ya îsal bidim dest pêkirin bi bez u pîskîlêtê.
Divêt di nav deh roźan da ev bedena li dor vî ruhê min źi hev bikeve, li ser erdê rezîl u riswe bibe, herê welleh u billeh.
Dizanim, ez ê vê yekê lê bikim źî, wekî salên din yên reviyayî.
Ćare tun e.
Źixwa hee’’be źî ne xema min e u ne źî xema xwadê ye.


Bihar e, bi kel e, loma źî em bi "rocka kurdî" xêrhatinê lê bikin:
Koma Rewśen: "Revoko!"







Dienstag, 10. März 2015

Paytext Wiyene U Ćîrok ...



Ćend roźan min dîsan nekarî li vir binivîsînim.
Firsend ćênebu berxikino, firsend.
Zanîngeha Wiyene'yê. Ez u ćîrok, em bi hev ra
di nav korîdorên zanîngehê ra derbaz bun.
Me senorye pićekî din drêź kir bi vê derbazbuna
xwa ya di nav korîdoran ra ...
Îcar ći li paś me di nav wan korîdoran da maa,
nizanim.
Lê li ser wan dîwaran me bi bayên 
źi bedenên me,

bi siyên źi bedenên me, bi bêdengiyeke
źi-xwa-razî heebuna me li wan rapêćiya  ...
Ćîrok e, bavê mino,  ćîrok e,
źi sînoran qet hez nake ... 

Dawiya hefteya buhurî źi piśtî bîst u heft salan dîsan riya min li paytexta Ewistirye’yê, li Wiyene’yê ket.
Tenê źibo du roź u nîvan, wekî berê.
Lê vê carê ćîrokeke min hee’bu li vî baźarî.
Turika min vala nebu; tê da resimên bi seniye, deqqe, seet, roź, meh u salên xembar hee’bun.

Min źi derî navendeke baźêr ya pićuk u pê va ti der nedît.
Źixwa mebest ne dîtina baźêr źî bu.
Baźar ewê li benda careke din bimaya. Herê, careke din ...
Belkî ...
Mebest dîtina ćîrokeke ćar salî u ćend mehanî bu vê carê.
Di nav vê ćîroka ćar salî u ćend mehanî da ez li pey xwa u śopên ćar salî u ćend mehanî bum.
Min śop dîtin, di bin ba u erdê da li ber xwa didan ...
U min śop dîtin, di bin zilma demê da bu’bun milkê talanê ...
Lê, heta ku ev dem xwa ebediyen li ba bike, ewê ew ćîroka ćar salî u ćend mehanî źî heta «dawiya» źiyana xwa tê da bigerre, ...
Yan bi qehremanên xwa yan źî bê qehremanên xwa ...
Źiber ku ev ćîrok carekê ćêbuye ...
Źiber ku ev ćîrok carekê di nav du canên firiyayî ra herikiye nav roź, meh u salên reviyayî ...


Nanekî źi Wiyene'yê ... Di turika min da
heta Zürich'ê bi min ra rêwîtî kir.
Nanê 
ćîrokê ye ...


Ćîroka Bi Nên

Ez ê biketima ser riya xwa ya zirav berbi roźava.
Ez ê źi ćîroka xwa derbiketima.
Lê źibo ku ez di rê da birćî nemînim,
xwadeyan li ser sêla ezmanan nanek ćêkir u daa min
di nav ćîroka me da.

9.3.2015 (21:00, di balafira źi Wiyene'yê berbi Zürich'ê da)


Canikino, versiyona vê helbestê ya XWANDÎ di "dropbox"ê da ye.



Freitag, 6. März 2015

«Śîrê Śevê»



Kezebino, min ćend roźan tiśtek nenivîsiya, loma źî li min negirin ha.
Normel e bavê mino ...

Va ye dengê bihara spî dîsan li ber deriyê me ye.
Ćend roź in ku xwaśiya biharê bi dilbaziyên revok bi me ra dilîze.

De bila źî bikele źiyan ...
De bila źî bilîze bihar bi dilbaziyan ...

*

Ez li źêr śîîreke xwa ya nu bi we ra parve dikim.

Versiyona vê śîîrê ya XWANDÎ di «dropbox»ê da ye.



Śîrê Śevê

Waweylêêê
Waweylê
Li ber sîngeke asê ez ketime ber rehma xwadê
Zewq u śehweta keziyan xwa li min rapêćîne vê carê
Bi pistepist ez ê ramusanan li dor guharkan biheźînim
Kewa minê
Śîrê śevê kuźerê li ser lêvên birćî ye
Îcarê
Ez ê bi ba, bi śilî u śepalan werim
Bila źî asê bike bedewê li min śevê
Ev sonda bi xenćer e, kećê
Baskên sîmirê min
Źi zîvê spî ne
Bila źî bê ewr ’bin doźehên te
Ez ê śilopeyên bi can b’înim li xwarê
Herê
Xezalê
Śilopeyên bi can.

          27.2.2015, 08:40, Zürich



Montag, 2. März 2015

"Em Ê Bimînin Li Vî Erdî, ..."



Kezebino, ći pêwistî bi gotinên źi beźna xwa mezintir hee ne.
Źixwa dibin qeśmerê xelkê.
Dibin tinazên sedsalên di tenuran da hiśkbuyî.

Va ye îslamîstên bê bav, segbav u kurên kerê bela xwa li xelkê me dane.
Lê bi taybet źî xelkê me yê êzdî di nîśangeha kêrên wan da buye dergeha Ka’abe’ya bi xwîn.

Apekî me yê êzdî gotina dawiyê ya efsaneyî bi zelalî li ser dîwarên hestiyên heftê u heft ecdadê wan namerdan hilo «reś» kiriye:

«Em ê bimînin li vî erdî, ewê bimirin bi wî derdî!»


Denîz Deman: "Dîlbera Min"