Montag, 13. Juli 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -2-



Em hatin li Stembol’ê daketin.
Tevî ku em dereng mayî bun źî qet xema min nebu.
Balafirgeha Erzingan'ê.
Ez bê lez berbi deriyê der va ćum, derketim der u dîsan di deriyê din ra ketim hundir.
Mîna sala buhurî, gava ez cara yekem hatî bum u ću’bum Îzmîr’ê, vê carê źî balafira min ya berbi Erzingan’ê ewê li perona 406an rabibuya.
Min źi vê nimroya 406an qet hez nekirî bu u hîn źî źê hez nakim.
Di ciyekî talde da ye. Nimroya 406 źî li ser deriyê peronê nehatiye nivîsîn. Yanî pirr tevlihev e. Loma ćend seniye mayî bun ku ez par balafirê birevînim ...

Balafira berbi Erzingan’ê źî dereng l’ hewayê ket.
Du źinên tirk yên sal girtî u bi ćarśefan li ba min runiśtî bun, bi roźî bun.
Dayik u keć bun.
Min xwarina xwa ya ku hate belav kirin, xwar.

Wan paśê xwarina bi xwa ra girt u bir malê.
Balafira me bi qasî 25 deqqan derengmayî di seet 16:00an da daket. Ez li balafirgeha Erzingan’ê nîv seetî zêdetir li benda turika xwa mam.
Źiber vê yekê bi têra xwa aciz bum.
Balafirgeheke ewqas pićuk u li dor ćil deqqeyan payîn!
Di dawiyê da xaltîkeke berpirsiyar got ewê turikên rêwiyên źi Ewrupe’yê li wê hêla din werin der.
Turika min ya bi ćîkoleteyan dagirtî paśê hat. Min hilgirt u berê xwa daa der. Ez ê bi texsiyekê bićuma mala bavê xwa.

Pîkabek li ciyê texsiyan di dorê da bu, ez lê sîwar bum u em ketin rê.
Śofêr pirr bi merax xuya dikir. Yekî ciwan bu. Got, «Ez źi Kelkît’ê me.».
Gelek pirs źi min kirin. Min źî bi du-sê peyvan bersîva wî dida.
Di nav deh deqqan da em gêśtin bloka ku bavê min tê da dima.
Hewa germ bu.
Heqqê rê 23 lîre girt.
Min 25 lîre dayê u xatir źê xwast. Kerta xwa daa min, «Heger pêwistiya we bi texsiyekê hee’’be, hun hertim dikarin têlefonî min bikin.», got.
Min spas kir u berê xwa daa deriyê blokê.

Bavê min ewê li benda min bibuya.




Ciwan Haco: "Hey Dilberê"






Sonntag, 12. Juli 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -1-



Îcar ez dixwazim di ćend gotaran da li ser rêwîtiya xwa ya berbi Kurdistan’ê va bisekinim.
Źixwa her rêwîtî bi xwa dibe serpêhatiyeke din, dibe maziyeke din ya heebu-nebu, dibe ćîrokeke weylooo u terre.
Tiśt nabe, bila ćîrok bi ćîroktiya bimînin.
Bê ziyan e.

25ê hezîranê ez di seet ćar u nîvê sibehê da heśyar bum.
Di balafira berbi Stembol'ê da.
Min bi keft u left karubarê xwa yê mayî hal kir u bi her du turikên xwa derketim der.
Seet śeś bu.

Gava ez gêśtim rawestgeha tremweyê, min dît ku tremwey źi berî du deqqen ćuye.
Li benda tremweya din mam.
Balafira min ewê di seet 07:40ê da rabibuya.
Wext zêde nemayî bu.
Ez di seet 06:35an da gêśtim balafirgehê.

Śensa min hee’ buye ku ez zêde l’ gîśeya bîlêtgirtinê negerriyam.
Min bîlêt girt, turika xwa ya ćîkoleteyan daa hundir, turika din bi xwa xwa ra girt u bi lez berbi deriyê derbazbuna hundir va meśiyam.
Ew źî hal bu.
Paśê heta l’ qata źêrîn daketim. Li trêna ku wir li benda rêwiyan bu, siwar bum u trên berbi salonên payînê yên balafiran derkete rê.
Ez di wextê xwa da gêśtim salona payînê.
Paśê derî vekirin u em yek bi yek derbazî hundir bun.
Źi piśtî ku em li śunên xwa bi cî bun, gotin ewê balafir qasî bîst deqqan dereng rabibe; źiber ku ćend kes dereng mane!
Di dawiyê da em qasî ćil u pênc deqqan dereng rabun.

Hewayeke germ li derudorê hee’ bu. Tabî ev źî śensa min ya rebenok bu di vê roźa «de ya bi xêr» da.




Firat Guneś: "Cemo" (bi kurdiya zazakî)






Freitag, 10. Juli 2015

Zarokên Ćil Salî Yên Porspî



Îsal źî rêwîtiya min ya berbi Kurdistan’ê va bi dawî bu.
Źi 25ê hezîranê heta 7ê temmuzê.
Bi saxî ćum, u bi saxî źî vegerriyam.
Li ber dibistana gundê me (4.7.2015)
Di vegerra xwa da min perćeyek źi roźên buhurî bi xwa ra girt u haniya.
Śopên kur li paś mane.
Tiśt hee’ bun ku źi binî va kor bu’bun.
Yên mayî źî bi qîrr u hawar bun.
Min însan dîtin, nîvmirî bun.
Min kêzik u mêś dîtin, źi kezeba reś mîlîtanên ćavsor bun.
Min av dîtin, rehma dilopên xwadê b’ ser herdê da vala dikirin.
Min gur dîtin, bi śermokî u xurur berbi ćiyayên xwa dimeśiyan.
Min hirć dîtin, bi xemgînî l’ ćavên meriv dinêriyan.
Min kevirên źi dîwarên kuśtî dîtin, bi hurmet u merhemet bun.

U min roźên ćil salî yên bi rik u kîn dîtin, bi zarokên ćil salî yên porspî.



Ciwan Haco: "Ax U Eman"







Sonntag, 21. Juni 2015

Ez Ê Bi Axa Xwa Ćavên Xwa Biśom



Rê li ber min drêź bune.
Źi dur va tenê ewrên di halê xwa da xuya dibin.
Ez l’ wan, ew źî l’ min dinêrin.
Em hêsaba hevdu dikin bi mêranî.
Lê niyeta min xerab e.
Xwadê bila bi rehma xwa ’be vê carê.
Ez li benda wan im.
Ew źî li benda min in.
Bi xwaśî yan źî xerabî, em ê di ber hevdu ra derbaz bibin.
Ez ê bi baskên balafira xwadê mekan u dîmenên xewnên xwa biguherînim roźa pêncśemê.
Źi niśkê va.
Źi kezeba serhiśk.
Bi canekî perperitî.
Ez ê roźa pêncśemê xwa li ser erda xwa drêź bikim, bêhnćikiyayî, bi axa xwa ćavên xwa biśom.
Axxx, ez ê wê dabikim b’ ser xwa da bi merhemet u bereket.
Ez ê dabikim zerre bi zerre.





Ciwan Haco: "Diyalog"






Samstag, 20. Juni 2015

"Miźên Śêlo"



Miźên Śêlo

Bi miźên śêlo źî ’be
Ez ê derdên sêwî yên vî dilî l’ vê herdê birêsim
Bê tevn

20.6.2015, 00:02, Zürich


Kezebino, versiyona XWANDÎ di "dropbox"ê da ye.





Dienstag, 16. Juni 2015

«Bextê Spî»



Bextê Spî

Ne gulên puśulreś b’ min divêt in

Ne źî dengên bextreś.




14.6.2015, 16:23, Zürich






Donnerstag, 4. Juni 2015

Nîv-Maratona Li Zürich’ê



Hewa vê gavê li vir feleket xwaś e.
Lê mixabin źiber birîndariyên ku min li ba sportê kirin, heta aniha źî min nekariya ligorî dilê xwa tamê źê bigirim.
Hêviya min ev e ku hîro roźa dawiyê ’be u ez sibeh źê dest bi tamkirinê bikim.

Doh nîv-marathona bi navê «Forchlauf»ê hee’bu. Min di nivîsa xwa ya doh da źê behs kirî bu.
Ez heta ciyê nîv-maratonê bi peya u bez ćum. Carina beziyam, carina meśiyam, źibo ku bedena xwa germ bikim, bê ku xwa zêde biwestînim tabî.
Di seet 18:35an da li wir bum.


Min ću nimroya xwa ya pêśbirkê girt. Paśê pićekî entremana xwa kir u ćum ketim nav koma bezê. Di seet 19:00ê da ewê dest pê bikira.

Hêśa piśta min hema hema min qet hîss nedikir.
Lê baluga ku di pêćiyê pićuk yê lingê rast da derketî bu, pirr kêm xwa dida hîss kirin, tevî ku min bi bandaźekê baś pêćayî bu źî.
Wext hat u me dest bi beza xwa kir.
Digel kîlomêtroya pêncan hêśa pêćiyê bi balug zêdetir bu.
Źibo ku zêde nebe, îcar min mecburî śiklê beza xwa pićekî guhart. Tabî ev yek źî bu sebeb ku di ciyên din da pirsgirêkên din derbikevin.

Ez her bi tempoya xwa ćum, min zêde gaz nedayê, yanî heta ber sînora xwa nećum. Tirsa min ew bu ku ev baluga di pêćiyê pićuk da xerabtir bibe u ez dest źi bezê berbidim.
Źiber ku hewa germ bu, min tîśorta xwa źî di rê da derxist.
Gava em hatin u gêśtin kîlomêtroya 16an, min pićekî din gaz dayê. Em wekî kom pênc kes bi hav ra dibeziyan. Di rê da carina ew zi  min derbaz dibun, carina źî ez źi wan derbaz dibum.
Lê gava rê pićekî hilu/rast bu, wan nekariya bi tempoya min werin u ez pićekî źi wan dur ketim.

Dema ez gêśtim noxteya dawiyê seet 20:28:24 bu, yanî min 21km di nav 1:28 deqqe u 24 seniyeyan da bi dawî kirî bu.
Sala derbazbuyî 1:26 deqqe u 56 seniye bun.
Min îsal tam 90 seniye xerabtir kiriye.
Lê sala derbazbuyî bu’bum yê 16an, îsal bum yê 14an. Pićekî wekî îronî xuya dike, lê em ćikin, tiśt nabe, bila carina îroniyên weha germik u nermik źî hee’’bin.

Êêê, seqetiyên van deh roźên dawiyê rê nedan ku ez dema xwa ya par baśtir bikim.

Ciwanê ku di nav koma min da bu paśê hate ba min, «Mixabin min nekariya di dawiyê da bi te ra werim.».
«Tiśt nabe, źixwa ew źî tenê ćend seniye ne, sala tê dikarî heyfa xwa bigirî.»
Kenniya. «Ma tu trîatlet î? Tu ćawan entremana xwa dikî? Tu bi xwarinê ćawan dikî? Bedena te gelekî sportîv xuya dike, ...»
«Hema entremana xwa bike u bes e, yabo qurbano, tiśtê din bedena te xwa bi xwa dike. Serê xwa bi wan zirt u virtên vala yên di nav rêkleman da ne’êśîne ...»

Min li qada dawiyê sê heb xaltîkên din yên ku li klînîkê kar dikin źî dîtin. Her sêyan źî mesefeya 15 kîlomêtroyî kiriye.
Em pićekî bi hevdu ra peyîviyan, paśê ew ćun serśokê u ez źî dubare berbi malê va beziyam. Nîv seet źî heta malê kiśand.
Di rê da birćîtiyeke feleket l’ min girt.
Ez bi lez ketim mitfaxê ...
Ê de tiśtê din źî hun texmîn bikin ...

Ew baluga bêbav bi têra xwa mezin buye, tê da xwîn źî kom buye.

Ez ê heta du roźan bipêm u paśê di ciyekî da bibirrim u hew, ihi.



Ciwan Haco: "Gula Sor"






Mittwoch, 3. Juni 2015

CIA Buye Heyranê Zmanê Kurdî



Heta seetekê, yanî tam di seet 18an da divêt ez źi malê derbikevim u herrim pêśbirka bezê ya nîv-marathonê (21 kîlomêtro).
Li Fluntern’a Zürich’ê ye u źi hêla zanîngeha Zürich’ê va tê orxenîze kirin.
Seet di 19an da dest pê dike.
Sala derbazbuyî źî tev lê bu’bum.
Lê mixabin îsal di van deh roźên dawiyê da hêśandina piśta min ya du carî, îmkan neda ku ez bi rêk u pêk entremana xwa bikim.
Pêr digel beza li ser makîneya banda bezê di pêćiya pićuk ya lingê rast da balugeke bê bav źî derket. Ez ê aniha bi saxlemî bipêćim.
Tirsa min ew e ku ev balug serê min digel bezê b’êśîne u ez mecburî bezê li ciyekî bidim sekinîn.

*

Tê gotin ku CIAyê zmanê kurdî li ser malpera xwa zêde kiriye.
Wey ez heyrana CIAyê ’bim!
Min ćavên CIAyê xwarine, herê welleh u billeh!
Xwazî bi van roźan ku me ev keremeta xwadê źî dît, him źî belaś ha.
Hêdî źi hîro u pê va bila her biźî CIA!
Bavo, em bi dil u can bi we ra ne, ihi!
De hele hun li vê yekê mêze bikin, birêz CIAyê girîngiya zmanê kurdî fam kiriye u konkret gaveke dîrokî havitiye.
Lê mixabin «kurdên» me yên kundir kurê kundiran hîn źî kunektiyê di ber zmanê tirk, ereb u farsên qewad u namerd ra dikin.
Bi kerema xwa, bi serê kê dikin bikin, ka hele carekê li neynika xwa mêze bikin u źi xwa bipirsin, ma hun źî kundir in yan na.
Heger ligorî gotina neynikê ya piśo-piśo hun kundir ’bin, hingê divêt hun źi bîr nekin u źê bipirsin, ka źi sedî ćend hun kundir in.
We got «okey»? 
De ya bi xêr, bavê mino, ya bi xêr!


Ciwan Haco: "Dil Ketime"







Montag, 1. Juni 2015

Bîranîneke Din Av Bi Av Ću



Hewa hîro bi têra xwa xwaś bu.
Di vê hefteya pêś me da źî baś xuya dike.
Ev hefteyek bu ku min bi dor pêśta hêla piśta xwa ya rast u paśê źî ya ćep hêśand.
Źi berî heftekê źi piśtî sportê min digel vekiśandina bazuyan hêla rast ya piśta xwa zêde vekiśand.
Tam xwaś bu’bu ku min îcar hêla ćep xerab kir.
Bi xwadê ewqas źî kundirtî nabe.
Ći dibe bila bibe, va ye hêla ćep źî hema hema xwaś bu.
Źiber vê kundirtiya min e ku min entremana xwa ya vê hefteya dawiyê nekariya ligorî dilê xwa bikim.
Ê tabî vê ćarśema li pêś me źî nîv-marathon hee ye.
Hîro min entremana xwa ya rêk u pêk haniya śunê.

Helbet dubare bi bav u kekê xwa ra peyîviyam.
Bavê min pirr kêfxwaś e źiber ziyereta min ya berbi Kurdistan’ê va. Tevî ku hatina kekê min bi temamî bellî nîn e źî, ez dibêźim ewê bi dibêtiyeke mezin źi Edremît’ê were Erzingan’ê.

Bavê min hîro di têlefonê da got, xwarziyê min ew mala wan ya ku em bi salan di nav da mayî bun, u źibo min bu’bu bîranîneke bê dergeh, daye hilweśandin.
Tevî ku min sala buhurî źê ra gotî bu bila destê xwa lê medê źî, mêro daye talan kirin.

Sala buhurî gava ez ću’bum wê derê, klîta dêrî nedayî bun min ku ez bikevim nav malê. Gotin me źi bîr kiriye. Tabî qet nehatî bu aqilê min źî. Min qet aqil nekir ku źi bavê xwa bipirsim.
Min hemî hesreta di dilê xwa da źibo serlêdana xwa ya îsal haś kirî bu.
Lê felek e, ne tenê xayîn e, rasterast qewad e.
Îcar ev bîranîna źî di gewriya min da asê maa u ću.
Dereng mam.
Bila mala derengmayînê tarumar bibe!

Tiśtê ku di wextê xwa da ćênebuye, źixwa ne kêmî derbederiya qehpikeke sedsalî ye.



Ciwan Haco: "Bilura Min"
Helbest: Mîr Celadet Bedirxan





Freitag, 29. Mai 2015

«Bêźingên Śevan»



Carina dibêźim, heger ev śev nebuna me yê ći bikira?
Roź u śev, du dergehên cêwî
Mesele ewê ćendî hestên me yên însanî tirs, xemgînî, śayî, nefret di me da serdest bibuna?
Herhal di ćêbuna van hestan da heqqê śevan źî bi qasî qalibên xwa hee ye.

Ez li źêr ćarîneke xwa ya din li vir belav dikim.

Versiyona XWANDÎ ya ćarînê di «dropbox»ê da ye.


Bêźingên Śevan

Dîwarên ćalkirî veśartine di nav paśilên dergehên kuśtî da
Di taldeyên xwa da ćavîniyê dikin l’ bextê me
Ber’din źî tîrên [źi] kevankên xwa yên źenggirtî b’ ser kezeba me da
Em ê bibuhurin di nav bêźingên śevan ra bi xewnên xwa.

                     24.5.2015, 16:16, Zürich






Donnerstag, 28. Mai 2015

Ziyereta Hevala Min Jenny’yê



Va ye hewa dîsan bi hêdîka germ dibe.
Vê gavê li dor bîst (20°) pileyan e.
Ev ćend roź bun ku źiber hewaya xerab qet nećum pîskîlêt-haźotinê. Vê gavê dubare rê vebu.

Źi berî ćend roźan gava ez źi bezê vedigerriyam malê, li ser riya ber mala me min bi tesedufî dayika hevala min (ya Jenny’ya deh salî) dît.
Li ser motorsîklêta xwa bu, l’ min mêze dikir u dikenniya.
Min berê qet nas nekir.
Paśê em bi qasî ćarîkekê bi hevdu ra peyîviyan.
Got, «Ma Jenny qet di vê navberê da hate ba te? Min got bila carekê were te ziyaret bike, źibo ku tu wê źi bîr nekî. Źixwa va ye em ev du meh in ku qasî sed mêtro źi hevdu dur rudinin, hêdî ne di eynî xaniyê da ne ...».
«Naaa, Jenny qet nehat.»
«Herhal źi bîr kir, loma nehat. Ez ê hîro dubare źê ra bibêźim.»
Me gotina xwa b’ vir u wir da drêź kir u dawiya dawîn xatir źi hevdu xwast.

Du roź paśê deriyê mala min lêxist.
Ez źi bezê hatî bum. Di nîviyê riya bezê da birćîtiyekê wilo bê bav l’ min girtî bu ku, nayê gotin. Tabî tîbun źî bi têra xwa hee’bu.
Min bi lez xarinek ćêkir u dest bi xwarina xwa kir. Źiber ku pirr birćî bum, min pićekî zêde ćêkirî bu. Bila mala ćavbirćîtiyê biśewite welleh.
Herê, zengila dêrî lêxistî bu.
Min ću derî vekir ku va ye hevala min Jenny li ber dêrî disekine.
Ê tabî hema bi min ra derbazî hundir bu. Ez berbi odeya xwa meśiyam. Ew źî li pey min dihat. Xwarina min li odeya runiśtinê bu. Min ćend heb ćîkoleteyên vekirî yên li ser masê girtin destê xwa em ćun odeya runiśtinê.
Min hemî ćîkolete dayniyan ber xaltîka xwa Jenny’yê.
«Zêde nexwe, haaa.»
«Ćima nexwim? Te źî ev nedane ber min.»
«Binêreee, dayikê te ewê paśê b’ ser min da bike qîźźewîźź, kundirê.»
«Ku te źê ra negot, ez ê źî źê ra nebêzim. Wê gavê problem dernakeve. Te fam kir?»
«Ma tu naxwazî pićekî xwarina ku min ćêkiriye, bixwî, hi?»
«Hi i, naxwazim. Min vê gavê xwar u hatim cem te.»
«Êêê, tu ćima hatî?»
«Dayika min got, loma.»
«Ma wekî din qet sebeb tun in?»
«Haaa, yek źî dayika min got herre bi Beghyanî ra randevuya xwarinekê bike, loma.»
«Hmmm, em ćawan bikin.»
«Welleh vê heftê ćênabe. Hefteya din źî ćênabe, em ê herrin derekê. Paś sê heftan mumkun e.»
«Wey bila mala te xerab nebe, kećê. Sê hefte ha?»
«Herê. Min got wextê min tun e. Źixwa tu tiśtên wilo fam nakî. Divêt em te dîsan biśînin dibistana seretayî, sinifa yekem. Baśtir e ku tu dîsan hînî heźmartinê bibî. Heta sedî têr dike ...»

Xaltîka min Jenny qasî sê ćarîkan li ba min maa.
Tabî axaftinên me hertim bi śerr dest pê dikin u bi śerr źî dawî dibin.
Jenny hertim henek u tinazên xwa b’ min dike. Helbet ez źî b’ wê dikim. Loma aśtî-maśtî qet nayê bîra me.

Paśê rabu ku herre. Ez dubare ćum mitfaxê. Min got ez tiśtekî peyda bikim u bidim Jenny'yê. Porteqalên mezin li ber ćavên min ketin. Min yek girt u daa Jenny’yê. Kafirê, dizaneke ku ez hertim tiśtekî źibo xwarinê didimê. Porteqala xwa girt u derkete ser korîdorê. Li ser merdîvanan dubare dest bi henek u tinazên xwa kir heta ku dakete źêr.
«Binêre, Jennyyy, sînîrên min pirr hessas in, haaa, serê min neke zirne, dînikê.»

«Ê herre toxtor», got u bi pîskîlêta xwa reviya.



Ciwan Haco: "Xunavê"






Dienstag, 26. Mai 2015

Bavocan U Hilbiźartinên 7ê Hezîranê



Ez ći bikim, min dîsan ćend roźan nekariya tiśtekî binivîsînim.
Êêê, źiyan e, carina ćep u carina źî rast lêdixe, bernade ku meriv hertim ligorî têla tembura xwa serê govendê germik u nermik bike.

Tabî li welêt dê weladê xwa tavêźe.
Hilbiźartinên 7ê hezîranê yên li bakurê Kurdistan’ê vê gavê siyaset pirr sor u germ kiriye.
HDPê vê carê siyaseta xwa li ser hariyariya «elewiyan» ava kiriye.
Źixwa yên ku elewî ne źî bi temamî kurd in, heger em wan ćend tirkên teres u namerd neheźmêrin.
Ligorî ku tê guhê min, li herêma me millet buye HDPeyî, bi taybet zî ciwan.
Ev du sal in ku bavê min źî bi têra xwa buye HDPeyî. Sala derbazbuyî dengê xwa dayî bu HDPê.
Min doh têlefonî bavê xwa kir. Got, «Ez ê dengê xwa bidim Selahattin. Mîtîngên wî dehśet in, pirr însan tev lê dibin.».
«Bavo, ê tu ćima dengê xwa didî Selahattin?»
«Ez ê ćima nedimê? Millet di mîtîngên wî da piśtgiriyeke mezin dide wî.»
«Bavocan, temam źî, yanî aniha tu ćima dengê xwa didî wî? Ma tu seba/źibo millet didî wî?»
«Na naaa, wekî din kes nikare vî pêzevengî bide sekinîn, tenê partiya Selahattin dikane vî pêzevengî bide sekinîn. Loma ez ê dengê xwa bidim Selahattin. Tu dizanî, ez mêze dikim ku ciwan źî li derudorê seba Selahattin kar dikin.»
Bi vir u wir da em ćun u hatin.
Qasî ku xuya dibe bavê min di vê meselê da pirr cîddî u bi birryar e.

Paśê bavê min dubare gotin haniya ser rêwîtiya min ya berbi Kurdistan’ê va.
Ćaya kurd ya di eyarê hingivê da.
«Ez ê hefteya din herrim gund u dîsan werim. Hindek karê min li wir hee ye. Heta ku tu werî ez ê b’ śun da vebigerrim.», got.
«Bavo, hîn wext hee ye źibo hatina min. Lez meke. Tam mehek wext hee ye.»
«Dizanim dizanim, te gotî bu 25ê hezîranê ye, ne wilo?»
«Herê bavo, herê.»
«Ez ê werim balafirxanê li benda te bisekinim.»
«Na na, pêwist nake, ez bi xwa dikarim riya malê derbixim.»
«Dizanim ku tu riya malê dikarî derbixî. Ćima ez neyêm? Heger kesek li wê derê li benda te ’be, xerab dibe. Seba wê min got.»
«Temam bavo, te ćawan xwastiye bila bi wî hawî bibe, weyyy.»

Ez pićekî kenniyam bi nazikiya bavê xwa.
Bavê min źî di nod u pênc saliya xwa da naziktiyê dike u dixwaze were pêśwaziyê l’ lawê xwa bike, hahooo.

Êêê, bavê min e, kafir carina źi surprîzan źî hez dike bi xwadê :)



Ciwan Haco: "Hayê"






Donnerstag, 21. Mai 2015

"Eslê Gulê"



Kezebino
Hîro ez li źêr «ćarîneke» xwa ya nu bi we ra parve dikim.

Min berê źî gotî bu, ez di navbera xwa u ćarînan da girêdayîneke wîcdanî hîss dikim.

Loma źî nikarim xwa źê bikim.

Versiyona vê ćarînê ya XWANDÎ źî di «dropbox»ê da ye.



Eslê Gulê

Heger eslê gulê di rengên wê da ’be
Heger dengê gulê di pelên xwa yên ketî da ’be
Ne bayên biharên źi bakur
Ne źî tavên havînên baśur ’bin bila.

               14.5.2015, 21:58, Zürich





Amedekariyên Źibo Rêwîtiya Berbi Kurdistan’ê Va



Źi pêr va ye ku hewa li Zürich’ê xerab e.
Pofikên/ćorekên kurd yên ku meriv
bi heft canî dikin.

Bi ewr u baran e. Germî źî heta 10 pileyan daket. Heta dawiya vê heftê źî baś xuya nake.
Źiber vê yekê ye ku sporta xwa ya bi pîskîlêtê vê gavê nikarim pêk b’înim.

Pêr min ću turikeke nu li dukaneke ku kinc, sol u melzemeyên sportê difrośe, kirriya.
Turikeke pirr pît e. Źixwa ev markeya malzemeyên sportê baś tê nas kirin.
Źibo rêwîtiya min ya Kurdistan’ê min kirriya.

Lê ez ê hîn turikeke din ya pićuk u siviktir źî bikirrim. Ez ê îsal li Kurdistan’ê, yanî li gundê me berê xwa bidim wan ćiyan. Loma divêt ez źibo av u xwarinê turikeke maqul peyda bikim, daku bila digel meśê zêde min aciz neke, belasebeb serê min ne’êśine.
Ćaya kurd ya źi kezeba xwezayê.
Aniha vê gavê herre were tam pênc hefte man źibo rêwitiya min.
Wê roźê bi kekê xwa ra peyîviyam. Qasî ku xuya dibe hatina wî bi temamî bellî nîn e. Kar u barê wî yê mînîbusê vê gavê zêde serê wî têśîne. Ya rast mesele dewleta tirkan ya teres e.

Min hîn źî bîst kîlo ćîkolete l’ hev ne’aniya.
Ez dibêźim ez ê heta roźa xwa ya rêwitiyê hal bikim.
Źi berî her tiśtî divêt ez kamereyeke baś peyda bikim.
Ez ê di nêzzîk da carekê herrim ba heval Newzat u źê bipirsim, ka kamereyeke wî ya baś hee ye yan na.
Ku nebu ez ê herrim yeke ku bikare karê min bike, bikirrim.
Divêt îsal ez mêvantiya xwa ya li welêt baśtir qeyîd bikim.
Par her tiśt pićekî bi teśxele buyî bu, loma.




Ciwan Haco: "Havîn"






Dienstag, 19. Mai 2015

Xaltîka Me HELLY LUV dibêźe «Revolution», Ihi!



Herhal hun źî xaltîka me Hêlîn (Helly Luv) nas dikin.
Xaltîka Me Hêlîn: "Risk It All"
Sala derbazbuyî stranek bi înglîzî ćêkirî bu: «Risk It All» («Bi rîsk bike her tiśtî»).

Strana xaltîka me pirr deng veda.
Xaltîka me klîba strana xwa źî li Kurdistan’ê ćêkirî bu. Bi Ala Rengîn ya Kurdistan’ê.

Dayika xaltîka me Hêlîn di dema xwa da pêśmergetî kiriye u li hemberî Seddam’ê namerd śer kiriye.
Paśê derketine derveyî welêt. Źi xelkê Duhok’ê bune, kurdên me yên kurmanc in.

Xaltîka me Hêlîn ev salek e ku (?) źibo Kurdistan’ê xizmetê dike.
Bi taybet źî di qada navnetewî da, di warê śerrê li diźî îslamîstên pînc da sînoran nas nake.


Vê gavê xaltîka me straneke din amade kiriye: «Revolution» («Śoreś»).
Klîba strana xwa źî dubare ćuye li Kurdistan’ê kiśandiye, di nav śerrê li hemberî îslamîstên namerd da.
Źi klîba xaltîka me tenê beśek hatiye belav kirin.
Kêfa min pê hat welleh.
Ev dîmenên ku di klîbê da hee ne, rast bune.
Xaltîka me bi rastî źî ew top havitine ser wan îslamîstên pînc; źixwa 1-2 kîlomêtro źi hevdu dur bune.

Di nav medyayê da vê klîba ku hîn bi temamî nehatiye belav kirin źî, dengekî pirr mezin veda.
Dibêźin xaltîka me bi topên xwa Daîś’iyên pînc u namerd heźandiye.

De bila xwadê yeka dilê xaltîka me neke dudu, bê dew u śorba nîskê nehêle, ihi.



Hêlîn (Helly Luv): "Revolution"