Dienstag, 10. Januar 2012

Kîmyeya Zmanê Kurdî Gundên Kurdan In!


Hîro hewayeke xwaśik li Zürich’ê hee bu.
Nîvroyê rooź źî derket u heta vê hevarê li ezmên xwa lii ba kir.
Min hîro qendî sê seetan wergerr kir.
Źi piśtî kar źî ćum entremana xwa. Qendî du seetan źî wê wext girt.

Doza di derbarê RojTVeyê da xelas buye. RojTV di vê dozê da serketiye u ewê bê navber weśana xwa bidomîne.
Di raśtiyê da ez qet nikarim bi heebun yan źî tunebuna RojTVeya me kêfxwaś bibim.
Tevî ku televîziyoneke me kurdan e źî, di nav xelkê kurd da dibe sebeba asîmîlasiyoneke pirr mezin ya zmanê kurdî.
Kesên ku lii televîziyonên tirkan mêze nakin, ew źî li ber RojTVeyê rudinin u ha ha bi navê îdeoloźiya me ya bi zmanê tirkan xwa didin asîmîle kirin.
Di vî warî da di nav siyaseta me kurdan da kultureke pirr eletewś u kemalîst runiśtiye.
Bi baweriya min, di vê miźarê da siyaseta me kurdan źi sedî sed di bin kontrola dewleta tirkan da ye.
Ti kes nikare bê zman mîlletbuna xwa îspat bike.
Źibo vê yekê di nav dîrokê da gelek mînak hee ne.
Mesela zmanê sumeran, zmanê babîlan, hethîtan, luvan, akadan, lîdyan, hurrîtan, mîtannan, toxaran u her wekî din.
Siyaseta me kurdan źi rehên xwa yên kurdîn pirr dur e.
Bi rehên ku kemalîzma tirkan av dide, em siyasetê dikin.
Bêguman, ku roźekê dem hat, ewê tirkên bê bav van rehan bi temamî bibirrin u em ê źî źi bin u ser va tevda handa bibin u herrin. Ya raśt nebirrin źî em ê dawiya dawîn werin wê goristana ku me bi destê xwa amede kiriye u hîn 
źî amade dikin bi kelecan.
Ez aniha berxwadanên milletê kurd yên berê qet li vir dubare nakim.
Em carê berê xwa bidin van ćel salên dawiyê.
Tam ćel sal zilm u zordariyeke bê tarîf li Kurdistan’ê ćêbu u hîn źî bi eynî śîddetê berdewam dike.
Vî śerî li Kurdistan’ê kîmyeya milletê kurd serubin kir.
Mîna li ba milletên din, her weha li ba milletê kurd źî gundiyên wî welatî bingeha kîmyeya zmanê wî milletî pêk tînin.
Lê mixabin ku tirkan di nav vî śerê barbar u zorbe da kêm-zêde ćar-pênc hezar gundên kurdan vala kirinn.
Pênc mîlyon însan li metropolên tirkan rezîl u riswa bunn.
Ev źibo milletekî bê him u gim kuśtina herî bê bav e.
Yanî camêr mirina milletê kurd di nav demê ra belav u drêź dikin źibo ku ev tunebuna spî yekcar nekeve ber ćavan.

Tiśtê ku bii dilê meriv pêdigire, diguvuśe u dikuźe ći ye hun dibêźin?
Ew źî digel vê mirin u kuśtina spî rola me kurdan ya îblîsî ye.
Tirk karê xwa dikin.
Lê yên ku źi tirkan hezar carî bêtir benzînê dipiźikînin ser vî arî/agirî, em kurd bi xwa ne heyranino, em bi xwa ne.

Montag, 9. Januar 2012

Kemalîzm U Mêźiyê Kurdan Yê Tirkćî



Hîro hewayeke bê baran u rooź li vir hee bu.
Tabî li der hewa pićekî nerm źî buye yanî.
Karê min yê hîro tenê seetek wergerr bu.

Min doh kesekî din źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxist.
Di vê navberê da dîsan sê-ćar kes źî îkaz kirinn.
Kesekî hîro daxwaziya hevaltiyê kiriye.
Min źî bi śertê ku zmanê tirkên qewad bi kar neyîne, qebul kir.
Tabî camêr yekcar bi tirkî tiśtek źi min ra nivîsiya u got ew bi kurdî fam nake.
Yanî dixwast ku ez bi wî ra bi tirkî binivîsînim.
Min got ez bi tirkî nizanim.
Bii min bawer nekir.
Min dîsan bi lez źi lîsteya xwa derxist.

Law babam me dest źi tirkan berda, êdî em nikanin xwa źi destê kurdan xelas bikin.
Ez bi xwa gêśtime wê qeneetê ku, źi kurdan xerabtir, kemalîsttir u berbattir kes nikane hee bibe.
Sîstema kemalîzmê genetîka kurdan bi tevayî xera kiriye.
Helbet di sêrî da źî serok u partiyên kurdan.
Ez bawer nakim ku tirk bi xwa źi van kurdokên me yên tirkćî bêtir mupteleya zmanê tirkî bibin.
Ev kompleksên kurdan yên ku vê sîstemê di mêźiyên wan da ava kiriye, meriv hew dikane serraśt bike.
Kî ći dibêźe bila bibêźe, ti hêviya min źi vê nifśa kurdan ya kemalîst tun e.

Bîra me, yanî hefizeya me însanan u ya kompîturekê źi sedî sed eynî ne.
Lê cihêtiya di navbera me da gelekî kêm e.
Bîra me yeke biyoloźîk e.
Lê ya ku malikê li me xera dike źî ev e.
Gava di zaroktî u xortaniyê da înformasiyon di serê me da têne tomar kirin, êdî zêde ti śenśa me namîne ku wan înformasiyonan źi mêźiyê xwa derbixin u yên nu bê teśqele lê bar bikin.
Her ćendî em dixwazin ha ha tiśtên nu lê bar bikin źî, di vî warî da serketina me pirr bi sînor e.
Yanî mêźiyê me êdî naxwaze u nikane tiśtên din lê bar bike ...
Bêguman bi mîlyonan kurd di nav sîstema tirkan ya niźatperest u faśîst ra derbaz bunne u hîn źî sîstematîk tê ra derbaz dibin.
Sîstemeke pirr bê bav e.
Mêźiyê ku ketiye destê vê sîstemê, hîn di destpêkê da dusibeha xwa handa/wenda dike.
Êêê, ev not sal in ku kurd di bin destê vê sîstemê da ne babam, de hîcar hun lii halê kurdan bifikirin qurbanino.

U Seetek Zaroktî -2-



Bernas źi xwa ćuyî bu. Tiśtê ku hîs dikir, tenê bextiyariya di dilê wî da bu. Dilê wî bi germayî lê dida, bi lez bu. Bi bez xwa havêt himbêza kekê xwa. Herdu baskên xwa li dor hustiyê wî gerrand, ew bi hemî hêza xwa guvaśt u gîriya. Kelecaniyê pê girtî bu. Bi gîrî źi kekê xwa ra got:
- Keko, keko ez źi te pirr hez dikim. Keko, min źî bi xwa ra bibe, temam? Tu dizanî, min pirr pirr pirr ... bîrya te kiriye. Keko ... ez carinan te ... u gayên me Cimo u Pîźo ... di xewnên xwa da dibînim. Keko, tu źî źi Cimo u Pîźo pirr hez dikî, ne? Ez dibêźim ... aniha Cimo u Pîźo ... wan ez źi bîr kirim, ne keko?

Tê gotinn ku gava Bero źi dayik ćêbuye, kekê wî li navćê dićuye dibistana navîn. Cîranê wan xalê Tezo ew li navćê d[it]iye u mîzgînî daye wî. Xalê Tezo dibêźe, kekê Bero źi kêfan herdu destên wî pêgirtinne u heta źi wî hatiye ha guvaśtiye u ha pać kiriye, ha guvaśtiye u ha pać kiriye. Paśê źî bi lez ćuye dukanekê u lîstokek kirriye u bi bez hatiye u daye xalê Tezo, źibo ku ew wê lîstokê bibe u bide brayê wî yê nu ćêbuyî.

Kekê wî bi dengekî nerm xwast ku dilê wî bigire.
- Na Bero’yê min, naaa. Ez dibêźim tu źî aniha di bîra wan da yî. Tu źî dizanî, gayên me pirr baqil in. Wer bi hêsanî zu bi zu kesî źi bîr nakin, ćavê min.
- Keko, ez dîsan dixwazim Cimo u Pîźo biben u bićêrînim.
- Ćêbu, dilê min. Ma ev leza te ći ye?
- Ê te got ew źî bîrya min dikin.
- Herê herê, lê hema ew naxwazin ku tu dest źi dibistanê ber[bi]dî, dilê min.
- Ćima?
- Ew dixwazin ku tu źî wekî wan baqil u źîr bibî, loma.
- Emma ez niha pirr baqil im. Tu dizanî keko, ez dikanim bixwînim źî.
- Tu hertim źîr buyî, ćavê min.
Paśê kekê wî ew źi himbêza xwa bi hêdîka bera ser erdê daa. Lê Bero hîn bi destê kekê xwa pêgirtî bu. Qet źi wî nedihat ku destê kekê xwa ber[bi]de. Kekê Bero bi dengekî dilovan źi Bero pirsiya, ka li wir ti ciyên ku ew bikarin lê ru[bi]nin, bi hevdu ra bipeyîvin, hee ne yan na? Bero hindekî bê dengtir buyî bu. Tirsa ku ewê kekê wî dîsan bii śun da vebigere, bii wî girtî bu. Loma źî bi hêdîka got:
- Li paś aśxanê ciyê googlîstinê hee ye, aniha kes li wir tun e keko.
- Baś e, de were em bii wir da herrin, dilê min.
Bero bi dengekî hîn nizimtir daxwaza kekê xwa testîq kir:
- Ćêbu, keko.
Gava wan dest bi meśê kir, kekê wî destê Bero berda u destê xwa bir serê wî u ew bi nazikî mist daa. Dura destê xwa berbi hustiyê wî da bir. Serê Bero hîn lii ser erdê bu.
...

Sonntag, 8. Januar 2012

U Seetek Zaroktî -1-


Xwandekarê nobedar yê dibistana herêmî (înternatê) ya li Kemah’ê, lii dêrî xist u kete hundir. Hemî xwandekarên di sinifê da berên xwa dann hêla dêrî.
Mamoste bi dengekî nizm u hiśk źê pirsiya:
- Herê, ći hee ye?
Xandekarê nobedar bi tevgerreke śermok u bi tirs got:
- Biborin, mamosteyê min, mêvanekî xwandekarê sinifa we Bernas hatiye, dixwaze wî bibîne.
- Kî ye, ći’yê Bernas e?
- Baś nizanim, lê mamoste xanim Perwîn got kekê wî yê mezin buye. Źi Erzingan’ê dihatiye.
Gava Bernas gotina «... kekê wî yê mezin buye.», bihîst, bê tarîf kêfxwaś bu, dil u kezeb źi wî hilperikîn.
Mamoste zêde drêź nekir u got:
- Bernas, de ra[bi]be u herre cem kekê xwa!

Źi piśtî ku malbata wî ya li gund źi hev ketî bu, bê ćaretiyeke reben u berbat bii wan girtî bu.
Bavê wî ketî bu girtîgehê. Pêra źî diya wî bi tevî hêzikên li ser piśta wê źi girekê ketî bu u kud mayî bu. Paśê brayê wî yê mezin - ku hîn bîst salî bu u nu dest bi kar kirî bu - Bernas, brayê wî yê din yê źi Bernas mezintir u diya wî ya kud birî bu navćeya li nêzîkî gundê wan Refehiye'yê.

Bernas bi lez źi śuna xwa hilpekî u daa duv xwandekarê nobedar. Bê sebir bu. Bêyî ku bêhna xwa ve[bi]de, bi lez źi nobedar pirsiya:
- Ma kekê min anika li ku ye, li ber dêrî ye, keko?
- Na, li odeya mamosteyan e, em ê herrine wir. Lez meke, kekê te nareve, ćiton [bi]be heta vira hatiye lo.
Guhê Bernas qet li wî nebu, ewqas źi xwa ćuyî bu. Him li paś xwandekarê nobedar di nav korîdorê ra dimeśiya u him źî bii vir u wir da mêze dikir, hêvî dikir ku źi niśkê va carekê kekê xwa bibîne.
Gava hatinn ber deriyê odeya mamosteyan, lii dêrî xistinn u ketinn hundir. Nobedar berê xwe daa mamoste Perwîn:
- Mamosteya min, ev Bernas e.
- Kekê wî derkete der, ez bawer dikim li ber deriyê dibistanê li benda wî ye. De tu vî bibe cem kekê wî u paśê źî zu herre mala me, źi diya min ra bibêźe bila solên min yên sorik bide te.
Nobedar bi śikleke śermok u bi hurmet got:
- Lii ser seran mamosteya min. Ez ê heta ćend deqqan herrim loźmanan u ve[bi]gerrim.
Gava ev u Bernas berbi deriyê dibistanê meśiyann, Bernas yekcar kekê xwa yê li der di nav caman ra dît. Bi lez bii hêla kekê xwa da beziya u qîrriya:
- Kekooo!
Kekê wî xwa bi lez berbi hêla qîrrîniyê va ćerx kir. Lii dengê Bero digerriya. Bi kenn bu. Bextiyariya ku dengê Bero di wî da pêk hanî bu, źixwa demeke miqeddes bu źê ra. Bi dengekî zîz bang lii wî kir:
- Berooo, were heyran, were ćavkê mino, canê mino!
...

Samstag, 7. Januar 2012

Camên Sor


Hîro tiśtekî bi kelecan di źiyana min da ćênebu.

Aramiyeke xwaśik hee bu.

Bi zêdeyî raketim.
Źiber pêgooga/fitbola doh di pêyên min da pićekî xavî/xamî ćêbuye.
Ez dibêźim dibe ku heta roźa duśemê derbaz bibe u ez dîsan wekî hespê rewan berê xwa bidim nav deśt u nahalan/newalan.
Hîro baraneke pirr hurik hee bu. Ne hertim helbet.
Aniha vê gavê źî berdewam dike.


Min doh formata BLOGa xwa źî guhart. Ez dibêźim pićekî xwaśiktir bu.
Lê mixabin ku min nekanî tam ligorî dilê xwa ćêbikim.
Źibo guhartinên 
ćend tiśtên din mixabin texnîkê derfet neda.
Helbet zanîna min ya di derbarê texnîkê da źî pirr bi sînor e.
Yanî ya min tenê xwa îdarekirin e.
Dibe ku di pêśeroźê da ez ćend tiśtên din źî lê zêde bikim, yan źî hindek guhartinên din tê da ćêbikim.
Ê law babam dinê diguhere, ćima BLOGa min pićekî neguhere haaa.

Feqîrê, ev sê sal bunn ku di xwa da ti guhartin ćênekirî bu.

Źixwa dem dema śoreśên bi rengan e yaw.

Ev demeke drêź e ku min li vir hêć helbest neweśandinn.
Ez dibêźim min cara dawiyê źi berî salekê helbestek weśandî bu.
Źiber ku ez ê hîro tiśtekî din nenivîsînim u nizanim ći binivîsînim źî, ez dixwazim bi «ćarîn»eke xwa ya źi berî pênc mehan hîro nivîsa xwa biqedînim.
Hindî kêfa we pê tê yan źî nayê, ne xema min e babam, ihi :)


CAMÊN SOR

Min berdann ćavên xwa beredayî bii ser da

Ez bume hezyarê camên sor

Hîva li ser kolanên zinêkar

Bi min ra digerre xezal bi xezal.


17.08.2011, 23:40, Zürich/Swîsre

Freitag, 6. Januar 2012

Dînime Îmanime Em Kurd U Kurdî Pirr Entîqe Ne Śekirino!




Hîro hewa wekî doh xerab nebu.
Tevî ku rooź/tav tune bu źî, źibo min baś bu.
Yanî baran u filan u fistix nebariya u ez nebum śêlo-mêlo yaw.

Karê min yê hîro tenê du seet wergerr bunn li klînîkê.
Gava vê hêvarê vegerriyam malê, dîsan min bi lez kincên xwa guhartinn u ćum sportê.
Sê hefte bunn ku em pêgoog/fitbol nelîstî bunn.
Me hîro dîsan dest bi pêgoogê źî kir.
Dibe ku sibeh piyên min pićekî serê min bihêśînin źiber pêgooga hîro.
Bila źî bibe, ez ći bikim babam.

Haaa, min hîro hevalekî din źi lîsteya xwa derxist.
Źi berî du-sê roźan min źê rica kirî bu, gotî bu, «… cara din źi berî ku tu bi tirkî tiśtekî belav bikî, bi kerema xwa min źi lîsteya xwa derbixe.».
Lê dernexistiye u dîsan nućeyek bi tirkî belav kiriye.


Min dîsan kesek źî îkaz kir.
Ê mêro ći bibêźe baś e hun dibêźin, weyyy? (ez destê xwa nadim rêzmana wî):
«
biborê:) heqê xwedê sisê ye divê tu mafê çend caran jî bidî min ne wisa? :)))». 


Min źî ew bersîv dayê:
«
Bibore cano, ya rast divêt min ev heq nedayî bibuya, lê ez hatime rehma xwadê qurban.
Di nivîsa min ya destpêkê da ev „yekcar“ źî tun e ćavreśo.
».

Dîsan bersîv daye:
«
belê belê tu mafdar î lê divê tu dem bidî min hetanî hinê vî rewşa nû bibim».

Aha źi we ra bersîva min ya dawiyê:
«
Baś e, heta dawiya vê mehê wexta te hee ye. Źê pê va xwadê źî were, êdî xelasî tun e cîgerim.».


Wî źî di bersîva xwa da gotiye, «ê baś e.».


Hahooo, xalo dibêźe «wextê bide min heta ku hînî rewśa nu bibim.».
Hîcar kurd di ći halî da ne, hun bi xwa źî dibînin ne hilo?


Tê gotin ku ewê roźnaveya/roźnameya tirkan „Taraf“ źi niha u pê va bi kurdî źî weśanê bike.
Navê du nivîskaran źî dayî bunn.
Yekî ez nas nakim.
Lê nivîskarê din pićekî nas dikim, yanî min nivîsên wî xwandinne.
Lê mixabin ku kurdiya vî hevalî, yanî rêzmana vî hevalî bi raśtî źî ne zêde baś e.
Ez nizanim ka kesek hee ye ku nivîsên van camêran redekte bike yan na.


Ći dibe bila bibe, ez bi weśana kurdî ya di roźnaveya „Taraf“ê da kêfxwaś bum.
Divêt kurd bi hemî derfek/îmkanên xwa zmanê kurdî bixin nav źiyanê, li ku derê dibe bila bibe, źibo ći dibe bila bibe.
Źixwa me ći źi kîsa xwa xelas kiriye, ew lotikeke bê îman e źibo tirkên qewad, ihi.

Donnerstag, 5. Januar 2012

Kurdên Lastîk Yên Ku Di Înternetê Da Tirkiya Qewad Kirinne Qiblegeha Xwa!



Vê sibehê hewa qet xwaś nebu.
Bi ewran hatî bu dagirtin.
Tevî ku ez derneketî bum der źî ez dibêźim li der bareneke hurik źî hee bu.
Min digot ez di seet 12an da herrim mensaya zanîngehê, xwarina xwa ya nîvroyê bixwim u herrim klînîkê.
Lê źiber ku baran dibariya, min li malê tiśtin amade kirinn, xwarinn u di dema xwa da źî derketim der.
Tenê panzdeh deqqên min mayî bunn.
Lê digel baranê źî bi pîskîletê ćuyîn qet karê aqilan nebu welle.
Ê ći bikim, wekî din źî ćare nemayî bu.
Bi tremweyê ez ê dereng bimama.
Loma źî bi pîskîlêtê derketim ser rê.
Baayekî bi hêz xwa lii baa dikir.
Źibo ku serê min śil nebe, min bi destekê kulika xwa li serê xwa pêdigirt u bi yekî źî pîskîlêt taźot.
Li ser rê yekcar baayekî bi hêz lii min daa, hindek maa ku qezeyeke bê bav were serê min ellawekîl.
Tabî śensa min hee buye yaw.
Diya min ya rehmetî źibo bêbextiyên hilo hertim digot, «lawo, loxmeya te ya dayî hee buye.».

Her ćendî ez di wexta xwa da gêśtim klînîkê źî, bi têra xwa śil bum.
Tabî min ê bê navber hîn ćar seet wergerr bikara.
Ê kir źî yanî.

Gava di seet pêncan da karê min xelas bu, li der hîn baraneke berbat dibariya.
Loma źî min pîskîlêt li wir hiśt u bi tremweyê hatim malê.

Ez dîsan werim ser meseleya Facebook’ê.
Min hîro kesekî din źi lîsteya xwa derxist.
Tevî ku min doh bala wî kiśandî bu ser zmanê tirkên qewad źî, mêro hîro dîsan bi tirkî nućeyek belav kirî bu.
Helbet doh gelekî gotinên mezin kirî bu.
Yanî dixwast źi min ra bibêźe ći kurdekî feleket e.
Lê baayê felekê heta sibehê źî nekaniya li ber xwa bide.
Êh, min źî źê xatir xwast u noxteya belek daynî ser masê u hew.

Digel vê yekê min dîsan du kes źî îkaz kirinn.
Cara din ez ê tofaneke nedî lii wan źî bixim dînime îmanime.

Ez dibêźim heebuna Facebook’ê yan źî îmkanên din yên di înternetê da ruyê herkesî yê veśartî radixe ber ćavên meriv.
Tevî ku di vê cîhana dîźîtel da dewleta tirk nikare tiśtekî bike, nikane źi kesekî ra zmanê kurdî berbirr/qedexe bike źî, ev hemî soreśgerên me yên ku pênc quruś źî nakin, śexsiyetên xwa yên kemalîst yek bi yek derdixin der.
Bi baweriya min bibe, heger îmkaneke van derbederan hee bibe, ewê silavekî źî nedin millet.
Źixwa ewê bii ser heyśt eźdadên xwa yên kurd da hezar u yek lomeyan bikin.
Yanî mêro źiber bêkariyê dest bi siyasetê kirinne.
Helbet di nav siyaseta me ya kurdan da ti rê u pîvaneke aqilane tun e, lo babam herkes buye mixterê xwa.

Mittwoch, 4. Januar 2012

Welle Ezreîl Hatiye Li Ber Deriyê Zmanê Kurdî Dipê, Ihi!


Wekî doh, hîro źî hewa baś bu.
Tabî vê nîvroyê carekê bi hêz źibo demeke kind bariya u dîsan derbaz bu.
Min li klînîkê qendî du seetan wergerr kir u xelas.
Źi piśtî vegerra xwa ya malê bi lez ćum postexanê, min hemî fetureyên heeyî hal kirinn u dîsan hatim malê.
Helbet paśê źî dîsan bi lez derketim der u ćum sporta xwa ya roźane.
Źiber destpêka sporta xwa ya doh hîro di min da ti hêś derneketinn.
Loma źî kêfa min baś bu.
Min tempoya xwa ya sportê hîro źî xera nekir u pićekî nermik u germik pê da ćum.

Hmmm, de ez werim ser miźarake din ya agirpêketî.
Ez dibêźim hun źî dikarin hindekî texmîn bikin.
Min hîro sê kesên din źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxistin.
Tevî ku me di destpêka da gotî bu tirkî tun e źî, dilê van hevalên delal źi zmanê tirkên qewad nebu.
Helbet min ćend caran lii bîra wan źî xist.
Lê diyar e ku zêde xema hevalan nî ye, yan źî xema wan nebuye.
Êh, min źî noxteya gilower lii ser masê xist u mesele źi bin va ćareser kir u hew.

Du hevalên din źî min îkaz kirinn.
Hindî bi tirkî tiśtekî diweśînin yan na, tenê xwadê dizane welle.
Dibe ku sibeh dîsan bi tirkî tiśtinan belav bikin.
Lê ez ê li ser gotina xwa ya dayî bisekinim helbet.
Ligorî fikra min wekî din ti mahneya ku ez di Facebook’ê da bimînim namîne, heger ez li ser soza xwa nesekinim.
Ez źiber zmanê kurdî tê da me u źiber wî źî ez ê derbikevim, heger ew zmanê kurdî li vir nebe.

Ez bawer dikim di Facebook’ê bi mîlyonan kurd di sêrî da zmanê tirkî, farsî, erebî u her weha zmanên din bi kar tînin.
Heźmara kesên ku kurdî bi kar tînin, pirr pirr kêm in.
Źiber ku wekî milletên din di me kurdan da hîsên mîllî qet nîn in, em zorê źî qet nadin xwa.
Min li Ewrupê gelek kesên źi milletên din yên ewrupî nas kirinn.
Lo babam herkes bi zmanê xwa va ewqas girêdayî ye ku, qey meriv heyîrî dimîne.
Tevî ku dewletek wan hee ye, bi sedan salan in zmanê xwa ligorî pêwistî u daxwaziyên xwa yên heeyî bi kar tînin u diparêzên, ti tehluke źibo wan tun e źî, mîna ku zmanê wan li ser sînora mirinê bibe, tevdigerrin.
Ya raśt bi heqq in źî.
Zman źî hertim digel zmanên din di nav śerekî heeyîn u nemanê da ye.
Roźa ku meriv źi zmanê xwa kesekî handa dike, aha wê roźê źî golekê tavêźe qeleya xwa.
Gava gol zêde dibin, tehlukeya ku ew zman bimire, bi hêdîka tê li ber dêrî disekine.
Dawiya dawîn ew tehlukeya – yanî Ezreîl lo – li ber dêrî berê xwa dide „mirinê“.
Êêê, „mirin“ źî wekî wezîfeya dawîn, lotik u zîtirka xwa ya herî mezin u bê bext lii dêrî dixîne u dikeve hundir.
Hîcar êdî xwadê źî were, siyar hatiye u peya źî ćuye.
Aha di wê kêliyê da źî ew „zman“ êdî dibe „zmanekî mirî“ yê bê derpî, śekirino.

Dienstag, 3. Januar 2012

Ćima Kurd Di Salekê Da Kurdî Źi Bîr Dikin Lo?



Gava ez vê sibehê źi nav cilan rabum ser xwa, li der hewayeke pirr vekîrî, xwaśik u bi rooź/tav hee bu.
Tabî vê yekê gelekî kêfa min hanî.
Ez ê bićuma klînîkekê źibo wergerrê.
Lê ev klînîk źî pićekî źi mala min dur e.
Yanî bi pîskîlêtê hema hema 25-30 deqqan dikiśîne. Hindekî kaś e źî.
Helbet li ser riya vegerrê źî zêde zehmetî dernakeve.
Li ser riya vegerrê min źibo deh deqqan serî lii restorenta heval Newzat źî daa.
Hîn mêvanên xwarina nîvroyê nehatî bunn.
Loma źî min gotina xwa zêde drêź nekir, źi piśtî xal u xatirekê ez dîsan źê derketim.
Źi piśtî nîvroyê źî min ê li klînîka ku ez hertim wergerrê dikim, du seet wergerr bikira.
Min kir źî.

Di nav van deh roźên dawiyê da min qet sport nekir.
Yanî min tembeliyeke bê tarîf kir. Ê welle carina ew źî pêwist e brê min, weyyy.
Heger hun aniha źi kesên ku min nas dikin ra bibêźin, ewê qet bawer nekin. Ewê bibêźin, «na looo, hingê źi sedî sed nexwaś e, haaa. Ew u runi
śtin, hahooo!».
Ya raśt ez bê sport nikarim debara xwa bînim.
Di demên zivistanê da herî kêm herro du seet sport lazim e, kêmtir nabe.
Lê gava hewa germ dibe, hindî kes nikare bi seetan min pêbigire, yellaaah.
Tabî digel hewaya sar haźotina pîskîlêtê qet misabip nîn e.
Loma źî heta źi min tê naxwazim digel hewaya xerab herrim pîskîlêthaźotinê.
Tevî ku hertim nikanim xwa zeft bikim źî, bi zêdeyî li ser gotina xwa disekinim.

Źi piśtî vegerra xwa ya malê bi lez derketim u ćum bezê, pêra źî ćum ciyê fîtnesê yê zanîngehê.
Źiber ku min deh roź tiśtek nekirî bu, min hîro entremaneke pirr sivik kir.
Yanî zêde bi giraniyan îmana bedena xwa nekir ćarox.
Ez dibêźim ez ê sibeh śopên vê yekê baśtir hîs bikim.

Min hîro careke din hevalekî di Facebook’ê da źi lîsteye xwa derxist.
Mêro bi zmanê tirkên qewad vîdyoyek li ser axaftina perlementerekî kurd belav kirî bu.
Min got, «bibore, te soza me xera kir qurban…» u xelas.

Du hevalên din źî eynî vîdyo belav kirî bunn.
Min źi wan ra źî got, «hśśś, ez vê carê guhê we pićekî dikiśînim, lê ewê cara din ev źî nebe haaa.».
Kafirekî bersîv dayiye u gotiye, «bi telaq min dizaniya ku tu yê vê yekê bikî,…» u filan u fistix.

Aha hun źî dibînin, meseleya me ne tirk in, kurd bi xwa ne.
Heger kurd bixwazin, pirsgirêka zmanê kurdî ha vê śevê ćareser dibe.
Lê anam babam naxwazin, bunne koleyê zmanê tirkên qewad u tecawîzcî.
Ê aniha źi însanên weha meriv ći dikare bipê lo?
Bi sê gotinên pîroz yên źin- u mêrberdanê em kurd qîmeta pîzaveke xerabe źî nadin zmanê kurdî yaw.
Tifuuu, ihi.

Doh dengbêźê me yê hêźa kek Ebdurehîm’e Muśî li ser profîla min hevpeyvîneke ku di sala 1993an da bi kećeke źepon ra hatiye kirin, belav kiriye.
Źixwa min ev hevpeyvîn roźek berê di malpera kekê me da xwandî bu.
Bêguman tiśtekî hêźayî teqdîrê ye.
Keća delal źi piśtî hindek tesetufan, dawiya dawîn tê Suriye’yê u li wir dest bi hînbuna zmanê erebî dike.
Pa
śê li Śam’ê xwandekarên kurd nas dike u bi wan ra dikeve nav têkiliyê.
Pêra-pêra ew gelekî di bin tesîra kultura kurdan da dimîne u birryar dide ku hînî kurdî bibe.
Ćîrok drêź e. U gelek źî balkêś e. Tê înstîtuta kurd-î ya Parîs’ê źî …
Herre were, keća źepon di salekê da hînî kurdî dibe.
Camêrê ku ew hevpeyvîn pê ra ćêkiriye, yanî xalê me Zinar’ê Xamo, pê ra bi kurdî axiviye.

Kek Ebdurehîm li bin nućeya xwa tespîteke treźîk ya me kurdan bi vî hawî haniye zmên:
«
Stî [= xanim] Akiko di salekê da hînî zmanê kurdî dibe, lê mixabin kurd źî di salekê da [kurdî] źi bîr dikin!».
Bikevin serhed.org'ê, hun ê hema bibînin.

Êêê, em ê aniha vî tiśtokî ćawan bi nav bikin qurbanino, hi?

Montag, 2. Januar 2012

Ez U Zmanê Kurdî, Em Ê Bi Hev Ra Bimirin Welle, Aha :)



Hîro źî baran hurik bi hurik bii ser me da bariya.
Hema hema qet navber nedayê.
Tevî ku hîro źî tatîl bu, hindek ciyên kirrînê vekirî bunn.
Helbet haya min źi vê yekê tune bu. Gava ez źi piśtî nîvroyê derketim der, źibo ku herrim dukana ku hertim vekiriye, hîcar min li ser rê dît ku ha va ye Coop źî vekiriye.
Ez ćum hundir, min ćend tiśtên xwa kirriyan u dîsan peya hatim malê.
Gava ez vê hevarê, yanî źi berî seetekê ćum gerrê, baranê dîsan źi nu va dest pê kir.
Tabî źi piśtî gerra xwa ya ćel deqqan pićekî źî śil bum, helbet śemsiya min źî digel min bu, lê têr nekir, ez ći bikim.
Êêê, kêfa deh roźên bê kar hîro xelas dibe.
Sibeh dîsan teq u reqa źiyanê ewê dest pê bike.
Ka ewê sala nu ći bii ser me da bîne, xwadê mezin e.

Źi welêt tenê nućeyên śêêr/śerî têne.
Kî
ći dike, ćawan dike, meriv hew dikane texmîn bike.

Êh, êdî xwadê ewê bide kê, ez nixwazim, u naxwazim bi texmînên veśartokî serê xwa źî bikim kundir.

Ez dixwazim dîsan li ser meseleyeke di Facebook’ê da bisekinim.
Herkesê ku min nas dike, pirr baś dizane ku ez bi kesên ku zmanê tirkên qewad bi kar tînin, hevaltiyê nakim, tabî bi yên ku erebî u farsî bi kar tînin ra źî.
Loma źî serê min źi belayê qet xelas nabe.
Carcarinan daxwaziyên hevaltiyê dibin.
Lê ez hertim van śertên xwa dibêźim u hema hema tevayî źî qebul dikin.
Helbet ći hîkmeta xwadê ye ez nizanim, hindek kes hîn di eynî roźê da bi tirkî tiśtan diweśînin u serê min dikin wekî zirneya xalê me Balo.
Źiber vê yekê min bi gelekan ra hevaltiya xwa hema qetandiye.

*

Hîcar kesê ku doh źi min ra nućeyek śandî bu, dengbêźê me yê hêźa Ebdurehîm’ê Muśî bu.
Ev ćend meh in ku em di facebook’ê da hevalên hevdu ne.
Źi berî ćend mehan kekê delal źiber lêkolînên min yên li ser zman, dengbêźî, dîn u kultura kurdan ricaya xwa hanî bu zmên, źibo ku ez źi wî ra źî biśînim, daku bila ew di malpera xwa da biweśîne…
Kesekî gelekî hêźa ye…
Yanî bi vî hawî hevaltiya me ćêbubu.
Bêguman kekê min hertim bi kurdî dinivîsîne.
Lê doh yekcar min helbesteke kekê xwa ya bi tirkî dît.
Di derbarê 36 zarok u xortên ku hatî bum qetîl kirin da nivîsiye.
Źiber ku bi tirkî bu min nexwand.
Lê źi piśtî ćend deqqan kekê min źi min ra nućeyek śand, tê da xema dilê xwa taniya zmên:

«
Keko li min biborîne. Ez dizanim ko tu ji nivîsandina tirkî acise. Lê ji bo tirkên zalim peyama min bibihîzin. lewra min bi tirkî nîvîsand.
ligel silavan.
».

Paśê min ev bersîv daa kekê me yê hêźa:

«Kekê delal,
Źibo baldarî u hiśmendiya te ya nazik u nazenîn pirr kêfxwaś bum.
Ez źî baś dizanim ku dilê kekê min tenê bi zmanê kal u bavan lêdide...

Di vê yekê da ti gumana min nîn e.
Lê kekê mino, mîna ku tu źî dizanî, hemî tiśtên ku em dinivîsînin, tenê tirkek źî naxwîne, yanî herre were dîsan ew ćend kurd in yên ku nivîsên me dixwînin.

Źiber ku ez lii rastî u dirustiya kekê xwa bawer dikim, loma źî divêt ez heśkere hîsên xwa bibêźim.
Keko, ez ê vê helbestê nexwînim.
Zmanê tirkan min pirr rencîde dike.
Tevî ku kekê min źi sedî sed azad e, ez tenê wekî heyranê zmanê wî yê kurdî u kurdistanî me, źi xwadê daxwaz dikim ku wan hestên xwa yên hunermendî u kurdistanî bi zmanê me yê miqeddes yê ku li ber mirinê ye, bixe dilên me yên perće-perće buyî u kirî.


Rêz u hurmeteke mezin 
źibo kekê delal».

Pêra kek Ebdurehîm ev bersîv daa:

«Keko ez te fêhm dikim, mala te ava. Jixwe tu dizane ez jî wek te dixwazim bitenê li ser Zimanê Kurdî bisekinim. Sersala we jî pîroz be, Ez hêvîdarim ji Yezdan ê Gewre ku me di vê sala Nû de bigêjîne azadî û serxwebûna me.
Min Nivîsara we jî wesand. Ligel silavan
».

Paśê min dîsan bersîva xwa dayê u me xelas kir:

«
Spas dikim kekê delal u kurdperwer.
Ez hêvîdar im ku di vê sala nu da em pićekî nêzîkî azadiya zmanê xwa bibin u wî źi mirinê xelas bikin keko.


Digel silavên min yên hurmetkar u rêzdar
»

Yaw aniha daxwaza min ya ku ez bi vê bibêźim, ći bu, hi?
Bi serê diya min ya rehmetî bibe ku – bila gorna wê bihiśt bibe – ez źî nizanim.
Haaa, dibe ku min bi vê yekê halê me u yê zmanê me kurdan xwastî 'be bînim zmên.
Êh, de bila guneh u xwaśiyên vê li ser hustiyên we 'be, bavê mino.





Sonntag, 1. Januar 2012


Roźa Despêkê Ya Sala Nu 2012

Aha em dîsan ketinn nav saleke nu.
Salê bi hewayeke germik u nermik dest pê kir.
Him hewa vekirî bu hîro u him źî rooźê/tavê li ezmên dida ber lotik u zîtirkan.
Tabî her der pirr aram e, ne erebe u ne źî zêde kes li ser kolanên bêdeng xuya dibin.
Êêê, ev kêf u aramiya aniha ewê dusibeh dîsan śuna xwa bide qîźźewîźźa źiyanê.

Min hîro telefonî bavê xwa źî kir.
Doh nîvê śevê min telefonî brayê xwa yê li welêt kir.
Got, «yaw te telefonî bavo kir yan na?».
Min got welle min bi dema seeta wê derê di seet 22an da carekê kir, lê kesî bersîv neda.
Pêra wî źi min ra got, «em hîro nîvroyê carekê bi wî ra axivîn, got heger Beghyanî li we gerriya, bibêźin bila telefonî min źî bike. Dibe ku ew di seet dehan da raketî bibe, de tu carekê din sibeh bike, merax dike.».
Źiber ku telefona malê naxebite, min bi telefona destan hîro telefonî bavê xwa źî kir.
Tevî ku ev ćend hefte bunn min telefon nekirî bu źî, pirr nermik dipeyîviya.
Piśtî ku telefon girt, min bi lez got «elooo, ćiton î qurban, hi?».
Pêśta bi kurt kenniya u dura źî hema «tu ćer î, kafir?!».
«Êh, îdare dikim ćavê min.».
Ez bi bavê xwa ra hertim bi kurdî dipeyîvim.
Lê carinan ev peyvên tirkî dixe nav. Nizanim ćima. Tevî ku kurdiya wê dizane źî, ev peyvên tirkî źi devê wî derdikevin.

Yanî herre were, em li ser ći dipeyîvin bipeyîvin, dawiya dawîn bavê min vedigerre u tê ser vegerra min ya welêt.
«Welle tu yê îsal werî, êdî ći dibe bila bibe, mirin hee ye mayîn hee ye, ha ev e ez di ser salên nodî ra me, em ê ćaxtê hevdu bibînin, hi?».
Tabî wî gotina xwa ha ha drêź kir u ću.
Ez nabêźim bê heq e. Bi salan e me hevdu nediye u bi ser da źî ez zarokê herî pićuk im di malê da.
Ê babam ez ći bikim, ev tirkên heram rê nadin ku meriv carekê bi rehetî herre welatê xwa, malbata xwa, pismam u pisxaltiyên xwa bibîne.
…
Ka em mêze bikin, dibe ku di vê sala nu da tiśtekî nu pêk were u em źî bi hesreta salên dur u drêź vegerrên cî u warên zaroktiya xwa u kalikên xwa …
Źixwa ev hesret di min da buye wekî birîna reś.
Pêwistiya min bi bêhna erda Kurdistan’ê hee ye dînime îmanime yaw.
Lê wê bêhnê źî meriv li vir  qet nikare bibîne babam, nikare ha …

Samstag, 31. Dezember 2011

Heta Ku Zmanê Kurdî Mêźiyê Me Danegire, Xelasiya Me Xeyal E!


Ha ev e li der baraneke hurik dibare.
Hema hema hîro qet nebirriya, kafirê.
Di raśtiyê da min digot ez dîsan hîro dest bi sporta xwa bikim, lê xwadê destur nade.
Ê tabî kêfa wî li źor li śunê ye, ćima desturê bide min ku.
Divêt min hîro telefonî gelek ciyan bikira, yanî telefonî welêt bikira.
Lê źiber ku telefon xera buye, min nekanî.
Ez dibêźim ewê bavê min aniha porê min źi bin va rut bike u bavêźe.

Ev du roź in ku li Kurdistan’ê hêś u elem derketiye asta herî berz/bilind.
Lo babam min źi vê tirśikê tiśtek fam nekir.
Ewqas hêś u keder u kovan, hîn źî mafê dibistaneke destpêkê źî me bii dest nexistiye.
Tabî di vê navê da źî welat tevda hate wêran u talan kirin.
De ez serê we u yê xwa nekim zebeś, źixwa tiśtê ku em bikarin bikin tun e.
Me her tiśt di dendika xwa da fetisandiye.
Helbet ewê śaxên ku źi vê dendikê derbikevin źî, siyaseta gundî bimeśînin, ewê bi dehan salan milletê kurd li pey menfetên tirkan bikin qurban.
Bila źî bikin, em ći bikin babam …

Welle di vê sala nu da bila hezretî Zerdeśt me źi hariyariya xwa mehrum nehêle.
Ya raśt neke źî heqqê wî ye.
Binêrin carekê, me zmanên xwa yên wekî śîr u śekir, welatê xwa yê derguśa hemî medeniyat u dînan haniya ći halî.
Ê ma anam babam kîźan hezret dikare vê aqilê me yê kundirkî qebul bike, hi?
Ev ne bes e, carê źî em hariyariyê źê dixwazin yaw.
Offf of, ez ê aniha bibêźim em kurd kurê kerê ne, lê brê min ez źî kurd im, ka hun bibêźin, ma ez ći xwaliyê li serê xwa bikim, śekirino?
Ê welle ći dibe bila bibe, divêt di vê sala nu ya «kurê kerê» da zmanê kurdî bi lez geś bibe u vî aqilê me yê ku qîmeta pîzaveke xerabe źî nake, bîne ser riya kurdbun u Kurdistan’a miqeddes.
Tabî hêviya min źi me kurdan tun e, dibe ku miśk, pisîk, berxik u beranên me vî karî safî bikin.


Ha ez hîro careke din sersala we ya germik u nermik pîroź dikim, de heta sala tê babam :D

 

Freitag, 30. Dezember 2011

De Bila Sersala We Ya 2012an Pîroź Bibe Yaw!


Ez ê hîro zêde drêź nekim.
Źi piśtî "ćend seetan" em ê bikevin sala nu.
Źixwa ev źî roźeke vilo ye, bibe źî dibe, nebe źî dibe yanî.
Lê em ći bikin, carê buye mode, millet dikeve nav psîkoloźiyeke kelecan.
Hindek kêfxwaś dibin.
Lê hindek źî xemgîn dibin.
Bi sedan u hezaran sebebên van kêfxwaśî u xemgîniyan hee ne.
Dibe ku hun aniha bibêźin, «ma li ba te ćiton e, cîgerim?».
Bawer bikin ku haya min qet źê tun e.
Ez nizanim ku kîźan hîs di min da ćêdibin.
Heger ez fikra xwa bibêźim, min qet eleqedar źî nake.
Dixwaze bila herro sersal yan źî paśsal bibe, siyar hatiye u peya źî terre.

Tabî di raśtiyê da serê salê li ba kurdan roźa 14an e, yanî du heftan paśê ye.
Mesela heta ku min roźa xwa ya ćêbunê derxist, min temamê źiyana xwa derbaz kir.
Mîna ku tê zanîn, li ba me kurdan ew edet tun e, roźbunan nanivîsînin.
Hema hema hemî źî di yekê meha yekan da yan źî di yekê meha duduyan da ćêbunne.
Ev źî baś e.
Qet nebe bi saya vê yekîtîya me kurdan ćêdibe yaw.
Dayika min digot, gava tu berbi sibehekê ćêbuyî, źinên li dor min gotî bunn «hîro yekê meha gulanê ye.».
Lê sal nedizaniya.
Tabî ez bi salan lii  duv vê ketim, źibo ku salê źî derbixim.
Lê dawiya dawîn pirsgirêkên min mezintir bunn.
Hîcar ew roźa ku wekî gerentî xuya dikir, ew źî źi destê min ću.
Tabî min berî śeś mehan carekê źi bavê xwa pirsiya u got, «ma we berê li gund kîźan teqwîm bi kar taniya?».
Wî źî got, «welle me hertiśt ligorî hêsaba xwa ya berê dikir.».
Yanî ligorî teqwîma me kurdan.
Hahooo, aha ew roźa 1ê gulanê źî wê demê ligel wê axaftina di telefonê da źi kîsa min ću.
Bi kurt u kurmancî, gava di teqwîma roźê da roź derbazî 14ê gulanê dibe, li ba me kurdan źî derbazî 1ê gulanê dibe.
Ê welle xerab źî nîn e, xwadê du roźbunan źî nake qismeta herkesî.
Tabî ez li ser roźbunên xwa yên resmî qet nasekinim, yan naaa, ewê ćend heb lê zêde bibin ellawekîl.

De ez sersala we ya nu, germik u nermik pîroź dikim yabo qurbanino.

Bila ev nusal bibe sala azadiya zmanê kurdî u Kurdistan’ê, ya hezretî Zerde
śt, ya AhuraMazda, ya xwadêêê, amîîîn :D

Tirk Him Me Dikuźin U Him Źî Zmanê Xwa Dixin Devê Me!


Gava ez hîro źi nav cilan rabum ser xwa, min di înternetê da nućeyên li ser qetlîema ciwanên kurd dîtinn.
Ez ê bićuma klînîkekê źibo wergerrê.
Min ću qendî seetekê wergerra xwa kir u hatim.
Źê pê va karekî min yê taybet tune bu.
Kêm-zêde min wexta xwa li malê derbaz kir.
Min digot ez dîsan hîro dest bi sporta xwa źî bikim.
Ev hefteyeke ku min navber dayî bu.
Źixwa tesîsên zanîngehê aniha heta roźa duśemê girtî ne.
Loma źî min got, ha firsend ev firsend e ez ćend roźan xwa bi têra xwa lii tiraliyê daynim.
Ê yanî min kir źî ellawekîl.

Ez dîsan werim ser nućeya vê komkuźiya li ser kurdan.
Bêguman heta ku kurd qedera xwa negirin destê xwa, źi kurdan ra ti rehetî tun e.
Ev hoyeke xwezayî ya herî esasî ye.
Kes hêśa didanê kesê din nikane hîs bike.
Lê tirk ne dixwazin hêśa me pićekî fam bikin u ne źî rehet disekinin.
Qewadên heram ha ha bi hemî derfetan dixwazin hêśa milletê kurd hezar carî zêdetir bikin, heta ku kurd di bin u nav da źi kerb u kederan bimirin.
Ev źî normal e.
Mêro lii menfeetên xwa difikirin.
Tabî tiśtê ku digel van bêbaviyên wan min pirr aciz dike, ew źî kêmaqiliya me kurdan e.
Her cara ku tirk bi lîstikeke bê namus dikevin xwîna kurdan, yekcar kurd di înternetê da ha ha nuće, nivîs, klîp u vîdyoyên bi zmanê wan tirkên qewad belav dikin.
Yanî tiśtê ku dewleta tirkan ti carî nekaniye bike, kurd di nav roźekê da dikin u îmana xwa dikin ćarox u berdidin ćolê.
Ez bawer dikim di roźekê da bi mîlyonan kurd van nuće, nivîs, klîp u vîdyoyan belav dikin, dixwînin, guhdar dikin u dîsan belav dikin.
Yanî di nav roźekê da bi mîlyonan kurd xwa asîmîle dikin, him źî li ser laśên miriyên xwa vê dikin.
Źiber ku buyer bi xwa pirr berbat in, zmanê ku digel van buyeran hatiye bi kar hanîn źî, tesîrên pirr kur li ser mêźiyê meriv dike, hema hun bibêźin careke din źê derxistin bê îmkan e.
Buyera ku ćêbuye meriv bi wî zmanî qeyd dike.
Yanî kurd digel miriyên xwa bi du cureyan trewmetîze dibin.
Yek bi ćêbuna vê qetlîema barbar.
Ya duduyan źî wekî alet bikaranîna zmanê tirkî yê ku mêźiyê kurdan tirkîze dike, ye.
Di bin van śertan da  tirk bi kevirekî du ćavên me derdixin.
Ev siyaset e, yan źî manîpulasiyon e, ći dibe bila bibe, dawiya dawîn yên ku dibin qurban, em kurdên bê mêźî ne.
Bi vê kertiyê źî em ê hîn pirrr bikin qîźźewîźź, heta ku zmanê kurdî bikeve gorna bavê xwa.
Źixwa źê pê va em ê bibin tirkên herî saxlem, êdî em bixwazin źî ewê destê xwa lii me nedin.
Ćima bidin ku?
Ma em źî tirk nîn in, qurban?  

Mittwoch, 28. Dezember 2011

Têkiliyên Di Facebook’ê Da U Xema Zmanê Min

Źiyan bi awayekî aram dimeśe u terre. 
Źiber ku vê heftê kes li klînîkê kar nake, bivêt nevêt ez źî kar nakim.
Di hewayê da ti guhartin ćênebu. Li dor pileya sifirê (0°) dićerixe u disekine. 
Min hîro źî ti tiśt nekir. Hema hema hemî wexta xwa li malê derbaz kir.
Min hîro wêneya bloga xwa źî guhart. 
De bila li ser xêrê bibe! Dibe ku ez di pêśeroźê da carcarinan biguherînim. 

Di Facebook’ê da ez hîro źi du komên cihê yên kurdên me derketim.
Du hevalên cihê ez lii van koman qeyd kirî bum.
Źixwa li ba komekê ez źi berî ćend roźan hatî bum qeyd kirin.
Mîna raśtiya me kurdan, komên me kurdan źî di nav destên kesên pirr ecêb da ne.
Dibe ku bi sedan komên kurdan di Facebook’ê da hee bibin.
Lê ez źi derî ćend heban yên din nas nakim.
Neketime nav wan źî.
Bêguman sebeba ketina min ya nav Facebook’ê u van koman źiber zmanê kurdî bu u hîn źî zmanê kurdî ye.
Ez bi hemî semîmiyeta xwa dibêźim, heger zmanê kurdî nebe, ez ê deqqekê źî di Facebook’ê da nemînim.
Ti baweriya min bii têkiliyên dîźîtel nayê u ez bawer nakim ku źi van têkiliyan tiśtekî xwaśik źî bihafire.
Helbet dibe ku ćend mînakên cihê źî hee bibin ellawekîl, lê pirr kêm e.
Di xwezaya însanan da mekana źiyaneke bi vî hawî tun e, yanî ez vê yekê di mahneya xwa ya biyoloźîk u psîkoloźîk da dibêźim.
Gava meriv tiśtekî źê digire, bi sedan tiśtan źî źi xwa dide.
Însan bi têkiliyên xwa yên takekesî tecrubeyên xwa dikin, di navbera xwa da nêzîkbun yan źî durketinekê ćêdikin.
Helbet di nav van têkiliyên yek bi yek da bi sedan, bi hezaran hestên me dikevin nav tevgerrê.
Tevgerrên ku em nizanin ći ne u ćiton diśuxulin.
Noyrolog ha ha li ser van miźaran dixebitin, źibo ku bikarin sîstema sînîrên di mêźîyên me da fam bikin.
Min di dokumentarekê da guhdarî kirî bu. Digotin, «dibe ku roźêkê em hemî sîstema sînîran fam bikin, lê źiber ku herkes di her rewśê da ligorî têgiśtina xwa u tecrubeyên xwa yên śexsî cihê tevdigerre, źi berê da rećeteyek nivîsîn, bê îmkan e.».
Loma źî ez dibêźim, tecrubeyên sosyelî yên di nav xwezayê da źibo herkesî sihettir u zerurî ne.
Źiber ku em bi mîlyonan salan di nav hoyên dayî yên xwezayê da pêk hatinne, ligorî van hoyan me xwa haniye vê astê.
Lewra źî, bila biźî źiyana xwezayî ya di nav xwezayê da, ihi.

Dienstag, 27. Dezember 2011

BLOGa Min Ya Bi Kurdî Ya Źi 03.12.2008an U Bi Vir Da

Giran giran berbi dawiya sala 2011an terrin.
Herre were ćend roź mann.
Li der hewa sar e. Lê hîn źî berf nebariya. Dibe ku heta sersalê berf dîsan were xezebê li ser me.
Vê heftê hêć kar u barê min źî tun e.
Yanî ez ê hemî wexta xwa li malê derbaz bikim.
Haaa, ez ê sibeh herim klînîkekê źibo wergerrê. Hîro telefonî min kirinn u pirsiyann. Min źî got «temam babam, ez ê werim ha.».

Divêt ez hîro pićekî li ser vê bloga xwa ya bi zmanê kurdî u feqîrok bisekinim.
Min di sala 2008an da, di vê mehê da dest bi bloga xwa kiriye.
Yanî kêm zêde di ser ra tam sê sal derbaz bunne yaw.
Tabî min carekê di vê navê da qendî salekê źî navberek daye.
Tiśt nabe.
Heta hîro min tam 294 gotar nivîsînne.
Bi nivîsa min ya hîro dibe tam 295.
Sernivîsa yekem ya ku min di 03.12.2008an da roźeke ćarśemê belav kiriye, weha buye:
«Ya Zerdeśt’ê Kal, De Bila Li Ser Xêrê Bibe!».
Paśê źî li bin vê sernivîsê tenê ev du hevok nivîsiyanne:
«Ez ê źî îro u pê va di vê bloga xwa da dest bi weśana nivîsên xwa bikim. Min berî ćend deqqan ev bloga źibo xwa ćêkir.».
Di ćend roźên paśê da min ćend heb gotar li ser Zerdeśt u nivîsa avesteyî weśandinne.

Ya raśt haya min di destpêka hêć źi tecrubeyeke weha tune bu.
Loma źî min nedizaniya ku ewê ev blog ćawan bimeśe.
Yanî ya min tenê xwa lii vê yekê carekê germ kirin bu.
Helbet daxwaza ku zmanê kurdî źî bikeve nav bazara me kurdên bê zman źî roleke sereke lîstî bu. Tabî kurdiyeke raśt u pêt ya xwadî prensîp.
Bêguman heger rewśa zmanê kurdî nebuya, ez bawer nakim ku min ê dest bi vê blogê bikira.
Heger min bikira źî min ê ev blog źibo tiśtekî din bi kar bîniya.
Dibe ku di warê hunerê da, yanî li ser wênekêśiyê min tiśtek bikira, tevî ku ez hêć wêneyan nagirim źî.
Bi telaq, ez qet nizanim ku min ê ći u ćiton bikira.
Ê ći dibe bila bibe, min ev feqîrxaneya xwa heta hîro haniye.
Ka em carekê lê binêrin ewê heta kengê li ser riya xwa hilo germik u nermik bimeśe yaw.

Sonntag, 25. Dezember 2011

Roźeke Bi Ćeźna Paskalyayê

Źi doh va ye hewa pićekî sartir buye.
Lê ne baran u ne źî berf dibare. Berfa heeyî źî źiber barana źi berî ćar roźan tevda helliya u ću.

Doh ćeźna paskalyayê hee bu li welatên xristiyan. Hîro źî didome. Tabî di raśtiyê da ev roźbuna Mithra ye, yanî xwadêyê xelkê arî Mithra. Heta berbelavbuna îslamê li Kurdsitan’ê ev roźbuna Mithra dihate pîroź kirin. Paśê tenê wekî motîf di kultura me da maa ...
Źiber ku tevrunera min ya berê Maura u malbata wê ez dawet kirî bum, ez ćum Zug’ê.
Ez di 16:30an da ćum mala hevalê Maura’yê Jonathan.
Li ba pirtukxaneya baźarê Zürich’ê rudine. Hema hun bibêźin di navika baźêr da cî buye mêro.
Gava ez ćum u ketim hundir, Jonathan got, «yaw em ê pićekî dereng herrin, hîn li malê her tiśt amade nebunne.».
Min źî got, temam babam.
Źiber ku mêro di televîziyonê da bi lîstikeke proxrem kirî dilîst, em dîsan ketinn ber televîziyonê.
Proxremeke «śer» bu.
Helbet ez heta aniha źî hêć nelîstî bum.
Cara yekem e ku Jonathan nîśanî min daa.
Lê babam aleta di destê min da serê min tevlihev kir.
Kontrolkirina du dîreksiyonan, deh biśkokên din źibo min pirr zor bu. Yanî tecrube sifir bu dînime îmanime.
Tabî źiber ku miźara proxremê śer u terorîzm bu di nav baźêr da – u em źî leśkerên baś bunn -, min ha ha hevalên xwa kuśtinn.
Bi telaq qet sucê min tune bu. Mêro ha ha berbi pêś da dibeziyan u dibunn nîśangeha gulleyên min yên serserî.
Lê Jonathan dawiya dawîn em źi nav tunêla erdê derxistinn ser erdê.
Hîcar me mêze kir ku ha ev e em di nav metroyên Londre’yê da bunne.
Hîn em li ser kolanê bunn ku dîsan teqînek li pêś me ćêbu.
Tabî me u leśkerên me, me bi lez bala xwa daa wê hêlê u bi ser erebeya ku teqiya bu da beziyan...

Min dîsan drêź kir u ću yaw ...

Paśê ez u Jonathan bi erebeya wî ćunn mala bavê Maura’yê.
Ez dibêźim seet li dor śeśan bu.
Aperoyek amade kirî bunn. Heta seet heftan em pićekî bi hevdu ra peyîviyann.
Paśê li dor masê runiśtinn u me dest bi xwarina xwa kir.
Gelek ćure gośt hee bunn. Gośtê mirîśkan, berxikan, dewar, golik, masî u her wekî din.
Heta seet 23:30an ez li wir bum.
Paśê diya Maura’yê Regula ez bi erebê heta stesyona trênê hanîm.
Gava ez hatim malê, seet hema hema bubu 01:00.
U loma źî min doh tiśtek nenivîsiya lo.