Sonntag, 3. Februar 2013

Ehmed TIRK U Qetlîema Ermenan



Du roź in ku hewa dîsan sar bu.
Źi doh va ye ku berf źî carina dibare.
Vê gavê derudor bi berfê hatiye dagirtin. Ligorî ragiyandina meteoroloźiyê ewê di van roźên tên da hewa bêtir sar bibe.

Hîro min dîsan l’ denggośka/têlefona bavê xwa źî xist.
Me qesî ćel deqqan sohpet kir.
Got vê gavê hewa li Erzingan’ê bi têra xwa baś e.

Ez werim ser miźareke din.
Min di nav nućeyan da gotinên Ehmed TIRK yên li ser qetlîema ermenan xwand.
Di van demên dawiyê da di nav BDPeya me kurdan da kemalîstan destê xwa daynînne ser desthilatê u dixwazin qetlîema ermenan bixin ser hustiyê milletê kurd.
Źixwa hemî dezgehên milletê kurd ketinne destên tirkên qewad.
Binêrin, li Parîs’ê mêro hat u kete nav Bîroya Înformesiyonê Ya Kurdistan’ê.
Êh, dawiya dawîn qewadê heram rabu sê źinên kurd yên sîvîl kuśt.
Sebeb tenê u tenê desthilata sîstema kemalîzmê ya di nav siyaseta kurdan da ye, di nav dezgehên milletê kurd da ye!
...

Ez feleket źiber terreturreyên Ehmed TIRK hêrs ketim.
Mesela negotiye, «Ew kesên ku tev lê bunne, milletê kurd źî kuśtinne, loma źî ti eleqeya milletê kurd bi wan dizz u sotalan ra tun e. Bila xwadiyên wan yên tirk uzra xwa bixwazin!».

Lewra min ev nivîsa xwa di nav Facebook’ê da belav kir:

«Ehmed TIRK dibêźe: "Kurdan ermen qirr kirin".

Dibe ku kalikên Ehmed TIRK cahśên tirkan buyî 'bin ...
Dibe ku van cahśan bi têra xwa kurdên êzdî u elewî źî kuśtî 'bin ...
Dibe ku eyarê Ehmed TIRKê sextekar u taśeron eynî pîvan 'be, ku rabuye belasebeb milletê kurd yê ku hertim buye qurban, dike qetîlê ermenan.

Ma kîźan millet radibe źiber ćend ćeqelan qetlîema milletekî digire ser xwa bavê mino, kîźan millet?!

Li Êraq’ê mîlyonekê zêdetir însan mirin. Kîźan śexsê emerîk dibêźe me qetlîem kiriye?!
Li Efxenistan'ê bi sed hezaran însan mirin. Kîźan śexs u deweleta roźavayî dibêźe me qetlîem kiriye?!
Kîźan rus radibe u dibêźe me li Qafqasyê'yê qetlîem kiriye u dikin?!
Kîźan fars, tirk u erebî rabuye u gotiye wan bi sedan salan e ku li Kurdistan'ê qetlîem kiriye u hîn źî bi coś dikin?!

Bila śarlatan u kemalîstên ku di nav BDPê da bunne śeqśeqciyên belaś, milletê kurd nekin qurbana rezeleta xwa!
Rezîlên heram!!!

Heger E. TIRK ewqas mêr e bila herre dawa navê xwa źi tirkên qewad bike!
Ma haya vî ćeqilmastî źê hee ye ku tirkan ew nav bi kîźan kuśtin u tecawîzan li wî u kalikên wî kirinne?!
».

Tabî di bin nivîsa min da xaltîka me Beriwan śîroveyeke qerase kiriye:

«
qey Ermenîya kurd kuştine? yan Ermenîya navê wî were nivisandî?  destê kurda jî dinav kuştina ermanîya de hebû û gelek jê jî hîn saxin û dikarin ji tere jî bibêjin  giş pîs û kucik bin, em jî gere xwe wek wan kucik bikin? Mala xalê Ehmed malek mînake û gelek can jibo kurda daye û jitere jî xalê mamoste:) xwezî te jî wek Ehmed karîbîya rastîyê qebûl bike û veneşarta:)».

Paśê min bersîvek daa xaltîka me Beriwan:

«Hahooo, de were źî meselê źi hev safî bike yaw :)
Heyatim, ew kurdên ku bi tirkên qewad ra ketinne qirrkirinê "Hamidiye Alaylari" bunn.
Yanî leśkerên tirkan yên taybetî bunn.
Tirkan ew zarok hîn di pićuktiyên wan da źi malbatên wan digirtinn, dibirinn bi salan perwerde dikirinn u paśê źî źibo siyaseta xwa bi kar taniyan.
Helbet wan "Hamidiye Alaylari" bi têra xwa ketinne xwîna kurdan źî, mesela gelek kurdên elewî źî kuśtinne bi navê tirkên qewad.
Yanî her tiśt di bin emrên tirkan da bu.

Tabî aniha qet ez fam nakim, ćawan dibe ku siyasetvanekî kurd radibe xelkê kurd dike bin mesuliyeteke weha giran.
Źixwa her tiśt bi navê tirkan u źibo tirkan hatiye kirin u bi ser da źî milletê kurd kuśtinne.

Heqqê ti śexsî tun e ku di derbarê miźarekî weha hessas ya dîrokî da li ser menîpulesiyonên tirkan xelkê kurd mesul bike.

Heta ku komîsyoneke mezin u navnetewî ava nebuye, her tiśt bi temamî nehatiye zelal kirin, mesulên vê yekê yek bi yek derneketine holê, siyaseteke weha erzan meśandin, ćênabe.
Ne ew heqqê Ehmed Tirk e u ne źî yê min e.
Ew tiśtên ku Ehmed Tirk dibêźe, daxwazên kemalîstan in, ne yên milletê kurd.

Qey meriv dibêźe milletê kurd ha ha milletên din qetîl kirinne.
Heger Ehmed Tirk ew mêr e, bila herre dawa qetlîemên ku tirkên qewad di navbera 1920 u 1938an da kirinne, źi wan bipirse.
Nake. Ewê neke źî.
Źiber ku tirkan bi têra xwa ders danne Ehmed'ê me.
Loma gava destê siyasetvanekî tirk diguviśe, serê xwa heta ser erdê xwar dike.

Bibore heyatim, ev ne siyaset e, bê mesuliyetî ye, tohmeteke herî bê wîcdan e li ser xelkê kurd yê qurbanbuyî.
Min bi xwa źi kalikên me gelek guhdar kiriye ku wan ćawan xelkê ermen revandinne u źi mirinê xelas kirinne.
Li Erzingan'ê gelek ermen hee bunn.
Mesela bavê min hîn źî dikare kêm-zêde tiśtina b'îne bîra xwa.
Qet nebe bila Ehmed Tirk herre bi navê xwa vê bike, lê ne bi navê milletê kurd u min.
Kalikên min bê baviyeke weha nekirinne u bi ser da źî xwadîtî li ermenan kirinne.

Dîsan bibore haaa.
».

Beriwan:

«
Ez jî wê yeke dizanim, gelek êzîdîya jî ermendî xwedî kirine û parastine. Ser gotine; Qarapetê Xaco. Jiber gelek Ermenî û Fileh hîn jî dibêjin kurda me qetil kirine û nizanin înglîsa û almana li ser nave tirkîyê wan qetil kirine, xalê Ehmed jî were got. Yanî: heger hûn me jî berpirsîyarê ve qetilê dibînin, em lêborîna xwe dixwazin. Wî negotî em kurd bûne xwedîyê dewleta û zilm û zor li kesan kirîye. Siyasî eve. Apê min jî Ermenî hene:) û ji gelek kurda jî kurd'tirin.».

Dura xalê me Rustem źî du śîrove di bin nivîsê da kirinne:

«
Ey miletê Kurd, dilê xwe teng meke.. Her kes dikare terre tûrre qise bike, em nikarin devê wan girê din.. Ehmed, tirk e.. Ji Kurdbûnê zûva hatiye tard kirin.. Ew di hilbajertinek serbest da ji Kurdan yek dengek jî nikare bigre.».

«Ji bilî min -haşa- hemû Kurd wek Ehmed tirk qise bikin, hemûyan ji Kurdbûnê tard dikim, heval.. Eger ji qetlîama Ermeniyan qasî zerrekî miletê Kurd berpirsyar be, Xadê li ser erdê yek zindîyek nahêle !! Miletê Kurd ew milet e ku soza xwe ya dabû Xadê, anî şunê.. Ahda xwe ra sadiq ma.. Hebûna xwe raberî Xadê kir, bû miletê şehîd.. Aqîbeta baş, yê duristan e.».

Bi rastî źî siyaseta kurdan tun e, siyasetvanê kurd tun e.
Kê ćawan xwastiye tê milletê kurd yê mezlum ha ha ligorî menfeetên xwa bi kar tîne.
Sebeb bellî ye, ka źiber ći me kurdan heta aniha źî nekaniye kevirekî xwa xelas bikin.

Dienstag, 29. Januar 2013

Qetîlên Zmanê Kurdî Dê U Bavên Kurd In!


Źi doh va ye ku hewa germtir bu u dibe.
Tabî hîro baran źî bariya.
Dibêźin ewê sibeh germayî heta 14 pileyan derbikeve.
Ê de bila xwadê carekê źî bide me, bavê mino.

Di nav van ćend roźên dawiyê da min dîsan ćend kes źi lîsteya xwa ya di Facebook’ê da derxistinn.
Mêro li ser peyva xwa nesekinînn, loma.
Yanî bi zmanê tirkên qewad pesna tiśtan dann, tiśtên bi zmanê wan tirkên heram belav kirinn u her wekî din.

Min pêr ev nivîsa xwa li ser hêsaba xalê me Murat nivîsiya u hevaltiya me bi dawî kir.
Tabî wî paśê di bin da śîroveyek kiriye.
Lê ez pêśta nivîsa xwa didim:

«Hmmm, xalê Murat, hêvîdar im ku kêfa te baś e ćavbeleko, dengê gîtara te heta dilê te tê u di nav wî dilî da tiśtina-miśtina dilivîne.

Qurbano, mebesta nivîsa min ev e.
Min got bibêźim, ev zmanê me yê ku roź bi roź dimire, bi heebuna xwa ćiqas aîdî min e, ewqas źî aîdî xalê min Murat'ko ye, ne kêm u ne źî zêde.
U ev zman emeneta bav u kalan e ku bav u kalên me di nav hezaran salan ra, digel hemî zor u zehmetiyan heta hîro hanînne u danne destê me, destê min u te.
Bêguman li vê emeneta bav u kalan ya ku sebeba heebun u tunebuna min u te ye, îxanet kirin, ew bi destê xwa, bi zmanê diźminê xwa yê tecawîzkar kuśtin, źi min u te ra hatiye hiśtin.
U em azad in.
Źiber ku wekî tirk, ereb u farsên heram ti dezgeheke me ya ku zmanê me bi zorê li me bide qebul kirin tun e, em ê her u her di bin tecawîzên tirk, ereb u farsên qewad da bibin "înternesyonelîst, sosyelfeśîst, ..." u gelek źehr u ziqqimên din, daku em bikarin tecawîzên wan qewadan di nav mêźiyên xwa da meśru bikin...

Yanî bi kurt u kurmancî, źiber ku xalê min soza xwa ya di destpêka hevaltiya me da havitiye bin lingên zmanê tirkên qewad, tifu li hevaltiya me kiriye u qîmeta pîvazeke xerabe źî nedaye wê, aha va ye hevaltiya me mir u ću.
Yanî hevaltiya me bu qurbana zmanê tirkan, yabo heyran, bu qurban.
Ku te roźekê kaniya vebigerrî ser esl u feslê xwa, bila dîsan haya me źi hevdu hee 'be, ćavkê mino, haya me źi hevdu hee 'be.
De bimîne di nav xwaśiyê da».

Śîroveya xalê Murat źî ev e (ez destê xwa nedim rêzmana wî):


«xalo tû xweş dibêjÎ neha tû jî zanibe kû em li wêderê jîyana xwe berdewam dikin. em bi kûrmancî nenivsînin jî binivsînin jî em tirkî xeberdidin tişkî di destê meda nemaye. dema kû em piçûk bûn ji mera ahwa digotin... eger kû hûn bi tirkî nizanbin xeberbidin û nizanbin binivsînin wê demê hûn nabin mêr wûnê weka kûçika li kûçan bigerin ê kû viya ji mera gotin jî dîya me û bavênme bûn. em ana di virde bi tirkî nenivsînin jî di naca rojê de em mecburûn bi tirkî xeberdin her çar alîyîn me tirkin. welle ezanim tû ji erdê heta esman heklîyî tişkî ji destê me nay. li qusura min nenêre xalo.».

Rast e ku dê u bavên kurd vê bê bextiyê dikin.
Źixwa heger dê u bavên kurd neketinna vî halî, ti śensa tirkên qewad tune bu ku zmanê me hilo pêr u pêrîśan bikin.
Yanî suc sucê me ye.
Ku me kertiya alemê qebul kir, helbet ewê barê me źî li ser piśta me qet kêm nebe.
Bêguman tirk karê xwa yê herî xwezayî dikin, lê tiśtê ku em dikin rasterast «qewadî u qehpikiya źi dil u îman e».

Sonntag, 27. Januar 2013

Mêvandariya Xalê Nurettin U Ćend Serboriyên Roźê



Ev demek e ku hewa li vir bi têra xwa sar e.
Lê sibeh ewê germtir bibe, bibe pênc pile (5°), u dura źî ewê heta 12 pileyan derbikeve.
Źi doh va ye ku pićekî qirika min têśe, tabî min arsim źî girtiye.
Źiber vê yekê min śeva derbazbuyî nekariya baś rabikevim, gelek kabusên tevlihev diyînn. Her carê źî di demên hilo da eynî tirśik pêktê.


Min hîro xalê me Nurettin dît. Źi Bern’ê bi tevî hevala xwa ya ćexoslevek, xwarziya xwa u hevalê xwarziya xwa hatî bu Zürich'ê.
Tabî di eslê xwa da xalê me Nurettin źi Edene’yê dihat. Li vir ewê tenê ćar roźan wextê xwa derbaz bike.
U ew źî sibeh tîźe dibe.
Min źî digot ewê li vir qesî du heftan bimîne yaw.

Źiber ku me di têlefonê da hevdu ćewt fam kirî bu, ew qesî nîv seetî dereng hatinn ciyê hevdîtinê yê li stesyonê.
Paśê em bi hev ra di nav baźêr ra, li ser kolana Bahnhofstrasse’yê heta ber gola Zürich’ê meśiyann.
Źi wir źî di nav riya baźarê kevin Dörflistrasse’yê ra dîsan berbi hêla stesyonê ćunn.
Li ser kolanê em ketinn nav kefeteriyeyekê, me tiśtine vexwarinn, kêm-zêde qesî seetekê runiśtinn u dîsan rabunn ser xwa.
Źiber ku wan erebe dêhn girtî bu u divêt dîsan di wextê xwa da b’ śun da bidaya, me berê xwa daa ciyê erebê.
Heger ne śaś bibim di seet ćar u nîvan da ew dîsan derketinn ser rê.

Ya rast bi hatina xalê Nurettin pirr kêfxwaś bum.
Li xerîbiyê dîtina kurdekî źi welêt nuhatî, hîseke din dide meriv.
Mîna ku meriv perćeyekî xwa yê handabuyî dîtî ’be, ewqas nêzîk dibe.

Digel axaftina me miźar bi zêdeyî rewśa zmanê kurdî bu.
Xalê me Nurettin ćar caran ćuye Baśurê Kurdistan’ê źî.
Ligorî ragiyandinên wî, li vê beśa Kurdistan’ê roź bi roź pêśketinên herênî ćêdibin.
Tabî li hêla din dîsan kambaxiya rewśa zmanê kurdî ya li Bakur źî haniya zmên.

Źixwa li Bakur tirkîfîkasiyonê îmana millet xerab kiriye.
Di vê meselê da partî u siyasetmedarên me kurdan mesulên herî esasî ne.

Bi van zirtoyan em nikarin peyveke xwa źî xelas bikin welleh u billeh.

Gava me li stesyonê źibo rê du sendwîć kirriyann, yê karker bi me ra bi kurdî axiviya, got, «Ez źi Duhok’ê me.».
Vê źî kêfa me haniya.
Źi piśtî ku min ew rêkirinn, li ser rê min îmbîsa xwarinê NewPoint dît.
Źiber ku riya min peya pićekî drêź bu, min got ez tiśtekî xwarinê bikirrim u herrim.
Ketim hundir.
Min silav daa du kesên li paś dezgehê.
Bi lez navên xwarinan gotinn. Źiber ku min nedixwast rubinim, min got kebabekê bidin min, heyranino.
Tabî di vê navberê da min got, «Ma hun kurd in?».
Yekî bi lez got, «Na, ez tirk im.».
Êh, tevî ku ew NewPoint aîdî kurdekî źi Dêrsim’ê ye u gelek îmbîsên wî yên din źî hee ne, min źî bi lez got, «Ez źî kurd im!».
Yê din źi dil silav daa min u got, «Ma tu źi xelkê ku derê yî?».
Min źî got, «Źi Bakurê Kurdistan’ê me.».
Lê wî xwast îllem bizane, ka ez źi kîźan baźarî me.
Min źî got, «Ez źi Erzingan’ê me.».
Îcar yê din kete navberê u got, «Ma tu bi tirkî dizanî?».
Min got, «Na, nizanim.».
Lê îcar yê din pirr kêfxwaś bu u got, «Her biźî keko! Te dît, bi zmanê tirkan nizane, lê tu xwa dikî tirk u dibêźî ez tirk u elewî me, śerm e śerm yaw.».
Êêê, kêfa min feleket bi yê ku hêriś dibir ser «kurdê elewî» yê ku xwa «tirk» qebul dikir, hat.
Elewiyê me berê xwa daa min u got, «Ma tu ćima tirkî nizanî?».
Min źî got, «Źiber ku ez di nav tirkan da mezin nebume u źi zmanê wan źî nefret dikim.».

Tabî yê kurtćî bu ćarbaskî u ha ha b’ ser wî da ću u got, «Śerm e ku tu ewqas eslê xwa înkar dikî. Binêre, ev źî elewî ye u źi herêma te Qoćgîrî’yê tê u bi zmanê tirkan źî nizane. Biźî kekê mino, ka were vê hêlê u xwarina xwa bigire.».
Yê ku li hêla din kar dikir źî Erzingan’î derket, pê ra bi kurdî axiviyam. Kurdiya wî źî baś bu.
Paśê min heqqê kebabê dayê u derketim.
Yê ku elewîtî dikir, digel xatirxwastinê destê xwa birr ser dilê xwa u got, «Oxir ’be! Li ba elewiyan hilo ye!».
Min źî bi eynî śiklî silav dayê u ketim ser rê.
Li ser rê źî rastî Memo u hevala wî hatim.
Me qesî pênc deqqan tiśt-miśt gotinn u źi hevdu veqetiyann.

Sonntag, 20. Januar 2013

Bi Kurdan Ra Bazariya Zmanê Kurdî, Ya Staaar!



Ev e ćend roź in ku hewa dîsan sar bu.
Berfê her der dagirtiye u serma źî aniha di bin sifirê ra ye.

Źiber vê yekê ye ku îmkana ku meriv bikare li der tiśtina bike źî kêm e.
Min źi berî du roźan dîsan dest bi googlîstinê źî kir.
Êh, źi piśtî qezeya min ya sala buhurî ya di yekê hezîranê da, u du emeliyetên kirî, ćênebu ku googê bilîzim.
Tevî ku ez nêzdîkî heft mehan qet nelîstim źî, her tiśt baś meśiya.
Mesela paśê di bazuyên min da qet hêś ćênebu.
Normel źi piśtî cara yekem ya googlîstinê her derê meriv feleket hêśê l’ meriv dide.


Di van mehên dawiyê da hevalên min yên nu di Facebook’a bê bav da ćêbunn.
Tevî ku gelek hatinn, ćend heb źî ćunn, yanî min ew źi lîsteya xwa derxistinn.
Xal u xaltîkên me nekaniyan bê zmanê tirkên qewad îdareya xwa bikin.
Hindek hee bunn ku qet nebêźin, xwastinn ku bi min ra bazariyê bikin.
Hele xalekî me yê źi Erzingan’ê, źi baźarê min yê ku di bîr u xewnên min da diźî, hee bu, nayê gotin.
Heger ne śaś ’bim źi Elmenye’yê bu.
Berê źî carekê daxwaziya hevaltiyê kirî bu.
Lê źiber ku bi zmanê tirkên heram tiśt belav kirî bunn, min ew źi lîsteya xwa havitî bu.
Kêfa wî qet pê nehatî bu.
Gava cara duyem daxwaziya hevaltiyê kir, min dîsan źê ra śertên xwa gotinn.
Wî źî got temam.
Lê zêde wext derbaz nebu, mêro dîsan dest bi belavkirinên bi zmanê tirkên kutîbav/segbav kir.
Źi piśtî ku min ew îkaz kir, got, «divêt tu pićekî bi tolerens bibî. Binêre em her du źî źi eśîreta Śadiyan e. Ez źî dixwazim hiynî kurdî bibim, lê aniha fam nakim. Aha va ye diya min źî dest pê kiriye u hiyn dibe. Ez di vê meselê da bi rikbuna te pirr kêfxwaś dibim, lê ez ći bikim, ez aniha nizanim. Qet nebe tu desturê bide min, daku ez vîdyoyên BDPê belav bikim, …».

Yanî bi vir u wir da me gotina xwa pićekî din drêź kir u dawiya dawîn źî źi hevdu xatir xwast, hevaltiya me xelas kir.


Aha halê me kurdan u zmanê kurdî yê di komayê da.
Hîcar em mecbur manne ku bi kurdan ra bazariyê bikin, ne bi tirkên kućik ra haaa.

Sonntag, 13. Januar 2013

Mêvantiya Min Ya Sersalê Li Elmenye‘yê



Mêvantiya Min Ya Sersalê Li Elmenye‘yê
Min di derbarê mêvantiya xwa ya li Elmenye’yê ya serê salê tiśtek negot.
Wekî ku min gotî bu, brayê min źî digel źin u zarokên xwa li wir bu.
Źi piśtî dewpênc salan me dîsan hevdu dît.
Ez tenê roźekê li wir mam, paśê brayê min bi mazuvanê malê va ez hanîm Zürich’ê.
Mêro bi têra xwa kîlo girtiye.
Tabî digel vê hevdîtina me min tenê peyvek źî bi tirkî nehaniya zmên.
Ew bi zmanê wan tirkên qewad dipeyiviya, yanî meriv dikare bibêźe ew źî buye qewad.
Gava millet źê pirsiya, ka źiber ći ew bi kurmancî napeyîve, wî bi sond u peyman got, «Bi xwadê nikanim. Aha ev e nêzîkî ćel salan e ku min qet bi kurmancî deng nekiriye, …».
Tabî ez bawer dikim ku nikane xwa baś îfade bike.
Lê gava em źi gund deketî bunn, ew qendî pênc salan źi min mezintir bu.

Yanî wî bi kurdî źiyana xwa źi min bêtir derbaz kirî bu.
Ya min herre were ez di zaroktiya xwa da tenê qasî sê salan peyîvî bum.
Lê ew heyśt-neh salan.
Tabî ev źî di dema zaroktiyê da ferqeke pirr mezin e.
Paśê źi piśtî ku mala me tarumar buyî bu, xwanga me ew bi xwa ra birî bu Stembol’ê.

Xwanga min bi xwa źî hertim kurmancî dipeyîviya, ne bi tirkî.
Ya raśt bi tirkî baś nedikaniya.
Loma źî li Stembol’ê źî li malê kurmancî serdest bu.
Ez bi xwa ćuyî bum dibistana herêmî.
Yanî hindî zmanê kurmancî di źiyana min da hatî bu afaroz kirin, heta ku ez hatim Swîsre’yê ...
Brayê min Vêso bi xwa źî zora ku wê demê l’ zarokên din li dibistanê dihatiye kirin, bi bîr haniya.
Diyar e ku hîn źî ew bîranînên wî di hiśê wî da ne.

Digel axaftinên me tiśtekî din bala min kiśand.
Pićekî buye dîndar źî.
Ligorî gotina wî, li baźarê ku ew dimanne, bi tevayî źî tirkên heram bunne, tenê sê-ćar kesên kurmanc u elewî hee bunne u ewqas.

Tabî min rexneyên tuź l’ mêro kirinn.

Lê mixabin ku źi min pirr dur in, zêde tiśtê ku ez bikanim bikim di destê min da tun e.
Lawikê wî pirr śîrîn bu.
Diću u dihat xwa tavit himbêza min.
Hînê nikane bipeyîve. Dike mirremirr.
Carina dihat l’ nîgê min dixist u li śuna xwa hilo disekiniya.
Ez dibêźim bi vê yekê dixwast ku min hêrs bixe, daku ez bi wî ra bikevin nav śerekî giran.
Źi piśtî her lêdanê hema l’ nav ćavên min dinêriya, mîna ku bibêźe, «De xwa b’avêźe ser min haaa.».

Drêź nekim, dawiya dawîn em źi hevdu veqetiyan.
Bi fikira min, bi zmanê tirkên heram nepeyîvîna min serê wî pićekî tevlihev kir.

Ćiqas kir yan źî nekir, ez wê nizanim.
Hîro têlefonî min kir, em qasî deh deqqan bi hevdu ra peyîvînn.
Tabî min źî paśê têlefonî brayê xwa yê li Edremît’ê u bavê xwa yê li Erzingan’ê kir.
Keća brayê min Duygu xanim doh nîśana xwa kirî bu, loma min têlefon kir.
Bi yekî kurmanc yê źi Sêvas’ê ra dizewice.
Kêfxwaś bum ku bi kurmancekî ra dizewice.
Lawê brayê min źî bi kećikeke kurmanc ra hevaltî dikiriye.
Bi vê źî pirr kêfa min hat.
Min xwa bi xwa ra got, qet nebe tirkên qewad tev l’ me nebunn yaw.

Freitag, 11. Januar 2013

«Nefel.com» U Qewadî U Zinêkariya Bê Boyax!




Min dîsan demeke drêź tiśtek belav nekir.
Yanî tembeliya min e.
Lê min doh di Facebook’ê da ev nivîsa xwa ya li źêr li ser qetlîema li Parîs’ê belav kir.
Ez dixwazim wê nivîsa xwa ya doh her weha li vir źî belav bikim.
Aha ew nivîsa min bi xwa ev e kezebino:

«Nefel.com» U Qewadî U Zinêkariya Bê Boyax!
Li ser qetlîema li Parîs'ê źi herkesî dengek derdikeve.
Tiśtekî pirr normel e źî helbet.
Heta ku ew berpirsiyarên qewad nehatinne peyda kirin, ewê di vê pirrdengîniyê da źî ti guhartin nebe.
Dikare tam hezar u yek sebeb u îhtîmal hee 'bin.
Dibe ku haya PKKê źi qewadên ku ev qetlîem kirinne kêm-zêde hee ‘be, yanî dikare wan bê namusan texmîn bike, ka ew kî ne.

Lêêê ...
Nućeya "nefel.com"ê źi hemî sînorên roźnamegeriyê u mentixa însanî "reviyaye".
Źixwa ne roźnameger in źî.

Heger ez śaś nebim, ev necamêr ti kesî źî di ser xwa ra nabînin.
Tiśtê ku li cem kesên din ha ha bi hezar u yek rezîliyan rexne dikin, źi xwa ra kirinne prensîba sereke ya źiyînê.

Mesele u derdê camêran ći ye, ez bi xwa nizanim. Dibe ku meseleyên śexsî hee ‘bin. Lê ez bi xwa qet tiśtekî nizanim.
Tiśtê ku ez dibînim, di nav meseleyên siyasî da nêzîkbuneke van taśeronan ya nexwaśokî ye.

Ez wekî śexs heta hetayê źî mafê rexnekirinê diparêzim, dixwaze bila di nav da heqeret źî hee 'bin, źibo min ne mesele ye. Lê divêt ew rexne qet nebe li ser esaseke konkret were ava kirin.
Tiśtê ku "nefel.com" u generalên wê dikin, rasterast havitina pîsiyê ye.
Mîna ku necamêran têleskopa xwadê
 l’ ćavên xwa kirî ’bin u her tiśt dîtî ’bin, her tiśt girtî ‘bin ser kamereyê, rexneyên ewqas fentezîk u qewad dikin ku, nayê gotin.
Mesela meriv dibêźe qey PKKê ev qetlîema bê bav bi xwa orxenîze kiriye u dawiya dawîn źî bi plan pêkhaniye, u helbet aźanên nefel.com’ê źî her tiśt yek bi yek qeyd kirinne ...
Mesela daxwaza ku li benda vegotina PKKê ya li ser buyerê bisekinin źî tun e.
Hîn 12 seet źî di ser buyerê ra derbaz nebunne yanî.
Ev ći texnîk e di destê we da lawo, hahooo.
Hema hun bibêźin hîn haya xwadê źî źi vê qetlîema bê namus tun e.
 
Di sernavê nućeya xwa da dibêźin: "PKK li hev ket – sê źinên hevalên xwe kuśtin".
Yanî " - sê źinên hevalên xwa ..." haaa!
Ma PKK partiya "mêran" e?!
Yanî ev "nezanîna rêzmana kurdî" ye yan tiśtekî din e?!
Dibe ku ev nezanîn źî bibe helbet.

Qet nebe bibêźin "... sê hevalên xwa yên źin kuśtin" yaw.
Ez bi xwa rexneyên pirr tu
ź l’ hemî partiyên kurd u ferdên kurd dikim, l’ dê u bavê xwa, l’ xwang u brayên xwa dikim, lê bêguman mebesta min baśiya wan e, pêśketina wan e, serketina wan e.
Ma ewê bi binketina wan 
ći bikeve destê min heyranino, ći?

Yên ku dixwazin bila herrin nav vê malperê u wê nućeyê bxwînin.
Bi serê kê dibe bila bibe, ev malper rasterast malpereke "qewad u taśeronan" e.
Di nav da ćend psîkopatên ruhî kom bunne u nizanin ku kîn u nefreta xwa bi ći hawî vebireśin.
Bêguman karê psîkopatan źî meriv dikare texmîn bike.


Nuće:
http://nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=1&ArticleNr=7335#.UO_8km9ECL4

Montag, 31. Dezember 2012

Saleke Din Źi Kîsa Bavê Me Ću



Di van demên dawiyê da hewa gelekî xwaśik e.
Źibo demên niha tiśtekî źi derî edetê ye.
Bi taybet hewaya hîro wekî ya biharê ye.
Ne serma, baran u ne źî berf hee ye.
Rooź/tav źî dićiruske. Êh, ma źi vê germiktir u nermiktir tiśt dibe bavkên minino?

Ha ev e saleke din derbazî hêla din dibe.
Nizanim, ka ez aniha li ser vê sala buhurî ći bibêźim.
Wekî salên din di ber me ra buhurî u ću.
Silavekî xerabe źî nedaa me.
Ha hatim u ha ćum, got, simbêlên xwa bîlem banedaa.


Ez ê di seet yekê da herrim Elmenye‘yê.
Pêr brayê min yê xayîn źî źi Frense‘yê hatiye wir.
Ez ê serê salê bi wan ra derbaz bikim.
Ya raśt kêfa min zêde bi pîroźkirinan nayê.

Doh min denggośkî/têlefonî bavê xwa źî kir.
Paśê źî denggośkî brayê xwa yê mezin yê li Edremît’ê kir.
Wekî her demê źi min gazinan dikin, li ber xwa dikevin u dibêźin, «Yaw tu yê kengê werî, de bes e źi vê duriyê ra haaa. Va ye millet tevda mir u ću, aha va ye dor hate me, ...».

Yanî gazinên wan yên bi heqq u bê ćaretiya min ya bê bav.
Lê dibe ku vê sala nu tiśtek bibe u em źî piśtî bîst u ćar salan dilê xwa pićekî haś bikin.

Berxikino, zêde wexta min nemaa.

Źibo we sersaleke agirpêketî daxwaz dikim.
Bila di vê sala nu da xwadê demên we yên bi kêf zêde bike, hêśên we kêm bike, ê tabî heger bi temamî tune bike źî xerab nabe yanî :)

Sonntag, 23. Dezember 2012

Ceźna Peskalyeyê U Kerta Hevala Min Ya Jenny‘yê



Ev ćend roź in ku hewa li vir germ e.
Di navbera 6-8 pileyan da terre u tê.
Dibêźin ewê sibeh derbikeve 12 pileyan.
Tabî li erdê berf źî nemaa. Lê sibeh źî ćeźna filehan e, yanî ceźna peskalyeyê ye.

Pêr min hevala xwa Jenny’ya heft salî dît. Got, «Em’ê hîro hêvarê herrin Koln’ê. Loma źî min kerta te źi aniha da amade kiriye, ez ê paśê b’avêźim nav qutiya te ya postê.».
Źiber ku ez hertim dawa kertan źê dikim, ew źî aniha hertim weha dike, yanî źi berî ku herre derekê, kerta xwa amade dike u dide min, źibo ku ez paśê nekevim qirika wê :)
Ya rast wê sibehê di seet heśtan da gava ez bi pîskîlêtê di cilśoxanê ra derbaz dibum, min diya Jenny'yê dîtî bu. Wê źî ew mesele źi min ra gotî bu.
Yanî di rastiyê da roźa 24ê ya meha donzdehan roźbuna hevala min Jenny'yê ye.

Tabî ez źî hertim têm dawet kirin.
Lê vê carê ćênabe, xezalê terre tatîlê, terre ba dapîr u bapîrê xwa.
Źi berî ku herre źi min ra got, «Tu dizanî, em ê serê salê dîsan li vir bibin, u em ê wê roźê źî roźbuna min pîroź bikin, ihiii :)».
Yanî dixwaze bibêźe, «Ka hele bi kerema xwa diyariya min źi bîr neke.».
Di kerta ku havitiye qutiya postê da ev tiśt nivîsiye:
«Behani‘yê delal (navê min hertim weha xelet dinivîse yaw), ez źibo te tatîl u peskalyeyeke bi kêf u sersaleke baś daxwaz dikim. Jenny’yê te.».

Di bin da źî ćend resim ćêkirinne. Herî dawiyê źî nota xwa bi herfên pirr pićuk qetandiye: «Ez sersalê dîsan b’ śun da têm.».


Źiber ku di van du hefteyên dawiyê da kes zêde kar nake, karê min źî hema hema qet tun e.
Ez ê tenê sersalê dîsan herrim Elmenye’yê.
Ewê brayê min yên kafir u xayîn źî were wir.
Źi piśtî hevdeh salan em ê dîsan hevdu bibînin.

Sonntag, 16. Dezember 2012

"Yaw Pêncî Sal In Ku Ez Kurmancî Nepeyîviyame"



Źi doh va ye ku hewa pićekî nerm bu.
Tabî śilî/baran źî dibare carina.
Loma źî hema hema berfa li ser erdê tevda źî heliya u ću.

Êh, ev źibo min baś e. Yanî ez ê dîsan bikarim li pîskîlêta xwa siyar bibim.

Doh źina brayê min hate mala xizmê min/me yê li Zürich’ê.
Ez źî doh hêvarê di seet śeśan da li wir bum.
Heta seet deh u nîvê śevê li wir mann.

Paśê wan gotinn em ê herrin, rabunn u ćunn Elmenye’yê dîsan.
Em li dor maseya xwarinê ya li mitbaxê runiśtî bunn.

Wan źi berî min xwarina hêvarê xwarî bunn. Loma źî min xwarina xwa bi tenê xwar.
Źi piśtî ku min xwarina xwar, yên ku źibo sersaxiyê ćuyî bunn mala gundiyekî me, bi śun da hatinn.
Ew źî hatinn li dor masê runiśtinn.
Hîcar min mêze kir źi nu va gośt daynîn ser masê.
Gotinn, «Em ê gośt di nav run da sor bikin u digel reqiyê bixwin.».
Yanî «fondue»ya ku li Swîsrê menśur e, hate amade kirin.
Ê camêr u xatunan śuna xwa germ kirinn u dest bi sohbeta xwa kirinn.
Źiber ku ez źi tama elkolê qet hez nakim, min got, «Spas, ez venaxwim babam.».

Sohbeta me bi zêdeyî kurdî bu, yanî mecbur mann.
Mêrê xwanga źinbrayê min got, «Yaw ew pêncî sal in ku ez qet bi kurmancî neaxivî bum.».
Paśê keća wî kete navberê u got, «Welleh bi saya Beghyanî li vir atmosfereke bi kurmancî ćêbu. Heger em mehekê li cem Beghyanî bisekinin, em ê bi tevayî źî kurdiya xwa pirr bi pêś da bixin.».
Braziyê min Reśo di xewê da bu. Paśê hanîn cem me.
Lê źiber ku źi xewê rabuyî bu, zêde kêfa wî tune bu.
Nexwast ku were cem min, heta ku bi temamî hate ser xwa.
Tabî źina brayê min ya tirśikćî qet dil nedikir ku bi kurmancî bipeyîve, tevî ku ez tenê bi kurmancî dipeyîviyam źî.
Ći dibe bila bibe, camêran careke din dîtinn u hîs kirinn ku ew bi xwa kurd in.
Di nav axaftinên xwa da carina zmanê kurmancî wekî îspata vê yekê bi lêv dikirin.


Gava ew rabunn ser xwa, źibo ku bi śun da vebigerrin Elmenyê, min di wê navberê da źi źina brayê xwa ra bi kurmancî got, «Heger tu bi zarokan ra bi kurmancî bipeyîvî, ewê baśtir bibe, źibo ku em roźekê bikarin bi hevdu ra bi zmanê xwa bipeyîvin, nebin xerîbên hevdu, nebin diźminên hevdu. Źi min qet hêvî neke ku ez ê roźekê bi zmanê tirkên qewad bi we u wan ra bipeyîvim. Ev tiśtekî bê mimkun e. Vê źi bîr neke. Aha va ye ez li vir źi te ra dibêźim. Vê qet u qet źi bîr neke.».
Got, «Ez soz nadim, ka em mêze bikin.».
Dibe ku ez dawiya vê salê herrim Elmenyê, ewê brayê min yê tirśikćî źî were wir.
Helbet ez ê hîcar îmana herduyan bi hev ra bikim teneke u berbidim ćolê.

Freitag, 14. Dezember 2012

De Berbide Em Bi Tirkî Bipeyîvin Qurban


Ev
ćend roź bunn ku hewa bi têra xwa sar bu yaw.
Heta kêm deh pileyan (-10°) daket.
Lê hîro derkete sifir pileyê. Di ro
źên tên da ewê heta 6-7 pileyan derbikeve dibêźin.
Tabî
źiber berf u cemeda li ser erdê min pîskîlêt bi tevayî li malê hiśt.
Peya
ćum kar u hatim.
Ya ra
śt kêfa min gelekî bi meśê źî tê.

Di vê navberê da ti
śtekî balkêś pêk nehat.
Ewê sibeh
źina brayê min źî were Zürich’ê.
Ez ê wê dubare bibînim.
Yanî di
źiyana xwa da cara duyem, u ev her du źî di nav van deh roźên dawiyê da.
Tabî bi zêdeyî
źî kêfa min bi dîtina lawikê wan tê.
Źi aniha da min bîra wî kafirî kiriye.
Divêt ez sibeh herrim
źi braziyê xwa ra diyariyekê bikirrim.
Qasî ku xuya dibe, kêfa wî bi googê pirr tê.
Wekî bav u apê xwa, yanî wekî min yaw, wîîî.
Di zaroktî u ciwantiya xwa da xalê we googbazekî bi agir bu, pirr men
śur bu. Lê źiber ku feqîriyê malik l’ me xerab kirî bu, brayê min hingê nekanî bu ku min biśîne Stembol’ê.
Êh, ew
źîrekî u efsanetiya bi googê źî wekî gelek tiśtên din av bi av ću.

Wê ro
źê min dîsan denggośkî/têlefonî bavê xwa kir.
Dawiya dawîn bi
źina brayê xwa yê mezin ra źî peyîviyam.
Ew
źî aniha ćunne ziyareta bavê min. Divêt hîro dîsan b’ śun da bićunna roźavayê Enetolî’yê.
Di denggo
śkê da gilî u gazincên xwa l’ min kir.
Got,
«Yaw ev ći zilm e tu l’ me dikî dilê min, berbide em bi hev ra bi tirkî deng bikin haaa. Welleh zman l’ me pelixiye u nikarin bi kurmancî baś bipeyîvin. Źixwa zarok qet nikarin, tenê kêm-zêde fam dikin. Pirr l’ ber xwa dikevin u nizanin ku ći bikin. De were vê eziyetê l’ me neke qurban, em ći bikin ...» u filan u fistix.
Êh, min negot xwadê daye u gotina xwa got:
«Welleh heta mirinê źî bi zmanê tirkên qewad tiśtek tun e. Nebêźin ku ez ê bi we ra bi zmanê wan tirkên qewad bipeyîvim. Qet hêviyên vik u vala nekin. Ku ez roźekê hatim welêt źî ez ê bi we ra tenê peyvekê deng nekim, ...», u dîsan filan u fistix.

De hun bi xwa l’ vê malxerabiya me mêze bikin. Hindî pêwistî bi tirkên tecawîzcî nemaye.
Di nav malên me da her ti
śt tarumar kirinne.
Hîcar karê tirkan pepukên me yên di nav malê da girtinne ser xwa.
Qa
śo bi śiklekî nermik u germik, bi śiklekî bê suc u bê guneh karê xwa dikin.
Tabî heta hêvarê li ber têlevîziyonên tirkan ranabin, deh deqan wextê xwa
źibo zmanê xwa nadin, hîcar radibin źi min tiśtên beredayî dixwazin.
Ê bila xwadê we ro
źekê nexîne nav destê min u xelas, ihi.

Sonntag, 9. Dezember 2012

Axaftina Bi Bavê Min Ra Ya Hîro



Źi piśtî sê heftan min hîro dîsan denggośkî/têlefonî bavê xwa kir.

Tabî di raśtiyê da min gotî bu ez ê her heftê bikim.
Lê min her u her źi bîr kir, yan źî hêvaran pirr dereng dihate bîra min.
Qismet hîro buye.
Qendî nîv seetî pê ra peyîviyam.
Got Smaîl u Resmîgul źî li vir in, ewê dîsan heta du-sê roźan bi śun da vebigerrin.
Smaîl brayê min yê mezin e. Deh sal in ku li roźavayê Enetolî’yê dimîne.
Lê min nekanî bi wan ra bipeyîvim. Got, «Aniha ev ćunn Ula’yê.».
Ula di vê navberê da buye beśeke Erzingan’ê.
Lê berê wekî gund dihate bi nav kirin, tevî ku pirr mezin bu źî, yanî hema hema qesî Erzingan’ê mezin bu.
Heger ne śaś bibim, aniha mezintir źî buye.
Lê źiber ku niśtevanên Ula’yê tevda źî kurdên elewî bunn, tirkên qewad bi zanîn rê nadidann ku ev cî geś bibe.
Ev bîst-sî sal in ku bi siyaseta xwa ya niźatperest, him bi dîn u him źî bi kemalîzmê îmana millet kirinne śorbe.
Źibo ku van kurdên elewî bikiśînin cem xwa, ti îblîsî nemaye ku nekin.
Tabî di vî warî da gelekî źî serketinne.
Esîmîlesiyon feleket pêś ketiye.

Li hêla din nebuna siyaseta kurdan ya mîllî, karê tirkan pirr hêsantir kiriye.
Millet xwa bi zêdeyî hindî tirk dihesibîne.



Helbet ez dîsan hiynî tiśtên din źî bum.
Bavê min got, du lawên filan kesî bi du kećikên tirkan ra zewicînne u kećik hiynî kurmancî bunne, xwadîtiyê l‘ kurmancên elewî dikin ...
Mesele ev bu yanî. Źi min dawa zewacê dike, loma.
Min źî got, «Welleh kes min naxwaze, bavo, ma ez ći bikim yaw, weyyy. Kes naxwaze seba min qelineke rind źî bide. Heta ku kurmanc nebe źî nabe …», u gelek filan u fistixên din.

Hêrs ket, got, «Ê ma tu nikanî kurmancî bidî hiyn kirin, hi? Bila însan ‘be, bes e. Law bila ći dibe bibe. Dîniktiyê neke. Baqil ‘be lawê min...».
Yanî bavê min careke din tiśtê di dilê xwa da haniya der.
Di wê navê da carekê źi min ra got, «Ma te ću źinbrayê xwa dît, hatiye ba xizmên xwa li wê derê?».
Min got, «Herê herê, min ću dît. Lawê Vêso (Veysel) pirr śîrîn e yaw, hahooo. Dilê min peritî yaw.».
Kêfa bavê min pirr pê hat.
Di nav axaftinê da carekê peyva «civat» bi kar haniya.
Welleh u billeh min qet nedizaniya ku ev peyv li ba me źî tê bi kar hanîn.
Ez dibêźim, źiber ku ez di śeś saliya xwa da źi gund derketî bum u li dibistana herêmî (ya leśkerî!) mayî bum, min nekanî bu kurmanciya min geśtir bikim.
Her cara ku ez bi bavê xwa ra dipeyîvim, hiynî tiśtekî din dibim.
Bi saya van axaftinên me yên kurmancî bavê min ha ha pićekî din xwa kurmanc u kurd hîs dike.
Dibîne ku zmanê wî yê kal u bavan kurmancî ye, ew ne tirk e.
Źiber ku ev zmanê kurmancî yê ku di mêźiyê wî da ye, îspata her tiśtî ye, bixwaze źî nikane źi vê rastiyê bireve.
Loma źî zmanê di mêźiyê meriv da hêliya/neynika li ber ruyê her kesî ye, ti kes nikane źi rastiya wê hêliyê xelas bibe.
Dixwaze bila bavê min ‘be berxikino, bavê min, siyar hatiye u peya 
źî terre, ihi.

Mittwoch, 5. Dezember 2012

Ew Bi Kurmanciya PKKê Dipeyîve Yaw



Ez dixwazim hîro źî pićekî li ser mêvaniya me ya doh bisekinim.
Yanî mêvaniya min ya li Elmenye’yê.
Min gotî bu, źina brayê min źî hatî bu wir, ba xizmên źi malbata xwa.
Ya raśt em źî bi hev ra xizm in, lê bi serê xalê Tezo bibe ku ez nizanim ev xizmtiya me ćiton e.

Digel mêvaniya me, hemî kesên li wir źî mecbur mann ku carina bi kurdî źî bipeyîvin.
Źixwa baś dizanin ku ez ê ti carî bi zmanê tirkan nepeyîvim.
Tabî haya źina brayê min źi baayê feleka xayîn tune bu.
Tenê ćend caran hewl daa xwa ku bi min ra bi zmanê tirkên heram bipeyîve.
Min źî bi du-sê peyvên bi kurdî bersîva wê didaa.
Paśê digel xwarinê xwarzêya wê got Beghyanî bi tirkî nizane, divêt tu pê ra bi kurmancî bipeyîvî.
Ew ecêbmayî maa.
Got, «Wîîî, min źî digot bi tirkî dizane, loma źî min tenê bi tirkî pê ra deng kir.».
Paśê vegerriya ser min u got, «rast?».
Min got, «Ez zmanê tirkan nizanim. Tenê kurmancî dizanim.».
Ê tabî źina xizmê min yê ku ez bi xwa ra birî bum kete navê u got, «Na na, dizane, lê napeyîve. Bi me ra źî qet napeyîve.».
Îcar mêrê xwanga wê yê nêzîkî heftê salan kete dorê u got, «Emma ev bi kurmanciya me napeyîve, bi ya PKKê dipeyîve.».
Hella hellaaa, hîcar ev kurmanciya PKKê źî źi ku derket bavkê mino, waweylêêê.
Aha ev tiśt źî hate serê me, kurmanciya PKKê haaa.

Hindî ći dibe bila bibe, ku źina brayê min heta deh roźan hate vir, ez ê îmana wê bikim teneke.
Ez ê źê ra qedexe bikim ku bi zmanê tirkên qewad zarokê xwa yê delalok bike tirkekî saxlem.
Divêt bi kurdî pê ra bipeyîve, yanî bi merema wan bila bi kurmanciya PKKê pê ra bipeyîve u xelas welleh.

Źi Berî Bi Salan Ez Bume Apo, Lê Haya Min Źê Nîn E




Li vir hewa bi têra xwa sar e. Berf źî dibare.
Heta sifirê daket.
Di van roźên dawiyê da min hew kaniya bi pîskîlêtê herrim kar.
Di vê navberê da tiśtekî esasî li ba min ćênebu.

Surprîzeke ecêb vê hêvarê ćêbu.
Xizmekî min li vir hee ye.
Em hevdu pirr kêm dibînin.
Hîro wî denggośî/têlefonî min kir.
Got, «Yaw va ye buka me Saniye hatiye ba xalê me Niyazî, me got em vê hêvarê carekê b‘ wir da herrin, ziyaretekê bikin u dîsan vebigerrin. Tabî me got źi te źî bipirsin, dibe ku daxwaza te źî hee ‘be.».
Ez pićekî śaśomaśo bum.
Min got, «Cîgerim buka me kî ye, Saniye kî ye bi xwadê dikî?».
Got, «Hahooo, buka me źî nas nake. Ê ma ew bu? Yaw tu źina brayê xwa źî nas nakî babam, waweylêêê?».
Herê welleh, ez źina brayê xwa źî nas nakim, bi sond u peyman ku nas nakim.
Nedîtiye źî.
Di vê navberê da du zarokên wan źî bunne; lawek u kećikek.
Yanî ez źi nu va bume apo, lê haya min źi feleka xayîn nebuye.
Brayê min źi min qendî pênc salan mezintir e.
Min brayê xwa berî ćardeh salan carekê li Elmenye’yê, źiber mêvantiya brayê me yê źi me herduyan mezintir, li mala xwanga me dîtî bu u ewqas.
Źi piśtî ku ez źi welêt derketim, ew źî derketî bu u ćuyî bu Frense’yê.
Yanî di nav van 24 salên dawiyê da min ew tenê carekê dîtî bu.
Têkiliya me ya bi denggośê źî hema hema qet nebuyî bu.
Berê bi źineke frens ra zewicî bu.
Bi hev ra du zarok ćêkirî bunn. Paśê źi hevdu veqetî bunn.
Ev xizmê min bi źin u zavayê xwa hatinn mala min, ez źî girtim u em derketinn ser rê.
Em ê bićunna Elmenyê. Ne źi vir dur e. Qendî seetekê dikiśîne.
Em ćunn.
Gava em ketinn hundir, min lawikê brayê xwa yê sê salî dît.
Tabî min ew qet nas nedikir.
Lo bavkê mino ew hilo li ciyê xwa sekinî bu u l‘ min mêze dikir.
Qey te digot ez nas dikirim (dibe ku l’ bavê xwa śibandî ‘be).
Min yekcar destên xwa berbi wî va drêź kirinn u bi kurdî got, «were were, wereee!».
Hema biśiriya u berbi min va beziya u xwa havite himbêza min.
Qet xerîbî nekiśand.
Em du seetan li wir mann. Hertim dihate ba min, xwa tavête himbêza min, di paśila min da rudiniśt, dixwast tiśtina bibêźe. Lê hîn nikar bipeyîve.
Ći derewan bikim, min mêze kir ku di dilê min da hîseke ecêb ćêdibe, tiśtê ku min qet hîs nekirî bu.
Mîna ku perćeyek źi min bibe, min ewqas nêzîkî di nav me da hîs dikir.
Sufetê wî źî l‘ ya bavê xwa diśibe.
Navekî bi zmanê tirkên qewad l‘ lawik kiriye brayê min yê tirśikćî u taśeron: «Îlkcan». Navê kećika ku nu ćêbuye źî kiriye «Destan». Kećik radiket, min nekanî bibînim.
Zavayê xizmê min dît ku ha ez bi navê lawik pirr aciz im, got were em bikin «Reśo» u xelas.
Êh, kêfa min pê hat. Min źî heta ku hatim tenê «Reśo» got.
Ya raśt hîn źî źi serê min qet derneketiye.
Ewê heta deh roźan werin wir źî. Paśê źî ewê brayê min źi Frense’yê źibo serê salê were Elmenye’yê.
Dibe ku em careke din hevdu bibînin.
Navbera me qet ne baś bu.
Di raśtiyê da, min tiśtek nekiriye. Di zaroktiya min da pirr zilm l‘ min dikir.
Źiber ći bu nizanim, lê kêfa wî zêde b’ min nedihat. Ez dibêźim dibe ku bavê min u yên din di zaroktiya me da ez źi wî zêdetir hez kirî bibim (tabî nayê bîra min, millet źi min ra digot. Ya raśt min bavê xwa di źiyana xwa da pirr kêm dîtiye. Gava źi hepsê reviya bu, bi dizzî li Stembol'ê diźiya, ez carinan dićum ziyareta wî, ew źî di du heftan da carekê, źi berî ku ez derbikevim Ewrupê). Hertim li hemberî min bi hêrs, kîn tevdigerriya. Tevî ku dilê min b’ wî pirr diśewitiya źî.
Hindek dîmenên wî di mêźiyê min da hee ne ku, min kelegîrî dikin gava tên bîra min.
Di wê salê da mala me tevda xerab buyî bu.
Bavê min ketî ku hepsê, diya min gava źi daristanê źibo zivistanê hêzik taniya malê, źi girekî bilind ketî bu, di nav avê da heta sibeha roźa din źi xwa ćuyî mayî bu. Hêla wê ya ćepê di nav avê da cemîdî bu. Paśê źî ev hêl felc maa.
Hingê brayê me yê mezin bîst salî bu u li navćeyê źi berî mehekê dest bi karê xwa yê texnisyeniyê kirî bu li daîreya zîreetê.
Wî hat mal bar kir u em birinn navćeya me Refahiye'yê.
Li navćê hema hema qet kurmanc tune bunn. Tevda źî tirkên niźatperet u fanatîkên dîndar bunn.
Pirr zilm l' min u brayê min kirinn. Piśtî demekê brayê min bu hevalê wan zarokên tirk, bi hev ra her xerabî dikirinn.
Lê ez tenê roźekê źî nebuyî bum hevalê wan. Hertim hêriś tanîn ser min.
Min xwa feleket diparast, îmana wan dikir teneke. Tu carî yek bi yek nedihatinn ser min, pirr ditirsiyan, tevî ku min mezintir źî bunn; loma źî bi komên mezin hêrishên xwa dikirin. Bernadidann ku ez solan boyax bikim u pereyan berhev bikim.
Ew źibo min u ez źî zhibo wan buyî bunn kelem di ćavên hevdu da heta ku ez źi piśtî salekê ćuyî bum dibistana herêmî ya li Kemah'ê.

Wê demê, yanî di dema zaroktiya me da, roźekê yekî qewad li ba kar bi xapandinê serê brayê min b’ ser utiya komirê da dayî bu xwar kirin u paśê źî agir b’ komir xistî bu. Ruyê brayê min śewitî bu. Hîn źî hêlek ruyê wî weha śewitiye.

Gava ez śeś salî bum u wî roźekê bê heqqiyek li min kirî bu, min bi hêrs ew tanda bu u serê wî l’ kućeya keryolê xistî bu. Wî dest bi gîriyê kirî bu. Ew ruyê wî yê bi xem u hêś hîn źî hilo tip u teze di bîra min da maye.
Hîn źî pirr li ber xwa dikevim, carina xwa bi xwa ra dibêźim, xwazika bila destê min biśkiya u min ew nekira.
Ez źi zilmê nefret dikim.

Mittwoch, 21. November 2012

Bi Her Hawî Redda Zmanên Diźminan Heebe-Nebeyek E!


Bi xwadê di van roźên dawiyê da hewa sartir bu.
Heta sifirê daket.
Lê hîn źî berf u śilî/baran di nav baźêr da xuya nake.
Hindî hêvar źî zu tên.
Loma źî li der sport kirin ne hêsan e.
Li ciyê fîtnesê źî li hundir pirr germ dibe, bi taybetî źî gava meriv li ser makînê dibeze, pirr feleket xwî dide.
Êh, wekî din źî care nî ye.


Źi zu va ye ku min behsa hevaltiyên xwa yên di Facebook’ê da nekir.
Ya raśt źi bîr dikim.
Helbet di vê navberê da gelek kes bunn heval u gelek źî ćunn.
Her ćendî di destpêkê da wekî kurdên bi esl u fesl mista xwa li ser masê xistinn źî, źi pîśtî ćend seetan yan źî roźan her tiśt źi bîr kirinn u bunn wekî qewad u qehpikên tirkan.
Tirkan kîmyeya kurdan źi binî va xerab kirinne.
Tabî haya kurdan źi rewśa xwa tun e.
Qey dibêźin bi ćend hevokên zirt u virt yên siyasî ewê xwa wekî mêrxasên bê emsal bifirośin.
Haya kurdan źê nî ye ku «serpêhatî»yên meriv yên ku wekî «bîranîn» di mêźiyê meriv da hatinne tomar kirin, śexsiyeta meriv dihafirînin.
Li vir helbet «zman»ê ku digel van «serpêhatî» u «bîranîn»an hatiye u tê bi kar hanîn, rola herî esasî u sereke dilîze.
Loma źî divêt kurd ti carî «hêś, xemgînî, śayî, nefret, tirs ...»ên xwa bi zmanê wan qewadan neyînin zmên.
Ev mirina kurdan e.
Ev di navbera zmanê tirkên qewad u kurdan da hêzeke hîssî ya źi hesin mîlyon carî bi hêztir dihafirîne.
Bêguman îmkana meriv ya ku hêsin biguherîne, hee ye, lê ya ku «serpêhatî» u «bîranîn»an biguherîne, tun e.

Źiber vê yekê ye ku, bi temamî «redda zman»ê tirkan u tiśtên bi tirkan va girêdayî heebe-nebe ye.

Vê havînê li ser hêsabeke Facebook’ê ya bi zaraveya zazakî/kirdkî va girêdayî camêran nivîseke Murat Ciwan ya bi zmanê tirkan belav kirî bunn.
Helbet ez pirr hêrs ketim.
Tabî camêran ez nas dikirim, carinan źibo zmên pirs źî źi min dikirin, nivîsên min yên bi zmên va girêdayî belav dikirin.
Źi piśtî ku bi tirkiya qewad nivîs belav kirinn, min źî rabu ev śîroveya xwa kir u źi komê derketim:

««Hîcar ev ći zmanê tirkên qewad e anam babam?

Ma hun źî dixwazin zmanê kurdî yê ku bi zmanê tirkî hatiye u tê kuśtin, dîsan bi zmanê wan tirkên qewad xelas bikin śekirino?
Źixa Murad'ê me hîn źî hiyn nebuye ku zmanê kurdî ći ye u ćawan e?
Bi leqleqa vala emrê xwa li Ewrupê herimandinn, lê nekaniyan du zmannasên zmanê kurdî derxînin.
Źiber ku we wekî ZAZAKÎ zmanê tirkên qewad bi belavkirina vê gotara beredayî di nav xelkê kurd da "meśru" kiriye, ez źi vê koma zman-tirkćî derdikevim.
Bimînin di nav xwaśiya zmanê tirkên tecawizcî da!»».

Sonntag, 18. November 2012

Grêvên Birćîbunê U Binketina Me Kurdan


Roźên dawiyê bi aramî derbaz bunn.
Li der hewayeke maqul hee ye.
Tevî ku hewa maqul e źî min dawiya vê heftê hêć sport nekir.

Rewśa grêva birćîbunê bellî bu.
Dawiya dawîn hate qedandin.
Lê vê carê źî hemî zehmetî u qurbaniyên dayî vik u vala ćunn.
Me źi tirkên qewad nekaniya mafê miśkekî xwa źî bistînin.
Ya raśt źi piśtî siyasetmedarên kurd li der dest bi grêvê kirinn, źibo min mesele bi temamî safî bubu.
Yanî ewê grêv di demeke kurt da bihata bi dawî kirin.
Źixwa tirkan di televîziyonên xwa da mizgîniya vê didann.
Źi berî ku ez nivîsa xwa ya di Facebook’ê da li vir bidim, ez dixwazim vê yekê bibêźim, siyaseta kurdan ev bi salan e ku di bin destê MÎTa tirkan da tê îdare kirin. Lê keć u xortên kurd źî di nav vê lîstikê da bunne qurbanên dev bi  xwîniyan.
Aha nivîsa min ya di Facebook’ê da berxikino:


««GRÊVA BIRĆÎBUNê qediya.

Bila li ser xêrê 'be.
Bêguman haya min źi danustandinên siyasî yên li paś deriyan tun e.
Ti heqqê min źî wekî însan tun e ku źi kesên di grêva birćîbunê da ra bibêźim hilo u hilo bikin.
Camêran 68 roźan bedenên xwa xistinn ćavên mirinê.
Di derbarê tenduristiya bedenên van kesên fedekar da belkî ewê paśê (ya rast źi sedî sed) pirsgirêkên mezin źî derbikevin.
Ez bi xwa ne źibo grêva birćîbunê me, ćiku ez naxwazim ku kurd bi destê xwa xwa bikuźin.
Lê carekê dest pê kirinn u źi min ra źî źi derî riya piśtgiriyê pê va ti tiśtekî din nemaye.
Drêź nekim...

Dawiya dawîn ti tiśtekî siyasî ya berbićav nehate dest xistin.
Careke din enerźî u êśa milletê kurd bu qurbana menîpulesiyonên tirkên qewad.
Cîgirê kErdogan, Bulent Arinć'ê bê bext hîn du roź źi berî qedandina grêvan dizaniya ku ewê grêv biqedin!
Ćawan u ćima?!
Kurd nikarin xwa hertim bi teehudên vala u xapînok bikin qurban.
Bêśik tevgerrên kurd ne źiber kar u fedekariyê, bilakîs źiber tênegêśtina fêlbaziya siyasetê handa dikin.
Źixwa BDP di guhê gê da radikeve, źi derî ćend qîźźewîźźên zirzop u vala nikare tiśtekî bike.
BDP di nav siyaseta kurdan da buye wekî fîleke mirî.

Bi xwadê ewqas zehmetî źibo ći bu, źibo kê bu?!

Źibo milletê kurd tevgerreke "bi kurdî, mîllî u zana" lazim e.
Ev tevgerrên ku źi salên 1950an u bi vir da di himbêza kemalîzmê da hafirînne u mezin bunne, nikarin êdî tiśtekî bikin.
Dema wan źi zu va derbaz buye.
Tunekirina wan źî wezîfeya civakê ye.
...»».

Sonntag, 11. November 2012

Bi Vê Siyasetê Em Ê Qirra Xwa B’înin!



Di van roźên dawiyê da tiśtekî girîng di źiyana min da ćênebu.
Hewa li vir heta 5-10 pileyan daket.
Vê gavê carinan śilî/baran dibare.

Hîro cara yekem źi piśtî śeś mehan dîsan bi bavê xwa ra di denggośkê/telefonê da peyîviyam. Aniha dîsan źi gund vegerriyaye Erzingan’ê.
Źi min dawa hevdîtina me dike, pirr li ber xwa dikeve, gazinan dike.
Lê ez źî nikanim tiśtekî bikim, tirkên qewad bunne kelem u ketinne ćavên me.

Bi sportê her tiśt normal dimeśe.
Min źi nu va bi rêk u pêk dest bi bedenhêziyê kir.
Lê hîn źî pićekî hêś di pîlê min ya raśt da hee ye. Di van roźên dawiyê da gelekî kêm bu.
Ê helbet hêśên mayî ewê hîn ćiqas b’aźon ez nizanim.
Vê gavê haźotina pîskîlêtê ne mimkin e. Divêt śilî u berf nebe.

Di warê siyasetê da grêvên birćîbunê hîro roźa xwa ya 61. temam dikin.
Lê tirkên heram hîn źî kêfa xwa xerab nakin.
Dibêźin śow e, blof e.
Ez nizanim źi kengê va ye ku meriv źibo mafên xwa yên herî esasî blof u śowê dike.
Digel protestoyan hîn źî kurdên me bi plakatên bi zmanê tirkên pînc xelkê kurd asîmîle dikin.
Ći îroniyeke rezîl e!
Li hêlekê girtiyên me źibo azadiya zmanê kal u bavan ketinne grêva bićîbunê, ha va ye hatinne  ber mirinê, li hêlekê źî kurdên li der bi zmanê tirkên segbav dikin qîźźewîźź.
Ya raśt haya kurdan źi xwa tun e.
Haya kurdan źê nî ye ku ka źibo ći dimirin.
Heger kurdan di hemî tevgerrên xwa da rengên kurdbunê derbixistinna pêś, ewê di nav hefteyekê da śoreśeke mezin ćêbikirinna.
Bêguman di vir da sefeleta siyaseta partiyên kurdan u siyasetmedarên kurdan rola esasî dilîze.
Li welêt ći źehr u ziqqim in, li vir źî eynî rezîl in.
Camêr ne dikanin bi śiklekî mentiqî mafên xwa bixwazin, ne źî dest źi qîźźewîźźa xwa berbidin.
Meriv bi mîlyonan śikil u śimalan bê ziyan dikane bigêźe gelek tiśtan.
Lê yên me bunne qeśmerên xelkê, wekî dizz u ćeqelan, bêkar u kêmaqilan li ser kolanan efetiyê dikin.
Bawer bikin ku li ti derê cîhanê ti kesê ku me cîddî bigire tun e.
Siyaseta me daketiye asta kesên ku di civatê da deźenere bunne, di nav civatê da ciyekî qasî pênc quruśan źî śun źibo xwa ćênekirinne...
Bila xwadê bibe hariyarê milletê me yê belengaz, berxikino.
Qet nebe bila haya we źi we hee ’be.