Min dîsan demeke drêź tiśtek belav nekir.
Yanî tembeliya min e.
Lê min doh di Facebook’ê da ev nivîsa xwa ya li źêr li ser qetlîema li Parîs’ê belav kir.
Ez dixwazim wê nivîsa xwa ya doh her weha li vir źî belav bikim.
Aha ew nivîsa min bi xwa ev e kezebino:
«Nefel.com» U Qewadî U Zinêkariya Bê Boyax!
Li ser qetlîema li Parîs'ê źi herkesî dengek derdikeve.
Tiśtekî pirr normel e źî helbet.
Heta ku ew berpirsiyarên qewad nehatinne peyda kirin, ewê di vê pirrdengîniyê da źî ti guhartin nebe.
Dikare tam hezar u yek sebeb u îhtîmal hee 'bin.
Dibe ku haya PKKê źi qewadên ku ev qetlîem kirinne kêm-zêde hee ‘be, yanî dikare wan bê namusan texmîn bike, ka ew kî ne.
Lêêê ...
Nućeya "nefel.com"ê źi hemî sînorên roźnamegeriyê u mentixa însanî "reviyaye".
Źixwa ne roźnameger in źî.
Heger ez śaś nebim, ev necamêr ti kesî źî di ser xwa ra nabînin.
Tiśtê ku li cem kesên din ha ha bi hezar u yek rezîliyan rexne dikin, źi xwa ra kirinne prensîba sereke ya źiyînê.
Mesele u derdê camêran ći ye, ez bi xwa nizanim. Dibe ku meseleyên śexsî hee ‘bin. Lê ez bi xwa qet tiśtekî nizanim.
Tiśtê ku ez dibînim, di nav meseleyên siyasî da nêzîkbuneke van taśeronan ya nexwaśokî ye.
Ez wekî śexs heta hetayê źî mafê rexnekirinê diparêzim, dixwaze bila di nav da heqeret źî hee 'bin, źibo min ne mesele ye. Lê divêt ew rexne qet nebe li ser esaseke konkret were ava kirin.
Tiśtê ku "nefel.com" u generalên wê dikin, rasterast havitina pîsiyê ye.
Mîna ku necamêran têleskopa xwadê l’ ćavên xwa kirî ’bin u her tiśt dîtî ’bin, her tiśt girtî ‘bin ser kamereyê, rexneyên ewqas fentezîk u qewad dikin ku, nayê gotin.
Mesela meriv dibêźe qey PKKê ev qetlîema bê bav bi xwa orxenîze kiriye u dawiya dawîn źî bi plan pêkhaniye, u helbet aźanên nefel.com’ê źî her tiśt yek bi yek qeyd kirinne ...
Mesela daxwaza ku li benda vegotina PKKê ya li ser buyerê bisekinin źî tun e.
Hîn 12 seet źî di ser buyerê ra derbaz nebunne yanî.
Ev ći texnîk e di destê we da lawo, hahooo.
Hema hun bibêźin hîn haya xwadê źî źi vê qetlîema bê namus tun e.
Di sernavê nućeya xwa da dibêźin: "PKK li hev ket – sê źinên hevalên xwe kuśtin".
Yanî " - sê źinên hevalên xwa ..." haaa!
Ma PKK partiya "mêran" e?!
Yanî ev "nezanîna rêzmana kurdî" ye yan tiśtekî din e?!
Dibe ku ev nezanîn źî bibe helbet.
Qet nebe bibêźin "... sê hevalên xwa yên źin kuśtin" yaw.
Ez bi xwa rexneyên pirr tuź l’ hemî partiyên kurd u ferdên kurd dikim, l’ dê u bavê xwa, l’ xwang u brayên xwa dikim, lê bêguman mebesta min baśiya wan e, pêśketina wan e, serketina wan e.
Ma ewê bi binketina wan ći bikeve destê min heyranino, ći?
Yên ku dixwazin bila herrin nav vê malperê u wê nućeyê bxwînin.
Bi serê kê dibe bila bibe, ev malper rasterast malpereke "qewad u taśeronan" e.
Di nav da ćend psîkopatên ruhî kom bunne u nizanin ku kîn u nefreta xwa bi ći hawî vebireśin.
Bêguman karê psîkopatan źî meriv dikare texmîn bike.
Nuće:
http://nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=1&ArticleNr=7335#.UO_8km9ECL4
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen