Mittwoch, 19. April 2017

„Toxtor Xanim, Ez Kesekî Nîv Mirî Me Bê Zmanê Xwa“



Ez di wextê xwa da gêśtim klînîkê.
Di demoźk / seet 15an da randevuyeke min hee’ bu. Min ê źibo kurdekî ku bi kurdî dipeyîviya, wergêrr bikara.
Maleke kurd ya li gundekî Erzingan'ê.
Ez di deriyê klînîkê ra ketim hundur. Źiber ku min klînik baś nas dikir, gava ez di ber sekreteriyê ra derbaz bum, min silavek daa wan u ćum li odeya rawestinê li ser kursiyekê runiśtim. Odeyeke pićuk bu. Li hêlekê, li ber dîwêr makîneya otomat ya vexwarinan u li hêleke din źî, di kućeyekê da makîneya qehwê hee’ bu. Tevî ku ez zêde qehwê venaxwim źî vê carê min qehweyeke bi śîr u śekir ćêkir u ćum li śuna xwa runiśtim.
Kêm-zêde hîn deqqeyek wext hee’ bu.
Źi derî min ćend kesên din źî li wir runiśtî bun.
Herkes bêdeng li śuna xwa rudiniśt. Herhal ew źî wekî min li benda dema randevuya xwa bun. Herkes di destên xwa da bi tiśtekî ra bilî dibu.
Min qehweya xwa vexwar, furt bi furt. Li benda xanima terapîst mam.

Źi piśtî ćend deqqan terapist hat. Ez, nexwaś u terapîst bi hev ra derketin źor, ćun odeya wê ya tedaviyê.
Em li ser kursiyên xwa yên ku di teśeya sêgośeyî da hatî bun daynîn u bi qasî du mêtroyan źi hevdu dur bun, runiśtin.

Gotinê bi xêr hatinê dest pê kir źi berî miźarên din.
Paśê xwa li hevdu dan nas kirin. Źi piśtî ku axaftina formalî bi dawî bu, terapîstê gotin haniya ser zaroktiya wî.
Wî zêde xwa negirt, di cî da berê xwa daa bîranînên xwa. Destên wî li hewayê xwa l’ ba dikirin, rîtmeke dîtbar dida gotinên wî.
„Di zaroktiya min da gava min dest bi dibistanê kir, ez pir bi kelecan bum, toxtor xanim. Ez ê hînî tiśtên nuh bibuma. Min ê bi hevalên xwa yên li dibistanê ra tiśtên nuh ćêbikira ... Lê źi piśtî mehekê ew kelecaniya di min da handa bu u ću. Her cara ku tiśtek b’ dilê mamosteyan nedibu, l’ me didan. Me zmanê wan hîć fam nedikir. Heta ku ez bi zmanê wan hînî peyva «paśnav» bum, bi mehan wext derbaz bu. Źixwa min nedizaniya peyva «paśnav» ći ye, ćima hee ye …», got u bala xwa daa ser nîgen xwa. Bê deng maa. Ruyê wî sor bu. Her du destên xwa li ser piyên xwa daniya ser hevdu. Nefesa xwa kur-kur digirt u berdida. Hustiyê wî źi bin va xwar buyî bu. Her du milên wî berbi pêś va daketî bun. Carina bi herdu destên xwa yên li ser piyên xwa mantoya xwa ya ku li ser źuniyên wî bu, pêdigirt, diguvaśt, di teśeyeke serrast kirî da dîsan li ser ćokên xwa śun dikir.
- Bi kerema xwa hun dikarin hestên we yên ku vê gavê di we da derketine źi min ra bibêźin?
- Ez nizanim ku ći bibêźim, doxtor xanim. Hestên min tevlihev in, nikarim baś tarîf bikim.
- Bala xwa bidin hundurê xwa. Ći cure guhertin aniha vê gavê di we da xwa didin der?
- Heta ku ez hînî zmanê tirkî bibim pênc-śeś sal di ser ra derbaz bun. Dê u bavê min źî bi tirkî nedizaniyan ku hariyariyê bidin min. Tevî ku min hîć nedixwast bićim dibistanê źî, źi piśtî salên dur u drêź rewś guheriya. Gava ez bi têra xwa hînî tirkî bum, hindî min dest bi planên xwa yên pêśeroźê kir. Lê di planên min da ciyê zmanê min tune bu. Sîstem li ser zmanê tirkî hatî bu ava kirin. Sîstem bi zmanê tirkî hatî bu ava kirin. Loma źî hemî plan u hêsabên min yên pêśeroźê bi zmanê tirkî bun. Ez u zmanê min, me dayî bu xatirê hevdu. Me li ber xwa daa. Lê berxwadana me źî di destê me da maa. Dema em gavakê b’ pêś da dihatin, du-sê-ćar gavan źî b’ paś da dićun ...
- Helbet ez hêśa di we da fam dikim, u dibînim. Lê gava hun l’ wan roźan difikirin, di śexsê we da ći hest derdikevin źor u we têśînin?
- Toxtor xanim, hun źî dibînin herhal ez hîro di ći halî da me. Min, me bi zmanê tirkî li ber xwa daa. Divêt ez vê rastiyê źî bibêźim, me xizmeta zmanê tirkan kir. Źixwa tiśtê ku wan źi me dixwast źî ew bu. Tiśtê ku di destê me da bu, ew źî źi destê me ću. Gava ez bi tiśtê ćuyî hessiyam, ez źi binî va hilweśiyam. Min dît ku ez ê careke din nekarim zmanê min yê ćuyî b’ śun da b’înim. Tevî ku ez bi kurdî dizanim u dipeyîvim źî, lê zehmetiyeke bê sînor dikiśînim …
- Ćima? Ma źiber bîranînên xwa hun vê zehmetiyê dikiśînin?
- Na, toxtor xanim, na. Źiber zmanê xwa. Zmanê min di min da nîv mirî ye, loma. Her cara ku ev tê bîra min, ez pê dihessim ku di min da kêmasiyeke mezin ćêkirine. Ez xwa nîvće hîss dikim. Nîviyê min, nîviyê me źi me girtine u birine ... Gava ew nîviyê me źi me girtin u birin, me neda duv nîviyê xwa. Me bi kelecaniyeke mezin berê xwa daa duv hestiyên ku wan havitî bun ber me. Me źiyana xwa bi kośtina / kotina hestiyên havitî derbaz kir. Her cara ku me gezek didayê, îdyoloźiya me l’ me śîrîntir dibu, em l’ îdyoloźiya xwa germtir dibun. Me xwa bi îdyoloźiyan têr dikir. Lê di raśtiyê da em bi îdyoloźiyan dihatin têr kirin. Bi salan me zikê xwa bi wan îdyoloźiyan têr kir. Lê di dawiya dawîn da me dît ku em hîn źî birćî ne.
- Ma ti tiśtê ku hun bikarin bikin tune bu, yan źî hîro tun e?
- Hee’ ’be ku ći dibe, toxtor xanim. Di van salên min da, di vî halî da … Hêdî ez bixwazim źî ez nikarim destê xwa źi wan îdyoloźiyan biśom. Zikê min, birćîtiya canê min l’ wan baniye carekê …
- Heger hun desturê bidin min, ez dixwazim pirseke din źi we bikim.
- Helbet toxtor xanim, źixwa ez źibo pirs u bersîvên we heta vira hatim.
- Ma we di wan dem u salan da hîć kabus didîtin?
- Min ê ćawan ew xewn u śev bê kabus derbaz bikirina ku, toxtor xanim, ćawan?
- Biborînin, mebesta min ne ew bu ku ez we b’êśînim. Ma ew kabus, hîć nebe naveroka wan kabusan hîro hîn źî tên bîra we?
- Nizanim, toxtor xanim. Hîć lê nefikiriyam. Ez hilo bawer dikim ku nayên bîra min. Lê ... Nizanim ...
- Lez nekin, carekê b’ śun da herrin wan roźan. Dibe ku ćend detayên pićućik werin bîra we.
- Xwezila bila bihatina, xwezila. Lê dikim u nakim, nayên bîra min. Divêt ez paśê pićekî li ser vê yekê bifikirim. Cara din …
- Helbet em dikarin cara din dubare li ser vê miźarê bisekinin. Źixwa wextê me hee ye.
- Ez dibêźim ew kabus hew tên bîra min. Lê hîro di nav kabusan da tiśtên pir sosret u fentezîk ćêdibin. Ez di nav kabusan da timî li duv tiśtina me, l’ tiśtina digerrim. Li ser riyên xwa ez mecburen bi hefrîtan ra dikevim nav śerrên giran heta ku di min da hêz namîne …
Gava ez di nav cilên xwa da źi xew u xewna xwa heśyar dibim, ez l’ nîv-mirî-buna xwa dihessim. Ez bi vê qehrê dimirim, toxtor xanim, dimirim.
Ez, yê nîv mirî ...
U zmanê min yê nîv mirî di nav canê min yê nîv-mirî da ...





Samstag, 1. April 2017

Xwadê, Rebeno U Pêxember



...

Rebeno:
Niyaza dawiyê bu di vê źînê da.
Min ê îcarê ev mala li vê beyarê li paś xwa bihiśta.
Ez ê bibuma rêwiyê serpêhatiyên di riyan da.
Min ê ćîrokeke bi serpêhatiyan bexś bikira.
Yê kirî bîr e, yê nekirî sond e.
Yê gotî baweriya di bîrê da ye, yê negotî bêdengiya di sondê da ye.
Meśa li pey bîra handabuyî talana ćîrokê ye.
Peyvên vêśartî yên di sonda bêdeng da banga nalên di berbangê da ne.
Nal bi deng ’be źî, rê xuya nabe.
Ezbenî, rêwiyê bê rê nikare źi kaniyan bibuhure.
...
Źi berî ku śêyîna hespan bibe peźn li kortalan, ez źi zîna bavo daketim.
Bild könnte enthalten: Berg, Himmel, Natur und im Freien
Mala xwadê ya li Kurdistan'a rengîn.
Ya star, li teniśta te me li ser pahniyan.
Ćavên min śil bike.
Źi kezeba reś tîh bume.
Yan ez ê tîhbuna xwa haś bikim bi ava źi kaniya teniśta te, yan źî ez ê pê zuwa bibim.
Ka źi guhên min ra niviśta demoźka (seeta) hezkirinê bixwîne.

Xwadê:
Her gîsin li ser herda xwa giran e.
Her gîsin di nav herda xwa da tuź e.
Her gîsin di eyara hezkirina xwa da śuvan li paś xwa dihêle.
Gîsina ku herda xwa kerî bi kerî dike, tê da źiyanê dićîne, ćiku źê hez dike.
Bêhna ku źi herdê difure, gîsina di nav axê da gêź dike.
Tovên ku di nav herdê da ćal dibin, bereketê źi herdê derdixînin.
Tovên ku di nav herdê da ćal dibin, bereketa źi ezmên ketî pêdigirin.
Kêzik di nav vê bihiśtê da ćêdibin, daku źiyanê dabigirin.
Kêzik di nav vê bihiśtê da ćêdibin, źibo ku dîsan li pey źiyanê bimirin.
Yên ku źi vê herdê dixwin, domdar dibin.
Yên ku źê dimînin, talan dibin.

...





Dengbêź Ezîz’ê Simê: "Źibo Śengal’ê"






Samstag, 25. März 2017

Rooźê Berê Xwa Daa Newroz’ê



Bi gotina xwadê ’be, di destpêkê da ronayî hee’ buye.
Lê heger bi peyva pîrika min ’be, xwadê xwa źi vê ronayiyê ćêkiriye.
Źi piśtî ku ezman l’ hewê ketiye, li źêr źî herdê xwa drêź kiriye, daku berf u barana ketî di nav herdê da źiyanê bihafirînin.
Newroz'a li Akre'yê, 2017.
Paśê berf u baranan konên xwa vedane li ser herdê.
Gava ronayî gêhiśtiye ser herdê, berf u baranên cemidî germ kiriye.
Herd śil buye.
Di nav herdê da bêhna źiyanê herd ducanî kiriye.
Rooźê tam bîst u yek roźan źiyana di nav herdê da ramusiye.
U di roźa 21ê adarê da źiyan bi ax, agir, av u hewayê źi nav herdê derketiye.
Paśê ew źiyan li bin herdê, li ser herdê, u li bin ezmên belav buye.
Li ciyên ku rooźê lê nedaye, tarî serketiye.
Li ciyên ku rooźê lê nedaye, źiyan reś buye.
Li ciyên ku rooźê lê daye, ronayî serketiye.
Li ciyên ku rooźê lê daye, źiyan źê furiye.

Źi piśtî ku rooźê roź ramusiye di berbangê da, heger bi gotina pîrika min be, źê Newroz biśkiviye.




Samstag, 18. März 2017

Hespên Xwadê Bi Bez In



Heger bi gotina xwadê ’be, dibêźe hespên xwadê bi lez in.
Ne ku em ćavnebariyê lê dikin, bila źî wer ’be.
Lê mixabin ne wer e. Ćiku hespên kurd źi yên xwadê bi leztir in.
Berê xwa bidin ćîrokên destpêkê, hun ê pê gêź bibin.

Bild könnte enthalten: Himmel, im Freien und Natur
Gola Ćildir’ê li bakurê Kurdistan’ê.
Berê xwa bidin dendikên daran u tovên nebatan, hun ê tê da destpêka ćîrokên wan bibînin. Ćavên xwa bi hêśîniya dar u nebatan reś nekin, ewê dilê we pê kor ’be.
Li ber xwa nekevin, ćîroka we źî di nav we da veśartî ye.
Loma źî li pey rastiya ćîroka xwa nekevin, hun ê ćem bi ćem pê ra herrin.
Dilopên źi kaniya xwadê źî nikarin pośmaniya we biśon u we dîsan bixin nav ćîrokê.
Meriv yan di nav ćîrokê da hee ye yan źî tun e.
Meriv ne dikare źi ćîrokê derbikeve u ne źî dikare bikevê.

Li pey hespên xwa bikevin, hun ê źi lêvikên źiyanê ramusanên riźandî lê bar bikin.
Źi hespên xwa ti carî peya nebin, hun ê bibin śîv li beyaran.
Biće źî bisekine źî hespê rewan hertim rewan e.
U hespê rewan xwadiyê xwa nas dike.




Donnerstag, 16. März 2017

Di Zmanê Pehlevî Da Peyva "Kurd"



Di dema xwa ya destpêkê da haya min źi ćîroka me tune bu.
Ez tenê pêhessiya bum ku di vê ćîrokê da tiśtên nedîtî hee’ bun.
Paśê ez ketim duv. Źixwa xewna min di serê min da carekê ćêbu’bu. Tiśtê li paś mayî tenê pê ra ćuyîn bu.
U ez derketim ser riya xwa, u ez meśiyam, heta ku min di nav xewna xwa da xwa handa kir ...
Ez daketim nav ćîroka zmanê kalikên xwa.
Min dît ku kurdbuna kurdan ćendîn xwa di nav zmanê kurdî da veśartiye ...
Vê gavê ez ê bîra min ya raketî źi xewa xwa ya śekirkî heśyar nekim, źixwa ewê roźekê bi xwa heśyar bibe.
-
Ez werim ser miźara me, yanî werim ser peyva me “kurd”.
Împeretoriya medan
Di nivîsên bi zmanê pehlevî da gelek caran derbaz dibe.
Ev teksta li źêr bi zmanê pehlevî ye, źi pirtuka bi navê "Kârnâmag" hatiye girtin.
Pirtuk bi xwa teqebulî li dor 500 salên źi piśtî mîladê dike.
Di vê pirtukê da li gelek ciyan peyva "kurd" źibo kurdan tê bi kar hanîn (dikare wekî „kurt“ źî were xwandin.  Źixwa teśeya xwa ya kevin „kurt“ e).

Helbet min źi berî bi salan dil dikir ku ez vê pirtukê dîrekt źi zmanê pehlevî werbigerrînim kurdî, lê mixabin nebu qismet.
Kesên ku bi kurdî dizanin ewê kêm-zêde teksta bi pehlevî źî fam bikin.
Ev źî nîśan dide ku zmanê kurdî ćendîn kevin u dewlemend e, di nav hezaran salan ra źî l' bin neketiye, li ber xwa daye ...

Bi hêviya ku ewê kurd dev źi karên vik u vala berbidin u serê xwa pićekî bi zanîn u zanistiyê b'êśînin ...

Teksta bi zmanê pehlevî:

KÂRNÂMAG, Perexref 6:

... ud sāsān šubān ī pābag būd, ud hamwār abāg gōspandān būd, ud az tōhmag ī dārā ī dārāyān būd, ud andar dušxwadāyīh ī alaksandar *niyāgān ō wirēg ud nihān-rawišnīh ēstād, ud abāg kurdān šubānān raft.
...

Wergêrr:
„...
U Sâsân śivanê Pâbag bu, u hertim bi pezê pićuk ra bu, u źi toximê Dârây'ê Dârây'an bu, u di bin desthilatdariya xerab ya Îskender da nefî u nepenî bu'bu, u bi tevî śivanên kurdan reviya bu.
...“.

Źi bîr nekin, dubare bi xêra „śivanên kurd“ navê me di nav dîrokê da hatiye tomar kirin.
Loma źî qîmeta „śivanên kurd“ bizanin, yên ku heebuna me li ser piyan dihêlin, ew źî „śivanên kurd“ in.


Elfebeya zmanê pehlevî:


Elfebeya zmanê pehlevî yeke herî zor e, herfek dikare bo heta deh dengan were bi kar hanîn.
Loma źî zmannas hîć dil nakin ku bi tekstên elfebeya zmanê pehlevî serê xwa bidin teqandin.





Samstag, 4. März 2017

Kevirên Di Guhên Kurdan Da Nerm In



Tiśtên radîkal yên ne di dema xwa da hertim ziyanê didin źiyanê.
Mîna di nav sruśtê/xwezayê da, dîsan di nav źiyanê da źî meriv nikare źi nav dem u êvelusiyonê derbikeve, xwa b’avêźe der, pê l’ fitêzê bike, źê derbaz bibe u źi niśkê va rêvelusiyonê (śoreśê) bike.
Bila zengilên di guhên xalê me Albert Einstein da venelerizin. Tirsa sekinîna demê ewê di me da me bikuźe yabo.
Rêvelusiyona ku li pey êvelusiyona xwa ćênebuye, źixwa nikare źi yê berî xwa rewatir u ćêtir ’be.
Em berê xwa bidin sruśtê. Di nav sruśtê da ti nebat yan źî heywanê ku bikare bi kêfa xwa herre u were, tun e.

Ne tenê di nav sruśtê da, li bexćeya xwadê źî eynî lîstik derbaz dibin. Bila xalê me Charles Darwin b’ me negire. Hindî em źi darên xwa daketin źêr, me berê xwa daye ezmanan. Lê darên me li ser herdê man u ćun.
Ez dibêźim vegerra vê ćuyînê ewê wekî fenteziyeke haho bimîne di bîra me da.

Helbet divêt meriv ćêbuna demdrêźiya nebat u heywanan ya źi hevdu cihê/cuda śaś fam neke. Bike źî mesele hal nabe. Loma bila kes kîsa bavê xwa tal/vala neke.
Hevahengiya źiyanê ya daîmî xwa di me zindiyan da vêśartiye, bêyî ku haya me źê hee be. Lê bi dorê karê xwa l’ me dide kirin, źibo ku źiyan di gewriya me da zuwa nebe.

Em werin ser mînakeke biyo-êkoloźîk (źixwa min źî źi vê peyvikê tiśtek fam nekir)kućik bi zmanê xwa xwî didin. Bo li źiyanê mayîna kućikan ev zeruriyeteke heebe-nebe ye.
Helbet sebebên vê lotikê di ćêbuna destpêka kućikan da vêśartî ye.
Lê ew destpêk źî zi me pirr dur e, u bi têra xwa źî drêź e.
Bi dehan mîlyonan sal di ser ra gindir bune li paś me.
Zêde guh nedin rêvelusiyonên zirto-virto. Hun bi êvelusiyona xwa u ya brakên xwa yên li ser śaxên daran dikarin baśtir u xwaśtir zikê xwa têr bikin, źi kalikê kalikê xwa baśtir u xwaśtir fam bikin.
Rêvelusiyona ku li ser êvelusiyona xwa ćênebuye, źixwa yeke “puć” e.
Hun dikarin yeke “pîć” e źî bibêźin; tevî ku ti têkiliya herdu peyvan bi hevdu ra tun e źî.
Tiśt nabe, em ê pićekî bi peyvên zmanê xwa ra bilîzîn.

Îcarê ćima ev êvelusiyon u rêvelusiyon ... U du peyvên biyanî ...
Em vebigerrin ser kurdan.
Ez ći bikim, hindî peyvên kurdî di guhên kurdan yên kerr da deng venadin.
Heger di guhên kurdan da kortalek hee’ ’buya, min ê bikira qîźźewîźź, daku hîć nebe bila peźnek l’ kerrika kurdan biketa.
Carina dibêźim kevirên di guhên kurdan da nerm in, qîźźewîźźa min ya źi kezeba reś źî bi noś vedixwin.

Hun ći dibêźin, ma kurd serxwaśên mirî ne, yan miriyên serxwaś in?




Samstag, 25. Februar 2017

Zmanê Nećandî Zîl Nade



Tê zanîn, gava zarok aciz dibin, yan źî źi ber sebebekê dest bi gîriyê dikin, dê u bav, xwang u bra yan źî kesên din yên źi malbatê bi lez tiśtina didin ber zarokan.
Helbet źibo ku zarok negîrîn vê yekê dikin.
Mebest ew e ku bala pitik / zarok ya li ser gîriyê berbi hêleke din va bikiśînin, daku bila zarok sebebên gîriya xwa źi bîr bike.
Meriv di vê streteźî u taxtîkê da b’ ser dikeve yan źî nakeve, ew bi rewśa zarok va girêdayî ye.
Zarok bê ku pêbihesse, bi tiśtê nuh dayî yê berê źi bîr dike, bi kelecan u xwastekeke mezin bi tiśtê nuh ra miźul dibe, heta ku źê têr dibe.

Di vê dema modernok da bi zêdeyî zarokan datînên ber têlevîziyonan.
Hindî ev buye usuleke giśtî di nav civakan da, bi radî źî di nav civakên ku asta perwerdeyiyê gelekî li źêr da ye belav buye.
Zarok mîna ku bi miknatisê va bên kiśandin, bi hemî hestên xwa bi heśyarî bala xwa didin têlevîziyonê. Hew dikarin dest źê ber’din, heta ku mêźiyê wan di bin resim u naverokên wan bernameyan da difetise.
U di dawiyê da dubare dest bi gîriyê dikin.
Îcarê pirtukeke bi resiman xemilandî didin ber zarokan. Drêź n’aźoy, zarok dîsan dest bi gîriyê dikin.
Nebu, îcarê aleteke muzîkê didin ber zarokan ...
Yanî di esl u feslê xwa da tiśtê ku tê kirin „manîpulesiyon“ e, u zarok pê tên manîpule kirin.

Rewśa kurdan ya hîro źi ya zarokan cihêtir/cudatir nîn e.
Kurd di nav hemî zemînên źiyanê da hatine manîpule kirin, tên manîpule kirin.
Tirk, ereb u farsan hilo kirine ku kurd nikarin l’ ti tiśtekî din bifikirin, l’ xwa bihessin, l’ tunebun u tunekirina nirxên xwa yên bi hezran salan bihessin.
Tirk, ereb u fars di hemî miźaran da kurdan bi zanîn bi zmanê xwa bilî / miźul dikin; bi modeyê, bi hunerê, bi wêźeyê, bi muzîkê, bi śanoyê, bi siyasetê, bi paparaziyê, bi dîn, bi śerr, bi aśtiyê, bi rêklaman, bi fîlm u rêzefîlman u hwd.
Ćawaniya miźulkirina kurdan ne girîng e.
Lê ći dibe bila bibe, divêt kurd bi zmanê tirkî, erebî u farsî bi wan tiśtan ra miźul bibin, yanî werin miźul kirin.
Her cara ku kurd tecrubeyekê bi zmanê tirkî, erebî u farsî dikin, ewćendî źî ew kurd mêźiyê xwa b’ zmanê tirkî, farsî u erebî va girê didin; kurd bi destê xwa hefsara zmanê tirkî, erebî u farsî l’ hustiyê xwa dixin, źê ra dibin yarekî/e bê mêźî.
Tabî ćendî kurd vê yekê dikin, ewćendî źî zmanê xwa kurdî di mêźiyê xwa da rut dikin, hiśk dikin, u di dawiya dawîn da źî zmanê xwa dikuźin.
Kurdê/a ku noqî zmanê tirk, ereb u farsan buye u dibe, ewê careke din nekare źê derbikeve, ewê di nav da bifetise. Źiber ku ew keśtiyên zmanê kurdî yên di nav wan avan da tun in ku werin hawara kurdan, yanî ne ew dezgeh hee ne, ne źî ew dewleta kurdan hee ye.
Loma źî dibêźim, kurdo, kurdê, bi hemî hêza xwa noqî zeryayên zmanê xwa bibe, źibo ku tu di nav śepalên zmanê xwa yên asê da xwa handa / wenda nekî, źibo ku tu bi zmanê xwa biźî u bimirî.
Noqî ćem u śepalên zmanê xwa bibe, tu yê pê tuśî sînorên mala xwadê bibî.
Źi berî ku tu bimirî, divêt tu zmanê xwa di zarokên xwa da bićînî.
Źiber ku ti tov di bin herdê da namîne …
Li benda roźê dimîne, źibo ku źi nuh va zîl bide!

Zmanê nećandî zîl nade, źi bîr neke.





Sonntag, 19. Februar 2017

Li Amed’ê Qetilkirina Zmanê Kurdî!



Roźeke me tun e ku em hilo bê derd u xem bi dilekî serxwaś derbaz bikin.
Ne ku ez behsa śerab u bîreya tahl dikim.
Źixwa tiśtê tahl tahl e, ne źibo zmanê meriv yê śîrîn e.

Tê gotin ku li „paytext“a Kurdistan’ê, li Amed’ê, zmanê kurdî hindî di nav nivîna xwa ya mirinê da cankêśî buye  u nikare li śuna xwa bilive (vîdyo).
Hêk skeśtiye carekê ...
Tevî ku bi keda ćend śerrvan u dilsoźên zmanê kurdî, bi berxwadana ćend Donkîśot’ên źi kezeba reś carina dengek xwa vedide źî, bê peźn dimîne.
Bi saya van Donkîśot’an  em carina pê dihessin ku hînê/hîn źî tiśtekî wekî „zmanê kurdî“ hee ye.
Lê li hêla din sîstema ku bi zmanê tirkan di ber berźewendiyên zmanê tirkan ra hatiye ava kirin, wekî aśekî hefrîd roź bi roź zmanê kurdî dihêrrîne, dikuźe.
Rewś rewśeke pirr bi xembar e.
Xembar e, źiber ku kurd mirina zmanê xwa źi xwa ra nakin derd.
Sîstema tirkan ya li bakurê Kurdistan’ê bi tevî partiyên kurd rê nade ku xelkê kurd berê xwa bide zmanê xwa u xwa źi tunebunê xelas bike.
Tê gotin ku li Amed'ê di nav salekê da 40 hezar zarok ćêdibin.
Ćêbibin źî bê qîmet e. Di heman demê da tirk bi zmanê xwa tirkî dest datînin ser zarokên kurd u wan dikin tirk.
Haya zarokên kurd źi zmanê kurdî nabe. Gava dibihîzin źî źê nefret dikin, mîna ku pîsiyek ’be,  lê diźunan dikin.
Tabî rewś li temamê bakurê Kurdistan'ê eynî ye.
Partiyên kurdan, serokên kurdan, siyasetmedar u hemî dezgehên kurdan di mêźiyê xwa da b’ zmanê tirkî va hatine girê dayîn, di mêźiyê xwa da bi zmanê tirkî hatine śuśtin u hizir nakin ku bune perćeyeke herî esasî ya sîstema zmanê tirkî, hizir nakin ku bune perćeyeke herî esasî ya kuśtina zmanê kurdî.

Kurd dibêzin tirk rê nadin zmanê kurdî.
Fikir u tevgerên pînc yên ku
xelkê kurd rezîl u riswa kirine!
Kesê ku nizane ewê bibêźe yên ku bi kurdî dipeyîvin tirk in, ne kurd in. Loma źî kurd li benda tirkan e ku tirk dest bi axaftina „bi zmanê kurdî“ bikin!
Kurd źi halê xwa razî ne.
Hindî kurd dibêźin bila tirk bi zmanê kurdî bipeyîvin u em kurd źî bi zmanê tirkî.
Ti milletê ku di mêźiyê xwa da têkćuye, nikare wekî millet xwa îddîa bike.
Milletê ku nebuye niźatperestê neteweya xwa, nebuye zmanperestê  xwa, ćandperestê xwa, nizatperestê alaya xwa, niźatperestê siruda xwa u welatê xwa, divêt bila belahewa xwa ne’êśîne.
Źixwa hêdî ew miriyên zindî yên bi lanet in.





Dienstag, 14. Februar 2017

„Zmanê Śaś Meriv Śaś Dike, Dike Śaśo!“



„Demoźka (seeta) xwa eyar bikin!“, dibêźe di xewê da.
Bê hemdî em „ćima?“ dibêźin.
„Źibo ku dem źi we derbaz nebe u nerre!“, dibêźe.
Em hîn li ser rê ne u dawiya riya me źî hîć xuya nabe.
Tevî ku wextê me zêde nemaye źî, em dimeśin.
Hêviya ku em di wextê xwa da bigêźin ciyê xwa, nemaye.
Kusiyekî śîn li keviya riya me dimeśe. Gava li śuna xwa disekine, carina berê xwa dide me. L’ me mêze dike bi beloqî.
Deng źê dernakeve.
Li teniśta wî, li ser rê nivîseke sosret xuya dibe: „Dem guhêrbar e, diguhere!“
Em pićekî li ber xwa dikevin.
„Heger hilo ’be, hingê pêwistî bi lezê tune.“, dibêźin em.
Îcarê li ser riya me nivîseke din xuya dibe: „Lez neguhêrbar e, naguhere!“
Źi niśkê va li ser nivîsê qiźikek derdikeve holê.
Qiźik bi qiźînî, „Min di we kirino, ihi!“, dibêźe.
Em dest źi liberxwaketinê berdidin.
Em śaśo-maśo dibin di halê xwa da.
„Herhal kesek di serê me da bi me ra dilîze.“, dibêźin xwa bi xwa ra.
Kusiyê li kêleka rê źi me derbaz dibe.
Gava serê xwa berbi hêla me da ćerx dike, bi tinazî l’ me dikenne.
Kêrguha / kîvrośka li ser gira li pêś me him gizêrka xwa dixwe u him źî l me dinêhire u dike „nić nić“.
Li ber kêrguhê li ser girê penkertek vedibe: „Kuro, dema di demoźkê da xwa dubare nake!“.
Li paś kusiyê ku źi me buhurî bu, nivîseke din xuya dibe: „Zmanê śaś meriv śaś dike, dike śaśo!“
Îcarê li ser girê, li hindê kêrguhê penkerteke nuh vedibe:
„Kesên li pey zmanên śaś źixwa hertim digêźin ciyên śaś!“
...






Samstag, 11. Februar 2017

Zarokê Kurd Yê Bi Sandoqa Boyaxkirinê



Hîn demeke kin bu ku hatî bun navćeyê.
Hindî li navćeyê cî buyî bun di nav tirkan da.
Bazara li navćeya Refahiye'yê
Gava cara yekem bi brakê xwa va derkete ser kolanê, zarokên tirk li dor wan girtin.
Hemî źî źi dibistana li ba riya sereke ya hindê mala wan dihatin.
Źi halê wan bellî bu, niyeta wan zêde baś nebu.
Hatin li ba her du brayan sekiniyan, dora wan girtin.
Serokê koma zarokên tirk pićekî derkete pêś. Zêde gotina xwa drêź nekir u hate ser miźarê.

«Śêfê vê komê ez im, bila hun baś bizanin. Nebe nebe ku hun śaśiyeke bikin kuro! Ev hevalên min giraniya mistên min nas dikin ...» got.

Kekê wî, «Em nuh hatine, em tiśtekî nakin.» got.
«Heger hun nekin ewê baśtir ’be źibo we.»
«Źixwa em tenê li der digerrin.»
«Źi niha u pê va hun ê tenê bi destura min tiśtan bikin.»
...

Di roźên pêra da kêkê wî tev l’ wan bu. Roź bi roź ew bun hevalên hevdu.
Lê brakê wî yê pićuk dest bi boyaxćîtiyê kir. Tev l’ wan nebu.
Źibo boyaxkirina solan him li nav ćarśiyê digerriye u him źî diću qehwexaneyan.
Li navćeyê kêm malbatên kurmanc źî hee’ bun.
Bi zêdeyî diću qehwexaneya mala Ezîz ya źi gundê dayika wî Ciboyan. Tenê ew dikariya bićuya wê qehwexaneyê.
Źi piśtî demekê qehwexane buyî bu mala wî. Kurdên ku źi gundên derudora navćeyê dihatin, dićun wê qehwexaneyê.
Di roźên pêncśeman da bazara li navenda navćeyê pirr bi coś u kelecan dibu.
Navće bi kurdên ku źi gundan dihatin, tîźî dibu, dibu wekî karnavelekê.
Di wan roźan da karê boyaxkirinê pirr dibu.
Her cara ku lîreyek źibo solekê digirt, bi ćarbaskî dibu.

Havîn e. Roźa pêncśemê ye. Heta ser bazarê ćuye u dixwaze solan boyax bike.
Berê xwa dide ser riya sereke yê navćeyê.
Li hêla din ya ser riya sereke dukana nasekî dayika wî hee’ ye, dukana xalê Kuko. Carina diću wê derê źî.
Heva germ e.
Źi niśkê va heft zarokên tirk dor l’ wî digirin. Lê źi wî pirr ditirsin źî. Tevî ku berê xwastî bun belaya xwa l’ wî bidin źî, pośman buyî bun.
Îcarê heft kes bun u ew źî di nav wan da bu. Li piśta wî sandoqa boyaxkirinê hee’ ye.
Zarokên tirk îcarê bi birryar in, źi tevgerrên wan xuya dibe, ewê lê’din. Li benda kêliya maqul disekinin u bi axaftinê dixwazin wî bixin nav kemînê.
Hîss dike, ćare tun e. Bi birryar in u li benda wextê ne.
Sandoqa li piśta xwa bi hêdîka tîne bin ćenga xwa ya rast u pêdigire.
Źibo ku bala wan qasî ćend seniyeyan bide ciyekî din, destê xwa yê ćep radike, «Ez tenê li vir gerriyam, heger hun naxwazin, ez cartin nayêm.» got u sandoqa di bin ćenga xwa da wekî balyozekê li dor xwa l’  ba kir. Zarokên tirk qet fam nekirin ku ći bu. Źi niśkê va destên xwa danîn ser ruyên xwa u ćun ser ćokan.
Gava b’ ser xwa va hatin, hêdî ew ne li ba wan bu.
Źi dur va li ser kućeya riya sereke l’ ćuyîna wî mêze kirin.




Mittwoch, 8. Februar 2017

Gundê Me U Dibistana Tirkan



Cara yekem bu ku ez bi kekê xwa ra dićum dibistana gundê me.
Ez hîn li dor ćar saliya xwa bum herhal.
Dibistan źi sinifekê, odeya mamoste u mala mamoste pêk dihat. Mamoste bi tevî źin u kećika xwa ya pićuk di wê malê da dima.
Odeya mamoste li kêleka ber deriyê sinifê bu.
Sinif u odeya mamoste l’ min pirr mezin xuya dikirin.
Dibistana li gundê me
Dibistan li keviya gund hatî bu ava kirin, li hêla taxa źor, li taxa Śênî.
Ćima źê ra taxa Śênî digotin, hîn źî nizanim.
Ya min źi xwandinê wêdatir, guhdarî kirin bu.
Tevî ku min pirr dixwast ez hînî tiśtan bibim źî, dibistan u zordarî bo min wekî du brakên hevdu bun.
Mamoste yekî tirk bu. Roź derbaz nedibu ku zarok bi ćo u kulman pêr u pêrîśan nedikir.
Di bêhnvedanan da em li ser hewśa dibistan’ê bi googên xwa yên źi paćan ćêkirî dilîstin.
Roźekê dîsan em li ber dêrî goog dilîstin. Zivistan bu. Her der bi berfê hatî bu dagirtin.
Em dilîzin. Goog li ber nîgên min e. Ez dixwazim berbi paś va ćerx bibim u googê bidim hevalekî me yê din.
Gava ez ćerx bum, lawê apê Husên, Atalay bi hemî xiśma xwa bi ser min da hat u bi hemî hêza xwa l’ nîgê min xist.
Ez bi carekê va bum cankêśî u ketim ser herdê.
Di hestiyê nîgê min da źanekî bê tarîf ćêbu. Ez li ser herdê wekî miriyan drêź bum.
Kekê min Vêso u ćend zarokên din ez piśt kirim u birim malê.
Aniha baś nayê bîra min, lê ez demeke drêź di nav cilan da mam.
Gava roźekê gundiyeke me hate ziyareta min, bi xwa ra porteqel haniya.
Min ew porteqel di bin balgiya xwa da vêśartin.
Carina min bi îtîna źê bîhn dikir u dîsan dikir bin balgiya xwa ...

Herhal di ser ra salek u nîv derbaz buyî bu gava ez źi gund derketî bum ...

Paśê ez źi welêt źî derketim der.
Tirk bune bela, 28 salan min nekaniya herrim gundê me.
Nivîsa min ya li ser texteya 45 salî
Roźekê rê vebu. Źi berî du sal u nîvan.
Ez bi kelecan ćum gund. Tevî  ku dibistan wêran buyî bu źî, hîn li ser piyan bu.
Ez ketim nav dibistanê.
Ew dibistana ku di zaroktiya min da ewqas mezin xuya dibu, îcarê l’ min pirr pićuk xuya kir. Hîn źî ew materyelên wê demê li ser herdê ramedî bun.
Ez li ser textika reś "Biźî Zmanê Kurdî" u "Biźî Kurdistan" dinivîsim. Li bin źî "Xalo" nivîsiya u derketim.

Havîna derbaz buyî ez dubare ćum gund. Ćum dibistana gundê me źî. Ketim hundur. Min ê li ser textika reś mêze bikira.
Gava ez li ber textika reś sekiniyam, min ne "Biźî Zmanê Kurdî", ne "Biźî Kurdistan" u ne źî "Xalo" dît.
Ez di nav paca sinifê ra l’ gundê me mêze dikim.
Hêdî ne kućik u ne źî pîsik di nav pagan da digerriyan.






Sonntag, 5. Februar 2017

Em Źi Tîbunê Zmanê Xwa D’alisin



Baś tê bîra min, di dema xwa ya berê da li gundên Kurdistan’ê "kevirê salê" hee''bu.
Gava zivistanan mih u naxir dihatin berdan, canikan demekê li der li ser berfê kêf dikirin.
Gundekî li Kurdistan'ê
Li der kevirên pahn yên mezin hee' 'bun, u me źê ra "kevirên salê" digot.
Źibo ku mih u naxir bikarin xwê bixwin, li ser wan keviran xwê dihate belav kirin.
Gava heywan bi vê yekê dihessiyan, bi lez berbi "kevirên salê" dibeziyan, dor li meriv digirtin, rê nedidan ku meriv bi rehetî li ser "kevirên salê" xwê belav bike.
Tabî ew xwêya belav kirî di nav demeke pirr kind da dihate xwarin.
Pêra heywanan bi lez u bez berê xwa didan kurinên avê.
Di nav hengameyeke mezin da źi piśtî xwêxwarinê dixwastin avê vebixwin.
Hevdu b’ vir u wir da tandidan. Carcarina golik u mozikên bê tecrube bi hev ra diketin nav śerrekî temam.
Lê źi piśtî ku xwê dihate xwarin u av dihate vexwarin, heywan bi têra xwa li der dilîstin.
Paśê dîsan bi hêdîka berê xwa didan êxur.

Hîro em li pêy zmanê xwa ketine, u em bune śerpeze.
Me nanê xwa źi dest daa.
Avên me yên spî di kurinên me da zuwa bun u ćun.
Me zmanê di devê xwa da hilda ser piśta xwa u em bi dizzî derketin der.
Me l paś xwa źî nenihêriya, źibo ku em kelegîrî nebin u nemirin.
Gava me roźekê l paś xwa mêze kir, hindî me ti tiśt li paś xwa nedît.
Em tî bune.
Em źi tîbunê zmanê xwa dalisin.
Xwadêyooo, ev zman li benda ćend peyvên te yên śil e źibo ku nemire.