Heger bi gotina xwadê ’be, dibêźe
hespên xwadê bi lez in.
Ne ku em ćavnebariyê lê dikin, bila
źî wer ’be.
Lê mixabin ne wer e. Ćiku hespên kurd
źi yên xwadê bi leztir in.
Berê xwa bidin ćîrokên destpêkê, hun
ê pê gêź bibin.
Gola Ćildir’ê li bakurê Kurdistan’ê. |
Berê xwa bidin dendikên daran u tovên
nebatan, hun ê tê da destpêka ćîrokên wan bibînin. Ćavên xwa bi hêśîniya dar u
nebatan reś nekin, ewê dilê we pê kor ’be.
Li ber xwa nekevin, ćîroka we źî di nav
we da veśartî ye.
Loma źî li pey rastiya ćîroka xwa
nekevin, hun ê ćem bi ćem pê ra herrin.
Dilopên źi kaniya xwadê źî nikarin
pośmaniya we biśon u we dîsan bixin nav ćîrokê.
Meriv yan di nav ćîrokê da hee ye yan
źî tun e.
Meriv ne dikare źi ćîrokê derbikeve u
ne źî dikare bikevê.
Li pey hespên xwa bikevin, hun ê źi
lêvikên źiyanê ramusanên riźandî lê bar bikin.
Źi hespên xwa ti carî peya nebin, hun
ê bibin śîv li beyaran.
Biće źî bisekine źî hespê rewan
hertim rewan e.
U hespê rewan xwadiyê xwa nas dike.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen