Bi gotina
xwadê ’be, di destpêkê da ronayî hee’
buye.
Lê heger bi
peyva pîrika min ’be, xwadê xwa źi vê ronayiyê
ćêkiriye.
Źi piśtî ku
ezman l’ hewê ketiye, li źêr źî herdê xwa drêź kiriye, daku berf u barana ketî
di nav herdê da źiyanê bihafirînin.
Newroz'a li Akre'yê, 2017. |
Paśê berf u baranan konên xwa vedane
li ser herdê.
Gava ronayî gêhiśtiye ser herdê, berf
u baranên cemidî germ kiriye.
Herd śil buye.
Di nav herdê da bêhna źiyanê herd
ducanî kiriye.
Rooźê tam bîst u yek roźan źiyana di
nav herdê da ramusiye.
U di roźa 21ê adarê da źiyan bi ax,
agir, av u hewayê źi nav herdê derketiye.
Paśê ew źiyan li bin herdê, li ser herdê, u
li bin ezmên belav buye.
Li ciyên ku rooźê lê nedaye, tarî serketiye.
Li ciyên ku rooźê lê nedaye, źiyan
reś buye.
Li ciyên ku rooźê lê daye, ronayî
serketiye.
Li ciyên ku rooźê lê daye, źiyan źê
furiye.
Źi piśtî ku rooźê roź ramusiye di
berbangê da, heger bi gotina pîrika min ’be, źê Newroz biśkiviye.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen