Freitag, 14. Februar 2014

Ma Bi Rastî Źî «Gāthā'yên Zerdeśt» Hatinn Dîtin?



Min hîro di nućeyekê da tiśtekî balkêś  xwand.
Ligorî ragiyandina vê nućeyê, kurdekî li roźhilatê Kurdistan’ê pirtukeke ku du hezar salan kevin e, dîtiye.
Tê gotin ku ew perćeyekî pirtuka pîroz Avesta'yê buye u tê da «gāthā’yên Zerdeśt» hee' bunne.

Rast yan źî derew, ez nizanim.
Dibêźin kurdê me źibo ku ev pirtuk nekeve destê molleyên fars yên segbav u bikare vê pirtukê bifrośe, aniye Ewrupê.
Ligorî gotinê, dibêźin ev nivîs (yan źî wergerr) bi zaraveya hewramî buye, lê bi elfebeya aramî hatiye nivîsîn.
Bêguman divêt kesên pispor vê pirtukê bigirin ber xwa u yek bi yek di ber ćavan ra derbaz bikin.
Źixwa źi piśtî lêkolîneke zanyarî ya bi karbonê u vegotinên zmanî ewê her tiśt zu bikare bellî bibe.


Mehneya vê yekê źibo me kurdan ći ye?
Tevî ku ez bi śik im źî, heger ev rast 'be, bawer bikin meriv xezîneyeke weha dîrokî nikare bi frotina Kurdistan'ê źî peyda bike.
Giranbihayiya vê pirtuka dîtî di ser hemî gewherên vê cîhanê ra ye.
Divêt wekî nirxekî gerdunî were qebul kirin u parastin.
Bi ya min 'be, heger li Ewrupê, li ciyekî bi emniyet were parastin, baśtir e.
Bawer nakim ku vê gavê li Kurdistan'ê mêras u hêźayiyên weha yên dîrokî zêde di nav emniyetê da bimînin.
Źixwa di sêrî da divêt bi lez rastiya wê werre pesend kirin u dura źî enelîzên zmannasiyî werin kirin.

Qet nebe divêt bi lez were dîźîtelîze kirin, daku meriv bikare di înternêtê da belav bike.
Bi vê yekê qet nebe ewê kopyeyek di destê me da hee' 'be.
Ku roźekê diźminên heram zirarekê bidinê źî, nexwe em ê bi kopyeya heeyî bikarin li ser bixebitin.

Lê ez źi dil hêvî dikim ku ev rast 'be, xwadê bike sextekariyeke ehmeqane nebe.

*

Źi piśtî ku min ev roźnivîska xwa li vir belav kir, di Facebook’ê da du resimên źi vê pirtukê (bi noteke zmanê înglîzî) hatinn parve kirin.

Li ser yekê resima pêxember Zerdeśt u li ser ya din źî tekst xuya dibe.







2000 years old found in Kurdistan with pic of Zoraster & Hawrami dialect.



Donnerstag, 13. Februar 2014

Xaltîka Me SHAKIRA, RIHANNA U Fezteziyên Sorik



Me îsal hema hema qet zivistan nedît.
Hewaya li vir heta hîro źî pirr nerm derbaz bu.
Carina heta 16 pileyan derket. Tevî ku zivistan e, bi têra xwa roź źî hee ye.
Źixwa me berf qet nedît.
Ev ćend roź in ku carina baran źî di navberê da dibare, lê ne zêde.

Nizanim haya kê źê hee ye u ya kê źê tun e.
Xaltîka me Shakira u Rihanna'yê bi hev ra stranek ćekirinne.
Helbet stranên di vê dema modernok da bê klîp źî nabin.
Herre u werre, her du canikan klîpeke agirpêketî źî amade kirinne, źibo temaśevanên xwa yên zirto virto.
Êh, bila xwadê bê lotik nehêle, bavê mino.

Źixwa xaltîkên me ha ha di klîpa xwa da didin ber lotikan.
Hema hun bibêźin pornexrefiyeke temam l hev hanînne.
Mesele ne xwa rut u tazî kirinn e, dixwazin bila bi temamî xwa berbidin nav ćolê, rêz u hurmet, ne xema min e u ne źî xema bavê minê.
Kî ćawan diźiy, bi bedena xwa ći dike, bi bîr u baweriya xwa ći dike, serbest e.
Bêguman ev klîp belasebeb nayên amade kirin. Mesele źî ev e yanî.
Digel amadekirina klîpan kesên ku di medyayê da menîpulesiyonan bi śarezayî bi kar tînin, roleke esasî dilîzin.
Gelekî lê hur u kur dibin. Hilbiźartina resim, reqs u rengan pirr girîng e, źibo ku meriv bikare bi klîpê baśtir hîtabî binhiśê însanan bike, wan di mêźiyên wan da bi meseźên xwa va girê bide.

Źi psîxologan hariyareke mezin ya profesiyonel digirin.
Armanc li ser bazarê xwa dan guhdarîkirin, e, xwa dan frotin, e.
Him hunermend, him sîstem u him źî hemwelatiyên li wî welatî źê îstîfede dikin. Him zman u ćanda xwa di nav xelkên din da berbelav dikin, didin hez kirin u him źî qezenceke maddî ya mezin dikin ...
Herhal di nav van ćend roźên dawiyê da 116 mîlyon kesan l klîpa xaltîka me Shakira u Rihanna'yê mêze kiriye.

De îcar hun l halê hunermendên me bifikirin, heta ku ćend kes lê temaśe dikin, sal di ser ra derbaz dibin.
Źixwa klîp źî ne klîp in. Ne îmkan zêde hee ne u ne źî ew śarezatî u zanîn hee ye.
Ya rast, nebuna śarezatî u zanînê di bin vê têkćuna me da sebeba herî sereke ye.
Bi naxiran ti kes nikare li hemberî hêzên śareza u bi zanîn dagirtî serbikevin.
Berxikino, têkćuna wan di destpêka wan da hatiye mohr kirin, źê xelasî tun e.

Îcar bi têra xwa naxir źî rabunne li ber deriyên tirk, ereb u farsên tecawîzkar kućiktiyê dikin, di ber navê bratî, pismamtî u înternêsyonelîzma kunde ra, herê welleh.


Mittwoch, 12. Februar 2014

Bêbaviya «Al u Sirudeke» Nu Li Roźavayê Kurdistan’ê!



Min hîro nućeyeke ecêb dît.
Tê gotin ku PKK li roźavayê Kurdistan'ê dixwaze «al u sirudeke» nu îcad bike.
Herê bi xwadê, ew rezelet źi me kêm bu, aha va ye ev lanet źî b ser me da tê.
Hema hun bibêźin ti derdekî me yê din nemaye, îcar em radibin bi ehmeqiyên herî bê sînor nirxên xwa yên heeyî tarumar dikin.
Ev hêdî ne siyaset e, rasterast tevgerreke taśronî ye.

Ti millet belasebab ti carî bi nirx u psîxoloźiya xwa nalîze.
Lê PKK dilîze!
Źiber ku PKK ti carî nebuye «kurdperwer», ti carî hiynî zman u ćanda xwa nebuye.
Źiber ku PKK heta genên xwa xwa źî bi destê A. Öcalan li ser genên tirkên qewad hatiye ava kirin.
Buye mupteleya tirkên xwa.
Bêguman divêt meriv źi gotina min ya «PKK» tenê u tenê A. Öcalan u konseya PKKê ya ku nikare du bizinan źî îdare bike, fam bike.
Ewqas bê perwe bi nirxên milletê kurd ra dilîzin.
Lê bila bikin, ewê di pêśeroźê da bibînin ka ew bazariya belaś ya li ser xwîna keć u xortên kurd ći bi xwa ra b'îne.
Dema wan ya herî bi serketî ev roź e.

Êdî dema daketina berbi źêr dest pê kiriye, ne xwadêyek tenê, hezar u yek xwadê źî werin ewê yek bi yek binbikevin.

Dienstag, 11. Februar 2014

Vîdyoyên Źi Îmralî'yê U Têkćuna Ćîroka 40 Salî!



Mîna ku tê zanîn, di vê dema dawiyê da yekcar vîdyoyeke îfadeya A. Öcalan derkete ser bazarê.
Gava min ya yekem dît, min dil nekir ku li ser gotinên A. Öcalan tiśtekî binivîsînim.
Tabî min bawer nedikir ku ev mesele bi vîdyoyekê were sekinandin.
Pêra yek bi yek ćend vîdyoyên din źî hatin belav kirin.
Di vê navberê da A. Öcalan bi koma ku ćuyî bu ziyereta wî, ew vîdyo wekî «komployeke li hemberî aśtiyê» bi nav kir.
BDP u PKK źî kêm-zêde eynî tiśt gotinn.
Bêguman di van vîdyoyan da ti derew tun e, ti manîpulesiyon tun e.
Temam, perće bi perće ye, axaftin hatinne kurt kirin.
Źixwa nebe źî ne mesele ye.
Divêt haya A. Öcalan źi tiśtê ku dipeyîviya baś hee’ bibuya.
Zu yan źî dereng ewê tirk helbet van gotinan li hemberî A. Öcalan u kurdan bi kar b'înin. Dixwaze bila di ser ra sed sal derbaz 'be.
Her tiśt heśkere ye, kemalîst dixwazin derbeyên din yên bi xedar l kurdan bixwin, psîxoloźiya kurdan ya ku źixwa bi têra xwa tarumar buye, bêtir xerab bikin.
Di vir da armanc ne PKK u ne źî A. Öcalan e, bîlekîs xelkê kurd e.


Va ye A. Öcalan u PKK bi temamî ketinne destê tirkan, ne pêwist e ku tirk ênerźî u wextê xwa di ber ra berhewa bikin.
Armanc źi sedî sed têkbirina psîxoloźiya milletê kurd e.
Tabî kemalîstan dikariya van vîdyoyan źi berî bi salan źî belav bikin, lê nekirin. Źiber ku A. Öcalan u PKK ew ćend sal in ku bi temamî ketinne destên tirkên îslamîst, loma li ber xwa dikevin u naxwazin ku AKP A. Öcalan u PKKê di ber menfeetên xwa yên siyasî ra bi kar b'îne.
Min got BDP u PKK sê meymunan dilîzin. Bi tevî derewên bê sînor ha ha milletê kurd dixapînin.
Źixwa di nav hemî dîroka PKKê da hemî karê PKKê îspatkirina gotinên A. Öcalan buye.
Ma di nav van vîdyoyan da ći hee ye?
Hema hun bibêźin ći tun e ku.

A. Öcalan źibo ku xwa li ber dilê tirkan śîrîn bike, źi qalibekê dikeve qalibeke din.
Serhildanên kurdan yên źibo azadiyê bi tevayî źî wekî karên împeryelîstan bi nav dike. De îcar ez źi xwa dipirsim u dibêźim, «Gelo li paś A. Öcalan kîźan împeryelîst hee ne, A. Öcalan aźanê kê ye?»

A. Öcalan źi derî xwa hemî kesên di nav PKKê da wekî śexsên «sifir» bi nav dike.
Bêguman gelek keć u xortên kurd di nav PKKê da qehremaniyên mezin nîśan danne.
Bawer nakim ku ti kurdekî/e rast were u bibêźe ez xwadîtiyê l wan nakim.
Bêguman Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz, Ferhat Kutay, ... ewê di nav dîroka kurd u Kurdistan’ê da ebediyen biźîn.
Lê A. Öcalan ewê di dîroka kurd u Kurdistan’ê da bibe sembola îbret u îxaneta herî bê sînor.
Gava min hîro di vîdyoya śeśan da guhdarî l wî kir, min kîn u nefreta wî ya li hemberî kurdîtiyê dît, ew ći nefret e, ew ći nexwaśiyeke ruhî ya bê derman e, wey bavooo!
Źibo ku têkośîna li baśur binbikeve, teqleyan tavêźe li ber leśkerekî tirkên qewad.
Ew ći îthemên bê śerm in! Di destê tirkan da qehremaniyeke ewqas belaś divêt ti însan u heywan neke.

Źiber ku ez ti tiśtekî bi zmanê tirkên segbav belav nakim (ez ê heta dawiya źiyana xwa źî nekim), ez ê wan vîdyoyan źî belav nekim.

Ez hêvîdar im ku kurd hêsaba van gotinên A. Öcalan źi wî u PKKê bipirsin.
Divêt kurd hêdî hêzeke din ya Kurdistan'î ava bikin.
A. Öcalan doh ći bu, hîro źî ew e.
PKK bi śehedeta Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz, Ferhat Kutay u gelek mêrxasên din, di ber A. Öcalan ra bu qurban u ću.

Bêguman di pêśeroźê da ewê gelek vîdyoyên din derbikevin, ewê skendel li ser skendelan weledê xwa b’avêźe.

Amade bibin, bila ava sar di berośê da bi sebir li benda we bisekine ha.

Montag, 10. Februar 2014

Herê Dinyayê, Sê kantonên Li Roźavayê Kurdistan’ê



Źixwa roźeva me kurdan qet vala namîne.
Roź derbaz nabe ku lotikek nebêźe teq u neteqe.
Ez ê źî hîro lotika xwa b serê kantonên ku li roźavayê Kurdistan’ê hatinne îlan kirin da biteqînim.
Bila xwadê kesî bê teqîn u bê teqandin nehêle.
Di van ćend heftên dawiyê da PKKê (bi kerema xwa dest źi PYD u filan u fistix berbidin lo) li roźavayê Kurdistan’ê sê «kanton» îlan kirinn.
Lê mixabin di vê îlankirinê da qasî zerreyekê źî gerentiya kurdan tun e.
Îlankirina van kantonan ligorî planên reźîma Esad roleke bingehîn dilîze, bêguman.
Pêśta PKKê źibo ku bikare nunerên xwa biśîne civîna li Cênevre’yê, li Ewrupe’yê, li Rusye’yê derî bi derî gerriya, lê kes pê eleqedar nebu.
Îcar roźek źi berî vê civînê PKKê kantona yekem îlan kir.


Di hevpeyvîneke Salih Muslim ya źi piśtî civîna Cenêvre’yê da, xalê me l roźnamevaneke tirkên qewad ra weha digot, «Me ev kanton roźek źi berî civîna li Cenêvre’yê îlan kirinn, bi hêviya ku belkî hindek werin l deriyê me źî bixin, bi me ra têkiliyê daynîn ... Lê nebu ...».
Helbet ne pêwist e ku xalê me Muslim vê bibêze, her tiśt heśkere ye.
Baś tê zanîn, Esad bi xwa di nav hemî hêzên li Suriye’yê da, di nav hêzên roźavayê Kurdistan’ê da bi temamî îzole buye.
Tenê źi destpêkê u b vir da ye ku PKK bi Esad ra kar dike.
PKKê hemî textîk u streteźiyên xwa li ser heebuna siyaseta Esad ava kiriye.
Ya rast Esad źibo vê yekê PKK mecbur hiśtiye.
Heebun u tunebuna PKKê bi vê siyasetê va girêdayî ye.
Reddkirina vê siyasetê roźa dawiya PKKê bi xwa ye. Źiber kontrola Esad (u kemalîstan) ya li ser PKKê ti carî rê neda ku PKK xwa berbi der va vebike, bi hêzên mezin yên cîhanê ra bikeve têkiliyê, piśtgiriya wan bigire (źixwa ew zanîn u însan źî tun in).
Ćêbuna vê yekê ewê piśta hêzên ku li Kurdistan’ê zilmê dikin, l erdê bixista, ew tarumar bikira.
Lê ćênebu, źiber ku A. Öcalan ti carî nekariya źi bin kontrola wan hêzan derbikeve. Tabî di siyasetê da her tiśt pićekî śemitokî ye ...
Ez werim ser civîna Cênevre’yê ...
Bêguman reźima Esad tevlêbuna PKKê źî dixwast, źibo ku tenê nemîne. Źiber vê yekê bu ku źi PKKê îlankirina wan kantonan xwast, daku bila PKK wekî hêzeke serbixwa were dawet kirin u piśtgiriya Esad bike.
Lê hêsaba malê u ya bazarê l hev nekir.
Sê kanton hatinn îlan kirin, lê bê peyva «Kurdistan», bê peyva «kurd»!
Ma xêr e?!
Vê gavê li roźavayê Kurdistan’ê hemî kontrol di nav destê Esad da ye.
Bêguman źi hêlekê va źî Esad rê li ber PKKê vekiriye, hariyariyê dike, daku hêzên mixalif (ku bi zêdeyî îslamîstên qewad in) li herêmên kurdan kontrolê nexin bin destê xwa u kurdan li hemberî Esad orxenîze nekin, bi kar neyînin.
Yanî fonksiyona PKKê kontrolkirina kurdan e, rêlibergirtina ćalakî u tevgerrên li diźî Esad in.
Tabî ti hêza PKKê ya ku bikare di nav van śertan da li hemberî Esad derbikeve, tun e.
Heger aniha menfeetên Esad rê li ber negirin, hêza Esad ya ku di nav seetekê da hemî rêxistina PKKê ya li roźavayê Kurdistan’ê źi holê rabike, hemî kurdan di nav qetlîemeke mezin ra derbaz bike, hee ye.
Lê nake. Źiber ku hêsab hee ne.

U ev hêsab źî ne tenê bi vê roźê va girêdayî ne.

Di derbarê vê meselê da xalê me Dîzayî gumanên xwa haniye zmên, bi ya min 'be, tevda 
źî rast in.


Samstag, 8. Februar 2014

Kofî U Puśî



Tê zanîn, kultura milletê kurd hêza xwa źi bi hezaran salan digire.
Di nav van bi hezaran salan da her u her geś buye, mezin buye, freh buye.
Bêguman di her warî da xezneyên bê sînor yên dîrokî derketinne holê.
Meriv hew dikare heźmara wan yek bi yek biheźmêre.
Lê mixabin bi pêśketina îndustriyelîzmê ra kurdan nekariyan li diźî vê «modernîteya bê bav» l ćareseriyan bigerrin, tedbîran bigirin, źibo ku di ber menfeetên xelkên din ra nebin qurban u nerrin.
Helbet bi taybet źî divêt kurdan xwa, zman u ćanda xwa baś li hemberî tirk, ereb u farsên qewad biparêziya.
Lê nekirinn, yan źî nekariyann bikin.
Di vê meselê da tirk, ereb u farsên segbav źi kurdan zutir berê xwa dann vê îndustriyelîzmê, hêlên wê yên pozîtîv di ber berźewendiyên xwa ra bi kar hanîn.
Tabî li hêla din źî rê nedann kurdan ku kurd źi van pêśketinên zanyarî u texnîkî îstîfade bikin.
Tevî ku kurdan źi van pêśketinan îstîfade nekirinn źî, dîsan źî zman u ćanda xwa di nav sîstema eśîrtiyê da heta hîro parastin, neheliyann.

Lê mixabin di van sedsalên dawiyê da texnîk u zanyarî ewqas pêśket ku,  êdî meriv di mala xwa da źî xwa vebiśêre, nikare źê xelas bibe.
Ew texnîk u zanyarî bi xwa tê u dikeve mala meriv, him źî bi navê tecawîzkar u zilimkarên meriv, bi zman u ćanda wan tê u meriv di hundur da parî bi parî tune dike.
Aniha halê kurdan źî ev e.

Zixwa êdî pêwistî bi wê helandina źi dervayî źî nemaye, źiber ku kurd bi xwa bunne kurmê dara xwa.
Min dîsan drêź kir.
Lê di rastiyê da min digot ez bi kurtî ćend gotinan li ser kofî u puśiyên kurdan bibêźim.
Kofî u puśî di nav kultura kurdan da xwadî dîrokeke pirr kevin in.
Lê mixabin heta hîro źî kesekî ranebuye li ser van nirxên pîroz lêkolîneke dîrokî u zanyarî nekiriye.

Tiśtê ku meriv têśîne, ew źî roź bi roź tunebuna vê ćanda bav u kalan e.
Xaltîka me Śîlan Doskî ligorî hindek herêman ćend resim amade kirinne, bê nezer.
Bila xwadê yeka dilê xaltîka me neke dudu u hew, herê welleh u billeh.

Donnerstag, 6. Februar 2014

Xaltîka Me Hêlîn U Lotikên Bi Înglîzî



Di nav van roźên dawiyê da vîdyo-klîbeke xaltîka me Hêlîn (Helly Luv) di Facebook’a agirpêketî da ha ha tê belav kirin.
Xaltîka me kurd e.


 Bi eslê xwa źi baśurê Kurdistan’ê buye, lê di yek saliya xwa da bi tevî malbata xwa pêśta ćuye roźhilatê Kurdistan’ê u paśê źi wir źî derbazî Fînlend’ê bunne.

Tê gotin ku vê gavê xaltîka me li Emerîka'yê dimîne u bi muzîka xwa ra bilî/miźul dibe.
Tabî haya min qet źi xaltîka me u muzîka wê tune bu.
Źixwa muzîka ku bi kurdî nehatiye amade kirin, źi min dur e.


Lê ew nayê wê mehnê ku ez dibêźim kurd vê yekê redd bikin, bîlekîs divêt kesên ku bi zmanên din berhemên xwa didin u bi serketî ne, tenê neyên hiśtin, daku bila ew źî li wî welatê ku diźîn bi vî hawî xizmeta Kurdistan'a bav u kalan bikin (lê hunera bi zmanê tirk, ereb u farsên qewad ti carî nikare were qebul kirin. Bi fikira min divêt kućikên kurd yên ku vê qewadiyê dikin yekoyeko werin tune kirin! Źiber ku ev kuśtina zmanê kurdî ye, xizmeta dewletên tecawîzkar e ...).

De ez dîsan werim ser xaltîka me.
Navê xaltîka me ya esil Hêlîn buye.
Min źî l klîba xaltîka me mêze kir.
Klîbeke serketî ye, źi hêla estetîka hunerî va kêmasî tun e.

Bi taybetî źî ALA RENGÎN ya ku di klîbê da dihate l baa kirin, kêfa min haniya; him źî bi tevî śêniyeke mezin bu.
Dibêźin klîp li kempa kurdên penaber hatiye kiśandin.


Di ciyekî da xaltîka me śal u śapik l xwa kiriye u kećikên kurd yên gêrîlle źî digel wê bi tevî ćekên xwa śun girtinne.
Ma hun dibêźin kêmasiya ku di vê klîba germik u nermik da hee ye, ći ye?
Ez bibêźim: Nebuna zmanê kurdî ye.
Herê welleh u bille, nebuna zmanê kurdî yê pîroz e.

Haaa, berxikino, de bila haya we źi kuna we hee' 'be, ligorî gotinên li ser tenurên agirpêketî, tê gotin ku xaltîka me bê śêrên hezar kîloyî silavekê źî nade ti kesî, ihi.









Mittwoch, 5. Februar 2014

Kezebino, «Ez ALA RENGÎNî me»


[Can u canikino, źiber ku xaltîkên li ser resiman daxwaza rakirina resimên xwa kirinne, min ew her sê resimên bi nivîs źi Blog'a xwa derxistin. Helbet źi her sê xaltîkên xwa lêborîna xwa dixwazim.]

Pêr bu, min nivîsek li ser kempenyeya bi navê «Ez Kurdistan'î me» amade kirî bu.
Kêfa min gelekî pê hatî bu, źiber ku źê bêhna kurdîtiyê tê.
Di vê navberê da ez pićekî li ser fikiriyam.
Bêguman kempenyeyên bi vî hawî źibo yekîtiya kurdan, źibo yekîtiya Kurdistan'ê wekî av u hewayê pêwist in.
Źiber vê yekê źî divêt her kurdê/a dilsoź, ligorî derfetên xwa serê xwa bi vê yekê b'êśîne, l rê u metodan bigerre.
Źixwa halê partiyên me li ber ćavan e, nikarin xwadîtiyê l miśkekî Kurdistan'î źî bikin.
Bi taybet źî li bakurê Kurdistan'ê siyaset ewqas gemar buye ku di nav destê kemalîstan da, nayê gotin; bi temamî buye pîvana taśerontiya herî mezin.
Ez werim ser meseleya me.

Min got, «Ez Kurdistan'î me» kempenyeyeke bi mehne ye.
Lê divêt kempenyeyên din źî ćêbibin, kempenyeyên ku kurdbuniyê di nav mêźiyê her ferdê kurd da ava dikin.
Mesele kempenyeke bi navê «Ez ALA RENGÎNî me» ćima nebe?

Bi mîlyonan kurdên źi bakurê Kurdistan'ê, źi ALA RENGÎN bê hay in. Hetta hetta A. Öcalan u PKKê di nav kurdan da diźmintiyeke hilo bê sînor li hemberî ALA RENGÎN ćêkiriye ku, nayê gotin.
Ev ciwanên ku qaśo kurd in, li hêlekê bunne diźminê mêrasa bav u kalên xwa u li hêleke din źî bunne Galatasaray'cî u Fenerbahće'cî.
Ruhiyeta kemalîzmê di śexsê A. Öcalan da, di mêźiyê van ciwanan da danne daćikandin.
Loma źî redda vê siyaseta kemalîst erka her ferdê kurd e.
Źixwa zu yan źî dereng ewê têkbiće, lê źi berî ku di bin erdê da bi tevî xwadiyên xwa bifetise u herre, helbet ewê bi têra xwa źî zirarê bide, u heyfa min źî b vê zirarê tê.


Her tiśt li ber ćavan e, hêdî canikên kemalîst di nav BDPê da bi heśkere dikin qîźźewîźź u hêrîśî ALA RENGÎN dikin, lê li hêla din źî ala tirkên qewad dikin ala kurdan, him źî di bin hezar u yek îblîsiyan da.
Têkćuna tirkperestiya BDPê u PKKê zeruriyeteke dîrokî ye źibo milletê kurd.

Bila biźî ALA RENGÎN ya bav u kalan!
Bila bimirin alayên kemalîstên bê pile!



Dienstag, 4. Februar 2014

Ti Kes Nikare Bê Zman Źi Millet U Welatê Xwa Hez Bike!



Ez dixwazim hîro bi kurtî tespîteke xalê me Ernst Moritz Arndt li vir bidim.
Źixwa ev tespîta xalê me Ernst bi forma kurtkirî di Facebook’ê da źî min dît u belav kir.
Wergerr źi zmanê elmenî hatî bu kirin, lê ne raśt bu.
Tabî beśa duyem źî nehatî bu tercume kirin.
Hîcar min got ka hele ez carekê bala xwa bidimê, bi rastî źî weha ye yan na.
Ya raśt di wergerra kurdî da źixwa hevok źi hêla rêzmanî va tevlihev bunn.
Bê ku ez zêde pê da herrim, ez dixwazim pêśta nivîsa xalê me Ernst ya bi elmenî bidim:


«Wer seine Sprache nicht achtet und liebt, kann auch sein Volk nicht achten und lieben; wer seine Sprache nicht versteht, versteht auch sein Volk nicht, denn in den Tiefen der Sprache liegt alles innere Verständnis und alle geistige Eigentümlichkeit des Volkes verhüllt.»


Wergerra vê nivîsê ya bi kurdî eynen weha ye:

«Kesê ku qîmetê nade zmanê xwa u źê hez nake, ne dikare qîmetê bide xelkê xwa u ne źî źê hez bike.
Kesê ku zmanê xwa fam nake, nikare źi xelkê xwa źî fam bike.
Zîre di kurayiyên zmên da hemî têgehên hundurîn u hemî milkiyeta ruhî ya milletekî veśartî ye.»
Ernst Moritz Arndt

Qey meriv dibêźe xalê me halê kurdan yê derbeder tîne zmên.
Źi bîr nekin ku xalê me ev tespît di destpêka heyama 19an da kiriye.
Tabî ne źibo me kurdan kiriye, źibo milletê xwa yê elmen kiriye.
Li Ewrupê di dema îndustriyelîzmê da fikir u hestên netewperweriyê źî dest bi geśbunê kirî bunn.
Bêguman ev encameke xwezayî bu.
Źiber ku bi îndustriyelîzmê ra têkiliyên navdewletî roź bi roź xurttir dibunn.
Hêdî wekî demên berê îmkana ku meriv bikariya di nav sînorên xwa da zman, ćand u nasnameya xwa ya netewî biparêze, nemayî bu.
Digel dan u standinan zman, ćand u nasnameya bi hêz ya li ser bazarê sînorên berê yên ku źibo heebuna hemî milletetan zerurî bunn, yekoyek tarumar dikir.
Źiber vê yekê bu ku di nav van civatên ku bi îndustriyelîzekirinê ra rubiru mayî bunn, pêwistiya parastina zman, ćand u nasnameyê xwa derxistî bu holê.
Yanî zeruriyeteke xwezayî bu ku guharîna civakê bi xwa ra hanî bu.

Lê mixabin gava meriv halê kurdan yê hîro bi du sed salên źi berî aniha yên Ewrupê va miqayese dike, hingê meriv l halê kurdan diśewite.
Kurd ewqas ku di nav ceheletiyê da manne, hîn źî haya kurdan źi feleka xayîn tun e.
Hîn źî kurd bi serbilindî, bi xurur u kîbîr zmanê tecawîzkarên xwa bi kar tînin.
Hetta hetta bi zmanê tecawîzkarên xwa fortan l hevdu tavêźin.
Kesên ku bi zmanê kurdî dipeyîvîn wekî cahilên sedsala mirî dibînin.
Bê edep u bê śerm pirtukên ku bi zmanê tirk, ereb u farsên qewad dixwînin, dikin rêklem.
Bê hay in, nizanin ku bi vê kirina îblîsane ćawan di nav xelkê kurd da zmanê wan kućikan meśru dikin, nizanin.

Źiber ku kurdbuna wan źî, kurdîtiya wan źî tenê tesdufek e, ne źi dil u mêźî ye, ne hîss u têgêśtineke însanî ye.

Montag, 3. Februar 2014

Bavê Mino, «Ez Kurdistan'î Me»



Ev demek e ku di Facebook'ê da du ciwanên kurd dest bi kempenyeyeke bi navê «Ez Kurdistan'î Me!» kirinne.
Du heb xalên me danne dest pê kirin.
Li Swêd'ê dimanne.

Qasî ku xuya dibe bi ti hêzekê va girêdayî nîn in.
Źixwa di meseleyeke weha netewî da girêdayî partiyekê bibin źî  ne mesele ye.
Źiber ku di vê ćalakiyê da ne menfeetên hizbî, bîlekîs menfeetên Kurdistan'ê derketinne pêś.
Tabî ti partiya ku vê yekê bike, tun e.
Hemî źî di nav pîsiyên xwa yên îdeoloźîk da gemar bunne u ćunne, derdê canikan ne kurd u Kurdistan e.
Loma źî kêfa min bi vê ćalakiya serbixwa ya Kurdistan'î gelekî hat.
Xwazila li her ćar kućeyên cîhanê kurdan hêz u ênerźiya xwa di ber menfeetên xwa yên netewî ra bidaya, xwazila.
Helbet ez bi xwa sebeba vê ćalakiya xalên me nizanim.
Ne xema min e źî.
Dawiya dawiya dawîn karekî baś u pîroz e, ev źî têrî min u heft ecdadê min dike.

Ya raśt ez vê ćalakiyê pićekî wekî protestoyeke li hemberî partiyên kurdan yên taśeron źî fam dikim.
Pêwistiya kurdan yên li her ćar perćeyên Kurdistan'ê bi kurdistanîbunê hee ye.
Tehrîbeta ku partiyên taśeron li van her ćar perćeyan pêk hanînne, bê sînor in.
Mesele li bakurê Kurdistan'ê hêdî di bin navê siyasetê da rasterast kućiktiya tirkan u kemalîzmê tê kirinn.
Her tiśt heśkere ye, hêdî pêwistiya canikan bi veśartina tiśtekî nemaye.
Ez hêvîdar im ku ewê roźekê ciwanên kurd xwa hêdî di ber van partiyên taśeron ra nekin qurban u hemî hêza xwa di ber menfeetên xwa ra, di ber zman, ćand u Kurdistan'a bav u kalên xwa ra bikin qurban.

Divêt ciwanên kurd xwa nekin qurbanên erzan di destên taśeronan da, pêwistiya Kurdistan'ê bi ciwanên zindî yên zana u bi bîr u bawerî hee ye, ne bi miriyên źi kîsa bavê xwa ćuyî yên belaś.

















Sonntag, 2. Februar 2014

Hatip Dicle: «Me Fikira Kurdistan'eke Azad Źi Zu Va Havitiye Sepeta Ćopê!»



Mîna min gotî bu, roźek źî di navberê ra derbaz nabe ku siyasetvanekî/e kurd xwaliya heft gundan l serê me u xwa neke.
Normel e!
Źiber ku siyaset carekê li ser bingeheke puć u kemalîst u tirkperest ava buye, nikare xwa źi vê gemariyê xelas bike.
Helbet herkes źi xwa berpirsiyar e, ći ćawan dixwaze, azad e.
Dikare bi tirkên qewad ra źî kar bike, dikare di ber «Demoxretîk Tirkiye'yê» ra canê xwa źî bide ...
Mesele dikare bi siyaseta xwa hemî kurdan bike naxir u di ber van menfeetên tirkên pînc ra bike qurban źî.
Mesele dikare heftê u heft ecdadê xwa źî bi tirkan va girê bide ...
Azadî ye, ne tenê źibo kesekî, źibo herkesî ye.
Herkes dikare ligorî qaliba di mêźiyê xwa da nîgên źî xwa drêź dike.
Min źi kesekî ra negotiye ku bila drêź neke u esabê min xerab neke.
Helbet herkes dikare li ser ćarenusa xwa ya śexsî her tiśtê xwa bifrośe źî.
Dikare śerrê xwa źî bike.
Biźî azadî u filan u fistix yanî!
Lêêê ...

De em hîro źî werin ser xalê me Hatip Dicle.
Min di nav gelek nivîsan da girîngiya xalê me Hatip aniye zmên.
Min źibo ku xalê me azad bibe, tiśtê źi destê min hatiye, kiriye.
Min di nav gelek nivîsan da bîr u baweriya xwa ya b xalê me va girêdayî aniye zmên u gotiye, «Divêt di destpêka salên 90î da Hatip Dicle u Wedat Aydin rêbertiya tevgerra azadiya Kurdistan'ê bikira ...».
Lê tirkên qewad Wedat Aydin bi hovîtî kuśtinn.
Paśê Hatip Dicle bi hezar u yek lîstikan pêgirtinn u xistinn zîndanên xwa.
Mesele dur u drêź e, pêda nerrim. Źixwa ewê ći bibe bavê mino, ewê ći bibe?
Va ye di roźnameya tirkên kemalîst, faśîst u niźatperest da bi xalê me Hatip ra hevpeyvîneke temam hatiye kirin, him źî ći hevpeyvîn.
Xalê me gotiye: «Fikira Kurdistan'eke azad źi zu va me havitiye sepeta ćopê!»
Tabî dîsan di bin eynî rezeletiyê da ...
Helbet haya me źi van ćîrokên beredayî baś hee ye: «Demoxretîk Cimhiriyet, kilamên aśtiyê, paśvarutiya dewletbuna kurdan, lîstikên împeryelîstan, bratiya kurd u tirkan, lîstika împeryelîstan ya avakirina Kurdistan’eke serbixwa, ...».
Mesele van canikên me bi heśkere gerentî didann kemalîstan ku ewê li diźî dewletbuna kurdan li Baśur śerr bikin ...
Źixwa devê turikê vekiriye, bê nezer ...
Dixwazim vê bibêźim, di ber Kurdistan’a azad ra kurdan berdêlên mezin danne. Pênc hezar gund hatinn tarumar kirin, pênc mîlyon însan derbeder bunne, coxrefyeya Kurdistan'ê kirinne ćolistan, tevayiya psîxoloźiya milletê kurd xerab kirinne u tenê yek źî nikare normel tevbigerre, bê heźmar tecawîz hatinne kirin, bê heźmar qurbanî u mexdurên vî śerrî hee ne, ...
Zman u kulturên bi hezar salan hatinne tune kirin ...
Îcar hatip Dicle rabuye u dibêźe, «Fikira Kurdistan'eke azad źi zu va me havitiye sepeta ćopê!»
Aniha heger bi navê xwa u li ser milkê xwa u bavê xwa bipeyîve, ez ê bibêźim, temam bavê mino, aha tu u aha azadî ...
Lê vê nake u radibe bi navê milletekî u Kurdistan'a bav u kalan u zarokên pêśeroźê dike leqleq.
Ê ćavkê mino, ne heftê u heft ecdadê min, ne heftê u heft ecdadê te u A. Öcalan dikarin vê yekê bikin.
Kurdistan bi têra xwa giran e, ku we xwastiye herrin heftê u heft ecdadê brakên xwa tirkên pînc źî b'înin, lê hun ê di bin da befetisin ...

Heśyarî, bavê mino, heśyarî.

Abdullah Demirbaś: «ALA RENGÎN Ne Ala Me Ye!»



Min ne dixwast ku ez hîro źî li ser gotinên Abdullah Demirbaś bisekinim.
Helbet min di nivîsa xwa ya doh da gelek tiśt ne’anînn zmên, yan naaa, ewê nivîs bi têra xwa drêź bibuya u ez źî vê naxwazim, źixwa ne pêwist e źî.
Min doh bi kurtî ćend gotinên camêr haniya bunn zmên.
Lê helbet ćend gotinên din źî hee’ bunn ku min qet belaya xwa lê nedaa' bu.
Di wê axaftina xwa da A. Demirbaś gilî u gazincên dayikeke dêlegur ya tirkên segbav bi vî hawî aniye zmên:


«Hun daxwaza perwerdeya bi zmanê zikmakî dikin! Baś e, heger li hemî dibistanan kurdî bibe zmanê perwerdeyê, ez ê wekî tirkekê ćawan bikarim zarokê xwa bidim xwandin?»


Paśê źî A. Demirbaś fikir u hestên xwa yên śexsî gotiye:
«Ez gelek li ser vê axaftina wê xanimê rawestiyam, min hizir kir u maf daa wê xanimê. Źiber ku ev tiśtê ku em dikin źî bi awayeke din milliyetćîtî ye, niźatperestî ye. Em źî li diźî milliyetćîtiyê ne.».
Divêt em bi ćend gotinên feqîrok bersîva vî mêźiyê têkćuyî bidin.
A. Demirbaś ALA RENGÎN redd dike: "Ala komara kurd ya Mahabad'ê ne ya me ye u me temsîl źî nake; ...".

Ev e sed sal e ku (sedsalên din em li hêla din bihêlin!) tirk bi hemî hovîtiyan, dezgeh u îmkanan zarokên kurd źi dê u bavên wan digirin u diben, di nav dibistanên xwa da bi darê zorê zmanê wan yê di mêźiyên wan da felc dikin, dikuźin u zmanê xwa li śunê cî dikin.
Ma heta hîro kîźan tirkê/a bê namus gotiye ku me heta hîro zarokên kurd bi hovîtî kuśtinn, ev milliyetćîtî ye, niźatperestî ye, hi?!
Tenê yekî/ê źî negotiye u nabêźin źî.
De hele hun l vê dêlika heram mêze bikin, him hatiye Kurdistan’ê, him bi zmanê vê dêlika heram bi mîlyonan zarokên kurd tên tarumar kirin, ew źî rabuye li welatekî xerîb dawa zmanê xwa dike u dixwaze ku zmanê xwa źibo zarokê xwa li ser bi mîlyonan zarokên kurd were ferz kirin!
Bi telaq qehpikên herî qerase źî digel vê dêlika tirk wekî pêrî dimînin.
Di serê vê dêlika segbav da bawer nakim ku źibo carekê źî ’be ev daxwaziya zmanê zikmakî źibo zarokên kurd yên bi mîlyonan źî derbazbuyî ’be, him źî li welatê bav u kalên wan, li Kurdistan’ê.

Źixwa tiśtê ku A. Öcalan u PKKê heta aniha kiriye, mêro dubare kiriye. Loma li roźavayê Kurdistan’ê ALA RENGÎN diśewitînin.
Di vir da tiśtekî sosret tun e, mîsyona xwa ya kemalîst u tirkperest dilîzin.

Lêêê, ewê di bin îxaneta xwa da feleket bifetisin, bi tevî wan paćikên ku li atolyeya kemalîzma wan canikan hatiye duritin.