🍁
Radyoya kalo ya axir zemanî bi hizna xwa ya mayî bang dike:
Rihê mʼ, zmanê ku nebuye yar, nikare bibe welat.
Di hingora hêvarê da bikeve xewê źî, di berbangê da careke din heśyar nabe.
20.11.2025
🌾
🎋
🍁
Radyoya kalo ya axir zemanî bi hizna xwa ya mayî bang dike:
Rihê mʼ, zmanê ku nebuye yar, nikare bibe welat.
Di hingora hêvarê da bikeve xewê źî, di berbangê da careke din heśyar nabe.
20.11.2025
🌾
🎋
Ligorî ragiyandina medyaya Kurd-î, ćend kes ev demek ee ku ketina nav hewldana avakirina Zangeheke Kurdî li baźarê Dresden'ê, li Elmanyaʼyê.
Bêguman daxwaza avakirina Zangeheke Kurdî girîng ee.
Helbet yeke pirr derengmayî yee źî.
Bê perwerdehiyeke giśtî ya ligorî pîvanên sîstemên cîhanî ti śenseke Kurdan tun ee ku xwa, mafên xwa, zmanê xwa, ćanda xwa u Kurdistanʼê biparêzin.
Pirsgirêka herî mezin u sereke ya Kurdan mêźiyî yee, nebuna mêźiyekî bi “kalîte” yee.
Mixabin heta hîro di Kurdan da ne hiśmediyeke netewî u ne źî têgêhiśtina zeruriyeteke heebuna zangehên bi Kurdî u akademîk ćêbu.
Em weha hêvî bikin ku ev hewldana hanê yeke populîst, puć u vala nebe. Lê helbet gava meriv li uslub u tevgerrîna van kesan dinêre, di meriv da bi maf gumaneke mezin ćêdibe. Źê bêhna reklameke vala u populîzmeke belaś difurre. Qaśo pêdivî bi du mîlyonan heebuye. Heger te miźara maddî hal nekirî bibe, îcarê ev ći qîźewîź ee. Gelo akademîkerên ku dê bikarin vî barî hildin ser xwa hee nee. Na, ew źî tun inn. Mîna bazara qerećiyan bikombunê zangeh ava nabin . Hema kî hefsara xwa dibizdîne, terre di nav van civînan da tenura xwa datîne.
Lê dîsan źî hêvîdar im ku ev derfet, helbet heger rast be, di nav destê hindek pespayeyên textik da nebe qehwexane.
Gava meriv li qaśo Înstîtutên Kurdî mêze dike, kezeba meriv li halê zmanê Kurdî u ćanda Kurd diśewite.
Înstîtut kirine qehwexane u tenê kesekî ku bikare karekî akademîk bike źî tun ee.
Îcarê dê ev millet ćawan îfleh bibe.
Di vê serdema ku bê zanîn meriv nikare bîlêtekê źî bikirre da, li pey îdeoloźiyên vik u vala ketin, mirina mirov bi xwa yee.
Encama îdeoloźiyên puć, weke ku em hîro di nav ra derbaz dibin, xelkê Kurd li Bakurê Kurdistanʼê heta ser sînora tunebunê hanî. Hêdî hîro zmanê Kurdî di nav zarokan da nayê axaftin. Ango meriv dikare mirina zmanê Kurdî ya di nav źiyana roźane da peyt bike, źiber ku reh hatiye źêkirin, khahnî zuwa bune. Ew avên ku bi hezaran salan heta hîro hatî bunn źî dê piśtî ćend salan li ber baayên źi baśur va bikevin u źi me xatir bixwazin u herrin.
Milletê ku źi mêźiyê xwa ya puć gazincan nake, îfleh nabe.
Mêźî ći be, rewśa mirov źî ew ee.
Rewśa mirov ći be, pîvana mêźiyê mirov źî ew ee.
Mêźiyê ku xwa îmhe dike, hêdî serseriyekî zorbe yê bê hedef ee.
Piśtî demeke drêź źi Roźavaya Kurdistanʼê dubare Saziya Zmanê Kurdî bi min ra kete têkiliyê u daxwaza śandina cîlda "Avesta 5" kir.
Berî heftekê ev cîld źî źibo ćapê hate rê kirin.
Di vê cîldê da destnivîsên "Xwardeh-Avesta" u "Visperad"ê hatine bi cî kirin.
Dibêtane divêt di dawiya vê meha cotmehê da cîlda 5an derkeve.
Helbet heta ku ew cîld bigêhiźe ber destê pirtukfrośan dê dubare pićekî wext bigire.
Piśtî vê cîlda 5an divêt 8 cîldên din yên mayî weke "2 set" ( 4 + 4) werin ćap kirin.
Dibe ku îsal bikarin werin ćap kirin. Lê hîna bi temamî ne zelal ee.
Em ê di dema pêś me da hewl bidin ku vê miźara ćapê vebêźin.
Cîlda 1em ango "Gatha'yên Zerdeśt" źî dê dubare were ćap kirin, lê bi formateke pirr freh. Bi Gatha'yan va girêdayî dê hemî belgeyên dîrokî tê da bi cî bigirin.
Sernavê cîlda 5an:
«Avesta 5 - Destnivîsên Orîjîn:
Xwardeh-Avesta & Visperad»
[Pîvanên pirtukê]:
Drêjî: 23.8 cm
Frehî: 16.8 cm
Reng: rengîn
Drutin: herê
Berg: cîld, rengîn
Rupel: 1404
Kaxiz: kuśe, spî (100 gram)
Giranî: ?
Kovara Arica-Kurdica bi giranî zman, c̰and,
dîn û wêjeya Proto-Arî û Kurdî ji xwa ra bingeh
digire. Jiber vê yekê dê ji niha û pê va di kovara Arica-Kurdica da bi gis̰tî lêkolîn û gotarên di derbarê zmanê Proto-Arî û
têkiliya wî ya bi Pan-Kurdîzm’ê û Kurdan va girêdayî werin amade kirin û wes̰andin. Di vê hejmara yekem ya Arica-Kurdica’yê
da bi gis̰tî du mijarên zmanî yên sereke hatinn
b’ cî kirin:
(1) Ferhengoka Proto-Arî ↓ (46 rupel)
(2) C̰end dac̰ekên Proto-Îndo-Ewrupî yên di Pan-Kurdî da ↓ (42
rupel)
Ev her du lêkolînên di kovara Arica-Kurdica’yê da bes̰eke
projeyeke kevin inn û di kovarê da bi tevî formateke kurt hatine b’ cî kirin.
[ Ferhengoka
Proto-Arî ]
Di
vê ferhengokê da peyîvên Proto-Arî bi tevî tes̰eyên Proto-Îndo-Ewrupî û
Pan-Kurdî (~ Pan-Kurdîzm) û
zmanên din hatine b’ tomar kirin. Tê da fonolojî û bêjenasiya dîrokî ciyekî
taybet digire û bi hessesiyeteke mezin hemî deng û peyîv yek bi yek di nav
bêjinga tuj ya zmannasiyî ra hatine derbaz kirin, weke nimune:
*dRaHǰʰas- ‘drêjî’ (rbb. *dr̥Hgʰá-) ← *dReHǰʰ-es- <
proto-îe. *dleh1gʰ-es- (digel *dl̥h1gh-ó-).
av.c. drājah-
‘drêjî’ < *dleh1gʰ-es-.
kuKurm.n. drêj [drḗž] ←
kuKurm.nv. *drā́ž ←
kuKurm.k. *drāǰah- < proto-ku. *draHǰʰah/s-
‘drêj-î’.
kuBel.n. drāǰ ‘drêj’.
pehl. drāz ‘drêj’.
fars.n. dirāz ‘drêj’.
rbb. ved. drāgh-mán-
‘drêjî’ < *draHgʰ°-.
[ C̰end
dac̰ekên Proto-Îndo-Ewrupî yên di Pan-Kurdî da ]
Di vê
bes̰ê da mijara sereke dac̰ekên Pan-Kurdî û tes̰eyên van yên di serdema
Proto-Kurdî, Proto-Arî û Proto-Îndo-Ewrupî da nee:
di-: di-kim,
di-kir û hwd. (← proto-ar. *da ← proto-îe. *de, *do)
di … da: di
malê da, di turikê da û hwd. (↑)
ra-: ra-kirin, ra-bûn û hwd. (← proto-kurd. *fra < proto-ar. *pra < proto-îe. *pro)
ra: ji
min ra, di nav ra û hwd. (← rāh ← *rād ←
< proto-ar. *rātī)
ve-: ve-kirin,
ve-bûn û hwd. (← *wa ← *pa ← proto-ar. *apa < proto-îe. *ʰépo)
va: ji der va, b’ wir va c̰û û hwd. (← proto-kurd. *awa ← proto-ar. *aw-a < proto-îe. *aw-o)
Baźarê Yezdʼê baźarekî kevin yê Kurdên Zerdeśtʼî yee. Ev baźar hîro di bin desthilatdariya Farsan da yee.
Heźmara niśteciyên baźêr li dor nîv mîlyonî yee u di eslê xwa da Kurd inn ango Med inn.
Yezd yek źi navendekî Zerdeśtʼiyan ya herî girîng ee. Heźmara Zerdeśtʼiyan hîro li dor 30-40 hazarî yee li Yezdʼê.
Źiber mîmariya xwa ya mihteśem, dîrokî u Zerdeśtʼî UNESCOyê di sala 2017an da sê herêmên li Yezdʼê xiste nav “Lîsteya Mîrasa Cîhanê”.
Li Yezdʼê taybet herêma bi mîmariya xwa ya spîral ciyekî pirr navdar ee.
Ev hemî avahî źî li ser qumê hatine ćêkirin u li dor hezar salî kevin inn. Hemî xanî źi av, herî u kaa hatine ćêkirin. Dîwarên xaniyan pirr stur inn, loma di kela havînê da hênkayiyeke xwaś źê dihafre. Kolan teng u bi dîwarên/dîzarên bilind hatine ćêkirin, daku bila rooź nekare herdê germ bike. Ev yek źî dibe sebeb ku di wê kela havînê da li derudor u hundurên malan hênik bimînin.
Zmanê xelkê baźarê Yezd zmanekî Medî yê serbixwa yee. Tevî ku Fars desthilatdariyê dikin źî, hîna źî ev zmanê pirr kevin yê Medî bi tevî reseniya xwa ya kevin diźîn.
Ez hêvî dikim ku Kurd roźekê bikarin bi hiśmendiyeke netewî bala xwa bidin van mîrasên xwa yên mihteśem, van yek bi yek tomar bikin, ligorî methodên zanyariyî u akademîk bi hessasiyeteke mezin vebêźin u nirxên xwa yên dîrokî, zmanî, ćandî, dînî, zanyariyî u mîmariyî źi tunebunê xelas bikin.
Berî salekê min u Weśanên NAyê bi hev ra ragiyandî bu ku em ê źi niha u pê va di her śeś mehan da carekê kovareke zanyariyî u akademîk derxînin, ango ćar kovarên cuda yên bi sernavên:
1. Avestica-Kurdica (derket!)
2. Medica-Kurdica (derket!)
3. Arica-Kurdica (1ê îlonê derdikeve!)
4. Mantʰra-n (= Wêje-bêj/Bêje-bêj).
5. Proto-Kurdî (me ev kovar nuh lê zêde kir).
Kovara yekem u duyem derketin.
Vê gavê kovara sêyem Arica-Kurdica 1 di dorê da yee u dê di 1ê îlona 2025an da derkeve.
Weśanên NAyê ev wêne źibo danasîna kovara Arica-Kurdica amade kiriye. Dê di nav demeke nêzzîk da di nav medyayê da were belav kirin.
🎋
Kovara «Arica-Kurdica 1» (bi Latînî yee; xwandin: Arîka-Kurdîka = Arî-Kurdî) di 1ê îlona 2025an di nav Wes̰anên NAyê da derdikeve.
Kovara Arica-Kurdica 1 dê bi tevî lêkolînên ku tê da bʼêne belav kirin, bi gis̰tî bi van mijarên hanê ra mijul bibe:
1. Zmanê Proto-Arî bi tevî ferhengoke Proto-Arî,
2. Welatê xelkê Arî,
3. Baweriyên xelkê Arî,
4. C̰anda bi hêz ya xelkê Arî,
5. Têgêhis̰tina felsefîk ya jiyanî li ba xelkê Arî,
6. Muzîk ango dengbêjiya li ba Ariyan,
7. C̰itoniya/c̰awaniya berbelavbûna xelkê Arî bi tevî c̰and û zmanê Arî.
Di Avesta'yê da têgeha «airiiyana- vaejah-» ango «jêdera/kaniya Ariyan» jibo welatê xelkê Arî hatiye bʼ kar anîn. Di kovarê da em ê bikevine nav hewldanên vegotina van mijaran bi tevî method û pîvanên tund û navneteweyî yên akademîk û zanyariyî.
🎋
Li Ser berga paśîn laviźeke bi Avestî dîsan bi forma Proto-Kurdî u Proto-Arî hatiye dayîn bi tevî wergera Kurdî.
Mixabineke bi xenćer ee di zmanê me da.
Li herêma Qoćgîrîʼyê Kurmancî źî bi tevî miriyan bar dike u terre.
Yê mayî tenê nifśê źi axir zemanî yee, u di dorê da yee, li pey miriyên xatir xwastî.
Kevir li benda barana źi bakur va mane.
Dibêźin dê śîn u śiwanên xwa pê biśon.
Śîneke li Qoćgîrîʼyê
Ev ćend sal bunn ku ez źibo proźeya “Pês̰birka źibo muzîka Gātʰā’yên Zerdes̰t” di nav hewldanan da bum. Ez heta niha bi gelek muzîkźenên Kurd ra axivîm.
Lê mixabin min heta hîro nekarî muzîkźenekî/e ku bikare vî karî hilgire ser xwa, peyda bikim. Gelek dost u hevalan alîkarî dann di vî karî da.
Źibo ku em bikarin bigêhiźin muzîkźenekî/e nenas u bêdeng, min berî du roźan ev îlana hanê ya li źêr di medyaya sosyal da belav kir.
Ez hêvî dikim ku em di demeke ne dur û drêź da muzîkźenekî/e têr u tîźe peyda bikin u dest bi vê proźeya dîrokî bikin.
Nivîsa ku di medyaya sosyal da hatî bu belav kirin, ev ee:
[ Pês̰birka jibo “muzîka Gātʰā’yên Zerdes̰t” ]
Em weke însiyatîva “Komeleya Zarathushtra – Song of Light” bi salan e bi vê projeya “Pês̰birka muzîka Gātʰā’yên Zerdes̰t” ra mijul dibin. Pis̰tî lêkolînên sî û pênc salî (35) yên li ser Avesta û Zerdes̰t û berhemên c̰apkirî (Avesta 1-13) hêdî em hîro di vî karê dur û drêj da gêhis̰tin dawiya amadekariyên xwa û dixwazin dest bi vê projeyê bikin.
(1) Divêt bi tevî muzîkeke efsaneyî/destanî muzîkek jibo Gātʰā’yên Zaratʰuštra were amade kirin. Dê drêjiya vê berhemê bi qasî s̰ês̰t (60) deqqan be.
(2) Muzîka Kurdî ya klasîk divêt di hafrandina melodiyan da bibe bingeh bi tevî melodiyên nujen, ango divêt ji muzîka Kurdî ya otantîk ji nuh va muzîkeke destanî/epîk ya gerdunî were hafrandin.
(3) Avesta, bi taybet jî Gātʰā’yên di Avesta’yê da, ji lavij û stranên ayînî u felsefîk pêk tên. Loma jî divêt digel hafrandina melodiyan meriv bi putepêdanî tevbigerre.
(4) Melodiyên dengbêjiyî yên klasîk divêt ligorî tes̰e u zeruriyeta xwa ya dîrokî bi formên gerdunî werin b’ kar hanîn.
(5) Elementên dengbêjiyî yên di nav c̰anda Kurdên Elewî, Êzdî, Yarsanî u hwd. da divêt tê da b’ cî bigirin.
(6) Di Avesta’yê da agir, av, hewa u ax roleke bingehîn digirin, loma jî heger ev element di nav melodiyan da bikarin werin îfade kirin, dê bas̰tir be.
[ S̰ertên bes̰darbûna pês̰birkê ]
Kesên ku dixwazin bes̰darî vê pês̰birkê bibin divêt ligorî van s̰ertên li jêr bi me ra bikevin têkiliyê.
(1) Jibo bes̰dariya pês̰birkê du meh wext hene (heta 1ê temmuza 2025).
(2) Di nav van her du mehan da divêt muzîkeke efsaneyî/destanî bi qasî “c̰ar deqqan” were amade kirin jibo bes̰darbûnê.
(3) Divêt ev muzîk ji navenda pês̰birkê ra were s̰andin (→ zarathushtra@gmail.com).
(4) Pis̰tî ku kesê serkeftî diyar bû, em ê bi wî/wê ra bikevin têkiliyê û peymanekê îmze bikin.
(5) Li ser hemî hurgiliyên din yên projeya “muzîka Gātʰā’yên Zerdes̰t” em ê bi kesê/a serkeftî ra pas̰ê bipeyîvin û pîvanên projeyê yek bi yek vebêjin.
(6) Jibo kesê serketî dê 2.500.- eyro werin bexs̰andin + …
(7) Divêt ji pis̰tî peymanê “muzîka Gātʰā’yên Zerdes̰t” ya bi drêjiya s̰ês̰t (60) deqqan di nav salakê da were amade kirin.
(8) Divêt muzîkeke unîversal ya bi motîvên muzîka Kurdî ya otantîk û klasîk were amade kirin.
(9) Serperes̰tiya vê projeyê dê îndo-ewrupîst, îndo-îranolog û avestolog Beyhanî S̰ahîn û Komeleya Zarathushtra – Song of Light bikin (bi tevî alîkariya hindek s̰exs û dezgehên din).
(10) Jibo serlêdana pês̰birkê bi kerema xwa emaila însiyatîva “Komeleya Zarathushtra – Song of Light” b’ kar bînin: zarathushtrah@gmail.com
(11) Pis̰tî serlêdanê dê însiyatîva Komeleya Zarathushtra bi kandîdatan/namzedan ra bikeve têkiliyê.
Ji niha va em weke însiyatîva “Komeleya Zarathushtra – Song of Light” jibo eleqeya we jidil spas dikin.
Emaila têkiliyê: zarathushtrah@gmail.com
Birêvabirên projeyê:
Beyhanî S̰ahîn (îndo-ewrupîst, îndo-îranolog û avestolog)
Komeleya Zarathushtra - Song of Light
Lînk:
https://www.facebook.com/share/1DHb18zoV8/
Di 1ê adara 2025an da kovara Medica-Kurdica derket. Min tê da kurtenivîsa bi zmanê Elmanî ya di derbarê bêźenasiya peyîva Avesta da źî belav kir. Lê ev gotar bi teśeya xwa ya pirr kurt źi gotara drêź ya bi Kurdî hate wergerrandin, ango źi kovara Avestica-Kurdica.
Berî heftekê min ev kurtenivîsa bi zmanê Elmanî źi gelek îndo-ewrupîstên li ba zangehên cihê u cihê ra śand.
Heta vê gavê sê îndo-ewrupîstan bersîv dann. Li hêlekê du heb îndo-ewrupîst di bersîvên xwa da pêkaniya pêśniyaza min pesend dikin, lê li hêla din ćend pirsan źi xwa dikin. Kesê din, ku hêdî teqawît buye, dibêźe:
“Vegotina we bawarane xuya dike.”, ango maqul xuya dike.
Profesorê beśa îndo-ewupîstiyê yê li ba Zangeha Zürichʼê di Emaila xwa da dibêźe:
“Li ba vegitonên heeyî yên heta niha anternatîveke balkêś ee.”.
Ez dibêźim dê hêdî îndo-ewrupîst u îndo-îranîst nekarin źi vê bêźenasiya pêśniyazkirî xelas bibin:
avesta < *apas-tā-ka- “berhem (-a pîroz)”.
Bêguman ligel vê vegotina bêźenasiyî ne pirsgirêkeke fonoloźîk, morfoloźîk u ne źî yeke semantîk hee yee.
Ev gotara hanê ya bi zmanê Elmanî dîsan weke PDF di academia.eduʼyê da źî da hate belav kirin.
Lînk:
https://www.academia.edu/128466400/Eine_neue_Etymologie_%C3%BCber_die_Herkunft_des_Avesta_apas_t%C4%81_ka_heiliges_Werk_
* * *
E-Maila ku min źi îndo-ewrupîstan ra śand
Ich bitte Sie um die Entschuldigung für dieses Schreiben an Sie persönlich. Ich hoffe sehr, dass Sie mir freundlicherweise vergeben werden.
Ich schicke Ihnen anbei meinen Artikel über die Herkunft des Namens Avesta, weil ich denke, dass es Sie als Fachexperte interessieren könnte. Dieser Forschungsartikel heißt:
Eine Etymologie über die Herkunft des Avesta ← *apas-tā-ka- “(heiliges) Werk”
Diese wohl kurze Zusammenfassung hier als PDF auf Deutsch besteht aus meinen zwei Publikationen, die im Jahre 2023 und 2024 auf Kurdisch veröffentlicht wurden. Die Zusammenfassung auf Deutsch wurde im Jahre 2025 in der Zeitschrift Medica-Kurdica 1 (
Ich führe im Allgemeinen das Wort Avesta bzw. pahl. abastāg auf die altiranische Vorform:
*apas-tā-ka- < *apas-tā- “(
Zu aav. jav. *apah-/*āpah-, in: huu-apah-, huu-āpah- “gute Werke wirkend” ~ ved. ápas- n. “Werk, Handlung, Arbeit, Opferwerk” (ā́pas- “frommes Werk”?, RV 1.178.1, 4.38.4) < proto-ie. *h3épes-/*h3épos- ~ lat. opus n. “Werk, Handlung, Arbeit”.
Vgl. ved. apás- “werktätig, geschäftig”, sv-ápas- “gut wirkend, kunstreich” (vgl. jav. huuapah-, aav. jav. huuāpah-), apasyā́t “wird tätig sein”, apasyā́- f. “Geschäftigkeit”, apasyú- “
Weitere wichtige Details können Sie in meinem Artikel entziehen (siehe PDF), falls für Sie die Notwendigkeit bestehen sollte.
Ich bedanke mich im Voraus für Ihre Vornehmheit und Güte, Ihre Aufmerksamkeit und verbleibe
mit freundlichen Grüßen
Beyhanî S̰ahîn
Kovara Medica-Kurdica 1 di nav WEŚANÊN NAyê da derket.
Di kovara Avestica-Medica da bi taybet û gis̰tî lêkolîn û gotarên di derbarê Medan da û têkiliya wan ya bi Kurdî û Kurdan va girêdayî hatin belav kirin.
Di kovarê da bi giśtî Med u zmanên Medî miźarên sereke nee, weke nimune:
‣ *váčahi *mādā́nām “Dengên/Zmanên Medan”, Beyhanî S̰ahîn................34
‣ Māda- “Med, Medya, Medî”, Beyhanî S̰ahîn ............................................37
‣ Di Farsiya Kevin Da C̰is̰tên Zmanê Medî, Beyhanî S̰ahîn ........................50
‣ Med. *hizbā́-n- “zmaan”, Beyhanî S̰ahîn...................................................54
‣ Med. *spa-ka- “kuc̰ik, spee, kutî”, Beyhanî S̰ahîn ....................................63
‣ Pêvekeke Taybet:
‣ Eine Etymologie über die Herkunft des Avesta ← *apas-tā-ka- “(heiliges)
Werk”, Beyhanî S̰ahîn ................... 72
Li ser berga paśiyê helbesteke bi zmanê Medî hatiye bʼ cî kirin:
[ āzātāh spakāh “kuc̰ikên rayî” ]
*…
druu̯āh narāh
zari-gau̯ša-bārāiš ǰani̯ah_čā̆
hazahrāhas_čā̆ ʰaspa-barāh
huu̯īrās_čā̆ pastai̯as_čā̆
āzātās_čā̆ spakāh
utā̆ zi ʰai̯u̯ah r̥zifi̯ah asmani
gāi̯anti_tu̯ā.
Srudī gau̯šāiš vahišta!
“…
Mêrên c̰ak
Û jinên bi guharkên zêrîn
Û sîwarên bi hezaran
Û gernas û les̰kerên peya
Û kuc̰ikên rayî
Û heyloyê li ezmên
Te distrên.
Guhdarî bike bi her du guhan yê bedewtirîn!”
C̰ileya 2006an, Zürich
Beyhanî S̰ahîn