Dienstag, 29. April 2025

[ Pês̰birka jibo “muzîka Gātʰā’yên Zerdes̰t ]


Ev ćend sal bunn ku ez źibo proźeya “Pês̰birka źibo muzîka Gātʰā’yên Zerdes̰t” di nav hewldanan da bum. Ez heta niha bi gelek muzîkźenên Kurd ra axivîm.

Lê mixabin min heta hîro nekarî muzîkźenekî/e ku bikare vî karî hilgire ser xwa, peyda bikim. Gelek dost u hevalan alîkarî dann di vî karî da.

Źibo ku em bikarin bigêhiźin muzîkźenekî/e nenas u bêdeng, min berî du roźan ev îlana hanê ya li źêr di medyaya sosyal da belav kir.

Ez hêvî dikim ku em di demeke ne dur û drêź da muzîkźenekî/e têr u tîźe peyda bikin u dest bi vê proźeya dîrokî bikin. 

Nivîsa ku di medyaya sosyal da hatî bu belav kirin, ev ee:



[ Pês̰birka jibo “muzîka Gātʰā’yên Zerdes̰t” ]


Em weke însiyatîva “Komeleya Zarathushtra – Song of Light” bi salan e bi vê projeya “Pês̰birka muzîka Gātʰā’yên Zerdes̰t” ra mijul dibin. Pis̰tî lêkolînên sî û pênc salî (35) yên li ser Avesta û Zerdes̰t û berhemên c̰apkirî (Avesta 1-13) hêdî em hîro di vî karê dur û drêj da gêhis̰tin dawiya amadekariyên xwa û dixwazin dest bi vê projeyê bikin.


Loma em hez dikin ku em bi navbera vê îlanê di navbera me û muzîkjenên Kurd ra têkiliyekê c̰êkin. Bêguman ev karê hanê jibo me karekî pirr cîddî yê dîrokî, c̰andî, ayînî, zmanî û Kurdistan’î ye. Jiber vê hindê em hêvî dikin ku bi em bi vê îlanê bikarin bigêhijin muzîkjenên hêja yên Kurd.


(1)   Divêt bi tevî muzîkeke efsaneyî/destanî muzîkek jibo Gātʰā’yên Zaratʰuštra were amade kirin. Dê drêjiya vê berhemê bi qasî s̰ês̰t (60) deqqan be.

(2)   Muzîka Kurdî ya klasîk divêt di hafrandina melodiyan da bibe bingeh bi tevî melodiyên nujen, ango divêt ji muzîka Kurdî ya otantîk ji nuh va muzîkeke destanî/epîk ya gerdunî were hafrandin.

(3)   Avesta, bi taybet jî Gātʰā’yên di Avesta’yê da, ji lavij û stranên ayînî u felsefîk pêk tên. Loma jî divêt digel hafrandina melodiyan meriv bi putepêdanî tevbigerre.

(4)   Melodiyên dengbêjiyî yên klasîk divêt ligorî tes̰e u zeruriyeta xwa ya dîrokî bi formên gerdunî werin b’ kar hanîn.

(5)   Elementên dengbêjiyî yên di nav c̰anda Kurdên Elewî, Êzdî, Yarsanî u hwd. da divêt tê da b’ cî bigirin.

(6)   Di Avesta’yê da agir, av, hewa u ax roleke bingehîn digirin, loma jî heger ev element di nav melodiyan da bikarin werin îfade kirin, dê bas̰tir be.


[ S̰ertên bes̰darbûna pês̰birkê ]


Kesên ku dixwazin bes̰darî vê pês̰birkê bibin divêt ligorî van s̰ertên li jêr bi me ra bikevin têkiliyê.

(1)   Jibo bes̰dariya pês̰birkê du meh wext hene (heta 1ê temmuza 2025).

(2)   Di nav van her du mehan da divêt muzîkeke efsaneyî/destanî bi qasî “c̰ar deqqan” were amade kirin jibo bes̰darbûnê.

(3)   Divêt ev muzîk ji navenda pês̰birkê ra were s̰andin (→ zarathushtra@gmail.com).

(4)   Pis̰tî ku kesê serkeftî diyar bû, em ê bi wî/wê ra bikevin têkiliyê û peymanekê îmze bikin.

(5)   Li ser hemî hurgiliyên din yên projeya “muzîka Gātʰā’yên Zerdes̰t” em ê bi kesê/a serkeftî ra pas̰ê bipeyîvin û pîvanên projeyê yek bi yek vebêjin.

(6)   Jibo kesê serketî dê 2.500.- eyro werin bexs̰andin + …

(7)   Divêt ji pis̰tî peymanê “muzîka Gātʰā’yên Zerdes̰t” ya bi drêjiya s̰ês̰t (60) deqqan di nav salakê da were amade kirin.

(8)   Divêt muzîkeke unîversal ya bi motîvên muzîka Kurdî ya otantîk û klasîk were amade kirin.

(9)   Serperes̰tiya vê projeyê dê îndo-ewrupîst, îndo-îranolog û avestolog Beyhanî S̰ahîn û Komeleya Zarathushtra – Song of Light bikin (bi tevî alîkariya hindek s̰exs û dezgehên din).

(10)   Jibo serlêdana pês̰birkê bi kerema xwa emaila însiyatîva “Komeleya Zarathushtra – Song of Light” b’ kar bînin: zarathushtrah@gmail.com

(11)   Pis̰tî serlêdanê dê însiyatîva Komeleya Zarathushtra bi kandîdatan/namzedan ra bikeve têkiliyê.

Ji niha va em weke însiyatîva “Komeleya Zarathushtra – Song of Light” jibo eleqeya we jidil spas dikin.


Emaila têkiliyê: zarathushtrah@gmail.com

Birêvabirên projeyê:

Beyhanî S̰ahîn (îndo-ewrupîst, îndo-îranolog û avestolog)

Komeleya Zarathushtra - Song of Light


Lînk:

https://www.facebook.com/share/1DHb18zoV8/




Keine Kommentare: