Berî salekê min u Weśanên NAyê bi hev ra ragiyandî bu ku em ê źi niha u pê va di her śeś mehan da carekê kovareke zanyariyî u akademîk derxînin, ango ćar kovarên cuda yên bi sernavên:
1. Avestica-Kurdica (derket!)
2. Medica-Kurdica (derket!)
3. Arica-Kurdica (1ê îlonê derdikeve!)
4. Mantʰra-n (= Wêje-bêj/Bêje-bêj).
5. Proto-Kurdî (me ev kovar nuh lê zêde kir).
Kovara yekem u duyem derketin.
Vê gavê kovara sêyem Arica-Kurdica 1 di dorê da yee u dê di 1ê îlona 2025an da derkeve.
Weśanên NAyê ev wêne źibo danasîna kovara Arica-Kurdica amade kiriye. Dê di nav demeke nêzzîk da di nav medyayê da were belav kirin.
🎋
Kovara «Arica-Kurdica 1» (bi Latînî yee; xwandin: Arîka-Kurdîka = Arî-Kurdî) di 1ê îlona 2025an di nav Wes̰anên NAyê da derdikeve.
Kovara Arica-Kurdica 1 dê bi tevî lêkolînên ku tê da bʼêne belav kirin, bi gis̰tî bi van mijarên hanê ra mijul bibe:
1. Zmanê Proto-Arî bi tevî ferhengoke Proto-Arî,
2. Welatê xelkê Arî,
3. Baweriyên xelkê Arî,
4. C̰anda bi hêz ya xelkê Arî,
5. Têgêhis̰tina felsefîk ya jiyanî li ba xelkê Arî,
6. Muzîk ango dengbêjiya li ba Ariyan,
7. C̰itoniya/c̰awaniya berbelavbûna xelkê Arî bi tevî c̰and û zmanê Arî.
Di Avesta'yê da têgeha «airiiyana- vaejah-» ango «jêdera/kaniya Ariyan» jibo welatê xelkê Arî hatiye bʼ kar anîn. Di kovarê da em ê bikevine nav hewldanên vegotina van mijaran bi tevî method û pîvanên tund û navneteweyî yên akademîk û zanyariyî.
🎋
Li Ser berga paśîn laviźeke bi Avestî dîsan bi forma Proto-Kurdî u Proto-Arî hatiye dayîn bi tevî wergera Kurdî.


Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen