Freitag, 5. September 2025

[ Kovara Arica-Kurdica 1 ]

 

 


 

Kovara Arica-Kurdica bi giranî zman, c̰and, dîn û wêjeya Proto-Arî û Kurdî ji xwa ra bingeh digire. Jiber vê yekê dê ji niha û pê va di kovara Arica-Kurdica da bi gis̰tî lêkolîn û gotarên di derbarê zmanê Proto-Arî û têkiliya wî ya bi Pan-Kurdîzmê û Kurdan va girêdayî werin amade kirin û wes̰andin. Di vê hejmara yekem ya Arica-Kurdica’yê da bi gis̰tî du mijarên zmanî yên sereke hatinn b’ cî kirin:

 

(1)  Ferhengoka Proto-Arî ↓ (46 rupel)

(2)  C̰end dac̰ekên Proto-Îndo-Ewrupî yên di Pan-Kurdî da ↓ (42 rupel)

 

Ev her du lêkolînên di kovara Arica-Kurdica’yê da bes̰eke projeyeke kevin inn û di kovarê da bi tevî  formateke kurt hatine b’ cî kirin.

 

[ Ferhengoka Proto-Arî ]

 

Di vê ferhengokê da peyîvên Proto-Arî bi tevî tes̰eyên Proto-Îndo-Ewrupî û Pan-Kurdî (~ Pan-Kurdîzm) û zmanên din hatine b’ tomar kirin. Tê da fonolojî û bêjenasiya dîrokî ciyekî taybet digire û bi hessesiyeteke mezin hemî deng û peyîv yek bi yek di nav bêjinga tuj ya zmannasiyî ra hatine derbaz kirin, weke nimune:

 

*dRaHǰʰas- drêjî (rbb. *dr̥Hgʰá-) ← *dReHǰʰ-es- < proto-îe. *dleh1gʰ-es- (digel *dl̥h1gh-ó-).

av.c. drājah- ‘drêjî’ < *dleh1gʰ-es-.

kuKurm.n. drêj [drḗž] kuKurm.nv. *drā́ž ← kuKurm.k. *drāǰah- < proto-ku. *draHǰʰah/s- ‘drêj-î’.

kuBel.n. drāǰ ‘drêj’.

pehl. drāz ‘drêj’.

fars.n. dirāz ‘drêj’.

rbb. ved. drāgh-mán- ‘drêjî’ < *draHgʰ°-.

  

[ C̰end dac̰ekên Proto-Îndo-Ewrupî yên di Pan-Kurdî da ]

 

Di vê bes̰ê da mijara sereke dac̰ekên Pan-Kurdî û tes̰eyên van yên di serdema Proto-Kurdî, Proto-Arî û Proto-Îndo-Ewrupî da nee:

 

di-:   di-kim, di-kir û hwd. ( proto-ar. *da proto-îe. *de, *do)

di … da:   di malê da, di turikê da û hwd. ()

ra-:   ra-kirin, ra-bûn û hwd. ( proto-kurd. *fra < proto-ar. *pra < proto-îe. *pro)

ra:   ji min ra, di nav ra û hwd. ( rāh *rād ← < proto-ar. *rātī)

ve-:   ve-kirin, ve-bûn û hwd. ( *wa *pa proto-ar. *apa < proto-îe. *ʰépo)

va:   ji der va, b wir va c̰û û hwd. ( proto-kurd. *awa proto-ar. *aw-a < proto-îe. *aw-o)











Keine Kommentare: