Ev ćend roź bun ku źiber hewaya xerab qet nećum
pîskîlêt-haźotinê. Vê gavê dubare rê vebu.
Źi berî ćend roźan gava ez źi bezê vedigerriyam malê, li ser
riya ber mala me min bi tesedufî dayika hevala min (ya Jenny’ya deh salî) dît.
Li ser motorsîklêta xwa bu, l’ min mêze dikir u dikenniya.
Min berê qet nas nekir.
Paśê em bi qasî ćarîkekê bi hevdu ra peyîviyan.
Got, «Ma Jenny qet di vê navberê da hate ba te? Min got bila
carekê were te ziyaret bike, źibo ku tu wê źi bîr nekî. Źixwa va ye em ev du
meh in ku qasî sed mêtro źi hevdu dur rudinin, hêdî ne di eynî xaniyê da ne
...».
«Naaa, Jenny qet nehat.»
«Herhal źi bîr kir, loma nehat. Ez ê hîro dubare źê ra bibêźim.»
Me gotina xwa b’ vir u wir da drêź kir u dawiya dawîn xatir źi
hevdu xwast.
Du roź paśê deriyê mala min lêxist.
Ez źi bezê hatî bum. Di nîviyê riya bezê da birćîtiyekê wilo bê
bav l’ min girtî bu ku, nayê gotin. Tabî tîbun źî bi têra xwa hee’bu.
Min bi lez xarinek ćêkir u dest bi xwarina xwa kir. Źiber ku
pirr birćî bum, min pićekî zêde ćêkirî bu. Bila mala ćavbirćîtiyê biśewite
welleh.
Herê, zengila dêrî lêxistî bu.
Min ću derî vekir ku va ye hevala min Jenny li ber dêrî
disekine.
Ê tabî hema bi min ra derbazî hundir bu. Ez berbi odeya xwa
meśiyam. Ew źî li pey min dihat. Xwarina min li odeya runiśtinê bu. Min ćend
heb ćîkoleteyên vekirî yên li ser masê girtin destê xwa em ćun odeya runiśtinê.
Min hemî ćîkolete dayniyan ber xaltîka xwa Jenny’yê.
«Zêde nexwe, haaa.»
«Ćima nexwim? Te źî ev nedane ber min.»
«Binêreee, dayikê te ewê paśê b’ ser min da bike qîźźewîźź,
kundirê.»
«Ku te źê ra negot, ez ê źî źê ra nebêzim. Wê gavê problem
dernakeve. Te fam kir?»
«Ma tu naxwazî pićekî xwarina ku min ćêkiriye, bixwî, hi?»
«Hi i, naxwazim. Min vê gavê xwar u hatim cem te.»
«Êêê, tu ćima hatî?»
«Dayika min got, loma.»
«Ma wekî din qet sebeb tun in?»
«Haaa, yek źî dayika min got herre bi Beghyanî ra randevuya
xwarinekê bike, loma.»
«Hmmm, em ćawan bikin.»
«Welleh vê heftê ćênabe. Hefteya din źî ćênabe, em ê herrin derekê.
Paś sê heftan mumkun e.»
«Wey bila mala te xerab nebe, kećê. Sê hefte ha?»
«Herê. Min got wextê min tun e. Źixwa tu tiśtên wilo fam nakî.
Divêt em te dîsan biśînin dibistana seretayî, sinifa yekem. Baśtir e ku tu
dîsan hînî heźmartinê bibî. Heta sedî têr dike ...»
Xaltîka min Jenny qasî sê ćarîkan li ba min maa.
Tabî axaftinên me hertim bi śerr dest pê dikin u bi śerr źî dawî
dibin.
Jenny hertim henek u tinazên xwa b’ min dike. Helbet ez źî b’ wê
dikim. Loma aśtî-maśtî qet nayê bîra me.
Paśê rabu ku herre. Ez dubare ćum mitfaxê. Min got ez tiśtekî
peyda bikim u bidim Jenny'yê. Porteqalên mezin li ber ćavên min ketin. Min yek
girt u daa Jenny’yê. Kafirê, dizaneke ku
ez hertim tiśtekî źibo xwarinê didimê. Porteqala xwa girt u derkete ser
korîdorê. Li ser merdîvanan dubare dest bi henek u tinazên xwa kir heta ku
dakete źêr.
«Binêre, Jennyyy, sînîrên min pirr hessas in, haaa, serê min neke
zirne, dînikê.»
Ez ći bikim, min dîsan ćend roźan nekariya tiśtekî binivîsînim.
Êêê, źiyan e, carina ćep u carina źî rast lêdixe, bernade ku
meriv hertim ligorî têla tembura xwa serê govendê germik u nermik bike.
Tabî li welêt dê weladê xwa tavêźe.
Hilbiźartinên 7ê hezîranê yên li bakurê Kurdistan’ê vê gavê
siyaset pirr sor u germ kiriye.
HDPê vê carê siyaseta xwa li ser hariyariya «elewiyan» ava
kiriye.
Źixwa yên ku elewî ne źî bi temamî kurd in, heger em wan ćend
tirkên teres u namerd neheźmêrin.
Ligorî ku tê guhê min, li herêma me millet buye HDPeyî, bi
taybet zî ciwan.
Ev du sal in ku bavê min źî bi têra xwa buye HDPeyî. Sala
derbazbuyî dengê xwa dayî bu HDPê.
Min doh têlefonî bavê xwa kir. Got, «Ez ê dengê xwa bidim
Selahattin. Mîtîngên wî dehśet in, pirr însan tev lê dibin.».
«Bavo, ê tu ćima dengê xwa didî Selahattin?»
«Ez ê ćima nedimê? Millet di mîtîngên wî da piśtgiriyeke mezin
dide wî.»
«Bavocan, temam źî, yanî aniha tu ćima dengê xwa didî wî? Ma tu
seba/źibo millet didî wî?»
«Na naaa, wekî din kes nikare vî pêzevengî bide sekinîn, tenê
partiya Selahattin dikane vî pêzevengî bide sekinîn. Loma ez ê dengê xwa bidim
Selahattin. Tu dizanî, ez mêze dikim ku ciwan źî li derudorê seba Selahattin
kar dikin.»
Bi vir u wir da em ćun u hatin.
Qasî ku xuya dibe bavê min di vê meselê da pirr cîddî u bi
birryar e.
Paśê bavê min dubare gotin haniya ser rêwîtiya min ya berbi
Kurdistan’ê va.
Ćaya
kurd ya di eyarê hingivê da.
«Ez ê hefteya din herrim gund u dîsan werim. Hindek karê min li
wir hee ye. Heta ku tu werî ez ê b’ śun da vebigerrim.», got.
«Bavo, hîn wext hee ye źibo hatina min. Lez meke. Tam mehek wext
hee ye.»
«Dizanim dizanim, te gotî bu 25ê hezîranê ye, ne wilo?»
«Herê bavo, herê.»
«Ez ê werim balafirxanê li benda te bisekinim.»
«Na na, pêwist nake, ez bi xwa dikarim riya malê derbixim.»
«Dizanim ku tu riya malê dikarî derbixî. Ćima ez neyêm? Heger
kesek li wê derê li benda te ’be, xerab dibe. Seba wê min got.»
«Temam bavo, te ćawan xwastiye bila bi wî hawî bibe, weyyy.»
Ez pićekî kenniyam bi nazikiya bavê xwa.
Bavê min źî di nod u pênc saliya xwa da naziktiyê dike u dixwaze
were pêśwaziyê l’ lawê xwa bike, hahooo.
Êêê, bavê min e, kafir carina źi surprîzan źî hez dike bi xwadê :)
Pofikên/ćorekên kurd yên ku meriv bi heft canî dikin.
Bi ewr u baran e. Germî źî heta 10 pileyan daket. Heta dawiya vê
heftê źî baś xuya nake.
Źiber vê yekê ye ku sporta xwa ya bi pîskîlêtê vê gavê nikarim pêk
b’înim.
Pêr min ću turikeke nu li dukaneke ku kinc, sol u melzemeyên
sportê difrośe, kirriya.
Turikeke pirr pît e. Źixwa ev markeya malzemeyên sportê baś tê
nas kirin.
Źibo rêwîtiya min ya Kurdistan’ê min kirriya.
Lê ez ê hîn turikeke din ya pićuk u siviktir źî bikirrim. Ez ê îsal
li Kurdistan’ê, yanî li gundê me berê xwa bidim wan ćiyan. Loma divêt ez źibo
av u xwarinê turikeke maqul peyda bikim, daku bila digel meśê zêde min aciz
neke, belasebeb serê min ne’êśine.
Ćaya kurd ya źi kezeba xwezayê.
Aniha vê gavê herre were tam pênc hefte man źibo rêwitiya min.
Wê roźê bi kekê xwa ra peyîviyam. Qasî ku xuya dibe hatina wî bi
temamî bellî nîn e. Kar u barê wî yê mînîbusê vê gavê zêde serê wî têśîne. Ya
rast mesele dewleta tirkan ya teres e.
Min hîn źî bîst kîlo ćîkolete l’ hev ne’aniya.
Ez dibêźim ez ê heta roźa xwa ya rêwitiyê hal bikim.
Źi berî her tiśtî divêt ez kamereyeke baś peyda bikim.
Ez ê di nêzzîk da carekê herrim ba heval Newzat u źê bipirsim,
ka kamereyeke wî ya baś hee ye yan
na.
Ku
nebu ez ê herrim yeke ku bikare karê min bike, bikirrim.
Divêt
îsal ez mêvantiya xwa ya li welêt baśtir qeyîd bikim.
Demekê di nav komeke me ya zmanê kurdî da xaltîkekê xwastî bu ku
em resimên kincên zarokan yên ku wê amade kirî bun źî belav bikin.
Li ser kincan resimên zarokan hee’bun.
Li źor u źêr źî nivîsên bi kurdî.
Bêguman kêfa min gelekî bi vê xebata xaltîka me hatî bu.
Min di nav koma zmanê kurdî u di nav komên din da źî belav kir.
Ez ćum ketim rupela xaltîka me źî.
Xaltîka me li Elmenye’yê dimaye.
Li ser rupela xwa digot, «Em dikarin li ser kincên ku hun źibo
zarokên xwa dixwazin sîparîś bidin, gotinên we yên bi kurdî źî binivîsînin u biśînin.».
Tabî min digel belavkirina resimên bi nivîsên zmanê kurdî
rêklama xaltîka me qet nekir.
Aniha dibêźim heger min bikira ewê baś bibuya.
Źibo keda wê ya Kurdistan’î divêt min ew bikira.
Ma ćend kurdên kundir hee ne ku karekî weha kurdperwer u
kurdîhez bikin?
Lê her cara ku min resimek belav dikir ćend kes bi min ra
diketin têkiliyê u dixwastin bizanin, ka îmkana ku meriv bikare wan kincên zarokan
yên bi nivîsên kurdî sîparîś bide, hee ye yan na.
Hindekan dixwastin bizanin ka ew kinc li ku derê têne îmal
kirin.
Bêguman mebesta min ya belavkirinê tenê u tenê zmanê kurdî bu.
Min digot belkî ćend kundirên me yên kurd yên ku xwadî îmkan in
bikarin li welêt źî karekî weha bikin, kultureke bi vî hawî di nav millet da
belav bikin. Bibin destpêka gelek berhemên din yên bi zmanê kurdî.
Heta aniha źî haya min qet źê tun e, ka kesekî li Kurdistan’ê dest
bi karekî weha pîroz kiriye yan na.
Helbet zu yan źî dereng ewê roźekê ew mêrxas u źinxas źî
derbikevin.
Źixwa kundirên bê bav di nav me kurdan da bi têra xwa hee ne.
Loma źî pêwist nake ku meriv l’ ćiyan u baniyan bikeve u l’
kundiran bigerre.
Yanî gava ez dibêźim «kundir», hun vê gotina min di mehneyeke
pirr nermik u germik da, di mehneyeke pirr nazik u rindik da fam bikin haaa.
Lê di rastiya xwa u ya xwadê da ev canikên me ne «kundir» in źî, ev
rasterast «qewad u qehpikên» bi testîqname ne. Bune her tiśt, lê ti carî nebune kurd. Nikarin bibin źî.
Li seranserê cîhanê ti der u cî nemaye ku van «qewad u qehpikên»
bi testîqname wekî dîkê bê derpî źi berî berbangê nexwandî ’bin.
Hema li ku derê sergînekê/zibilekê dibînin, tê da dest bi qeśmeriyan
dikin, źibo ku dilê civata li ser wan zibilan xwaś bikin, daku bila ew hestiyekî
gemarbuyî b’avêźin ber van qewad u qehpikan.
Hay źi xwa u derudora xwa hee’ ’bin ha, bila we di ber qewadî u
qehpikiya xwa ra nekin qurban bavê mino.
Pêr, yanî 9ê meha gulanê, roźa paśîniyê/śemiyê pêśbirka bi navê
«Sola Stafette»yê ya bezê hee’bu.
Min berê źî źê behs kirî bu.
Źi hêla zanîngeha Zürich’ê va tê orxenîze kirin.
Tenê îmkana ku meriv bi komeke ku źi ćardeh kesan pêktê dikare
lê beśdar bibe.
Loma źî mesafeya ku źi 116 kîlomêtroyan pêktê, kirine 14 perće u
herkesê di nav komê da mesafeyekê dibeze.
Ez
Mesafeya min 12 kîlomêtro drêź bu.
Lê 4 kîlomêtroyên destpêkê bi temamî kaś in.
Ez ê źi Egg’ê heta Zumikon’ê bibeziyama. Etepa 11an bu.
Xaltîka me Aninna ewê etepa 10an bibeziya. Divêt ez li benda wê
bisekiniyama, daku wê banda di destê xwa da b’aniya u bidaya min.
Ez ê źî berbi noxteya 12an bibeziyama. Xalê me profesor Uli ewê
li benda min bibuya.
Entremana min ya bezê îsal ewqas zêde nebu.
B’ ser da źî îsal bi sê kîloyên zêde ćum pêśbirkê.
Sê kîlo źibo pêśbirkeke weha pirr in. Bi taybet źî źibo
mesafeyên bi kaś rasterast întixar e.
Lê mixabin digel entremanê min tenê kariya kîloyekê bidim, yanî
76 kîloyan daketim 75 kîloyan.
Źixwa ew źî maddeyên avî bun yên ku min dayî bun.
Di ćermê min da ne av u ne źî run-mun maa.
Ê tabî śewitandina proteyînan, yanî kêmkirina bazuyan źî ne zêde
karekî di cî da ye.
Mezinkirina bazuyan pirr bi zehmet e, hema hema bê îmkan e źî.
Loma źî gelek kes ha ha hormonan digirin, tevî ku tendurustiya
xwa serubin dikin źî vê yekê dikin.
Li ba min di van 8-10 mehên dawiyê da bi taybet bazuyên min yên
piyan pićekî zêde bun. Giraniyên ku min heta źi berî ćend mehan qet ranekirî
bun, rakirin, u hîn źî b’ pêś da terre ... Ći elemet e ez bi xwa źî nizanim welleh.
Yanî di nav van ćend mehan da sê kîlo bazu di bedena min da zêde
bune.
Helbet di van salên min da ew lê-zede-buneke baś e. Normel źi
piśtî 25 saliya xwa meriv bi hêdîka bazuyan henda dike ...
Herê, ez li ba noxteya 11an li benda xaltîka me Aninna’yê bum.
Zu hat. Min band źê girt
u dest bi bezê kir.
Her tiśt di halê xwa da dimeśiya.
Gava ez gêśtim kîlomêtroya heftan, di bin memika min ya ćep da
hêśekê dest pê kir. Her ku ću zêdetir bu.
Min him mist dida u him źî dibeziyam. Lê bê fêde bu. Digel kur
nefesgirtinê xerabtir dikir.
Hêdî îmkana min ya ku pićekî bi leztir bibeziyama, nemayî bu (ez dibêźim di destpêkê da digel germkirina bedena xwa gava min bazuyên xwa bi hêz vekiśandin, zirarek daa xwa, loma ev bêbavî hate serê min ...).
Ez bi vî halî heta noxteya 12an ćum, min band daa Uli u karê xwa
xelas kir.
Sala derbazbuyî ez buyî bum yê 63em, îsal yê 50yem.
Sala ćuyî min di nav 55:04 deqqeyan da xelas kirî bu, lê îsal di
54:18 deqqeyan da. Sala derbazbuyî bi 72 kîloyan, lê îsal bi 75 kîloyan ćum noxteya bezê. Sala derbazbuyî nebzê min (lêdana dil) di deqqeyekê da heta 39î daketî bu, lê îsal heta 37î daket.
Di nav tîma me da bume yê herî li pêś, wekî sala buhurî.
Hîro li klînîkê herkesî ez pîroz dikirim.
Serbiźîśkê beśa ku ez lê wergerriyê dikim, got, «Beghyanî, vê
sibehê rêvabiriya klînîkê pirr pesna te daa welleh ...».
Ê ma ći buye bavê mino, bila carekê źî ev kafir pesna min bidin
yaw. Ma mala kê pê xerab buye ku ya rêvabiriya klînîkê źî bibe, weyyy ...
Źi 4ê meha gulanê u b’ vir da li roźhilatê Kurdistan’ê
serhildanên ku dest pê kirin, li temamê baźarên li Roźhilat belav dibin.
Źi piśtî ku farsekî pînc u namerd yê îstîxbarata Îran’ê di
hotêlekê da dixwaze tecawîzî keća kurd Ferînaz Xosrevanî’yê bike, ew bi zorê
xwa tavêźê balkona hotêlê, bi caxên balkonê pêdigire u dixwaze xwa bi śiklekî
xelas bike - îbreta xwadê ya bê bav: iPhon’ek-.
Lê mixabin zêde nikare li ber xwa bide, tilî u bazuyên wê
diwestin u bê ćare xwa berdide ...
Herê, berdide xwarê.
Herhal dizaniya, herhal ...
Ewê biketa ... U ewê bimiriya ...
Li ber ćavên śêniya ku źi ber hotêlê derbaz dibe ...
Li ber ćavên wan însanên ku bi ćavekî sosret lê temaśe dikirin
... Ewê bimiriya.
Însanên ku li pey «ćimatiya» vê yekê dixwastin bizanin ...
Ferînaz’a me li benda mucîzeyekê ye. Yan ewê xatira xwa bixwasta u bi demê ra bićuya, yan źî bi farsê tecawîzkar u namerd ra ...
Dem bi leza xwa ya herî bi lez li dor wê dizîvire. Birćî xuya
dike.
Dem henekan pê ra nake. U bi sebir li benda wê disekine.
Bi sebira xwa keća kurd ya bê ćare u bi tirs gêź dike.
U bi xwa ra digire u dibe ... Ferînaz’a me bi demê ra diće, ...
Min du-sê roźan nekariya tiśtekî binivîsim, mixabin.
Kar u barê heeyî serî l’ min bi têra xwa gerrand.
Li hêla din sporta roźane źî gelek wext girt.
Źiber ku di van demên dawiyê da hewa pićekî nermtir buye, qet
dil nakim ku dest źi plenên xwa yên sportê berbidim.
Tabî dusibeh pêśbirka bi navê «Sola Stafette»yê źî hee ye. Ez bi
tîma klînîkê tev lê dibim u mesefeya ku ez ê bibezim di ser 12 kîlomêtroyan ra ye.
Pirr bi kaś e, loma źî źê ra dibêźin «etapa/mesefeya qralî».
Vê sibehê ez di seet śeśan da rabum. Min ê xuruniya xwa bikira u
bićuma tesîsên zanîngeha Irchel’ê.
Źiber ku ez ê mesafeyeke bi kaś bibezim, min got ka hele ez
herrim li ser makîneya bezbandê pêśiyê rabikim (heta źi % 15an) u kezeba xwa
amade bikim.
Ez di seet heft u nîvan da li wir bum.
Lê deriyê mekana entremanê girtî bu. Min sebeba vê yekê źi canikê
li wê derê pirsiya. Got, «Sala buhurî van deman źibo ćend mehan îstîsneyek bu
ku sibehan di seet heftan da dihate vekirin. Normel di seet heśtan da vedibe.».
Hîn bîst deqqe hee’bun. Ez dubare ćum kabîneyê.
Paśê min birryar daa u ez derketim der u berbi gira daristanê va
beziyam.
Heta bîst deqqan vegerriyam u ćum mekana entremanê.
Qasî seetek u ćil deqqan (1:40) li ser bezbandê beziyam.
Meriv li ser makînê feleket xwî dide, źiber ku di hundir da germ
e.
Min tam ćar lîtro av bi xwîdanê dayî bu. Tabî du lîtro źî min
heta hatina xwa ya malê vexwar.
Hîro pênc seet wextê min bi sportê derbaz bu; pîskîlêt-haźotin u
entremana bedenhêziyê u filan u fistix.
*
Gava ez di seet śeśan da rabum, min hevmaliya xwa xaltîka me
Michela źî dît.
Doh źi min ra gotî bu bavê wê giran nexwaś e u ewê sibeh zu
herre malê, yanî ewê bićuya baźarê xwa, bićuya Tessin’ê.
Em doh qasî seetek u nîv bi hev ra ćun gerriyan. Xemgîn bu.
Lê vê sibehê gava ez dîtim, got, «Begh, bavê min îśev miriye. Va
ye ez terrim. Bi kerema xwa bila haya te źi kulîlkên min hee’ ’be. Ez ê heta
heftekê vebigerrim. Wê xwarina di sarincê da źî źi bîr neke, germ bike u
bixwe.».
Mîzgîniyeke ne bi xêr bu vê sibehê.
Ew ću.
Ez źî ćum.
Em ćun.
Hozan Serhad: "Her Toy Qise Dikim" (bi kurdiya soranî)