Min źi berî ćend heftan di Facebook’ê da rupela zanîngeha
Muś'ê dît.
Ya rast hevalekê li ser lîsteya min (herhal xaltîka me Śevlay
bu) kêfa xwa bi nivîsekê haniya bu.
Ew nivîs źî li ser rupela zanîngeha Muś'ê bu.
Gava min ćend hevokên xuyayî xwandin, kêfa min gelekî pê hat
u ez ćum ser rupelê (Ez ê wê gotarê li źêr bi we ra parve bikim).
Źi piśtî ku min xwandina gotarê xelas kir, min ev nivîs di bin da belav kir:
«Her biźî ćavê mino, hemî gotinên di nav vê gotara pirr
germik u nermik da rastiya kambaxiya me kurdên îblîs e.
Lê ći dibe bila bibe, dîrok her li benda
mîsyonerên xwa ye.
U heźmara wan źî pirr kêm e.
Loma źî yabo qurbano, divêt meriv wan naxirên
ku di sufeta însanan da ne u bi kêrî zilikekê źî nayên, źi zurriyeta xwa ya
însanî u netewî nehesibîne ...».
Xalê me di bin nivîsa min da ev śîrove kirî bu:
«Kekê KK-Beghyani
Shadi Sharin, te rexneya xwe bi dilekî pak kiriye,
lê gotin û heqaretên ku rasterast li kesayetekî bê kirin li dijî konsepta vê
rûpela me ye. Wekî din jî, bi vî awayî hevalên me yên beşê ji ber van gotinan
dikevin rîskê û belkî ev ji bo wan ne baş be. Ez ê şîroveya te jê nebim, ev ne
hedê min e, lê tu rewşa xwendekarên me hildî ber çavên xwe û li xwendina wan
bifikirî, tu bi xwe vê şîroveyê rakî dê çêtir be. Lew, ez yeqîn dikim ku tu yê
me fam bikî. Û ji bo Kurdî çi ji destê me bê, û jê zêdetir jî, em ê bikin. Li
gel silavan.».
|
Yanî xalê me dixwaze
bibêźe "ez naxirtiya
zmanê tirkên qewad qebul nakim, ihi!"
|
Ê tabî min źî di bin śîroveya xalê xwa da ev bersîv dayê u me
dawî bi meselê haniya:
«Ćavê mino, yadê heyrano, min navê kesî nedaye, yanî anonîm
kiriye lo :)
Berxiko, xalê
te heta hîro di ber zmanê kurdî ra źiyana xwa daye, êdî luksa me nemaye ku em
li ber kurdan bi "heyran, qurban, ezbenî, ezgorî, ..." xwa ćar perće
bikin. Bi vê em nikarin zmanê me yê di komayê da xelas bikin.
Li welatên
herî pêśketî meriv u dewlet źibo menfeeteke xwa ya herî pićuk źî îsyan dikin,
lê îcar me kurdan xwalî li ser heft ecdadê xwa kiriye, hîn źî xema me nîn e ...
Yanî
dixwazim vê bibêźim; ma tirkên heram bi śîr u śekir u hingiv, bi rica u hezkirin
zmanê xwa hanîn u xistên mêźiyên me yên mirî?
Helbet na, bi
kuśtin u qetlîeman, bi tecawîzan, bi tarumarkirina welatê me, bi tarumarkirina ćand
u nirxên me ...
Îcar
dixwazim vê bipirsim: "Heger di me kurdan da pićekî namus, exlaq, xîret u
wîcdana însanî hee’ bibuya, qet me ev zmanê ku bi qetlîem u tecawîzan xistine
mêźî u devên me, qebul dikir?
Na! Me yê
xwa bikuśta u dîsan źî ev nekira ...
Źiber ku
exlaq u wîcdana însanî vê yekê qebul
nake.
Îcar kurd
exlaqen u wîcdanen źi van kirinên segbav śerm nakin, kîn u nefreteke bê sînor hîs
nakin, lê radibin zmanê van qetîl u tecawîzciyan wekî tiśtê herî normel bi kar
tînin, roź bi roź zmanê bav u kalên xwa dikuźin, her tiśtê ku li wan hatiye
kirin źi bîr dikin, zmanê wan tirkên bê namus di nav xwa da "meśru"
dikin ...
Li hêla din
źî ewê werin źi min dawa exlaq u namusê bikin ha?
Ti mafê
kurdekî/ê tun e ku bi van normên tirkên kerbav nêzîkî heebun u tunebuna zmanê
bav u kalan bibe ...
Tabî wekî
xalê min, ćend heb kesên bi wê namus u wîcdana bav u kalan źî hee ne, u ew źî
hêviya vî zmanî ne ...
Komeke me
ya zmanê kurdî hee ye dilê mino, were u bibîne ći rexneyên kezebreśî tên kirin,
herê welleh u billeh, bê nezer u filan u fistix :)
https://www.facebook.com/groups/dersakurdi/
Haaa, ez bi
xwa zmannas im, loma źî ez ê carina di nav koma we da lêkolînên ku min bi kurdî
amade kirine, parve bikim.
Ez vê śîroveya
xwa ranakim ćavê mino, ku te xwastiye, fermo, te ći ćawan xwastiye wilo źî
bike, serbest î yanî :)
Źi wan her du ćavên xalê xwa yên belek pać dikim, ihi :)».
Nivîsa xalê me ev e:
[
Xema Kurdî û Wekî Din
Hevalekî li ser
şandeyeke rûpela me bi dilekî pak rexneyê li xwendekarên beşa me girtiye û
nivîsiye: "Hûn beşa ziman û edebiyata Kurdî dixwînin lê hûn bi hev re bi
Tirkî diaxivin."
Ez jî dibêjim ji
'erş heta ferş tu rast dibêjî birako, baş e ku te
em rexne kirine, bi vê gotina te ez çi qasî li ber xwe ketim qet nebêje, li ba
me ji bo vî tiştî biwêja "poz şewitîn"ê dixebitînin. Erê lo, bi şeref
kim pozê min şewitî. Û tew ji ber vê hincetê, min bi gelek hevalên xwe yên beşê
re pev çinî û min gote wan ku, ez bibînim ku kî ji vê beşê bi hev re bi Tirkî
diaxive, bila bi min re neaxive û silavê jî li min neke. Rast û kin, kurt û
kurmancî.
Tu dizanî hevalo, rojekê mamosteyê me yê Îngilîzî di
sinifê de ji me re got "hûn hişyarbûna gelekî temsîl dikin". Çi qas
gotineke mezin û bêhawe xuya dike ne wisa, lê bi rastî jî wisa ye, lê gelo çend
kes guh da vê gotina wî û çend kes di pişt guhê re avêt li ber çavan e, her
tişt li meydanê ye. Min got Îngilîzî, tu dizanî hevalo, mamosteyê me dersa xwe
xwerû bi Îngilîzî dide, lê çu kes ranabe nabêje "loo, mamoste can ka dersa
xwe bi Tirkî bide" filan, lê gava ku behs û mijar Kurdî be û mamosteyên me
bi Kurdî dersê didin êdî gilî û gazinên wan dest pê dike, berevajî Îngilîzî ku
bi Kurdî dizanin, dibêjine wî ku em bi Kurdî tênagihin.
Min got mamoste ne wilo, heyran, lê ma te dizanibû
ku serê vê govenda Tirkî çend mamosteyên me yên dersa Kurdî dikişînin. Bila nav
di navbera me de nemîne û bila xelk jî pê bihise, bo nimûne mamosteyê dersa
Dîroka Zimanê Kurdî Prof. Dr. Hasan Çiftçi dersa xwe xwerû bi Tirkî dide, û
gava ku jê tê pirsîn ku çima dersa xwe bi Kurdî nade, dest bi gazinan dike
(dike ku giriyê me bi belengaziya me bê) û dibêje "ma ka çavkaniyên bi
Kurdî li ser dîroka zimanê Kurdî heye?" filan û bêvan. Bi saya te ez
dixwazim çend gotinan li ber guhê wî xim heyran, "mamoste can, heyrana
çavan, ma kesên ku van çavkaniyan amade dikin, halê wan ji te baştir in, heke
tune be tu yê amade bikî û tu mecbûrî heqê dersa xwe bidî" an na dorê bide
dornasan. Bi vî awayî fêdeya te li me nabe, heyf û mixabin qet nabe. Tenê navê
Kurdî ne bes e, xwe di bin vî navî de veneşêrin, heke hûn ji heq vî karî
dernakevin dev jê berdin. Li meydanê gelek canik û camêr hene ku vî karî baş bi
rê bixin.
10 dersên me hene pismamo, 4 ji van li ser navê
Kurdî ne, bila yên din bimînin. Gelek hevalên me gazin ji van dersên din dikin
û dibêjin ku çima ne bi Kurdî ye, lê heta êvarê bi Tirkî galegalê dikin. Te dî
gotinek heye, "legleg 'emrê xwe bi leqleqê derbas dike", aha, tiştekî
wisa. Ka em ji bo wan bibêjin çi, ne çu tişt! Êêê. Ê û... Tu dizanî 4 dersên me
yên Kurdî yên bi naveroka xwe ji hev cuda hene, lê hema bibêje di her çar
dersan de jî dersa gramerê tê dayîn. Carinan ez dibihîzim ku hevalên me di nav
hev de henekên xwe bi vê dikin (bi heq) û dibêjin "em bi dorê tewangê
dibînin" an jî "diçî kîjan dersê ji me re behsa cînavkan dike"
filan. Gelo haya mamosteyan ji vê heye? Tu dev ji vê berde, gelo haya
mamosteyan ji hev heye?
Min got haydarî ne wisa, gelo haya mamosteyan ji
xwendekaran heye? Gelo piştî dersan çi qasî bi xwendekaran re eleqedar dibin?
Ji me re dibêjin hûn ê bibin kurdolog, lê gelo kengî difikirin ku
pirtûkxaneyeke Kurdî vekin, qey ji wan we ye ku bê pirtûk lêkolîn tê kirin? Ez
dibêjim qey em bi serê xwe vekin dê çêtir be, belkî der û cînar ji me re
pirtûkan bişînin.
Tu dizanî birako, divê ez li xwe mikur bêm. Roja ku
li ser skypeyê bi kurdnasa hêja Joanna Bochenskaya polonî re hevpeyvînek hat
kirin hevalên me bi Tirkî pirsên xwe kirin (ma ev e kurdîzanî), lê te dizanibû
ku wê kêliyê mamosteyê me jî bi hevalan re bi Tirkî qise dikir? Çizîniyek ji
kevçika dilê min hat, dilê min şewitî û min li pencereyê nihêrî, payîz bû.
Birayê min, xema me ne mamoste ne, tu vê wiha
bizanî, em ne heyranê çavên reş û belek in. Gotineke pismamên me yên Colemêrgî
heye ku dibêjin " bira bira ye bazarî cuda ye". Xema me Kurdî ye û
kesê ku dikeve vê dersê divê heqê vê dersê bide, heke na bila vekişe here. Xema
me Kurdî ye (binêre: Şikoyê Hesen).
Ji niha û pê ve kîjan mamosteyê dersa Kurdî dersa
xwe bi Kurdî nede û ji heq dersa xwe dernekeve em ê li vir deşîfre bikin, bila
xwe aciz nekin, ji ber ku gotina Kurdî tenê têra me nake, divê nava vê gotinê
jî dagirin. Ji ber ku niha ev gotin bo me kulek e, pûç e. Hevalo, hevpeyvînên
ku em ê bi hevalan re di der barê ders û mamosteyan de bigirin kamerayê hema
bibêje amade ye. Li benda hevpeyvînên me bimîne û bizane ku dê çê bibe.
Wekî din, gotin çu nîne.
İnan Eroğlu
]