Montag, 13. Mai 2013

Roźeke Bi Refertan Digel Berendamên Profesortiyê -1-



Hîro hewa bi hewr u carina źî bi rooź bu.
Vê sibehê zu rabum u ćum tev li refereta xalê me Leonid Kulikov bum, bi eslê xwa rus buye.
Mêro refereta xwa li ser kiryarên «labîlîtetî u transîtîv» peyîviya.
Lê ne wekî hîndî-ewrupînasekî, berevaźî vê yekê wekî zmannasekî giśtî li ser miźara xwa sekiniya.
Pêśta qasî nîv seetî li ser vê meselê axiviya.
Paśê qasî dewpênc deqqan li ser miźareke din sekiniya.
Dawiya dawîn źî źi piśtî ku profesorên ku di nav komîsyona birryardayînê da bunn, derketinn u ćunn odeya birryargirtinê, qasî dewpênc deqqan źî beśa pirs u bersivan dest pê kir.
Yanî tam seetek wextê camêr hee’ bu ku nêrînên xwa b’îne zmên.
Tabî her tiśt di wextê xwa da ćêbu u qediya.

Di dora duyem da xalê me Martin Kümmel hee’ bu, źi Elmenye’yê hatî bu.

Lê hîn nîv seet wext hee’ bu.
Ez daketim hewśa zangehê ya ku wekî «Lichthof» («Hewśa Ronik») tê bi nav kirin.
Min ću qehweyek girt, li ber kasê pere daa, qehweya xwa girt destê xwa, berbi maseyan meśiyam.
Yekcar xalê me Thomas li pêś min peyda bu. Di destê wî da źî qehweyek hee’ bu. Ew źî li înstîtutê kar dike. Doxtoreya xwa źî źi berî ćend salan kirî bu. Min digot ewê źî wekî berendam serî l’ komîsyonê bide.
Lê nekiriye.
Em li wir runiśtinn.
Got, «Welleh min dil dikir ku bikim, lê sala derbazbuyî rewśa min yên tenduriśtiyê gelekî xerab bu, loma źî min nexwast. Rewśa min ya sînîrî têkću. Ez bawer nakim ku ez berpirsiyariya karekî weha bigirim ser xwa. Pirr stres tê da hee ye. Ew enerźî di min da tun e. Bi vî hawî źibo min baś e, źi sedî 60 têrî min dike. Wextê xwa yê din bi sportê derbaz dikim. Gelekî bi min baś tê. Haaa, ez li ser van tiśtan bi kesî ra napeyîvim, lê aniha ćawan bu nizanim, źi piśtî ku min tu dîtî yekcar źi dilê min hat u źi te ra got...».
Paśê me gotina xwa li ser berendaman drêź kir.
Got, «Ez hemiyan źî nas dikim. Bêguman hemî źî ligorî xwa xwadî zanîneke esasî ne. Lê heger ez śaś nebim, kesê herî baś Martin Kümmel e. Dibêźin li Elmenye’yê źi du zangehan źê ra pêśniyaz hatiye. Ku komîsyon li vir wî hilbibiźêre źî, dibe ku ew qebul neke. Ez bi wî ra demekê xebitiyam. Ew u ez, em her du źî di nav koma ku «Ferhenga Kiryarên Hîndî-ewrupî» amade kirî bu da bunn...».
Ziber ku min ew nas nedikir, min nekariya tiśtekî bibêźim.

Paśê em dîsan derketin ciyê referetdayînê.
Xalê me Martin hat u dest bi refereta xwa kir.
Hahooo, ći referet bu law, errrek.
Tam ligorî dilê min bu welleh u billeh.
Ći bibêźe baś e, waweylêêê :)
Ev tiśtê ku ez dewpênc sal in di derbarê dengê «h» yê di nav zmanê kurdî da tînim zmên, dikim qîźźewîźź, dayniya ser masê.
Ev dengê «h» yê hîndî-ewrupî tenê di nav kurdî da hee ye, di nav hemî zmanên da bi tevayî źî handa buye u ćuye, him źî źi berî bi hezaran salan.
Mesela peyva me «hesp, histêrk, hêk, hestî, hez, ...» bi dehan peyvên din.
Di zmanê hindî-ewrupî da herî kêm sê heb hee’ bunn, loma źî dibêźin «h1, h2, h3».
Îcîl źibo filehan, Qur’an źibo misilmanan, Tewrat źibo cihuyan ći ye, ev dengên «h» źî di beśa zmanên hîndî-ewrupî da ewqas pîroz in.
Mesela xalê me peyvên kurdî «hêk, hirć, tî [tʰī]» haniya zmên.
Digel hemî hîndî-ewrupînasan zmanên nu zêde di rewacê da nîn in.
Lê xalê me Martin got, «Ćênabe ku meriv van daneyên dîrokî paśćav bike. Divêt li ser van lêkolîneke zanyarî were kirin, ...».
Xalê me Thomas digel axaftina me gotî bu, Martin Kümmel aryanînasekî gelekî baś u źîrek e.
Ći bibêźim, kêfa min gelekî bi apê me Martin ra hat.
Hêvdar im ku komîsyon wî hilbibiźêre u ew źî birryara wan qebul bike u were Zürich’ê.
Min digot ez carê silavekê bidim xalê me.
Lê ćênebu.
Źi piśtî xelasbuna referetê ew u bi lez ćunn odeyeke din, helhal ćunn daîreya dekantiyê.
Dibe ku sibeh bibînim.
...

(Ewê berdewam bike)

Sonntag, 12. Mai 2013

Roźeke Zirto Virto



Hîro źi piśtî nîvroyê hewa pićekî baśtir bu.
Carina rooź derket, carina hewr hatinn.
Loma źî ez di seet 14 u nîvan da ćum pîskîlêthaźotinê, qendî du seetan.
Źiber baayê bi hêz hindekî karê min zêde bu :)

Gava ez di seet 16 u nîvan da vegerriyam u hatim malê, min muzek u pariyek nan xwar.
Ez ê hîn bićuma bezê źî.
Di seet 18an da ćum.
Di seet 20an da źî b’ śun da hatim.
Yanî hîro min tam ćar seet sport kir, loma źî vê gavê piyên min pićekî têśin.

Sibeh divêt ez zu rabibim.
Di seet 9an da refereta yekem ya profesorê yekem dest pê dike.
Paśê di seet 11an da yê duyem u di 14an źî yê sêyem referetên xwa didin.
Ê tabî źi piśtî van źî ez ê źibo ćend seetan herrim wergerrê bikim.
Yanî sibeh ewê roźeke întensîv bibe.
Dawiya dawîn źî ez ê herrim tesîsên fîtnesê :)
Bi telaq ez qet fam nakim ku ez ćima vê eziyetê l’ xwa dikim yaw, waweylêêê.

Barîna Baranê Buye Lotika Agirpêketî Bavê Mino



Ćend roź in hewa dîsan li vir bu śêlo.
Germayî gelekî daket.
Bê baran zêde wext derbaz nabe.
Ya rast ev ćar-pênc hefte ne ku di dawiyên heftan da hertim śilî dibare.
Ligorî ragiyandina meteoroloźiyê, dawiya hefteya pêśiya me źî ewê bi baran bibe.
Min dil dikir ku ez doh herrim pîskîlêthaźotin u bezê, lê źiber hewaya bê bav nebu.
Tabî hîro źî dixwazim vê lotikê b’avêźim.
Aniha hewa bi hewr e.
Barîn yan źî nebarîna baranê diyar nîn e.
Tabî ez ê hîro źi sedî sed lotikekê b’avêźim, yan pîskîlêt yan źî bez, hêdî bes e bi xwadê.

Divêt ez hîro têlefonî bavê xwa źî bikim.
Dibe ku van roźan herre gund.
Tabî têlefona gund źî kar nake. Herhal kebloyek bizdandine digel kar u barê rêćêkirinê.
Camêr narrin tamîr źî nakin.

Roźa îniyê profesorê beśa me «zmanên hîndî-ewrupî» di dersa «dengnasiya zmanê latînî» da got, «Hefteya tê ewê ćend berendamên profesortiyê li vir referetan bidin, ez dixwazim we hemiyan dawetî van referetan bikim.».
Yanî dawiya vê salê profesorê me yê beśa zmanên hîndî-ewrupî emekdar dibe.
Loma źî ćend kes dixwazin ciyê wî bigirin.
Źi van kesan ez tenê yekê nas dikim.
Ew źî xaltîka me Karin e, li vir xwandiye.
Źi berî deh salan me bi hev ra di nav proźeya bi navê «navên źinên hîndî-ewrupî» da kar kirî bu.
Ya rast min digel wê proźeyê «navên medan» berhev dikir. Tabî min hemî nav u peyvên medî yên di nav zmanên din da yek bi yek qeyîd kirinn.
Ew karê xwa min paśê wekî têz amade kir u daa profesor M. Janda, hingê ew źi wê proźeyê berpirsiyar bu u wî źibo ku ez vî karî bikim pêśniyaz l’ min kirî bu. Źiber ku wî daxwaza di dilê min da dizaniya ...
Tabî min bingeha wê têza xwa di sala 1999an da li ba zangeha Bern’ê ava kirî bu.

Drêź nekim. Hewa hîn źî girtî ye, bi hewr e.
Divêt ez pêśta tiśtina bixwim.
Dibe ku ez rabibim u herrim pîskîlêthaźotinê.
Êêê, carina rîsk źî lazim e yanî :)

Donnerstag, 9. Mai 2013

Rehetiya Roźê U Qursa Kurdî



Hîro li vir her der pirr bê deng bu.
Ya rast dawiyên heftê źî ewqas bêdeng nabe.
Heta źi piśtî nîvroyê hewa baś bu, rooź źî hee’ bu.
Ez di seet yekê da ćum nav baźêr, bi pîskîlêtê.
Seet di yek u nîvan da min ê dîsan qursa kurdî bida xaltîka me biźîśk Bîrźen.
Di rê da min mêze kir ku ez birćî me.
Tevî ku wextê min zêde tune bu źî, li ser riya xwa, li nêzîkî preksîsa xaltîka me ez ćum xwarinxaneyeke kurdan.
Min lehmecunek kirriya u dîsan peya ketim ser riya xwa.
Źixwa peya riya min tenê qasî pênc deqan źi xwarinxanê dur bu.
Tabî di vê navberê da min lehmecuna xwa źî xwar.
Li ser rê yekcar xaltîkek źi paś va nêzîkî min bu u bi înglîzî got, «Biborin, ma ev tiśtê ku hun dixwin meriv li ku derê dikare bikirre?».
Min źî bi înglîziya xwa ya zirto virto got, li ser wê kolanê heta pêncî mêtroyan herrin, hema li hêla rast e.
Spas kir u bi du kesên din yên ku li benda wê bunn, ću.
Gava ez ćum preksîsê, źi piśtî ćend deqqan dîsan kesekî l’ dêrî xist.
Xwanga xaltîka me Bîrźen xanimê bu.
Silav daa me. Pêra wan bi hev ra rendevuyek ćêkirinn u ew dîsan derket.
Bi zmanê tirkên qewad peyîviyann.
Paśê, źi piśtî xelaskirina qursê dîsan kesekî l’ dêrî xist.
Hîcar xwanga wê ya din hat.
Hema dest bi tirkî kir.
Min bi zmanê elmenî silav dayê.
Xaltîka me ya biźîśk pićekî tevlihev bu, nezaniya ku ći bike.
Yekcar vegerriya ser min u got, «Tu bi tirkî nizanî, ne hilo?».
Min źî got, «Herê, ez bi tirkî nizanim, tenê kurdî dizanim.».
Xwanga wê ecêb maa, got, «Tu li ku derê mezin buyî? Ma tu qet bi tirkî nizanî? Źi Erzingan’ê yî, ne wilo?».
Drêź nekim, min got ez li vir mezin bum u zmanê tirkan źî nizanim.
Ew xwanga wê ya duyem b’ min nas dihat. Heger śaś nebim, źi berî dewpênc salan min ew dîtiye.
Tabî paśê wê źî dest bi elmenî kir.
Elmeniya wê źî gelekî xerabe xuya dikir.
Ez dibêźim berê di nav siyasetê da ćalak bu.
Aniha ći dike u nake, ez nizanim.
Dawiya dawîn min xatir źi wan xwast u derketim.
Îsal cara yekem ćum ber gola Zürich’ê źî. Hewa hîn pićekî baś bu.
Zêde nehaźot, dîsan bi pîskîlêtê hatim malê.
Min hindekî xwa drêź kir.
Ez ê bićuma sportê źî, lê nebu.
Baran hat. Hîn źî bi hurikî dibare.
Gava din ćum qasî nîv seetî meśiyam u hatim :)

Mittwoch, 8. Mai 2013

Ćend Lotikên Źi Vir U Wir



Di van du-sê roźên dawiyê da tiśtekî balkêś ćênebu.
Her husan van roźan hewa źî germ e, li dor bîst pileyan e (20°).
Di vê navberê da min qet navber nedaa sportê źî.
Sibeh li vir tatîla dînî hee ye, yanî digel xristiyanan wekî roźa ku hezretî Îsa ćuye ezmên tê qebul kirin.
Xwazika ćend caran bićuya u bihata yaw :)

Ez dixwazim hîro ćend tiśtên ku min di vê navberê da di Facebook’a bê bav da nivîsîne, li vir parve bikim:

*
Qewadî u bê namusiyeke medyaya "qaśo kurd-î" ya din:

"Gerîllayên PKKê ewê źi nav sînorên Tirkiye'yê derbikevin".

Gava di meriv da śuura mîllî tune 'be, helbet ewê kućiktiyeke weha źî bike.
Kuro źi kengê va "bakurê Kurdistan'ê" źibo kurdekî/e bi xwadî namus buye "sînorên Tirkiye'yê"?!

Binêrin carekê, qey meriv dibêźe tirk, ereb u farsên heram dipeyîvin!
Ćima van kurdên qewadoxlî qewad nabêźin:

"Gerîllayên PKKê ewê źi nav sînorên bakurê Kurditan'ê derbikevin"?!

De hun werin bi van taśeronan śerê azadiya xwa bikin!

*

Milletê ku xwa bi zmanê xwa sîstematîze nake, źixwa têkćuye.
U her tiśt di mêźiyê meriv da dest pê dike.

Loma hemî dagirker di nav milletên binxistî da bi lez sîstema zmanê xwa ava dikin.

*

Min źi berî ćend roźan bi têra xwa pesna vî taśeron u îblîsê heram Adil Zozanî dayî bu, źiber ku mêro paśnavê xwa guhartî bu u kirî bu «Zozanî».

Lê dibêźin mêro di 1ê gulanê da mista xwa li masê xistiye u ala tirkên qewad ya ku li ser tecawîzên li źin u mêrên kurdan bilind buye, li ser xwîna milletê kurd buye sembola pêzevengiyê, kiriye ala kurdan źî!

Aha siyaseta kurdan ya bê namus!
Aha temsîlciyên van bê namusiyan!
Tunebuna BDPeya taśeron u heram zeruriyeteke heebe-nebe ye!
BDP buye partiyeke heraman di destê sosyelfeśîstên kemalîst yên qaśo kurd da!
Diyar e xema BDPê nîn e!
Loma źî aniha u pê va BDP u MHP, CHP u AKP eynî îblîsên heram in!






Sonntag, 5. Mai 2013

Aha Îsal Źî «Sola Stafette» Derbaz Bu U Ću



Hewaya hîro pićekî baś bu.
Hema hema 20 pile bu, digel rooźê yanî.
Loma źî ez ćum pîskîlêthaźotinê.
Min digot ez herrim bezê źî, lê ćênebu.
Min têlefonî bavê xwa kir, em qendî seetekê bi hev ra peyîviyan.
Tabî kêm-zêde bavê min hertim eynî tiśtan dike mesele u pêda terre :)

Źiber pêśbirka doh bazuyên min źî hindikî têśin, loma min got baśtir e ku ez hîro navberekê bidim bezê :)
Źixwa ku meriv nexwast, behene bi têra xwa tên dîtin,  ne mesele ye.
Doh ez di seet 12 u nîvan da ćum Egg’ê.
Źi berî ku xaltîka di koma me da mesefeya xwa xelas bike u ćîpa di destê xwa da b’îne u bide min, ez qasî 20 deqqan berbi źor meśiyam u b‘ śun da hatim, źibo ku bedena min germ bibe, kezeb amade bibe.
Ya rast xaltîka me pirr zu hat, baś bu ku ez di dema xwa da li ciyê ćîpguhartinê amade bum.

Źiber ku ez li paś millet bum, min baś nebîst u ćend seniye źi kîsa bavê min ćunn.
Źi piśtî ku min ćîp źê girt, bi lez min berê xwa daa kaśê li pêś min.
Śeś kîlomêtro kaś yanî haaa.
Ez li ber kaśê źi ćend heban derbaz bum, lê paśê ćend hebên din źî hatinn di ber min ra derbaz bunn.
Mixabin źiber porga di pêćiya min ya di nîgê rast da, di nîviya rê da hêśê źî dest pê kir. Digel vê yekê dîsan qehweya ku min du seet źi berî bezê vexwarî bu źî mîdeya min tevlihev kir.
Pićekî tirsiyam źî yaw.
Ku di mîdê da hêśê dest pê kir, hindî meriv hew dikare bibeze.
Loma źî min got baśtir e ku ez zêde zorê nedim xwa, heta ku ez gêśtime źor.
Gava ez gêśtim źor źî min bi îtîne pićekî gaz dayê.
Bi vî havî heta dawiya mesefeya xwa źi ćend kesên din źî derbaz bum.
Gava ez gêśtim noxteya ćîpguhartinê, tevî ku bi hoperlorê nimroya min ćend caran hate xwandin źî, profesorê me li holê xuya nedikir.
Ez weha li śuna xwa mam.
Min xwa bi xwa ra got, heger heta sê deqqan xuya nebe, ez ê berdewam bikim, yanî mesefeya ku aîdî wî bu źî ez ê bibeziyama.
Lêêê …
Porga pêćiya min dikariya xirabtir bibe.
Hîn deqqeyek derbaz bu' bu ku yekcar professorê me źi nav millet derket u berbi min va hat, mîna pisîka ku śîr riźandî ’be. Lome l’  xwa dikir.
Tabî ez źî pićekî zu hatî bum, loma zêde bala xwa nedaye nimroyên ku hatinne xwandin.

Paśê me doh hêvarê li restorentekê xwarina xwa bi hev ra xwar.
Em heta seet dehan li wir bunn.
Xaltîka ku mesefeya li pêś min beziya bu, xaltîka me Annina, di nav koma me da ya herî serkeftî bu.
Di nav 900 źinan da buyî bu ya 42yan.
Helbet xaltîka me keriyera me mêran kir sifir :)
Ez li ser mesefeya xwa bum yê 129an. Wexta min ya mesefê źî 56:18 bu.
Źi berî sê salan źî min eynî mesefe di nav 56 deqqan da xelas kirî bu. Lê wê gavê bu' bum yê 32yan.
Herhal millet xwa vê carê pićekî baśtir amade kiriye.

Aniha divêt ez amadekariya beza «Forchlauf»ê bikim, di nîviya meha hezîranê da ye.
Yanî nîv-marathon e, 21 kîlomêtro.
Źi berî heśt-neh salan carekê tev lê bu' bum, hingê ez bu’ bum yê 12an.
Tabî divêt ez karê xwa pićekî cîddî bigirim, yan naaa, źi vî halê aniha pîzaveke xerabe źî dernakeve bi xwadê :)

Freitag, 3. Mai 2013

Roźeke Vala U Pêśbirka Sibeh «Sola Stafette»



Hîro min tiśtekî balkêś nekir.
Tenê beśdarî semînerekê bum u ewqas.
Hema hema baran źî qet nebariya.
Tabî carina rooź źî derket.
Dibêźin sibeh źî ewê baran nebare. Germî ewê li dor 15 pileyan bibe.
Ê heger xerabtir nebe, ewê źibo min pirr baś bibe.
Sibeh pêśbirka ku min gotî bu hee ye. Bi koma me ya 14 kesan, em ê 118 kîlomêtroyan bibêzin.
Lê mesefeya ku dikeve ser pîlê min 12.55 kîlomêtro ye u pirr kaś e :(
Ez ê źi piśtî nîvro źi Egg’ê dest pê bikim heta Zumikon’ê bibezim.
Bawer nakim ku di nav seetekê da bigêźim noxteya xwa.
Heger kaś nebuya, min ê di nav 48 deqqan da xelas bikira.
Lo bavê mino 6 kîlomêtro feleket kaś e.
Bê mahne, ker źî vê zilmê bi serbestî l’ xwa nakin.
Êh, hun ê ći bikin, me kurdan carekê aqilê xwa xwariye, bavê mino.

Hîro xalê me Hidir Ercan têlefonî min kir, źiber kempenyeya ku min źê ra 50 eyro śandî bu, spas kir.
Got, «Gelek spas dikim kekê mino. Min got bila haya te źê hee’ bibe, min pêncî eyro girt u daa diya zarokan. Źixwa em dixwazin di nav demeke ne dur da vebigerrin Mêrdîn’ê. Ma ti tiśtê ku tu dixwazî źi min ra bibêźî hee ye qurban?».
Min tenê spasiya xwa źibo karê pîroz yê ku ew dike, hanî zmên. Kêfxwaśiya xwa ya ku min ew nas kiriye, haniya zmên …
Ez hêvîdar im ku ew kurdên ku zengîn in, yan źî bi têra xwa xwadî mal u milk in źî pićekî hariyariyê bikin.
Lê ya rast, hêvî nakim ku kesek hariyariyê bike.
Kirrîna zirt u virtên bi zmanê tirkên qewad źibo kurdan źi zmanê wan hezar u yek carî qîmettir e ...

Donnerstag, 2. Mai 2013

Kempenyeya Źibo Śervanê Zmanê Kurdî Xalê Me HIDIR ERCAN



Doh ez źi piśtî pîskîlêthaźotin u bezê ćum ciyê 1ê gulanê.
Ez pićekî dereng mam helbet.
Di seet 17an da li wir bum.
Lê bê śensiya min e, źi piśtî ku min qesî deh deqqan volteyek havit, bi hêdîka baran źî hat. Baraneke hurik bu.
Hingê ez li qada mezin ya 1ê gulanê bum.
Hozanê me kurd M. Aktaś bi kurmancî u kirdkî dest bi kilamên xwa kirî bu.
Helbet min di vê navê da xaltîka xwa Beriwan źî dît.
Ketî bu ser xwarina xwa, meriv digot qey źi grêva birćîbunê derketiye u heyfa xwa hiltaniya :) :)
Tabî min źî xwarinek girtî bu, yanî ez źî wekî gurê ćavsor bi xwarina xwa ra miźul dibum, bê lomeee :)
Paśê min heval Newzat u Fîlîz u zarokên wan źî dîtinn.
Ewê bićuna malê.
Źiber ku baran dibariya, min źî dil nedikir ku zêde li wir bimînim u min got, welleh ez źî direvim.
Heta rawestoka tremweyê bi hev ra ćunn, ćend deqqan bi eynî tremweyê heta navendê baźêr ćunn u ez daketim.

Hîro min dîsan qursa taybet ya zmanê kurdî daa xaltîka me biźîśk Bîrźen xanim.
Ći bibêźim, aniha xaltîka me bi źîrî dersa xwa dike. Pirr baś e.
Dibêźe, «Welleh ćare tun e, divêt ez hiynî zmanê dayika xwa bibim, ev ći śerm e ku min heta hîro îhmal kiriye yaw.».
Tabî min źî di serê xwa da got, «Herê welleh, śerm bike u bikeve binê erdê, ihi» :)

Ez werim ser meseleya li źêr, źixwa digel xwandinê hun ê meselê pirr baś fam bikin, ne pêwist e ez careke din li vir śîrove bikim.
Min ev «kempenyeya» di Facebook’ê da źî di nav sê koman da belav kir:

«
[ Kempenyeya Źibo Śervanê Zmanê Kurdî Xalê Me HIDIR ERCAN ]

Xal u xaltîkên ćavreś

Ev xalê me Xidir Ercan bi tena serê xwa li hemberî dewleta tirkê segbav śer dike.
Zarokên xwa naśîne dibistanên tirkan.
Zarokên xwa li mala xwa bi îmkanên xwa yên feqîrane u belengaz bi kurdî perwerde dike, him źî li Stembol'a tirkên qewad.
Bêguman ev însan bi xwa «mehdî»yê zmanê bav u kalan yê sedsala 21an e.
Ligorî gotina wî, vê gavê dixwaze erda xwa ya li Qoser’a li Mêrdîn’ê bifrośe u bi wan pereyan dibistanekê bi zmanê kurdî ava bike (ez hefteya derbazbuyî pê ra peyîvîm).

Kurdinooo!
Vî însanî tenê nehêlin.
Yên ku milletekî dikin millet kesên hilo ne, fedekariyên kesên husan in.
Bila herkes ligorî îmkanên xwa yên heeyî bi ćend quruśên feqîr hariyariya vî însanê mezin bike.

Śandina hariyariyê:
Bi kerema xwa herrin bîroyên pereśandinê yên bi navê «Western Union», di bin navê «Hıdır Ercan» da hariyariya xwa ya maddî źê ra biśînin.
Tenê dayîna navê xalê me «Hıdır Ercan» u welêt bes e źibo śandinê.
Źi piśtî ku li bîroyê makbuza śandinê dann we, bi kerema xwa wê «nimro»ya ku li ser e źi xalê me ra biśînin, daku bila ew bikare herre hariyariya śandî bigire.

Nimroya bêźkoka/têlefona destan ya xalê me ev e: 0090-(0)532 620 42 92

Min bi xwa hîro 50 € (eyro) źê ra śandinn. Ez ê piśtî ku xalê me ew pereya girt, li vir PDFeya wê makbuzê źî bi we ra belav bikim helbet.

Ricayek źi civata KURDÎPEREST, bi kerema xwa źi piśtî ku we ćend quruś śandinn, li vir, li źêr binivîsin.

»


Hidir Ercan zarokên xwa bi kurdî perwerde dike li malê.





Mittwoch, 1. Mai 2013

Yekê Gulanê U Sê Roźbunên Agirpêketî



Hîro ne śilî bariya u ne źî rooź li ezmên xuya bu.
Karê min źî zêde tune bu, min tenê qendî sê seetan wergerr kir u xelas.
Paśê ćum postexanê.
Pêra min bêrê xwa daa Mîgros’ê, tiśtina kirriya u hatim malê.

Min hîro navberak daa bezê.
Tabî pîskîlêt źî nehaźot.
Piyên min hîn źî źiber bezên van ćar roźên dawiyê yên bê navber têśin.
Tevî ku ez nećum bezê źî, min nekaniya li śuna xwa rehet bisekinim u rabum ćum ciyê fîtnesê ya zangeha Irchel’ê.
Min tenê entremana xwa ya bedenhêziyê kir u ewqas.
Tabî entremana bi piyan qet nekir :)
Źi piśtî vegerrê u xwarina xwa ya hêvarê, derketim der u qendî 45 deqqan meśiyam u hatim.

Min ê bigota «sibeh», lê źixwa aha va ye seet źi nîvê śevê pênc deqqan derbaz buye, loma divêt ez bibêźim «hîro».
Ez ê vê sibehê pêśta qendî 2 seetan herrim bezê.
Li vir di yekê gulanê da her der girtî ne, yanî tatîl e.
Wekî her salê, ez ê herrim ciyê ceźna/festîvela yekê gulanê.
Tabî li vir her tiśt di hewayeke ceźnekê da derbaz dibe.
Li ciyê festîvelê hema hema yên ku standan vedikin u xwarinê difrośin, kurd in.
Berê xelkên din źî stand vedikirin, lê sala ćuyî hema hema tenê kurd bunn, yanî tenê standên PKKê hee’ bunn.
Dibêźin hîsal ewê stranbêźekî me yê kurd źî dîsan were, min navê wî źi bîr kir yaw.
Ligorî ragiyandina komîteya 1ê gulanê ewê dawiya vê heftê źî were pîroz kirin.

Êêê, xwadê daye min yanî, hîro roźbuna min e źî :)
Ya rast, gava ez 10-12 salî bum, min nedizaniya ez kîźan salê u roźê ćêbume.
Min źi kê dipirsiya, kesî nedizaniya. Ne xwangên min, ne brayên min u ne źî dê u bavê min (źixwa bav-mav nemabu, dayik źî nîvmirî bu).
Lê dawiya dawîn diya min got, gava tu berbi sibehê ćêbuyî, hemî źinên li dor min gotinn, «Hîro yekê gulanê ye. Aha tenê ev tê bîra min. Nizanim ku kîźan sal bu.».
Loma źî min heta vê demê yekê gulanê wekî roźbuna xwa qebul kir.
Di nasnameya min  da tirkên qewad yekê meha duyem nivîsîne, wekî bi mîlyonan kurdên din.
Li vir min berî heśt salan di nasnameya xwa ya Swîsre’yî da yekê gulanê daa nivîsîn.
Lê ći bextreśî ye ku min źi berî sê salan carekê tiśtek źi bavê xwa pirsiya.
Hey bila nehata aqilê min yê ćeqilmast, herê welleh.
Min got, «Yaw bavo, ma we berê li gund roź u meh ligorî kîźan teqvîmê hêsab dikirinn?».
Ći bibêźe baś e?
Qet nebêźin.
Mêro malik li min xerab kir.
Got, «Welleh me ligorî hêsaba me kurmancan diheźmart.».
Yanî berxikino, teqvîma me kurdan tam 14 roźan li duv teqvîma rooźê dimeśe.
Yanî gava ligorî vê teqvîma me ya hîro dibe 14ê gulanê, di teqvîma me kurdan da źî dibe 1ê gulanê.
Aniha ligorî teqvîma me 18ê avrêlê ye :)
Law ev ći bê bextî ye, sê roźbunên min hee ne, tenê źi yekê źî min xêr nedît, tifuuu.

Montag, 29. April 2013

Herre Were Eynî Lotik :)



Hîro karê min qet tune bu.
Źiber ku hema hema hemî xal u xaltîkên me yên biźîśk di eynî demê da ćunn tatîlê.
Hewaya li vir źî neguherî.
Vê hêvarê baran źî pićekî bariya.
Tabî ez di seet 15an da qendî du seetan ćum bezê źî.
Lê hîro digel bezê piyên min ne baś bunn. Gelekî westiyayî xuya dikirinn.
Hêśeke bê bav źî di bazuyên min da hee’ bu.
Di pêćiya sereke ya nîgê min yê rast da, porqek źî derket.
Divêt ez hîśev tê da kunekê vebikim, daku bila ava tê da derbikeve.

Min hîro ću Samsung Galaxy SIII dîsan haniya. Tamîr kirinne.
Bi serê hemî melekên geś u negeś ’be, ez qet źi vê texnîka heram fam nakim.
Qet nizanim ku ći di ku da ye, ći ćiton dibe yaw.
Ka gundîtî u baqiltiya berê kaaa.

Zikê min hîn źî têśe.
Min źi berî aniha ću kokakoleyek kirriya. Dibêźin hêśê dibe.
Li ba me berê gava zikê meriv têśiya, śerbet ćêdikirinn u vedixwarinn.
Lê li vir źî kokakoleyê vedixwin.
Helbet mesele śekira di nav da ye, ne ku tiśtekî bi sihr e yanî.

Di van roźên dawiyê da min dîsan ćend heb kesên ku bunne aźan u xizmetkarên zmanê tirkên kućik, źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxistinn.
Ya rast îflehbuna van kesan tun e, divêt meriv zêde serê xwa bi van kesan ne’êśîne.
Źiber ku tirk, ereb u farsên qewad bi rindî yan źî xerabî, îmana heft eźdadê van kesan kirinne śorbe, êdî mêro bi her tiśtê xwa li ser zman u kultura wan ava bunne.
Hemî bîranîn u înformesiyonên di mêźiyan wan da bi zmanên wan qewadan hatinne qeyîd kirin.
Xelasiya wan tenê mirina wan e. Di noyrobiyoloźiyê da ev bi vî hawî tê tarîf kirin.
Tabî ti kesê ku bixwaze zorê bide xwa, bîranîn u înformesiyonên xwa qet nebe źi aniha u pê va bi zmanê xwa, bi kultura xwa di mêźiyê xwa da qeyd bike źî tun e.

Sonntag, 28. April 2013

Bê Zebeś Źiyan Nameśe Welleh



Hîro źî hewa ne ewqas bi kêf bu.
Lê qet nebe baran nebariya.
Loma źî ez qendî seetek u nîv ćum pîskîlêthaźotinê.
Zêde enerźî di min da tune bu. Pićekî źî baa hee‘ bu, loma serê min hindekî cemidî.
Źi piśtî vegerra min, min qehweyek ćêkir bi pićek nan u nutelleya bê bav xwar.
Di ser ra hema hema du seet derbaz buyî bunn, di seet 18an da ez derketim der u ćum bezê.
Li ba bezê mîdeya min pićekî ne ewqas bi kêf xuya dikir.
Loma źî min 5-6 caran navber dayê u her carê źî qasî deqqeyekê peya meśiyam.
Berbi dawiyê derbaz bu.
Bezê źî qasî du u nîv seetan haźot.
Lê hîn źî qet îśteha min tun e ku tiśtekî bixwim. [Di demên hilo da canê min hertim zebeśan dixwaze. Tabî di rastiyê da ez źi zebeśan pirr hez dikim. Yaw bi serê mêrê ćê yê berê ’be, gava ez nexwaś dikevim u naxwazim ti tiśtî bixwim, tenê zebeś tê bîra min. Carekê źi berî deh salan bu ez dibêźim, vîruseke bê bav b’ min girtî bu. Ez bê hal bum. Hingê li xwandekarxaneyê dimam. Rewśa min xerabtir bubu. Li aśpêźxanê źi hiśê xwa ću’ bum. Camêran ez heśyar kirim. Drêź nekim. Wê śevê têlefonî biźîśk kirinn. Źi piśtî ku ew hat, ez kontrol kirim, got tiśt tun e, dibe ku vîruseke xerabe b’ we girtî ’be. Divêt hun tiśtina bixwin. Min źî got, welleh qet îśteh di min da nemaye. Got, «Hele carekê bifikirin, dilê we ći dixwaze.». Ez źî fikirîm ha fikirîm, min yekcar got, «Bi xwadê canê min zebeśan dixwaze.». Di navika zivistanê da zebeś, hahooo. Law bavê mino em kurd pirr entîqen e u wesselam haaa].
 
Ez dibêźim ewê birćîtî paśê yekcar wekî kevirekî l’ min bixe.
Carina gava meriv pirr drêź sportê dike, bedena meriv wekî reaksiyon bê îśtehiyê di meriv da ćêdike.
Tabî ev ne cara yekem e ku tê serê min :)
Ći dibe bila bibe, divêt ez źibo pêśbirka bezê bi baldarî entremana xwa bikim.
Źi xwa roźa pêncśemê ez ê entremana dawiyê bikim.
Divêt roźek źi berî bezê meriv qet bedena xwa ne’êśîne, daku ku bila beden dîsan bikare rehet bike, were ser xwa.

Hey tifuuu, min źi bîr ku têlefonî bavê xwa bikim yaw.
Bi xwadê ewê îmana min bike śorbe, divêt ez sibeh tekez têlefonî bavê xwa bikim.

Bi telaq va ye birćîtî bi hêdîka tê :)
Loma źî divêt źi berî ku ez herrim gerra hêvarê pêkb’înim, tiśtina bixwim.
Offf of, ewê aniha śorbeya nîskê, dewekî sar u zebeśek hee’ bibuya.
Hey tifu l’ vê bê śensiya min ya xerabe, herê welleh.
Na naaa, ez ê baqil nebim u xelas.

Samstag, 27. April 2013

Bi Zmanê Tirkên Qewad Qaśo Zmanê Kurdî Xelas Dikin, ...



Źi doh hêvarî va ye ku hewa dîsan sar bu (10°).
Tabî carina baran źî dibare.
Tevî ku min hîro niyet dikir ku ez herrim pîskîlêthaźotinê źî, ćênebu.
Heger śaś nebim, bi qasî bîst kîlomêtroyan di bin baraneke hurik da beziyam u bi śun da hatim.
*
Van roźên dawiyê ha ha di Facebook’ê da kempenyeyên źibo zman u mafên kurdan tên kirin, mesela «ma hun Kurdistan‘a serbixwa, otonom yan federel dixwazin?». Di yeke din da źî kempenyeya «em perwerdeya bi zmanê kurdî dixwazin» hatî bu l‘ dar xistin.
Lê mixabin bi tevda źî bi zmanê tirkên qewad bunn.
Yanî van ehmeq kurên ehmeqan, ku di nav gemariyên tirkan da têk
ćune, xwadî gramek aqil źî nîn in, daxwaza perwerdeya zmanê xwa bi zmanê tecawîzciyê xwa dikin.
Bi telaq źi me kurdan ehmeqtir millet nayê dîtin.
Ê law bê namusino, ći lanet l‘ we hatiye ku u hun pêśta xwa xelas nakin u radibin bi gemariyên xwa derudorê źî gemar dikin?!
*
Min źi bîr ku li vir binivîsînim.
Roźa pêncśemê min li ba preksîsa xaltîka me biźîśk Bîrźen dest bi qursa śexsî kir.
Xaltîka me dersa xwa baś amade kirî bu.
Helbet me gotî bu em ê heftê tenê seetekê bikin, lê vê carê seetek u nîv bu.
*
Xalê me Smeîl Beśîkćî van roźan li baśurê Kurdistan’ê ye.
Bêguman ez bi mêvantiya wî ya li baśur pirr kêfxwaś bum.
Divêt kurd qedrê vî dostê xwa pirr baś bizanin.
Merivekî pirr hêźa ye, dostek źi dostên herî rast u dilśoź e.
Heger siyasetmedarên kurdan źi sedî yek gotinên wî fam bikirina, em ê aniha li astên pirr cihê bibuna, me yê źi zu va gelek mafên xwa yên śiruśtî bi dest bixistina.
Lê mixabin siyaseta me di nav cahiltiyê da gemar buye, loma źî haya me źi ehmeqiyên me yên siyasî tun e.
Kek Mesut medelyeya Barzanî’yê nemir l‘ xalê me Smeîl kiriye.
Biźî Kek Mesut!
*
Di nućeyeke din da tê gotin ku, vê paśîniyê/śemiyê di seet 15:00an da xalê me Smeîl li zangeha Selaheddîn’ê ya li Hewlêr’ê semînerek daye.
Źi piśtî semînerê xalê me Dr. Ferhad Pîrbal ćuye ba Smeîl’ê me u źi wî soleke wî rica kiriye.
Tabî Smeîl’ê me źî yeka wî nekiriye dudu u soleke xwa daye wî.
Paśê xalê me F. Pîrbal gotiye, «Ez ê pêlava Beśîkćî dayînim muzexaneya Hewlêr’ê.».
Biźî xalê me Ferhad Pîrbal źî, herê welleh! 

Mittwoch, 24. April 2013

Modeyeke Nu U Ehmeq: «Ez Źi Ermenan Uzra Xwa Dixwazim»



Ev du roź in ku hewa baś e.
Lê dibêźin dawiya heftê dîsan ewê sar ‘be, baran/śilî bibare.
Yanî dibe ku pîskîlêthaźotina min ya dawiya vê heftê źî dîsan pêkneyê.

Van roźan pićekî zêde terrim bezê.
Di 3yê gulanê da wekî her salê li ba zangeha Zürich’ê ewê dîsan pêśbirka bezê were l‘ dar xistin.
Yanî meriv tenê dikare bi komekê serî lê bide. Kêm-zêde źi hemî welatên Ewrupe'yê 900 kom tev lê dibin.
Di nav her komê da źî 14 kes hee ne.
Helbet di nav her komê da divêt herî kêm sê xaltîk źî hee ‘bin.
Heger śaś nebim, riya bezê ya bi temamî qasî 118 kîlomêtro ye.
Ev mesefa hatiye dabeś kirin. Źi mesefaya 4 kîlomêtroyî bigirin heta ya 14 kîlomêtroyî mesefa hee ne.
Ya min di ser 12 kîlomêtroyî ra ye u kaś e, him źî heta dawiyê.
Diyar e ku ez ê nîv mirî bigêźim noxteya ku xalê profêsor ewê li benda min ‘be.
Źi piśtî ku min ćîpa di destê xwa daa wî, ewê berbi noxteya din bibeze.
Ez bi tevî koma klînîka ku ez wergêrriyê dikim, tev lê dibim.
Źi min ra gotin, welleh źokerê me yê mezin tu yî.
Êh, divêt ez keriyera xwa bi destê xwa xerab nekim yaw :)


Hindî di nav kurdan da modeyeke nu dest pê kiriye.
Yê/ya ku hêrs dikeve, radibe źi ermenan uzra xwa dixwaze, him źî bi navê milletê kurd vê yekê dike.
Źi piśtî ku xalê me Ehmed Tirk lotikeke bê bav havit, hîcar xalê me Jan Dost źî rabu xwa bi xwa tenura xwa germ kir, bi gîrî u lava źi ermenan uzreke feleket xwast.
Ez bawer nakim ku kurd pićekî baqiltir bibin.
Mêro rabuna qewadiya tirkên heram bi dahol u zirne digirin ser xwa.
Ma ći eleqeya kurdan bi qirra ermanan ra hee ye bavê mino?
Yên ku orxenîze kirinne u pêkhanînne, tirkên pîć bi xwa ne.
Bêguman tirkên heram yekîneyên ku źi zarokên kurdan pêkhanî bunn źî di vê qirrê da bi kar hanî bunn, ev tê zanîn.
Ma ew yekîneyên bi navê «Hamidiye Alaylari» bi destê tirkên qewad nehatî bunn ava kirin, źibo ku bikarin serhildanên li Kurdisatn’ê tarumar bikin?
Eynen weha bu.
Helbet pê kirin źî. Van yekîneyan bi hezaran kurdên belengaz kuśtinne.
Ê ma aniha ćawan dibe ku hindek kurd radibin van yekîneyên ku bi navên tirkên kućikbav qetîltiya milletê kurd kirinne, wekî temsîldarê milletê kurd qebul dikin?
Xelkê kurd yê elewî u êzdî xwadîtiyeke mezin l‘ ermenan kiriye.
Helbet xelkê kurd yê sunnî źî ligorî derfetên xwa xwadîtî kiriye.
Min bi xwa di nav ti belgeyeke ermenan da nedîtiye ku ermenan xelkê kurd sucdar kirî ‘be.
Lê tirkên heram źibo ku rastiya dîrokê menîpule bikin, bi hemî dek u hîleyan serên kurdan l‘ hev dixin.
Mesela divêt meriv qirra ku ermenan l‘ xelkê kurd kiriye źî źi bîr neke.
Bi deh hezaran kurdên êzdî kuśtinne.
Li baźarên kurdan talaneke mezin kirinne.
Bêguman hindek ermen u hindek kurd di vê meselê da hatinn lîstika tirkên bê namus.
Ćima ermen li Ermenistan’ê ewqas diźmintiya kurdan dikin, tevî ku kurdên li wir bi pirranî êzdî ne u hariyariyeke bê sînor danne ermanan źî?
Źibo ku ermen kurdên li Ermenistan’ê asîmîle bikin, źi kurdbuna xwa veqetînin u bikin ermen, heramiya ku nekirinne u nakin, nemaye...

Mesela bavê Aram’ê Tîgran, Tîgran’ê Mêlîkyan, hertim ew nasîhat l‘ lawê xwa kiriye:

«Kurê min, qedir u qîmeta gelê kurd bizane. Kurdan źi bîr neke. Keda wan li ser me pirr e. Zehmetî u xwîdana wan li ser me pirr e. Wan em xwadî kirinn. Aniha hun 4 bra û 2 xwang diźîn, bi xêra kurdan e. Wan em źi komkuźiya osmaniyên tirkan parastinn.».


Mesela ronakbîrekî ermenan yê bi navê Dêrênîk Dêmîrćiyan hilo dibêźe:
«Ći tiśtê baś di navbera me u kurdan da buye, bi destê me her du milletan hatiye kirin. Ći tiśtên xirab di navbera me u kurdan da bune źî, bi destê diźmin hatiye kirin.».

Dixwazim vê yekê bibêźim, tevî ku ti eleqeya kurdan bi qirra ermenan ra tun e, tevî ku ermenan ti carî kurd sucdar nekirinne źî, bila kes bi navê milletê kurd u dîroka doh xelkê kurd neke qurbana nexwaśî u menfeetên xwa yên śexsî.
Ewê dîrok wan sextekaran di nav sextekariyên wan da bifetisîne, bê mahne.

Sonntag, 21. April 2013

Bavê Min, Farsên Qewad U Tirkîzekirina «Śakiro»yê Nemir



Pêr śev li vir berf bariya.
Doh źî tiśtekî wekî toz bariya, lê min fam nekir ći bu, nizanim berf yan baran bu.
Hîro źî hewayeke girtî hee’ bu.
Ez vê hêvarê qasî seetek u nîv ćum bezê źî.

Cara yekem bu ku min di nav roźekê da têlefonî bave xwa u her du brayên xwa kir.
Tiśtekî taybet li cem wan tune bu.
Lê bavê min ćêreke kafirkî kir tabî :)
Min sê hefte bunn ku têlefon nekirî bunn, yanî heqqê wî hee‘ bu.
Ê źi piśtî axaftina ćend seniyeyan mêro hema nerm bu.
Welleh ez hertim dibêźim, «Temam cîgerim, bi xwadê heqqê te hee ye. Min ćavên te xwarine yanî. Heger tu weha berdewam bikî, gava ez hatim em ê guleśekê bigirin, ihi.».
Lê baś dizane ku hêvî tun e, loma źî dibêźe, «Tew tew tew, hele tu were źî tiśtê din basît e, ka ew roźana kaaa.».
Ći dibe bila bibe, dawiyê me bi kenn źi hevdu xatir xwast, bi soza ku ez ê hefteya tê dîsan têlefon bikim.

Pêr min nućeyek di Facebook’ê da xwand.
Mesela li ser kincên źinên kurd bu. Farsên qewad li girtiyên kurd kincên źinan danne xwa kirin u paśê źî di nav baźêr da danne gerrandin, źibo ku śerefa kurdan bikin pênc quruś.
Min źî ev nivîsa xwa di Facebook’a bê bav da parve kir:

«Źibo ku kultura kurdan rencîde bikin, hemî qewadiyê dikin.
Kućikên heram rabune kincên źinan li mêran dikin u li ser kolanan didin gerrandin.
Ćima?
Źibo ku źinên kurd kincên kurd li xwa nekin, źi kinc u kurdbuna xwa nefret bikin.
Tabî van farsên kućik u pîć hemî van qewadiyan źî bi navê îslamê dikin!

Berxikino, kî dikare bibêźe źi kincên źinên kurd xwaśiktir kinc hee ne, hi?
Helbet ew farsên qewad źî baś dizanin ku kincên źinên kurd bê emsal in. Loma źî dixwazin bi hezar u yek pêzevengiyê xwaśikiya van kincan leke bikin.
Źiber ku di kultura wan pîćan da tiśtekî weha dîrokî u bê emsal tun e!».

Vê hêvare bi tesedufî di Facebook’ê da ketim nav rupela bi navê «Śakiro» źî.
Min ev rupel berê pesinandî bu.
Law ez neketimayê, wey bavooo.
Camêran kirinne hêlîna zmanê tirkên qewad.
Hêrseke feleket b‘ min girt. Min ev nivîsa xwa ya li źêr tê da nivîsiya u źê derketim:

«Kuro źi xwadê śerm bikin law!
We ciyê Śakiro, dengê dilê zmanê kurdî yê li ber mirinê, Śakiro’yê me źî kir qurbana sosyelfeśîstiya xwa ya tirkîperest!
Kesên ku nizanin źibo ći śerê xwa dikin, weha rezîl u riswe dibin.
Dawiya dawîn dibin taśeronên diźminên qewad u tecawîzcî.

Heger haya we źi rezeleta we tun e, bi kerema xwa bicehimin u herrin ba tirkên xwa yên qetîl u tecawîzcî bavê mino.
Tew tew tew, bi śexsiyetên weha binketî u tirkćî em ê heebuna xwa l‘ tirkan bidin îspat kirin ha?!

Diyar e ku ev kom buye komeke îblîs di destê kemalîst u tirkćiyan da, loma źî bawer nakim ku ti karekî min li vir hee' 'be!».

Heta ku ev qewadana di nav milletê kurd da nehatine tune kirin, ti śensa me ya serketinê tun e, ez vê yekê baś dizanim.