Montag, 5. März 2012

«Min Źi Xalê Xwa Ra Śîîrek Danî ...»


Hewaya hîro sar bu.
Loma źî min dîsan kincên stur lii xwa kirinn.
Karê min yê hîro tenê sê seet wergerr bunn.
Tabî źi piśtî karê xwa dîrekt hatim malê u paśê źî ćum sportê.

Wekî din tiśtekî sosret pêk nehat welle.

Min źi berî heftekê nivîsek lii vê wêneya źêr ya Murad’ê me kir u di Facebook’ê da belav kir.

Tabî min di nav ćend heb komên me kurdan yên di Facebook’ê da źî belav kir.

Li ser wêneya di profîla min da xalê me Derqamî Kardox bi zmanekî helbestane ya di dilê xwa da bi vî hawî haniye bu zmên:

«
Hehey, marê resh e, ticar nakeve bi dest e, hûn li chiyan bigerin, ew li ser hespê li desht e, xezal li berê pisht-shikest e. Hehey camêr bibînin ji xwe re, camêriya wî ne ya heft-hesht e. Her bijî marê resh, her bibî kêfxwesh, da mala me jî bibe gesh, zexel bila bibin rûresh :).».

Helbet źi piśtî ku min ev nivîsa epîk ya xalo xwand, min xwa bii xwa ra got, «hella hellaaa, hella hellaaa ...».

Lo babam ez ći derewan bikim, mêro źi Ehmed’ê Xanî kêmtir nebu.
Haaa, tabî min «nić nić nić» źî kir ellawekîl.

Źiber vê yekê min rabu ev śîroveya xwa di bin wêneyê da kir:

«
Law xalê Derqami, law kafir du śaîr u filan fistix î kuro, weylooo? :)
Yaw tu bi serê kê dikî bike, ka hele helbesteke qirase źî li ser xalê xwa binivîse qurban ;-)
Bi telaq ez ê ćend kîlo pîvazên xerabe, du zebeśên Amed'ê, pênc kîlo fistixên Dîlok'ê u deh kîlo źî źi sêvên Erzingan'ê yên germik u nermik źi te ra biśînim dînime îmanime lo :)))
».

Nebêźin ku xalo źî źibo xwa helbestên qerase «sîparîś» dide heyranino.
Ya min tenê henekeke belengaz bu lo.

Welle henek-menek, min mêze kir ku ha ev e xalo bi helbesteke kurt źî źibo min di bin da belav kiriye:

«
Min ji xalê xwe re shiîrek danî
Ji dengêt kewan û biskêt kechanî
Pênûsk serxwesh e digere bi koranî
Zarokêt xelkê qurbana tebin xalê Beghyanî :)
».

Waaa, pepuuuk :)
Law babam hun bi serê hemî zindî u miriyên xwa dikin, aha hun navê min źî źê derbixînin, ma gotinên weha germik u nermik aqilê xalê me yê b’aqil u kafir nîśanî me nade, hi?

Min rabu ev śîroveya xwa kir:

«Wey bavooo, kuro bi serê diya min ya rehmetî bibe ku tu śaîrekî temam î, waweylêêê :)
Law welle u bille aha xalo ew herdu ćavên te yên reśo-reśo xwarinne heyatim :)))
Lawo bi sê telaqên źin- u mêrberdanê, di te da îlhameke bi agir hee ye ellaxîme kîtabime, ihi :D
Lo welle ez śaśo-maśo bum, ha va ye śaîrê qerase li ba me buyee źî haya me źê tune buyee, hey tifuuu li vî aqilê min, ihi :D
».

Paśê xalo dîsan bersîvek daa:

«
Ew chiye yabo weyy, min di derbarê tishtekî de alîkarî divêt, heger xalê min qebûl bike ez dê dîwanek binivîsim. :) ez dixwazim li ser lêkerên kirdkî-kurmancî kitêbek binivîsim. Ma nabe tu reduksiyon (terashîn) a kitêbê bikî ihî? :)».

Dura me pićekî din gotina xwa drêź kir u dawî bi vê trefîka xwa haniya.

Aniha dibe ku hun bibêźin, «ćima ev gotara bi vî hawî hîro?» u filan u xeftan.

Welle u bille, dînime îmanime min hêć nexwast ku ev helbesta xalo ya li ser vî belengazê xwadê handa bibe u herre.
Źixwa cara yekem e ku tiśtekî hilo di źiyana min da ćêbuye, ma ćima ez vê wekî nîśe li kuncikekê nehevînim yaw?
Ê risteyên xalo źî bi têra xwa germik u nermik in, źi vê xwaśiktir fîlm dibe ezbenîno, wîîî.

Sonntag, 4. März 2012

Kongre Bii Vir Da, Kongre Bii Wir Da, Aha!


Tevî ku hîro hewa xwaś bu źî min tiśtek li der nekir.
Tenê qendî ćel u pênc deqqan ćum gerreke drêź u dîsan hatim malê.

Hîro kesekî nu daxwaza hevaltiyê kir, lê zêde wext negirt xalo bi zmanê tirkan vîdyoyek belav kir, loma źî min bi lez źê oxira xwa xwast u źi lîsteya xwa derxist.

Di nav nućeyan da di derbarê Kongreya Zimanê Kurdî Ya Netewî da  belavokek di nav medyaya kurdî da belav bu.
Kongreya li Amed’ê bi dawî buyee.

Di nav birryarên ku hatinne girtin da min zêde tiśtekî hêźayî balê nedît.
Ev bîst sal in ku kurd ha ha kongreyan orxenîze dikin, dilê xwa pê tatmîn dikin u dîsan terrin li malên xwa rudinin u bi zmanê tirkan, ereban u farsan serê govendê digerrînin.

Hele hindek kongre hee ne ku meriv hew dikane b’îne zmên źî, ya staaar!

Mêro kongreyên xwa źî bi zmanê tirkan birêva diben.

Di nav mala xwa da ti carî zmanê kurdî źî bi kar na’yînin.
Yanî ligorî têgêśtina wan ya binhiśî zmanê kurdî nikane qîmeta pîvazeke xerabe źî bike.
Merivên pirr basît in.
Merivên ehmeq yên bermayiya tirkan in.
Merivên sifir-kultur in.
Encama kultura tirkan ya tecawîzan e.
Ti śensa ku bikarin xwa źi tecawîzciyê xwa xelas bikin, nî ye.
Loma źî ti baweriya wan ya ku kesekî din bikane vê yekê bike źî tun e.
Her ćendî lii diźî tecawîzciyê xwa bi gotinên tuź sêrî lii meriv germ bikin źî, di raśtiyê da bunne zebuniyê xwadiyê xwa yê dilovan.

Ez bi xwa źî źi berî bi salan ćuyî bum u tev lii kongreyeke qerase bubum li Elmenye’yê.
Lo babam ći kongre ći kongre, hahooo!
Haya tenê camêrekî ku tev lii kongreyê bubu źî qet źi zmannasiyê u zmanê kurdî tune bu.
Bi serê dê u bavê we, divêt hun qet nebêźin ku ez aniha meselê li hev dixim u tavêźim ber we.
Na welle u bille haaa.
Bi sê gotinên pîroź yên źin- u mêrberdanê camêr mîna ku hatî bibin qehwexaneyekê li ciyê kongreyê śuna xwa germ dikirin.
Źi piśtî du roźan meseleya zmên hal bu u ez dîsan rabum ser xwa u hatim malê, him źî min hingê di nav wê sermaya tuź da tam dewdu (12) seet rêwîtî kirî bu bi trênê, yanî ev tenê dema vegerrê bu yabo qurbanino.

Êêê, ew źî roźên bi kel bunn yanî haaa :)

Samstag, 3. März 2012

Hmmm, «Kongreya Zmanê Kurdî» U Filan U Bêvan


Doh min nekanî ku gotara xwa amade bikim.
Ćavê min yê raśtê dîsan rabuye ser tapanan, sor buye u hêśeke berbat dide min.
Hîro, ango vê sibehê min du caran bi paćeke ava germ śil kirî hindekî tedavî kir.
Hewaya van roźên dawiyê hîn źî pirr xwaś e.
Źiber ku ćavê min kafirbavî kir, min nekanî hîro herrim pîskîlêthaźotinê.

Min doh u hîro du kesên din źi lîsteya xwa ya di Facebook’ê da derxistinn.
De bila li ser xêrê bibe welle.

Di van roźên dawiyê da gelek tiśtên cihê pêk hatinn.
Li Amed’ê Kongreya Zmanê Kurdî hate lii dar xistinn.
Ez bawer dikim hîn źî didome.
Kongre bi merśa me ya mîllî hatiye vekirin.
Ser seran u ser ćavan ellawekîl.
Tabî ez pićekî źî merax dikim, ka beśdarvanan bi kîźan zmanan śorbeya xwa belav kirinne/dikin.
Di destpêkê da xalê me Ehmed TIRK lotikeke bê îman havitiye u gotiye:

«Turk diyar kir ku zimanê kurdî bi salan rastî zilma dewletê hatiye û wiha axivî: „Heke tenê zimanê kurdî bibe zimanê fermî ev yek têrê nake. Divê Zimanê kurdî li her qadeke jiyanê bê axaftin. Tevî ku bibe zimanê perwerdehî, çand û nasnameyê di heman demê de divê bibe zimanê fermî. Nexwe zimanê kurdî bi demê re dê ji holê rabe.“» (nukurd.com).

Temam, me daxwaza xalê me Ehmed TIRK fam kir.
Hemî źî raśt in, zerurî ne, divêt u nevêt in.
Lêêê ...
Divêt meriv di sêrî da źi xwa dest pê bike.
Ê babam ma partiya me kurdan di destê zman- u mêźîtirkćiyan da nebuye wekî podyuma zmanê tirkan, siyaseta tirkan, kultura tirkan, hi?
Źibo ku meriv xwabixwa gotina xwa cîddî bigire, divêt meriv pêśta źi xwa dest pê bike.
Heta ku me xwabixwa xwa cîddî negirtiye, bawer nakim ku ti kes źî me kurdan cîddî bigire.
Hîcar ti mafê me kurdan tun e ku li beramberî xelkên din bikin qîźźewîźź.
Hema hun bibêźin em kurd di nav salekê da bi hezaran meśan u mîtîngan lii dar dixin, lê me heta aniha źî meśeke bi deng, mîtîngeke cîddî źibo zmanê xwa orxenîze nekiriye.
Hema hun bibêźin di nav vê siyaseta me ya tirkćî u kemalîst da me źibo her gemariyê meś danne lii dar xistin.
Hetta me milletê xwa źî daye kuśtin.
Lê ći hîkmet u elemet e ez qet fam nakim, ka źiber ći kurd li hemberî zmanê xwa yê li ber mirinê ewqas bi dilfirehî tevdigerrin u dilê tirkan germik u nermik dikin?!
Gava kurdek tê li ba min li ser mafê kurdan yê zmanî dipeyîve, rexneyan lii tirkan digire, ez tam dibim wekî bombeya atomê kezebino.
Ê law ker kurê/keća kerê, ker lawê/keća heram, ma heger tu ew mêrê/źina xwadiyê fikir u gotinên xwa yî, de hîcar tu ćima źi xwa dest pê nakî, taśeronê.a heram?!
Yanî ev ći mentiqeke zirzop e, min bi xwa heta vê gavê źî fam nekiriye.

Di nućeyeke din da li ser hevpeyîvîneke bi Smaîl Bêśîkćî ra haydarî dihatinn dayîn.
Ligorî ragiyandinê dihat gotin ku mam Celal u kek Mesut ew dawetî Kurdistan’a baśur kirinne.
Lê Smaîl’ê me gotiye «... heta ku Kurdistan azat nebe, ez ê neyêm.».
Ez źi bîr u baweriya Smaîl’ê me pirr hez dikim.
Tam merivê karê xwa ye.
Yekîtiya Ewrupê xwastiye ku du mîlyon oyro bide Smaîl’ê me, lê xalê me ew ret kiriye u gotiye «... pêśta we ćawan Kurdistan źi kurdan girt, hilo źî bii śun da bidinê ...».
Ez źi tirk, ereb u farsan tenê nefret dikim, u ew mafê min yê herî xwezayî ye źî, nefretnekirina min tenê dikare bibe nîśana «ehmeqiya min».
Lê divêt meriv Smaîl’ê me bi tirkan ra tevlihev neke.
Smaîl’ê me źibo kurdan źiyana xwa daye, źibo ku kurd źî bikarin wekî însan biźîn, źibo ku barbariya ku lii wan tê kirin bi dawî bibe.
Lê ći eleqeya tirkên bê namus u qewad bi vê yekê ra hee ye berxikino?!
Van tirkên qewad u bê namus źi vê zilm u barbariya li ser milletê kurd heta aniha źî profît kirinne.
Smaîl’ê ev źiyana xwa ya bi keder u keser di ber van tirkên heram u namus ra neda ku di navbera van tirkên heram u milletê kurd da «bratiyeke, pismamtiyeke» fehś were damezirandin!
Yanî van qehpikên heram him źiyan lii Smaîl’ê me u him źî lii milletê kurd herimandinn, hîcar hîro źî radibin li ser «tirkbuna Smaîl’ê me» menfeetên xwa lii kurdan ferz dikin.
Ê law bê namusên heram we ćima heta doh Smaîl’ê me u milletê kurd netanîn bîra xwa?!

Kesên ku di bin navê Smaîl’ê me da siyaseteke weha didin meśandin źî, tenê dikarin bibin «taśeronên» tirkan, kemalîstên bîźî, ihi!

Donnerstag, 1. März 2012

Kesê.a Ku Bi Zmanê Tirkan Taśerontiyê Dike, Ći Ye?


Doh u hîro źî hewayeke xwaśik hee bu.
Loma źî pêwist nebu ku meriv kincên stur lii xwa bike.
Tabî ev źî barê meriv bi têra xwa siviktir dike welle.

Karê min yê wergerrê doh u hîro gelekî zêde bu.
Heger śaś nebim tevîhev dewyek seet bunn.
Lê źiber ku pênc kes nehatinn, min tenê qendî śeś seetan wergerr kir.

Sibe qet karê wergerrê tun e, ez ê tenê źibo seetekê herrim u tev lii semînereke zmannasiyî bibim u xelas.

Min hîro kesek źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxist.
Xalo bi zmanê tirkan hevokek belav kirî bu.
Lê ćend kesên din źî bunn hevalên min yên nu.
Ka em mêze bikin ewê heta kengê bê zmanê tirkî lii ber xwa bidin.

Bi serê hemî pêxemberan bibe ku tirkên heram u qewad ne mesele ne.
Pirsgirêka sereke kurd bi xwa ne. Camêr bunne «fehîśe»ya zmanê tirkan.
Tabî gava meriv vê raśtiyê bii bîr tîne 
źî, śur simbêlê kurdan nabirre.
Hîcar tu mêze dikî gotinên vik u vala yên wekî «namus, śeref, exlaq, hurmet, rêz, însanetî, ...» u filan źehr u ziqqim źi devê wan qet nakeve, him źî bi zmanê tirkên qewad vê dikin.
Yanî mîna ku bixwazin «fehîśetiya xwa» îspat bikin, ne dil, ne mêzî u ne źî dev źi zmanê wan tecawîzciyan dikin.
Kurdê.a ku dibêźe ez kurd im, lê hîn źî fam nekiriye ku bê zmanê kurdî qîmeta wî/wê qesî «piśkul»ekê źî tun e, nebe rindtir e.
Tirkan carekê mêźiyê kurdan bi dest xistinne, źê pê va êdî ti pêwistî bii tirkan nemaye.
Me źi zarokên kurd yên bê guneh «aźanên» herî tirkćî hafirandinn u xistinn nav malên xwa.

Dienstag, 28. Februar 2012

«Zmanê Me klîta Me Ya Azadiyê Ye» -2-


Hema hema hîro wekî hewaya biharê bu.
Millet li der bi kêf bu, tabî kêfa min źî xerab nebu yanî.
Dibêźin li dor heyśt (8°) pileyan bu.
Sibeh ewê bibe dewćar (14°) pile, ligorî ragiyandinan roźên din ewê germtir źî bibe.
Welle hîcar xwadê daa me dînime îmanime.

Hîro tiśtekî nu pêk nehat.
Min źi pistî karê xwa yê wergerrê berê xwa daa restorenta heval Newzat.
Ćum qendî seet u nîvekê li ba wî mam.
Źiber ku bavê li welêt ćuyî bu ser dilovaniya xwa, ew źî seba heftekê li welêt bu.
Gelek tiśtên balkêś źi min ra got.
Lê ez ê drêź nekim.
Dibe ku careke din ez li ser haydariyên wî źî pićekî bisekinim.

Ez ê hîro dîsan bi nivîsa xwa ya doh li vir berdewam bikim.
Bila nîvî nemîne babam.

Meseleya min u ya xalê E. bi vî hawî doh berdewam kir.

Ez:

«
Xalooo (lo ez źi herkesî ra dibêźim xalo u xaltî, bi taybetî źî yên ciwan ra, hetta źi zarokan ra źî dibêźim welle :D)

Cano, ev pirsgirêka te li ba min źî hee ye, lê ez ti carî źibo xatira wan tirkî bi kar nayînim.
Ćima ew źibo xatira min u zmanê kal u bavan vê nakin, ćima źi aźantiya xwa śerm nakin tu dibêźî?
Źiber ku tirkan zmanê xwa yê tecawîzcî bi tecawîzan, bi ku
śtinan di mêźiyên me da „meśru“ kirinne.
Lê digel vê yekê źî her tiśtê ku aîdî me ye, tabî di sêrî da źî zmanê me, di mêźiyên me da "ne-meśru, îllegalîze" kirinne u me źî bi navê nizanim kîźan „bratî, pismamtî, înternesiyonelîzm, sosyalîzm, komînîzm, demoxrasî, ...“ niźatperestiya tirkan lii xwa rewa dîtiye.
Me tecawîzên wan yên fîzîkî u zîhnî di serê xwa da, di nav milletê kurd da „meśru“ kiriye, me meśrutiyeta wan qebul kiriye bêyî ku em pićekî li ser kertiya xwa bifikirin.
Tirk heebuna xwa tenê li ser tunebuna me dikarin ava bikin, źibo vê yekê źî ewê hemî rê u metodan biceribînin.
Ev heqqê wan yê xwezayî ye źî qurban.
Lê îcar ez kêmaqiliya me kurdan qet fam nakim.
Miśk bi miśkiya xwa heta mirinê źî li ber xwa dide.
Kêzik, vizik, qiźik, yanî hemî heywan u nebatên di nav xwezayê da bi vê prensîba xwezayî tevdigerrin.

De tu carê źî lii halê me kurdan binêre.
Li hêlekê goya li hemberî tirkan śer dikin, lê li hêlekê źî zmanê tirkan, yanî aleta ku tirkan dike tirk u me źî dikuźe, di nav milletê xwa da „meśru“ dikin.
Ći îroniyeke seqet e.
Aniha min źi vê berxwadana me ya vik u vala ći fam kir qurban, ći yaw?

Źi bîr neke cano, źibo ku hevalên te hînî kurdî bibin, źibo ku em kurd bi tevayî hînî zmanê xwa bibin, „mecburiyet“ klîta hemî deriyan e.
Ev tiśtekî noyrobiyoloźîk e źî.
U biyoloźiya me ya heeyî źî tenê ligorî śertên ku xwezayê dayeyê tevdigerre, ne ligorî filan u bêvan îdeoloźiyên beredayî śekiro.

Loma źî, mîna ku ez bi xwa źî bi hemî malbat u nasên xwa ra dikim, źi derî kurdî ti carî zmanê „tirkan, ereban u farsan“ bi kar neyîne.

Ma tu ćîroka Eliezer Ben Yehuda nas dikî dilo, hi?

Divêt her kurd ćîroka vî camêrî her roź pênc caran bixwîne u li ser bifikire.

Min drêź kir lo, bibore, îcar hema bi lez u bez śoreśeke śevîn ćêbike u li diźî wan kesên ku bi zmanê tirkên bê bav dikin qîźźewîźź śurê xwa bikiśîne, him źî heta hetayê gulim
 

Ez dîsan ćavkên xalo pać dikim lo
 :).».

Heval E.:

«
Welle û bille û tille xwendina nivîsa te ji min re pir xweş tê. yanî ku berdewam kiribane bawer im heta sibeyî ez ê xwendibane. Gotinên te hemê rastin mîna mastin. Nikarim niha tiştinan li ser wan zêde bikim. Xwezya tu nêzîkî Amedê bane û me bi zindî li qahvekê ser çayekê an ser qahveyekê me geelek caran sohbet û mihbata zimên û çandê kiribane. Lê hêviya min ku ew jî ê rojekê pêk werê. Mîna ku min gotî ji niha û pêde kurdî an kurdî:) kurdî an ne tu zimanî:) sloganên pêşî ji bo min ew in.
Slav û hurmet û rêzên xwe pêşkeş dikim ji bo te.
».

Ez:

«
Temam xalo, welle ez bi fikir u nêrîna te ya zana pirr kêfxwaś bum.
Her
ćî ew sohbeta me ye, zu yan źî dereng ewê ew źî bibe xalo.
Em ê bi hev ra ne tenê
ćayekê, bi dehan chayan vebixwin.
Him
źî digel kurdiya germik u nermik qurban, digel kurdiya germik u nermik, ihi  :)

Ez silavên xwa
źi xaloyê xwa ra diśînim u źê ra śeveke wekî śîr u śekir daxwaz dikim :) ».

Heval E.:

«
mamoste tiştek kete ser hişê min te gotiye: Ma tu chîroka Eliezer Ben Yehuda nas dikî dilo, hi?
welleh ez nizanim tu karê ji min re bişîne?
».

«
temam min dît spas:)».

Montag, 27. Februar 2012

«Zmanê Me Klîta Me Ya Azadiyê Ye» -1-


Hîro cîhan bi têra xwa germik bu.
Tabî rooźê źî tîna xwa baś lii me dida.

Digel vê yekî źî ez źi derî dema min ya sportê li malê bum.

Min doh dîsan hevalek źi lîsteya xwa derxist.
Kekê me digel gotineke kurdî dîsan bi zmanê tirkên qewad źî wergerrek dayî bu.

Sernivîsa gotara min ya hîro aîdî xalê min Tuncay Bal e.
Xalo gotineke fîlozofîk kir di nav nivîseke xwa da.
Loma źî min xwast ku ez wê bikim sernivîsa xwa ya hîro :)

Hîro hevaltiyeke nu ćêbu.
Źiber ku di navbera vî hevalî u min da ćend nuće ćunn u hatinn, ez dixwazim van nivîsan li vir bi we ra parve bikim.

Źi piśtî daxwaziya hevatiya vî hevalê delal ya bi min ra, min śert u śurtên xwa źê ra nivîsîn.
Paśê heval E. ev bersîv daa min (ez ne navê wî didim u ne źî destê xwa didim rêzmana wî babam):

«
Apê Śadî,
Bişşeref te fermanek nivîsandiye ku mirin xweştir werê. :))
Ez jî naxwazim bi zimanê Tirkî zêde biaxivim û tiştan parve bikim. Lê gelek hevalên min bi Kurmancî nizanin . Ji ber wê yekê car caran dibêjin ji mere hem Kurdî binivîse û hem jî wergera Tirkî tu li bin bidêne ê baş bibe. Naxwe bi rastî ez jî naxwazim bi wî zimanê pûç biaxivim. Ku misada te ser Kurdî- Tirkî wergerê jî tunebe ez karim dev ji wê jî berdim.

Zimanê Faris û Ereb û yên din jî ger ku mirovinen demokrat bin carinan naxwe tu karê min jî bi wana nabe. Lê ser mûzîkê bi rastî kêfa min ji gelek şiklê mûzîkan ditê. Ji ber wê yekê parveyên minî ser mûzîkan bawer im pirsgrêkan dernaxîne:))

Bi sed slav û hurmetan, têm destê te:)
».

Ez:

«
Xalooo, ćavbelekooo,

Bi serê porê te yê henne kirî bibe ku xalê Emîn, ti tiśt bi zmanê tirk, ereb u farsan nabe welle u bille, ne nivîs u ne źî vîdyo haaa.

Herćî ew hevalên te ne, bila dev źi tembeliyê berbidin u hînî zmanê xwa bibin.
Bi wergerran ne ew hînî kurdî dibin ne źî ew karê te yê hêźa di ćavên wan yên zman- u mêźî-tirkćî da qîmeta pîzaveke xerabe dike cano.

Tirkên heram bi kuśtinan, bi tecawîzan em kurd hanîn vî halî.
Lê ti śensa me ya bê prensîbên bingehîn tun e ku em zmanê kal u bavan źi mirinê xelas bikin.

Źiber ku zmanê kurdî vê gavê di nav komayê da ye u bi zor u zehmetiyeke mezin bêhna xwa digire u dide, ćênabe ku meriv „wekî kurd“ di nav milletê kurda da zmanê tirkan, ereban u farsan „meśru“ bike.
Tevgerreke wilo źi sedî sed xizmeta siyaseta asîmîlasiyonê ya tirkan dike, bi destê xwa qebulkirina „aźantiya tirkan“ e, bi destê xwa kuśtina zmanê kal u bavan yê bi hezaran salan e, tunekirina milletê kurd e canim cîgerim.

Loma źî ez bi xwa bixwazim źî nikanim vê yekê qebul bikim, qebulkirina vê înkarkirina bîr u baweriya heebuna min e.
Baśtir e ku meriv bii serê min da gulleyekê berbide u min źi vê ezebê xelas bike dilo.

Bibore canim cîgerim, bibore ...

Ez źi herdu ćavkên reśo-reśo yên xalê xwa E. pać dikim :).».

Heval E.:

«
Apê Śarin, bişşerefa şamo û şamoşo yê Siryanî, tu mîna Şekirê Şamê yî! 


Ez jî mîna te difikirim û hemû ramanên min ser wan fikran direxelim. E ma ka ez çibikim. Li profîla min mêze bike. Çîrokek in parve kir. Hevalê kurmanc dibê ez dixitimim ser zimanê kurdî binivîsim. dawiyê bi tirkî dibêje ez dixwazim ser zimanê xwe herim û se dixebitim niha.

Ka tu ser van meselan fikrekî bide min. Wekî din ji binî ez hew bi tirkî dinivîsim û parve dikim. Ji niha û pêde her dem bi Kurdî...
».

« :) û nebêje min xalo heyra ez hê zaf ciwan im:) Raste min simbêl berdane le belê bi wa simbêlan ez kal xuya nakim lo:).».
...

Samstag, 25. Februar 2012

«Axavtina Bi Zmanê Neyaran, Îxaneta Bi Zmanê Me Ra Ye!»

Hewaya hîro wekî ya doh ne ewqas xwaś bu.

Tiśtekî nu digel min pêk nehat.

Min digot belkî ez herrim pîskîlêthaźotinê, lê ćênebu.

Heger bêt bîra we, di nîvisa xwa ya doh da ez li ser hevaltiya min u ya xaltîka Z.yê sekinî bum.
Lê mixabin, źi piśtî ku me doh ew nivîs źi hevdu ra nivîsîn, xaltîka min Z.yê nućeyeke bi vîdyoyî ya bi zmanê tirkan belav kir.
Tabî êdî min îkaz źî pêwist nedît u loma hevaltiya me ya di Facebook’ê da qetand.
Helbet min di bin nućeya wê da bi zmanekî nermik u germik xatireke feqîrok źî źê xwast.

Kekê me yê hêźa u dengbêźê me yê giranbiha kek Ebdurehîm’ê Muśî hîro li ser hêsaba min ya di Facebook’ê da hevokek belav kiriye.
Bêguman kekê me tilliya xwa li ser birîna me dayniye.
Kekê hêźa husan nivîsiye:

«
Axavtina bi zimanê neyaran, îxaneta bi zimanê me ra ye! {Gotin: Ebdurehîmê Mûşî}».

Him źî ći îxanet, meriv bi peyvan nikane b’îne zmên.
Ez źi sedî sed bi gotina pîroź ya kekê xwa ra me, heta hetayê.

Di bin nivîsa min ya doh da xalê me Oktay Mastfiroś śîroveyek kiriye.
Źiber ku rêzmana keko gelekî bi kompleks bu, ez ê li vir neweśînim.
Tevî ku xalo xwadî kurdiyeke baś e źî, lê hîcar pićekî serê min tevlihev bu.
Xalo di śîroveya xwa da rexne li dewleta tirkan digirt, dewleta tirkan źi vî halê kurdan yê zmanî u ćandî berpirsiyar didît, u hwd.

Min źî ev bersîva xwa paśê dayê:


«Xalo, ez dibêźim me mesele baś fam nekiriye.
Diźmin diźmin e, kar u barê xwa dike.
Heebuna wî li ser tunebuna me tenê mimkin e.
Herweha ev qanuna xwezayê ya herî bingehîn e źî ...

Hîcar ev gotina „suc sucê diźmin e“ tenê u tenê sefeleta me kurdan ya rezîl nîśan dide.

Him em li ber televîziyonên tirkan ranabin,
him di televîziyonên xwa da zmanê tecawîzciyê xwa „meśru“ dikin,
him roźname, kovar u pirtukên xwa bi zmanê wan derdixin,
him di komaleyên xwa da zmanê wan bi kar tînin u kurdî qedexe dikin,
him di śev u mîtîngên xwa da zmanê wan bi merasîmên faśîzane dixin mêźiyên kurdan,
him wekî dezgeheke MÎTa tirkan kar dikin bi dil u can ...,
u him źî radibin gilî u gazincên xwa źi tirkan dikin.

Źixwa siyasetmedarên me kurdan bi tevayî bunne taśeronên zmanê tirkên tecawîzcî ...
Yanî mêro êdî bunne mupteleya tecawîzên tirkan yên fîzîkî u zîhnî.
Ćiqas îblîsên zman- u mêźî-tirkćî hee ne, me hanînne di partiyên xwa da śun kirinne.

Drêź nekim qurban, „suc tenê sucê me ye“, ne yê tirkan e.».

Xalê min yê bi dilekî kurdî, xalê min yê kurdîperest Tuncay źî ev śîrove di bin da kiriye:
«Kurdên yên zmanê tirkî internasîonal bi kar tînin bir dicin zora min, em ne li tirkîyêne hema dîsa ew dixwazin bi tirkî hîn bikin û biaxifin, tim ji minra jî dibêjin kurdî bashe hema dîsa jî tirkï hîn bike, bersîva min tim: na kurdî ji minra bese zmanê din nas nakim ;))».

Ćima Em Kurd Ewqas Bunne Qurbana Zmanê Tirkên Qewad?


Welle hîro hewayeke mihteśem li der hee bu.
Him hewa germ bu u him źî rooź bi hemî hêza xwa bii ser me da dićurusiya.
Źiber ku hîro karê min yê wergerrê hêć tune bu, min bi zêdeyî wexta xwa li malê derbaz kir.
Tabî dîsan źibo seetekê źî ćum tev lii semînerekê bum.
Haaa, dîsan qendî du seetan źî sporta xwa kir.

Min doh u hîro du kes źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxistinn źiber zmanê tirkên qewad.

Hîro xaltîka Z.yê daxwaziya hevaltiyê źi min kir (u ćend kesên din).
Min źî śert u śurtên xwa źê ra got u daxwaziya hevaltiyê qebul kir.
Vê hêvarê xaltîka min Z.yê nivîseke kurt źi min ra śandiye.
Min źî bersîvek dayê.
Ez ê hîro tenê van nivîsên me li vir biweśînim.

Xaltîka Z. (ez ne navê wê didim u ne źî destê xwa didim nivîsa wê):

«
wii hevale heja ser çaveminre hatî rûpela min jiboy kû te hevaltiya min péjîrand spas dikim..heval ez hûrmet didim hemû zimana dema em hûrmet nedin hemû zimanan çi ferqa me ji tirko heye? ez taybet bi kurdi di axivim le carna hevalen me je bi kurdi nizanin eger tü min baveji ji hevaltiye hûrmet didim te.min ev nıvisa te diware hevalki dit keyfamin hat ji nivisa te re û hevaltî bi rékir ji boy te.slaw hürmet».

Ez:

«
Xaltîka Z.,

Li welatên pêśketî ti kes hurmetê nîśanî zmanê xelkê din nade.
Ćima?
Wekî śerên di nav milletan da zman źî źibo ku bikarin li źiyanê bimînin, hertim di nav śerekî da ne.
Her roźa ku kesek dest źi zmanê xwa berdide, ew zmanê wî śexsî hêzeke xwa ya esasî wenda dike, yanî gaveke din nêzîkî lii mirina xwa dibe.
Lê źixwa halê kurdî ne ti hal e.
Bîst mîlyon kurd bunne tirk.
Deh mîlyonên ku li paś manne źî, mixabin zêde bi kurdî nizanin.
Here were tenê yek mîlyon kurd manne yên ku bi kurdî dizanin.
Bêguman di nav van deh salên pêśeroźê da ewê ew deh mîlyon kurd źî bibin pepuk u herrin ...

Hîcar ez źi xaltîka xwa dipirsim, di vî halê mirinê da ćawan dibe ku kurdek were u bibêźe «heger em hurmetê nedin zmanan, ći ferqa me u wan dimîne?».
Ez dixwazim vê yekê  źi xaltîka xwa ra bibêźim.
Divêt di navbera me u wan tirkoyan da ti ferq nebe u nemîne.
Divêt em tiśtên ku wan lii me kirinne u hîn źî lii me dikin, hezar carî lii wan zêdetir bikin.
Her tiśtê ku wan lii me kirinne u hîn źî dikin, heqqê wan yê herî xwezayî u rewa ye.
Źiber ku ev qanuna xwezayê ya herî esasî ye.
Źiber ku źiyan li ser vê esasê ava buye.

Kesên ku vê raśtiyê nabînin u ligorî śertên xwezayê tevnagerrin,  ne dikarin li źiyanê bimînin u ne źî heqqê wan hee ye ku li źiyanê bimînin.

Kurdê.a ku berê hînî zmanê xwa nebuye u nabe, źixwa her tiśtê xwa wenda kiriye.
Źibo xwezayê hindî/êdî ti mahneya wî/wê ya źiyanê nemaye.

Bi taybetî źî kesê.a ku zmanê diźminê xwa lii zmanê dayika xwa u milletê xwa rewa dibîne, av bi av ćuye.

Canê, ez van gotinan wekî rexne lii te nakim.
Ev tiśtên ku ez dibêźim raśtiya bi mîlyonan însanên me kurdan e, raśtiya gelek kesên źi malbata min e, ya te ye, ya Elî ye, ya Hiso ye, ya Memo ye, ...

Min drêź kir, bibore gulim ...

Loma źî ez ti carî zmanê tirkan nikarim qebul bikim, tew źi destê min were ha ez ê di vê kêliyê da him zmanê wan tirkan u him źî tirkan bi xwa bixim nav doźeha bê bav ...

U ev źî heqqê min e ligorî śertên xwezayê.

Êdî tu u kêfa dilê te ćavxezalê, zmanê tirkên heram ewê me źi hevdu veqetîne.
Ći îroniyeke ecêb e ne wilo, em ê źiber zmanê diźminê xwa yê qewad bikevin qirika hevdu u źi hevdu nefret bikin ...

Ya staaar ...
Ya xwadêêê ...». 

Xaltîka Z.:

« :) can hevale heja ez hep didid te bi rastiji wek te ye..le ez ji zimane xu ticaran bernadim».

Ez:

«Spas dikim canê, hêvîdar im ku ewê zmanê dayika me, me kurdan nêzîkî hevdu bike.
Źixwa źi derî zmanê kurdî ti zmanê ku bikane vê yekê bike źî tun e.

Źi bîr neke xaltîka min Z., em ti carî nikanin bi zmanê tirkên tecawîzcî nêzîkî hevdu bibin.

Bi silavên germik u nermik u filan u fistix
».

Donnerstag, 23. Februar 2012

De Bila Windows 8 Ya Bi Kurdiya Soranî Li Ser Xêrê Bibe!


Źiber ku ez doh westiyayî bum, min nekanî roźnivîska xwa binivîsînim.
Hema hun bibêźin ez di seet 21an da ćum u raketim.
Vê sibehê di seet 8 u nîvan da źî heśyar bum.

Ez pêśta ćum klînîkê, min źi seet 11an heta 12an wergerr kir.
Paśê bi lez ćum zanîngeha Zürich’ê, tev lii dersa li ser zmanê latînî bum.
Ders di seet 13an da xelas bu.
Êh, min berê xwa daa mensayê źibo xwarina nîvroyê.
Źi piśtî ku min xwarina xwa xwar, ez derketim źor, ez ćum hewśa zanîngehê ya bi ronayî.
Min mêze kir ku ha xalê me Śefîk źî li wir runiśtiye.
Ê tabî źi piśtî silavên xwadê ez li ba maseya wî runiśtim.
Hînê ćend deqqe derbaz bubunn ku min li nêzîkî maseya me xalê Apo źî dît.
Xalo hate ba me.
Ez qendî du seetan li wir runiśtim.
Ligorî gotina xalê Śefîk mêro źi berî ćend roźan źi Kurdistan’a baśur vegerriyaye.
Bi tevî ćend kesên din ćuye.
Welle kafiran ćunne li Baśur herder źî dîtinne.
Taaa heta kempa Maxmur’ê źî ćunne.

Drêź nekim u serê we nekim zirne babam.
Em bi vî hawî qendî du seetan bi hev ra peyîviyan.
Paśê ez rabum u ćum kar, min ê hîn du seet wergerr bikira.

Źi pistî karê xwa ez dîrekt hatim malê.
Pêra min kincên xwa yên sportê lii xwa kirinn u ćum sportê.
Li wir źî hema hema lii nêzîkî du seetan mam.

Ligorî nućeyeke nu, tê gotin ku Microsoft di Windows 8 da ćardes/dewćar zmanên din lê zêde kiriye.
Herweha kurdiya soranî źî źi van zmanan yek buyee.
Nućeya di Rûdaw’ê da wilo ye:

«Şîrket û malpera Microsoftê, bi navê Windows 8 sîstemeke din a komputerê ragihand ku wê di nava çend mehan de bikeve bazarê. Di sîstema nû ya Windows 8 de 109 ziman hene û 14 ziman ku di nav de kurdî jî heye lê hatine zêdekirin.
Di raporekê malpera Window 8 Beta de hate diyarkirin ku, sîstema Windows 7 bi 95 zimanan bû û di sîstema nû de ji bilî wan 95 zimanan cih dane 14 zimanên din û hêjmara zimanan derxistine 109’an.
Ev 14 zimanên ku di sîstema nû ya Windows 8’ê de hatine zêdekirin ev in: Kurdî (Iraq), Pencabî (Pakistan), Sîndî (Pakistan), Uygur (Komara Çînê), Belarûsî (Rûsya Spî), Raûndî, Etiyopî, Tacîkî, Ûluf (Senegal), Kîçî (Guatamala), Gaylkî (Skotland), Çîrokî (DYA) û Valensiyanî (Spanya).».

Tabî vê yekê pirr kêfa min haniya.
Lê mixabin halê kurmancî, kirdkî/zazakî, hewremanî u lorî ne ewqas baś e.

Mittwoch, 22. Februar 2012

De Bila Akademiya Kurdî Li Ser Xêrê Bibe Yaw :)


Tevî ku van roźan rooź li ezmên dićuruse źî, hewa hîn źî pićekî sar e, sermayeke hiśk hee ye.
Divêt di nav van roźên tên da pićekî germtir bibe.

Di źiyana min da tiśtekî nu pêk nehat.

Hîro li ba fîtnesê śêwirmendê sportê yê kalik hate ba min gava ez li ser makîneya bezê dibeziyam.
Ev ćend sal in ku em hevdu nas dikin.
Merivekî gelekî nefsbićuk e.
Di ser heftê salan ra ye.
Bi salan bedenhêzî (bodybuilding) kiriye.
Careke li Swîsrê di pêśbirkekê da buye yê yekem źî.
Vê gavê penćeśêr bii wî girtiye u tedaviya xwa dibîne.
Min dîsan mesele drêź kir yaw.
Xalo hate ba min u got, «yaw beza te wekî beza karxezalekî elegant e, pirr sîmetrîk dibezî, mîna ku meriv bibêźe te hîn nu dest bi bezê kiriye u dibe ku aniha xwa berbidî nav baayê u bifirî. Pirr baś e pirrr ...».
Tabî min pićekî śerm kir yaw.
Ez bi salan e ku vê yekê źi însanên pirr xerîb dibihîzim.
Carinan li ser rê źî yekcar kesek vî tiśtî źi min ra dibêźe.
...

Źi berî bi salan bu, ez dićum bezê.
Gava ez li ser pirê derbaz dibum, kalemêrê ku berbi min va dihat źi niśkê va got, «ez we pîroz dikim, hun pirr baś dibezin».
Hella hellaaa, hella hellaaa.
Tabî ez sekiniyam.
Źi min ra got, «min hun li ba marathona Zürich’ê dîtinn, kêfa min gelekî bi beza we hat.».
Lo babam hingê porê min hema hema qasî mêtroyekê drêź bu, min li ba marathonê zî girêdayî bu.
Lê gava ez li ser pirê raśtî wî kalemêrî hatî bum, porê min bi temamî vekirî bu.
Yanî xalo ez dîsan źî nas kirim.
Haaa, li ba marathonê heyśt hezar kes hee bunn, lê dîsan źî xalo ez nas kirim welle u bille.
Hingê ez bubum kesê 120.

Hîro li Amed’ê 
«akademiya wêźe u zmanê kurdî ya Ehmed’ê Xanî» vebuyee.
Helbet ez pê gelekî kêfxwaś bum.
Lo babam mixabin em bi vî hawî nikanin zmanê kurdî źi xewa mirinê xelas bikin welle.
Divêt bi lez u bez li her derê Kurdistan’ê dibistanên destpêkê bêne vekirin.
Divêt destur neyê dayîn ku zarokên kurd di dibistanên zmanê tirkan da werin tarumar kirin.
Ev bi destên xwa kuśtina pêśeroźa milletê kurd e.
Hindî/êdî hîro bi derfetên heeyî merî her tiśtî dikane bike.
Bêguman ewê raya giśtî ya cîhanê źî piśtgiriya xwa bide me.
Em ê bi ćalakiyên azadiya zmanê xwa him zmanê xwa veźînin u him źî ruyê siyaseta dewleta tirkan derbixin u nîśanî herkesî bidin.
Ez bawer nakim ku ti dewleteke demoxratîk di vî warî da piśtgiriya xwa bide tirkan.

Binêrin śekirino, her tiśt di destê me kurdan da ye.
Bila kurd nekin qîźźewîźź u serê meriv nekin kundir.
Heger em kurd di vê miźarê da semîmîn e, divêt em pêśta źi xwa dest pê bikin.
Wekî din ne însanek u ne źî heywanek dikane me cîddî bigire dînime îmanime.

Sonntag, 19. Februar 2012

Divêt Siyasetvanên Kurd Bi Kurdî Bizanin!!!


Hîro kêfa hewayê ne wekî doh xwaśik bu.
Her ćendî di hewayê da sarbunek tune bu źî, rooźa/tava ku doh dićurusiya xuya nebu.
Min bi pirranî wexta xwa li malê derbaz kir.
Kincên xwa śuśtinn.
Tabî ćum gerra xwa źî.
Min źiber zmanê tirkan dîsan kesekî din źi lîsteya xwa derxist.

Min doh di nućeyan da axaftina xalê me Selahattîn Demîrtaś guhdar kir.
Xalê me li Hewlêr’ê, li pêś alaya Kurdistan’ê bi kurmancî dipeyîviya.
Leyla Zana u Ehmed Tirk, siyasetmedarên źi baśurê Kurdistan’ê, Mesut Barzanî u gelekên din źî amade bunn.

Helbet kêfa min bi kurdî axaftina Selahattîn Demîrtaś hat.
Axaftina xwa źi berê da bi nivîskî amade kirî bu u źê dixwand.
Ligorî gotina wî bi xwa kurdiya zazakî baś dizaniye.
Min bi xwa heta hîro źî bi kurdî axaftina wi nedîtî bu.
Loma źî qet kêfa min bi wî nedihat.
Heger ez heśkere bibêźim, di ćavên min da wekî tirkekî bu u xelkê kurd asîmîle dikir.
Lê vê gavê ez ê mêze bikim ka di pêśeroźê da bi ći hawî tevdigerre.
Dixwaze bila dê u bavê min bibin, kesên ku di nav xelkê kurd da zmanê tirkên tecawîzcî «belav- u meśru» dikin, qîmeta pîzaveke xerabe źî nakin.

Źiber vê yekê min hîro di bin nućeyeke hevalekî ya di lîsteya min da ev śîrove kir:

«Gelo xalê me Selahattîn ćima bi kurdiya kirdkî/zazakî nepeyîviye?

Ćima xalê me li śuna ku źi sibehê heta hêvarê bi zmanê tirkên qewad bipeyîve u bibe sebeb ku milletê kurd asîmîle bibe, hînî zaraveya kurdî ya herî mezin nabe?
Tiśtê ku kurdan dike kurd, ev zmanÊN me ne.
Ćênabe ku siyasetmedarên kurd di nav milletê kurd da siyaseta dewleta tirkan ya asîmîlasiyonê pêk b’înin.
Ćênabe ku siyasetmedarên kurd zmanê tirkên tecawîzcî di nav xelkê kurd da „meśru“ bikin!
Ev tenê lanet e, tevgerreke îblîsane ye.».

Paśê vî hevalî (B.) ev śîroveya xwa di bin nivîsê da kir (destê xwa nadim nivîsa wî):

«Kekê min î hêja Beghyani, jixwe ku dema parlementerên BDP'ê diçin nav gel bi kurdî diaxifin. Ên wekî Leyla Zana, Ehmed Turk û hwd. dema tên Kurdistanê herdem bi kurmancî xitabê gel dikin.

Lê, li meclîs û cihên wekî meclîsê mecbûr in bi tirkî biaxifin. Xêncî tirkî, di cihên wiha de axaftinên zimanên din qedexe ne.

Weke ku Selehattîn jî di gotina xwe de dibêje 'Ez Zazakî baş dizanim.' Erê, zazakî baş dizane, lê li Kurdistanê ji ber ku zazakî di nav gel de zêde cîh nagire û kurmancî bêhtir tê axaftin, Selahattîn dema zazakî biaxife ji ber ku kesek jê fêm neke, kesek jî guhdar nake wê demê.

Mînak; îro li Hewlêr'ê zazakî bipeyîviya wê çend kes lê fêm û guhdar bikira?

Sedem gellek in. Bandora tirkî gellekî li ser me kurdên di bin dagirkeriya Tirkiyê de heye. Ev bandor ne ji ber dewlemendbûna tirkî ye; wekî ku tu jî dizanî ji ber nijadperestiya tirkan e.

Lê ne wekî berê ye. Êdî kurd berê bêhtir xwedî zimanê xwe derdikevin. Ji bo bandora tirkî were şkandin gellekî dixebitin û ji bo hîn bûnê hewl didin.
».

Ez źî baś dizanim ku siyaseta me kurdan hîn bi hezaran kîlomêtroyan źi têgêśtina zeruriyeta zmanê kurdî dur e.
Dibe ku di teoriyê da tiśtên baś bifikirin, lê di pratîkê da xizmeta siyaseta tirkan dikin u roź bi roź zmanê kurdî dikuźin.
U ev źî nikane were qebul kirin.