Dienstag, 29. Dezember 2015
Mittwoch, 23. Dezember 2015
Mêvantiya Min Ya Li Înstîtuta Kurd Ya Wiyene'yê
Hefteya
buhurî źibo ćend roźan riya min li Wiyene'yê ket.
Ez u Celîl'ê Celîl |
Helbet
źi berî rêwîtiya min min carekê têlefonî înstîtutê źî kir, ez bi xalê me
Celîl'ê Celîl ra peyîviyam ...
Roźa
îniyê, di roźa 18.12.2015an da ez ćum înstîtutê.
Xalê
me Celîl'ê Celîl bi tevî xwarziyê xwa ez li stesyonê bi erebê girtim. Em ćun
înstîtutê.
Me
bi hev ra qasî sê seetan wext derbaz kir.
Xalê
me gelekî nazik bu.
Em
li ser zmanê kurdî bi hev ra demeke drêź axaftin. Xalê Celîl kar u barê ku
kiriye, kar u barê ku ewê bike, yek bi yek nîśanî min daa.
Lê
mixabin xalê me li dor heśtê salên xwa ye, hêdî ew hêza ku berê tê da hee'
buye, nemaye dibêźe ...
Bi
fikir e, źi kurdan gazincan dike.
Gava
ku ez ê bićuma Wiyene'yê źi min daxwaza pirtukên bi kurdî kir.
Lê
mixabin źiber ku kurd bi zmanê xwa kurdî pirtukan nafrośin, min tenê têza xwa
ya li ser zmanê medî "Zmanê Medan" wekî pirtuk daa girêdan u bir.
...
Di
dawiya axaftina me da, źi berî ku em xatir źi hevdu bixwazin, got, heger tu
bixwazî lêkolînên xwa bidî ćapê ez ê tiśtê źi destê min tê bikim.
Me
soz daa hevdu u ez ketim ser riya xwa.
Paśê,
roźa din xalê Celîl dîsan têlefonî min kir, dubare daxwaza xwa ya piśtevaniyê
haniya zmên.
Min
soz dayê ku heta ćend heftan ez di vê meselê da gaveke yekem b'avêźim, rêza
yekem ya lêkolînên xwa amade bikim.
...
Li
źêr ćend resimên girtî yên li Înstîtuta Kurd ya li Wiyene'yê.
Kerem Gerdenzerî: "Keća Perî"
Sonntag, 13. Dezember 2015
Dienstag, 10. November 2015
Sefeleta Me Kurdan
Sefeleta kurdan
ya li pey serokên sefîl.
Dibêźin heger
milletek dewarê bê mêźî nebe, dewarên tescîllî nikarin ligorî dilê xwa źi wî
milletî ra seroktiyê bikin.
Sonntag, 11. Oktober 2015
Kurmê Darê U Kurd ...
Kalikan gotiye, «Heger kurmê darê ne źi darê ’be, dar
namire!».
Kurmê darê u kurdên kurmik yên îslamîst u sosyel-faśîst!
Donnerstag, 8. Oktober 2015
Sonntag, 4. Oktober 2015
Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -22-: Efsane -2-
Li
ser kućeya girê ya zozana bi mazî kućikek li ser rê notirvaniyê dike.
Yan
ewê belaya xwa l’ min bide yan źî ewê min berbi ziyareta diya min va oxir bike.
Di
tevgerên xwa da bê keder xuya dike.
Kućikê
din li źêr, li ba nahalê, bêhna xwa vedide.
U
dipê.
Naxirê
ku bi bêdengî giyayên rengîn dićêre, tama tenêtiyê źi herdê digire.
[
... ]
Mîna
ku hatî bum, ez ê dîsan bićuma.
Herê,
ez ê vê carê źî bićuma, wekî berê.
Sê sed mêtro li źor zozana gundê me, li ser kaśa berbi ziyaretê va. |
Ez
l’ kevirên sal yên ku li ber deriyên holikên bê derî bun, digerrim .
U l’ kalekale pezê li dor kevirên sal ...
Gerreke
bê lutke b’ min girtiye u ha ha min bi xwa ra dibe u tîne.
Ez
di nav ćembera bextê xwa da bume wekî dilopa destpêkê ya źiyanê.
Barê
destpêkê yê źiyanê l’ min giran tê.
Canê
min yê bi xurur li ser milên min runiśtiye vê gavê.
U distrê.
U distrê.
[
... ]
Berbi
hêla gomê va mêze dikim.
Bi
hêvî me.
L’
wêneyên di nav ćîroka xwa da digerrim.
L’
wêneyeke reś u spî, l’ yeke źi sedsala rabirtî digerrim.
Ez
l’ wêneyeke reś u spî digerrim, l’ yeke bi kibîra sedsala vêsiyayî.
Bila
źî tê da ew rengên bextewar temirî ’bin.
Bila
źî tenê bi rengê reś u spî bibuya.
Dizanim,
kevirê ku li warê xwa śopa giraniya xwa nehiśtiye, źixwa ewê bê śop bar bike u herre.
Samstag, 3. Oktober 2015
Freitag, 25. September 2015
Mittwoch, 23. September 2015
Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -21-: Efsane -1-
[ ... ]
Ćavên
min yên bi pagên lanet ...
Westiyayî ...
Westiyayî ...
Źi
canê min yê talanbuyî dadikevin źêr.
Źi
canê min yê talanbuyî dadikevin ser herda bi xewnên xewar.
Li
paś piśta min l’ ćîroka xwa temaśe dikin.
Di
meśa xwa da bê dil in berbi ziyareta sedsalî va.
Carina
l’ dîwarên źihevketî, carina l’ meytên li ser girê, carina l’ ava nahalê mêze
dikin.
[
... ]
Lerizeke
bê rawe di laśê min da xwa pal dide.
[
... ]
Di
bin rooźê da ćermê min buye deśteke bi xopan.
Agir
pê nagire.
Can
buye beyareke bi kevir.
Bi
ewrên tobekar ra źê direve ava kesk.
[
... ]
Dengekî
asude b’ min girtiye u bi girmegirm lêdide.
Hestên
min b’ firê ketine di nav atmosfereke ćiyayî da.
Pel
bi pel digerrin.
Difirin,
heta ku źihevketî xwa li ser herdê drêź dikin.
Birînên
xwa l’ herda sor didin.
Bê
hawar in di nav derguśên xwa yên bê miźmoźik da.
Di
nav herdê da rengên xwa yên kesk, sor u zêrîn diriźînin.
Li
źor śewqa xwadayên rooźê li ziyaretgeha ćiyayî bilind dibe.
Eźderheyên
bi ćavên zîvîn źê radihêźin lutkeyên spî.
[
... ]
Dengekî
xwadayî xwa di nav kendalên guhên min da dike xewê.
[
... ]
«Herre
ser ćokan», dibêźe, «herre u xwa di nav herda xwa da ćal bike, bikeve nav rihê
xwa yê ebediyen u careke din źî ranebe!».
Ewê
xewneke hevrîśimîn di nav ćîroka min da bibarîne.
Guharkên
dizziyayî bi bêdengî gunehên xwa diheźînin b’ ser da.
Li
ser zmanê min ćekuyên bi hêś îbadeta xwa dikin.
Perćeyeke bi kîn źi kezeba min li ser
herdê ramediye.
[ ... ]
[ ... ]
Li
hêlekê źaneke tuź di nav sînga min ra dikeve nav canê min, li hêleke din
bextewariyeke efsunî min bi baskên zêrîn l’ hewaya sayî dixe.
Herhal
ez ê vê carê l’ herdê nekevim, dibêźim.
Źixwa
ez zarokekî vê herda sor yê nîvsedsalî bum.
Ez
ê bifiriyama vê carê.
Ev
herd dayika dayika min bu.
Ez
neviyê wê yê reviyayî bum.
Ev
herd dapîra min ya bi neynikên herî bu.
Min
ev xwalî xwarî bu li ser ziyaretgehên xwadayên hezar salî.
Xwadayên
me źê ćêbuyî bun.
Xwadayên
me źê hatî bun.
Xwadayên
me źê ćuyî bun.
U
wan em li paś xwa hiśtin.
U ew li paś me man, bê ćîrok.
U ew li paś me man, bê ćîrok.
[
... ]
Îlon 2015, Zürich
Montag, 14. September 2015
Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -20-
Dem li dor min sosreta di nav canê xwa da berbide ser herdê. Yadê, ewê ev herd bipengize pê.
Bi girmegirm e.
Li źêr kevirên dîwarên holika me ... |
Min dipêće u diheźîne.
Serê her kêliyê źi min ra ćîroka xwa dibêźe.
Bi vingeving e.
Bi fîzîniyên xwa dixwaze lezê l’ min bide.
Lê carekê laś cemidiye di nav bextê xwa da.
Dengê kućikên li źêr bi ahengî l’ ćiyayan dikeve.
Ez ê dabikevim.
Li hêla paś girê ez ê bi gopala xwa xwa bi hêdîka ber’dim ser
herda li źêr.
Ez ê di ber holika me ya źi berî ćil salan ra gav bi gav berê xwa
bidim berbi bakur va.
Kaśa berbi ziyaretê va. |
Ziyareta li ser lutkeya ćiyê bi sebir l’ min dipê.
Ez dadikevim, têm di ber holika me ra derbaz dibim.
Disekinim. Atmosfereke hênik di nav sînga min da ćêdibe.
L’ wan dîwarên xerabe yên bi keviran mêze dikim.
Li ciyê ku me nivînên xwa datîniyan, digerrim.
Herhal roźinga di nav holika me da śopek li paś hiśt, dibêźim.
L’ dîwarê berbi hêla roźava va dinêrim.
L’ roźinga xwa digerrim.
L’ roźinga me digerrim.
Bedewiya li ser kaśa berbi ziyaretê va |
Ne roźing u ne źî śopeke xerabe li ber maye.
Roźinga me di nav dem u herda xwa ra buhuriye u ćuye.
Bê ćare careke din l’ derudorê mêze dikim.
Ava di nav nahalê da ćavên min berbi xwa va dikiśîne, pê dilîze.
Ćavên min diśoy.
Rehetiyeke bê tarîf l’ canê min digire.
Her du kefên destên min bi hêdîka radibin źor u tên li ser sînga
min rudinin.
Xwa l’ her du pîlên/milên min radihêźin.
Xwa l’ her du pîlên/milên min radihêźin.
Canê min germ dibe.
Herhal naxwazim dest źi zaroktiya xwa ber’dim, dibêźim xwa bi
xwa ra.
Bedewiya li ser kaśa berbi ziyaretê va |
Yan źî dibêźim, dibe ku himbêzeke xatirxwastinê ’be ya di sînga min
da.
L’ serê gira xwa ya efsaneyî mêze dikim.
Her du zinarên spî, her du meytên min yên spî li śuna xwa
runiśtî belek u belek min bi xwa ra dixin nav xewneke firiyayî.
Ćêźeke mestane xwa di nav kortikên ćavên min da l’ min radipêće.
Ćavê mino, dibêźim, hîsseke lezîz ya herda bi sebir e ev bextewarî, hîsseke
lezîz ya herda bi sebir ...
Tara Mamedova: "Lê Lê Rihê"
Freitag, 11. September 2015
Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -19-
Li ser gira xwa ya efsaneyî me.
Cara yekem li ser gira xwa ya efsaneyî l’ roźên paś xwa dinêrim.
Cara yekem li ser gira xwa ya efsaneyî ćiyayên li paś wê kifś dikim.
Cara yekem li ser gira xwa ya efsaneyî cîhaneke din ya nu di nav dîmenan da berhev dikim.
Cara yekem min li ser gira xwa ya efsaneyî dît ku ti kesekî xerîb li paś wê tun e.
Zozana gundê me u ew gira li paś xaniyê ku tam di navika resimê da ye. |
Berê min berbi bakur va yek bi yek l’ wan ćiyayên bi bereket
mêze dikim.
Merhemeta demên buhurî, kelecaniya zaroktiya ćuyî b’ gewriya min
digire.
Dilê min bi rehm lêdixe, naxwaze źi «ćiyayê» zaroktiya xwa
dabikeve.
Ligel her du zinarên xwa yên spî dikeve sikratê.
Du meytên canê min in hun, dibêźe.
Bi pênc tiliyên xwa yên di vê sedsalê da her du meytên xwa mist
dide.
Canekî sivik di zikê min da dibiśkive.
Ćav l’ min sor dibin.
Ruyê min germ dibe.
Tevizîneke hurik bi laśê min digire.
Ez li ser meyta xwa ya spî rudinim.
Ayîneke ebediyen li dor min dizivire.
Îcar xwadê di rehma xwa da xuya dike, min bi xwa ra dibe u tîne.
Ziyareta bi du lutkeyan ya taa li hêla rast. |
Herhal bextewar im, dibêźim.
Ez u xwadê, em di halê xwa da l’ hevdu mêze dikin.
Vê carê xwadê di meyta min da asê maye.
Ćavên min bê hemdî l’ her du lutkeyên ziyaretê mêze dikin.
Di nav kevanka xwar ya her du lutkeyan da ćavên min dicemidin.
U bi hawar in.
Di nav kevanka xwar ya her du lutkeyan da ćavên min dicemidin.
U bi hawar in.
Ciwan Haco: "Xeribî"
Montag, 7. September 2015
Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -18-
Ćoganê min di destê min da ez berbi gira efsaneyî ya li ber min
va dimeśim.
Gira ku ez li ser lutkeya wê bum. |
Ez ê vê carê heta lutkeya girê derbiketima.
Min ê xewna zaroktiya xwa ya źi berî ćil salan l’ xwa helal
bikira.
Min ê vê carê li lutkeya vê efsaneyê ćîroka xwa bi dawî bikira.
Bi merax ez berbi źor va hildikiśim.
Li źor herd u kevirên spî min berbi xwa va dikiśînin.
Kaś her ku bilindtir dibe, tuźtir dibe.
Źi hilkiśînê zêdetir bala min li ser emniyeta canê min e.
Lê ćare tune bu, ez ê hilbikiśiyama.
Qedera vê yekê di vê roźê da vêśartî buye.
Di nav ćil salên reviyayî da min tiśtek pirr baś fam kirî bu,
herê, min tiśtek pirr baś fam kirî bu.
Qedera ku di hema wê kêliyê da nekariye bibe rastî, tenê u tenê sefseteyeke vala u sextekariyeke beyhude ye.
Li hêla paś gava ez źi girê dadiketim min ev kulîlk dîtin. |
Her tiśt di dema bihara xwa da xwaś u bedew e. Tiśtê ku di nav
wê biharê da nekariye śîn bibe, źiyanê źi xwa bifurîne, ćîrokeke puć e,
miriyeke bê xwalî ye, guleke bê reng e ...
Qet niyeta min ya ku dest źi wê biharê berbidim, qedera xwa bi
destên xwa bê xwalî u av bihêlim, bi her du destên xwa wê bikuźim, tune bu.
Dizanim, belkî źî ez ê bi xwa zêde pê bextewar nebibuma.
Źixwa mebesta di dilê min da źî ne ew bu. Mebesta di vî canî da
tenê bextewarkirina wî lawikê ćend salî bu. Min qet guman nedikir ku ew zarokê
di ruhê min da źê aciz bibuya.
Ev hilkiśîna berbi źor va îcarê źibo wî zarokî bu.
Carina bi lepên xwa xwa berdidim ser keviran, kîp b’ wan
digirim.
Carina berê xwa didim hêla ćep, carina l’ hêla rast.
Ćep u rast, bi zîgzag terrim u têm.
Niyeta min ya ketinê qet tun e.
Zozana gundê me yê xerabe. |
Turika li dor hustiyê min girêdayî carina min aciz dike. Bila źî
bike, ez ê di ser vê kaśê ra derbaz bibim.
Carina li ciyê xwa moleyekê didim. L’ hawîrdorê mêze dikim, l’
Śahîn u Śukran’ê digerrim. Dubare bala xwa didim kaśê li ber xwa. Ciyên
emniyettir digerrim.
Niyeta min ya ketinê qet tun e.
Li lutkeya girê du zinarên spî u mezin xuya dikin.
Nîśangeh źixwa li ber ćavên min in, zeftkirina wan nêzzîk dibe.
Zozana gundê me yê xerabe. |
Mîna ku meyta wî zarokî ya źi berî ćil salan di nav wan her du
zinaran da vêśartî ’be, ez tiliyên xwa di nav herdê ra dikim u xwa gaveke din
berbi xewna xwa dikiśînim.
Di vê kêliyê da Śahîn u Śukran'ê li hêla din ya zozana me dibînim. Li
ser riya ku em hatî bun, dimeśiyan, u berê xwa daa’bun ziyareta li ser wê
kendala kur.
Ez bang l’ wan dikim. Disekinin.
Berbi min mêze dikin. Herhal dibêźim ez nedîtim.
Ez dubare bala xwa didim kaśê li ber
min. Hêdî zêde durî nemayî bu. Ez bi hêdîka berbi hêla ćep meśiyam. Di ćend
gavên dawiyê da min bi serê ćoganê xwa herd kontrol kir, źibo ku di ćend gavên
dawiyê da bi bez xwa b’avêźim ser zinarê li ber min.
Zozana gundê me yê xerabe. |
Źi piśtî ćend seniyeyan, źi piśtî ku
min hêsaba xwa kir, min hemî giraniya xwa berda ser ćoganê di nav her du destên
xwa da u bi lez min xwa berbi zinêr havit.
Herê, vê carê źî bextê min bi min ra
bu. Ez u zinar, em l’ hev zeliqî bun.
Zinarekî germ bu, yabocan, zinarekî
germ.
Jan Axîn: "Delalê"
Sonntag, 6. September 2015
Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -17-
Śahîn u Śukran dadikevin źêr, nav nahalê.
Nîgên min yên di nav avê da. Min got qet nebe ez kurrikên/gorên xwa biśom. |
Ez li ser dîwarê hilweśiyayî yê ćil salî l’ herda zaroktiya xwa
mêze dikim.
Bi hêvî me. Źixwa ez ê ćend śopên din yên nas peyda bikim li vê
beyarê, dibêźim xwa bi xwa ra.
Bi hêdîka dadikevim źêr, têm cem Śahîn u Śukran’ê.
Em li keviya avê radiwestin. Ez dixwazim ćend resimên avê
bigirim. Nîgekî xwa datînim ser kevirê di nav avê da. Lê kevirê di bin nîgê min
da śemitiya u nîgê min yê ćep kete nav avê. Îcarê min nîgê xwa yê din źî kir
nav avê bêyî ku solên xwa derbixînim.
Śahîn u Śukran’ê źî solên xwa źi xwa kirin u nîgên xwa kirin nav
avê.
Śukran'ê, «Keko, bi xwadê ev xistina nîgan ya nav avê fikireke baś
bu», got.
Helbet mebesteke min ya bi vî hawî tune bu, lê ew kevir bu’bu
qedera me ya di nav avê da.
Min hêkên bi runê patî yên di nav nên da derxist u dest bi
xwarinê kir. Śukran u Śahîn źê negirtin, wan źî nan u pendurê di turikên xwa da
derxistin.
Em heta nîv seetekê nîgên me di nav avê da li ber avê runiśtin.
Nîgên min di nav avê da. Gava min girte ser kamereyê źiber tîrêźên roźê yên di nav avê da rengekî sosret derket holê. |
Paśê em rabun ser xwa. Śukran u Śahîn berbi mala źor va meśiyan.
Kesek li wê derê bu, lê me nedizaniya ku kî bu.
Gava ez hatim ba wan, min mêze kir ku canikên me bi hev ra
sohbetê dikin.
Zarokekî li dor ćardeh salî li wir bu.
Bi tirkî bi hevdu ra dipeyîviyan. Min bi kurdî silav daa wî
lawikî. Śukran di cî da got ez bawer nakim ku bi kurdî bizane.
Lêwik hema bi lez got, «Na, ez bi kurdî dizanim.».
Kêfa min pirr pê hat. «Ćavê mino, ma tu xelkê ku derê yî?»
«Ez li vir śivantiyê dikim. Źi xelkê Muś’ê me. Źibo vê havînê
hatim vir. Ez ê îsal dest bi lîseyê bikim. Lê ez bawer nakim ku ez careke din werim van deran.», got.
Śivanê ciwan yê ćavbelek. |
Lawikekî śermok bu. Lê kurdbuna wî, kurdiya wî hîsseke sosret di
min da ćêkir. Me fam kir ku em kurd in u zmanê me źî kurdî ye. Hîn źî em hee
ne, hîn źî em li vir in!
Śukran u Śahîn xatir źê xwastin u berê xwa dan berbi hêla paś
malê. Kaśeke tuź li paś malê hee’bu.
Ez pićekî din bi wî lawikî ra peyîviyam. Min ê hindek pere
bidayê, lê mixabin ti tiśt li ba min tune bu, mixabin.
Źi berî ku ez źê xatir bixwazim, min destura girtina ćend
resiman źê kir. «Keko, mesele nîn e, helbet dikarî ćend resiman bigirî.», got.
Ćend resiman dikiśînim. Destê xwa drêź dikimê, destê wî bi
hezkirineke mezin diguviśim. «Bila haya te źi te baś hee’ ’be, ćavê mino! Dibe
ku em roźekê li ciyekî din rastî hev bên, źi bîr neke. De bi xatirê te.»
Śahîn u Śukran, xaltî u xwarziyên hevdu, di nav avê da kêfê dikin. |
«Oxir ’be, keko! Ez ê bextewar ’bim.»
Gava ez hatim paś malê, ti kes tune bu. Min nedizaniya ku
Śukran u Śahîn b’ kîźan hêla da ćuyî bun.
Lê min berê xwa daa kaśa tuź ya li ber min bi xêra ćoyê di destê
min da.
Źixwa min di zaroktiya xwa da hertim merax dikir u dixwast tiśtê
li ser vê girê, tiśtê li paś vê girê bibînim. Źibo min mîna ku welatekî din u însanên
xerîb li paś wê girê hee’ ’bin, ez pićekî ditirsiyam. Źibo min ew gir mîna sînoreke
ebediyen bu di navbera me u wan da.
U ez ê vê gavê, aniha bi hêdîka berê xwa bi ćoganê di destê xwa da bidim nav wê sînorê.
De ya bi xêr.
U ez ê vê gavê, aniha bi hêdîka berê xwa bi ćoganê di destê xwa da bidim nav wê sînorê.
De ya bi xêr.
Metin / Kemal Kahraman: "Meyman" (= "Mêvano/Nîvano")
Abonnieren
Posts (Atom)