Tê zanîn, gava zarok aciz dibin, yan
źî źi ber sebebekê dest bi gîriyê dikin, dê u bav, xwang u bra yan źî kesên din
yên źi malbatê bi lez tiśtina didin ber zarokan.
Helbet źibo ku zarok negîrîn vê yekê
dikin.
Mebest ew e ku bala pitik / zarok ya
li ser gîriyê berbi hêleke din va bikiśînin, daku bila zarok sebebên gîriya xwa
źi bîr bike.
Zarok bê ku pêbihesse, bi tiśtê nuh dayî
yê berê źi bîr dike, bi kelecan u xwastekeke mezin bi tiśtê nuh ra miźul dibe,
heta ku źê têr dibe.
Di vê dema modernok da bi zêdeyî
zarokan datînên ber têlevîziyonan.
Hindî ev buye usuleke giśtî di nav
civakan da, bi radî źî di nav civakên ku asta perwerdeyiyê gelekî li źêr da ye belav buye.
Zarok mîna ku bi miknatisê va b’ên
kiśandin, bi hemî hestên xwa bi heśyarî bala xwa didin têlevîziyonê. Hew
dikarin dest źê ber’din, heta ku mêźiyê wan di bin resim u naverokên wan
bernameyan da difetise.
U di dawiyê da dubare dest bi gîriyê
dikin.
Îcarê
pirtukeke bi resiman xemilandî didin ber zarokan. Drêź n’aźoy, zarok dîsan dest
bi gîriyê dikin.
Nebu, îcarê aleteke muzîkê didin ber
zarokan ...
Yanî di esl u feslê xwa da tiśtê ku
tê kirin „manîpulesiyon“ e, u zarok pê tên manîpule kirin.
Rewśa kurdan ya hîro źi ya zarokan cihêtir/cudatir
nîn e.
Kurd di nav hemî zemînên źiyanê da hatine
manîpule kirin, tên manîpule kirin.
Tirk, ereb u farsan hilo kirine ku
kurd nikarin l’ ti tiśtekî din bifikirin, l’ xwa bihessin, l’ tunebun u
tunekirina nirxên xwa yên bi hezran salan bihessin.
Tirk, ereb u fars di hemî miźaran da
kurdan bi zanîn bi zmanê xwa bilî / miźul dikin; bi modeyê, bi hunerê, bi
wêźeyê, bi muzîkê, bi śanoyê, bi siyasetê, bi paparaziyê, bi dîn, bi śerr, bi
aśtiyê, bi rêklaman, bi fîlm u rêzefîlman u hwd.
Ćawaniya miźulkirina kurdan ne girîng
e.
Lê ći dibe bila bibe, divêt kurd bi
zmanê tirkî, erebî u farsî bi wan tiśtan ra miźul bibin, yanî werin miźul
kirin.
Her cara ku kurd tecrubeyekê bi zmanê
tirkî, erebî u farsî dikin, ewćendî źî ew kurd mêźiyê xwa b’ zmanê tirkî, farsî
u erebî va girê didin; kurd bi destê xwa hefsara zmanê tirkî, erebî u farsî l’
hustiyê xwa dixin, źê ra dibin yarekî/e bê mêźî.
Tabî ćendî kurd vê yekê dikin, ewćendî
źî zmanê xwa kurdî di mêźiyê xwa da rut dikin, hiśk dikin, u di dawiya dawîn da źî
zmanê xwa dikuźin.
Kurdê/a ku noqî zmanê tirk, ereb u
farsan buye u dibe, ewê careke din nekare źê derbikeve, ewê di nav da bifetise.
Źiber ku ew keśtiyên zmanê kurdî yên di nav wan avan da tun in ku werin hawara
kurdan, yanî ne ew dezgeh hee ne, ne źî ew dewleta kurdan hee ye.
Loma źî dibêźim, kurdo, kurdê, bi
hemî hêza xwa noqî zeryayên zmanê xwa bibe, źibo ku tu di nav śepalên zmanê xwa
yên asê da xwa handa / wenda nekî, źibo ku tu bi zmanê xwa biźî u bimirî.
Noqî ćem u śepalên zmanê xwa bibe, tu
yê pê tuśî sînorên mala xwadê bibî.
Źi berî ku tu bimirî, divêt tu zmanê xwa
di zarokên xwa da bićînî.
Źiber ku ti tov di bin herdê da
namîne …
Li benda roźê dimîne, źibo ku źi nuh
va zîl bide!
Zmanê nećandî zîl nade, źi bîr neke.