Ez u xwadê, em li kêleka hevdu runiśtine.
Źi berî ku em dest bi sohbeta xwa bikin, ez
dixwazim bala wî bikiśînim ser mêvandariya wî ya di xewna min da.
Gotina min dibirre, «Xwa ne’êśîne, haya min źê hee
ye.», dibêźe.
Rewatiyeke sosret di min da ćêdibe.
Ez bala xwa didim berbi ćiyayên li hemberî me.
Em herdu źî l’ wan ćiyan dinihêrin.
Lutkeya ku em li ser runiśtine wekî giraveke
bilind ya di nav zeryayê da xuya dike.
Em źi źor va temamê ćiyayên li ser dinê dibînin.
Lê ćiyayê ku em li ser runiśtî ne, wekî ku dê u
bavê hemiyan ’be, hîsseke hilo di min da ćêdike.
Hemî cure dar u ber, heywan, giya u kulîlk xwa tê
da l’ ba dikin.
Ćemên ku bi spehîbuna xwa dilê min źi min digirin
u diben, hênikayiyeke mestane di min da ćêdikin.
Ez hîć dil nakim ku dest bi axaftinê bikim.
«Źixwa ew źi berî min l' tiśtê di serê min da
dihese.» dibêźim xwa bi xwa ra.
«Ćima źi min ra nabêźî?», dibêźe.
Dîsan pê hesiya, dibêźim
«Ći, ezbenî?»
«Źi bîr neke, vê kêliyê ez źibo bersîvan li vir
im, ne źibo pirsan.»
«Źixwa tu pirsên min dizanî, ma tu nikarî yek bi
yek bersîvan bidî min, hi?»
«Min got, ez ne źibo pirsan li vir im.»
Bala min hîn źî l’ wan
ćiyayên li hemberî me ne.
Min destên xwa li ser
ćogên xwa girêdane.
«Ezbenî, zman ...»
«Herêêê ...», dibêźe.
«Ezbenî, zmanê kurdî ...»
«Êêê, dizanim, ...»
«Gava ez zarok bum ez li
ber u ser van kaśan bi zmanê kurdî li duv berxikan dibeziyam.»
«Źiber ku berxikan bi kurdî dizaniyan, loma.»
«Min dizaniya ku berxikên me bi kurdî dizaniyan.»
«Di destpêkê da min zmanê kurdî ćêkir, paśê źiyan,
heywan, giya, ćem u hewa, herd u agir. Paśê min bi zmanê kurdî bang kir.»
...