Welle gava hewa germ dibe, zêde kêfa min nayê ku tiśtekî binivîsînim.
Źiber vê hindê źî di nav van demên dawiyê da min ha ha xwa lii tiraliyê dayniya.
Wekî din heta hîro tiśtekî cihê u balkêś pêk nehat.
Min kesek źî źi lîsteya xwa ya Facebook’ê hîn dernexistiye.
Yanî zmanê tirkên qewad nehatiye parve kirin, loma haaa.
Êêê, aha roźa ku ez herrim Barselonye’yê źî hat.
Źi piśtî śeś seetan, yanî di seet 04:30an divêt ez rabibim ser xwa u herrim
balafirgehê.
Ewê di seet 07:20an da Balafira me bipirre/bifirre.
Gava din bi Monika’yê ra peyîviyam, diyar e ku li ba wê teśqele ketiye qirika wê.
Źixwa min heta hîro źî Monika tenê carekê źî bê stres nediye.
Stresa wê wekî nexwaśiya penćeśêr e.
Em ê heta 29 gulanê li Barselonye’yê bisekinin u eynî roźê, hêvarê dîsan
vegerrin Zürich’ê.
Cara dawiyê ez źi berî deh salan carekê ćuyî bum Oxfort’ê ba hevalê xwa Roman.
Em li Zürich’ê di eynî mala xwandekaran da diman.
Źi piśtî ev ću Oxfort’ê hevala wî bi zorê źibo min bilêtek rezerve kir.
Tabî ez źî meźbur mam ku herrim wir.
Hingê tenê hefteyekê mayî bum.
Em wê demê źibo roźekê ćuyî bunn Londre’yê źî.
Helbet me baźar bi temamî nedît.
Dîsan źî kêfa min hêć bi Londre’yê nehatî bu.
Baźarekî pirr pîs u bi stres e/bu.
Lê Oxfort qendî navćeyekê mezin e. Pirr sakîn bu.
Em roźekê ćuyî bun baźarê xalê me Shakespeare źî. Ew baźar źî gelekî pićuk bu.
Mala bavê Shakespeare źî me dîtî bu.
...
Ez bawer dikim ez ê heta vegerra xwa nekarim tiśtekî binivîsînim.
Ya raśt naxwazim bikevim înternetê źî.
Bila tatîla źibo ćend roźan ya źi piśtî deh salan nebe śorbe u serê min nexwe.
Loma źî kezebino, de heta hefteya tê bimînin di nav lotikên germik u nermik yên
bergîlkî da, ihi :)
Ku balafira me ket źî, heqqê xwa helal bikin lo.
U ti carî dev źi zmanê kurdî bernedin.
Ev zmanê miqeddes gerentiya heebuna min u we ya tekane ye heyranino.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen