Hîro hewayeke bi śilî li vir hee bu.
Tabî ne hertim.
Vê hêvarê gava ez źi wergerra xwa ya li klînîkê dihatim malê, baran hatî bu birrîn.
Źi piśtî ku ez gêśtim malê, dîsan dest bi barînê kir.
Roźa îniya borî di televîziyona da, di kenela Dunya’yê da bernameyeke bi navê Ćand U Welat hee bu.
Lê min revand, yanî źi bîr kir u nekanî lê binêrim.
Ewê serokwezîrê Lotikxanê yê germik u nermik Birîndar bibuya mêvan.
Min haydariya vê bernameyê di Lotikxanê da xwandî bu.
Źiber ku min bername revandî bu, min carekê lii Youtube’ê mêze kir.
Bername di Youtube’ê da źî hee bu.
Lii nêzîkî 53 deqqan bu.
Helbet min lii hemî bernamê mêze nekir.
Kesê ku bername ćêkirî bu, xortê me yê simbêlqeytan, kilê kećikên 101 salî Zeynelabîdîn Zinar bu.
Lêêê ...
Lo babam kurdiya xalê me Zeynelabîdîn pirr xerab bu.
Min digot hêć nebe belkî zmanê wî yê devkî pićekî baś bibe.
Tewww ...
Ê serokwezîrê Lotikxanê, canim cîgerim u eśqim Birîndar źî ewqas bê deng e ku nayêt gotin welle.
Tabî di nivîsên wî yên Lotikxanê da mêro wekî agir u pizot e, śerźora wî qet xelas nabe.
Kekê me bi dehan navan gotaran amade dike.
Zmanê wî yê gelêrî u yê nivîskî bi têra xwa dewlemend e.
Lê digel axaftinê ne heman tirśik e, tu dibêźî qey meriv bi kelpetênê peyvan źi devê wî dikiśîne, ewqas ku giran e mêrê 71 zerikên germik u nermik dînime îmanime.
Aha źi we ra cîśaneya/edresa vê lînkê babam:
http://www.kure.tv/aktualite/1184-cand-%C3%BB-welat/cand-%C3%BB-welat-7-bolum/7-Bolum/117052/
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen