Źi piśtî ćarikek sedsalî ez vedigerrim
gundê xwa, ez ê l’ halê zaroktiya xwa bigerrim.
Her tiśt di bîra
min da xeyalî ye. Her tiśt buye xeyal.
Xewn u rastî l’
hev ketine hêdî, ćeper xerabe bune.
Xewnên di bîra
mayî da bi bask u peran ketine u źi nav dîwarên malê derketine.
Kîźan xewn li
ser kîźan tayî cî buye, kîźan xewn bi kîźan baayî ra ćuye, kes nizane.
Śuśe teqiyaye
carekê di vê ćîrokê da.
Di nav avê ra li cîhanê mêze bikin,
hun ê bi cîhaneke din ra rubiru
bimînin.
Ha deriyê śkestî
yê malê ha bîra min, her du źî puć bune di halê xwa yê heeyî da.
L’ hevdu digerrin, źibo ku hevdu źi nuh va nas
bikin.
Bêdera malê bi giyayan ra ketiye nav
aramiyeke drêź.
Hîn źî ava xwa źi ziyereta li paś malê
vedixwin, wekî berê. Li ber gama bavo ya li ber dîwêr dikevim.
Keća xaltîka min Śikê tiliyê xwa berbi
nahala ber malê va drêź dike, “Tê bîra te, me di vê nahalê da ćiton aźne dikir?”, dibêźe.
Havînên xwaśiktirîn yên źiyanê tên bîra
min.
“Śikê”,
dibêźim, “te got aźne?”.
L’ min dinêre. Di ćavên wê da pirs hee
ne.
“Nayê bîra te?”, dibêźe.
Ez l’ herdê mêze dikim, lê digerrim.
Nayê bîra min.
“Na”, dibêźim, “bîra min bi xedar e vê
gavê.”.
Dibiśire. “Tiśt nabe. Di kê da ew xedarî
ćênebuye ku. Herhal xaltîka Elê tê bîra te. Li gund tenê xaltîka Elê gotina aźne bi kar taniya. Źê pê va kesekî din
nedihaniya zmên. Ez źî nizanim ćima.”, got.
Herê, xaltîka Elê dihate bîra min, lê bê
aźne.
Paśê gotin xaltîka Elê ćuye ba
dilovaniya xwadê, lê bi aźne.
Bi salan paśê ez pêhessiyam ku di zmanê
min da peyveke wekî aźne hee’buye. Ez
l’ pey peyva zmanê kalikên kalikên xwa ketim.
Di dawiyê da heta Avesta’ya pîroz hatim.
Min dît ku di zmanê kalikên kalikên min da wekî ā-snatar- “śośer; yê ku bi śuśtinê phîr u pak dike; keśeyê ku bi
śuśtinê Haoma’yê pak dike” buye, u bi riya aźne
← *āšnāh ← *hā-snā-ka- heta hîro gêhiśtiye.
Kalikên kalikên min u me ev peyv źi
gotina snā- “śuśtin” ćêkirine, źi
berî pênc hezar salan. Lê hêdî me hîro guhên xwa źê śuśtiye.
Dengek źi min ra dibêźe xwa li pey źiyanê nekin parsekên mêźiyên bê nexśe.
Nabêźim źi min ra dibêźe li ber źiyanê, di nav źiyanê ra, li dor
źiyanê ...
Em li ser lutkeya devê derziyê xwa gêhiśtine
kolgehên (tunêlên) xwa yên tunebunê.
Lê hîn źî em li ber vê tunebunê pirsa ku
źiyan ći ye, pirsa ku źiyan ći ’be źi xwa dikin.
Źixwagava di pirsê da seqetiyek hee’be, meriv nikare bersîveke neseqet bide.
Odeyeke bi źiyana źi mala dê u bavo.
Pirsên seqet tenê li pey bersîvên seqet
dikarin zeruriyeta seqetiya xwa meśru bikin u bifrośin.
Yanî gava pirs seqet ’be, źixwa bersîv
źi wê źî seqettir dibe.
Meriv e, li pey tiśtina ketiye, ewê gotina dawiyê ya birćî bike li ser
źiyanê.
Huner e, di bin bêćaretiya xwa da dixwaze
nanên rengîn bifrośe me źibo zelalî u
delaliya mêźiyên me yên birćî.
Muzîk e, bê hewaya sivik pênc quruś źî nake; lê
dîsan źî dest źi guhên me bernade.
Niviśta źi mala pîrê ye, dibêźe ewê
roźekê xwadê di nav kemîna xwa da asê bike.
Źiyan buye
beniśta sor ya di nav didanên me da.
Heger me
bikariya bi cuyîna / cutina beniśta sor mêźiyê xwa têr bikira, hingê me yê
qîmetek di van pirs u bersîvên birćî da bidîta.
Mêrê bi mêźiyê
bê bizmar u źina bi hestên dirriyayî li paś kuće u kolanên reś kućikên nanoziko
difrośin. Ewê li ser piśta kućikên nanoziko aveke bextewar l’ ćermê xwa yê mirî bikin. Mêratino, źi balafirekê dadikevin u l’ balafireke din sîwar dibin, źi busekê
dadikevin u l’ buseke din sîwar dibin, źi baźarekî berbi baźarekî din dibezin
...
Dibêźin em ê bi
kolgehên xwa yên ćêkirî serê źiyanê l’ deriyê malê girê bidin.
Lê rihên kolgeh kirî źi riyên bi deśt hez nakin. Xwadê bike źî neke źî em ê di dawiyê da ava źi kaniya koremiśkan vexwin.
Yanî mîna ku meriv tiśtekî bigire u źi
wî tiśtî tiśtekî din ćêbike.
Peyva me ćêkirin li vir di mahneya xwa ya ferhengî da hatiye bi kar hanîn.
Wêneyeke xalê me Salvador Dalî
Mesele meriv dikare bi bivirekê daran bibirre, keviran biśkîne u źi wan formên cihê
bihafirîne. Meriv dikare źi / bi van tiśtên teśegirtî dîzaran / dîwaran ava
bike, malan ava bike, dolab, mase, teśî, embar, tasik, tîr, kevćî, derî,
nêrdîvan u bi hezaran tiśtan ćêbike.
Źixwa pêśketina me ya ku em pê pozê
xwa bilind dikin źî di vê ćêkirinê da ye.
Lê gava em tiśtinaćêdikin, her tiśt di halê xwa
da namîne, îcarê ew tiśt me bi xwa ra
diguherînin u źi me tiśtekî din ćêdikin, me dikin berhema xwa ya nuh, me dikin tiśtê xwa yê ćêkirî.
Em b’ xwa ew ćend piśtrast in ku ti
tiśtekî din di ser pêtiya xwa ra nabînin, em xwa źi keviran źî zexmtir
dihessibînin. Lê heger di kevirtiyê da hêźaniyek hee’buya, herhal me yê kevir
bixwara.
Źixwa heźariya me źî di vê baweriya me
ya belengaz da ye.
Hun dîsan źî frekwensên ayetên biyoloźîk
yên di nav turika xwa da neguherînin.
Źiyan elastîze ye, gava di vê
elastîzetiyê da erizeyek derdikeve, źiyan dibe wekî kevirê destpêkê.
Îvan Petrovîć Pavlov’ê rus bi kutiyên (kućikên
/ segên) xwa śopeke drêź li paś navê xwa hiśt u ću.
Pavlov dixwast kutiyê xwa di bin śertênćêkirî da manîpule bike.
Ya rast xalê me dixwast bizane ka meriv
dikare heywanan manîpule bike yan na.
Kućikê xwa li ciyekî maqul cî dike. Her
cara ku xwarina kućik tînin, źi berî hanînê l’ zengilê dixin. Bi wî hawî qasî
demekê didome. Źi piśtî ku kućik hînî vê rewśê dibe, yanî hînî lêdana zengilê u
pêra źî hatinê xwarinê dibe, hanîna xwarinê didin sekînin. Di dema xwarinê da
tenê l’ zengilê didin, lê xwarinênayînin. Kućik li benda xwarinê dimîne. Di vê kêliyê da, tevî ku źi piśtî
zengilê xwarin nayê dayîn źî di devê kućik da śoxut (gilêz, kefśîl, lîc, xazî, kepur) ćêdibe.
Herê, hate peyt kirin ku di nav śertên ćêkirî da meriv dikare zindiyan bi têra xwa manîpule
bike.
Xalê me Pavlov di sala 1904an da Diyariya
Nobel’ê di fîziyoloźî u tibbê da
werdigire.
Li Emêrîka’yê, li ba zangeha Berkeley’yê,
źibo ku meseleya manîpulesiyona merivan / zindiyan baśtir were fam kirin,
lêkolîneke din tê l’ dar xistin.
Du koman ava dikin. Em bibêźin koma A u koma B’yê. Paśê du tekstên cuda
didin van her du koman.
Di nav teksta koma A’yê da miźar li ser pilingan e.
Di nav teksta koma B’yê da miźar li ser kusiyan e.
Źi piśtî ku ew źin u mêrên di nav wan
her du koman da tekstên xwa di odeyên cuda da dixwînin, źi her du koman tê
xwastin ku bila bi kerema xwa heta asonsorê bićin u dakevin qata źêrîn.
Lê haya kesên ku di nav van her du koman
da cî girtine źi mebesta lêkolînê tun e.
Li korîdorê kamera hatine bi cî kirin
źibo ku meśa her du koman li korîdorê were tomar kirin.
Di dawiya analîzkirina vîdyoyan da tê
dîtin ku koma ku teksta li ser pilingan
xwandî bu (koma A) źi koma ku teksta li ser kusiyan xwandî bu (koma B) pirr bi leztir buye berbi asansorê.
Cara din dubare du tekstên cuda didin koma A u koma B’yê.
Vê carê teksteke bi miźara li ser kaltiyê / pîrtiyê didin koma A’yê.
Teksteke bi miźara li ser ciwantiyê źî didin koma B’yê.
Źi piśtî ku beśdarvan tekstên xwa dixwînin u bi dawî dikin dubare źi her du koman dixwazin ku bila
heta asonsora li korîdorê bimeśin u dakevin źêr.
Dîsan meśa her du koman ya li korîdorê
bi vîdyoyan tê tomar kirin.
Lê vê carê koma B’yêya ku teksta li ser ciwantiyê xwandiye źi koma A’yê ya ku teksta li ser kaltiyê xwandiye pirr bi leztir buye.
Em werin ser meseleya xwa ya destpêkê, źiber ku her tiśt bi destpêkekê dest pêdike.
Meriv ne tenê di nav śertên ćêkirî da – mêźiyî – tê guhartin, lê ligorî
naveroka teksta ku xwandiye źî – mêźiyî – tê guhartin.
Kurdan dewê xwa kirin dewê tirkan,
ćaya xwa kirin ćaya tirkan ...
Źixwa me dest u dev źi zmanê xwa śuśt.
Ćortana pîroz
Wê roźê riya min heta markêteke kurdan
drêź bu. Źi piśtî ku ez di ber refan ra derbaz bum, hatim li ber sarinca pendur
/ penîr u mastan sekiniyam.
Ćavê min l’ ćortana bi hezaran salan ya bav u kalan ket. Li vî welatê xerîbiyê kêfa min bi heebuna ćortana bavan hat. Lê
kêfa min di gewriya min da asê maa. Îcarê van teresên bê hućik u bê gurćik ćortana me źî kirî bun ćortana tirkan! Hêdî em ê bi ćortana mala bavo źî nekarin pêbihessin ku em kurd bun u ev ćortanźî ćortana mala bavo bu.
Me got kutiyê xalê me Pavlov, koma B’yê ya bi kusiyan u koma A’yê ya bi kaltiyê
…
Ava ku źi hesikên xwadê dibare, kêfa
xwa bi tasika malê nayîne. Bextê malê li ba xwadê źî zuwa buye.
Lê kućikê malê źî li ber kodika xwa
ketiye. Naxwaze źi hêviya di nav kodikê da bibe.
Gava meriv lê hur ’be, wêne diguhere.
Darên li ber malê dibêźin heta ku xwadê
deriyê hesika xwa venekiriye, źi me hêviya baranên kesk nekin.
Pisîk dibêźe ez ê bi miśkan ra
aśtiyeke streteźîk ava bikim. Loma van roźan zêde qîma xwa bi śîrê di nav berośê da
nayîne. Ecêba ev aśtiya pirr streteźîk li ser pendura malê nebe?
Tevnepîrkên ku di kuncikên malê da torên
xwa vedane u bi ćend ćavan xwa l’ xewariyê danîne, xewnan li ser źiyana bi
tevnên modern ava dikin.
Marê ku nikare bi miśkên malê ra
bikeve nav bezê u naxwaze xwa bi kućik u pisîkê ra bixe nav śerrekî giran, di
qula xwa da ayetan dixwîne. Pisîk li ber qulê runiśtiye u pencikên xwa d’alise.
Her cara ku ayetek bi dawî dibe, ew źî xwa giź dike u disekine.
Li dor punika malê ruvî di nav kemînê
da runiśtiye u simbêlên xwa badide, „Źixwa me źiyana xwa li ser streteźiyên śaś
yên mirîśkan ava kiriye.“, dibêźe. Lê źi hêrîśa kućikê malê ditirse.
Kurmikên ku bi sebir bêźingan źi
herdê ćêdikin, źi nîkilên ezmanî ditirsin. „Heta ev duvik di me da hee’be, em ê źi vê doza kalikan destê xwa neśon!“, dibêźin.
Pîrika malê bi hêvî ye, niviśtan
ćêdike źibo roźên teng.
Kalo li ser mîndera gulîn runiśtiye u
bi tiliyan libên tizbiya xwa diheźmêre. Berê heniyê wî li hêla camê, „Pîrê,
mîna di nav van śevan ra, mîna van libên tizbiyên źi bavo mayî, em ê roźekê bi
tevî van niviśtan xwa bar bikin. Lê xwadê bike em nemînin deriyê śevê. Śev sar e dibêźin.“.
Pîrê, „Kalo, em ê bar nekin, ez dibêm
ewê me bar bikin.“, dibêźe.
Her kes li benda tiśtê ku hêvî dike, ye.
Lê kurdan bextê zmanê xwa zuwa kirin. Em l’ bextê zuwakirî bigîrin źî ćavên me śil nabin hêdî.
Îcarê em ê źi kurdê bê hêvî u źi bextê zuwakirî ći hêvî bikin?
Guza ku źi tayê dara guzê dikeve ser
herdê, li ber keftulefta vê ketinê nakeve.
Xezalê, bi navê xwadayê xwa yê mezin sond dixwe u dibêźe ew hertim li benda vê
ketinê ye.
Tiśtê ku źibo ketinekê ćêbuye ewê ćawan
li ciyê dardakirî bimîne. Źixwa ewê biketa.
Dizaniya, di demsala xwa da, di filan u
bêvan roźê da ewê biketa.
Źi roźa ku li ser tayê dara guzê zîl
daye u pê va bi xêra diya xwa mezin buye.
Lê herd li źêr e, bê rev e u bi sebir e.
Sîmole źi darên xwa dadikevin, lê nakevin.
Źi źor va tav di nav pelan ra źiyanê źê
ra germ dike.
Herd di nav rehên / kokên dara guzê ra av u
mîneralan źê ra diśîne. Kibarikên / kuvarikên di nav herda dara guzê da
bazariya xwa bi dara guzê ra dikin. Źibo her mîlîgram śîrîniya ku di nav rehan
ra digêźe u dikeve devê kibarikan, spasdariya xwa bi śandina avê u mîneralan
dikin.
Sîmole di bin siya pelan da xewnên xwa
drêź dike. Ewê źi xewna xwa ya bi guzan heśyar nebe. Carekê źê hezkiriye.
Qiźik bi bêdengî li ser śaxên dara guzê
melisîne u l’ bextê xwa dipên. Dizanin, heta ku bext venebuye, ayîn bi dawî nabe.
Gava guz źi tayê diya xwa dikeve, herd
pêdihesse, u dilerize.
Sîmole dide revê. Bi śaśokî bazdide ser
dara guzê.
Qiźik bi paś u pê dikeve ser herdê.
Ezman li źor dikenne. Bi biruskan him
herdê germ dike u him źî rê ronî dike.
Lê hemî rê derdikevin ser dara guzê.
U guz źi baskên dayika xwa dikeve.
U guz śil dibe di bin baranê da.
U herd deriyê xwa vedike źê ra.
Pelên ku źi tayên dara guzê dikevin, l’ guza
dayika xwa digerrin.
Kurd źi dara zmanê (dayika) xwa ketine. Gava źi dara zmanê xwa dikevin bi bask u pê źi dara ćîroka xwa
direvin. Bune darekÎ hiśk yê bê ćîrok.
Ne sîmole dixwazin di bin darÊ kurdan da
xewnên xwa drêź bikin u ne źî qiźik dixwazin bi ayînan li ser tayên wan l’ bextê xwa
bipên.
Heta ku hêvî hee’be, haya meriv źi canê birćî nabe.
Heta ku hêvî hee’be, meriv l’ binketina
xwa nahesse.
Heta ku hêvî hee’be, bîr u baweriya
heeyî ya xedar venalerize.
Giraveke bi hêvî li Îzland'ê.
Heta ku hêvî hee’be, haya meriv źi
rastiya heeyî ćênabe.
Heta ku hêvî hee’be, meriv hêsaba nefesa xwa ya dawiyê nake.
Heta ku hêvî hee’be, meriv bi nanoziko źî
’be, dev źi źiyanê bernade.
Meriv bi tiśtekî hêvî dike.
Hêvî kirin ne tiśtekî abstrakt e.
Hêvî (kirin) tiśtekî obźektîv u
subźektîv e.
Di navenda hêvîkirinê da pêdîviyeke /
pêwistiyeke zerurî hee ye.
Herkes ligorî hêza aletên di mêźiyê xwa da hêviya xwa ava dike.
Carina meriv sînorên hêviya xwa tevlihev
dike. Hingê meriv di nav bêfamiya xwa ya gêźok da gêź dibe u terre.
Meriv l’ binketina (bi hêviyên) xwa nahesse.
Tiśtekî treźîk e, gava binketin xwa wekî
hêviya serketî l’ meriv rapêće.
Hêvî ...
Em pićekî paśta herrin, źibo ku em hêviya kurdîn fam bikin.
Di kurdiya navîn ya źi berî du hezar salan da wekî *hô-mê-γ bu.
Heta kurdiya kevin ya hezar sala źi berî mîladê *hupa-mati-ka- śunda terre u wateya *li-bendê-mayîn yan źî *payîn / pan / pêyîn dida.
Peyva me man/mayîn źî źi heman kiryarê
tê, hîndî-ewrupî wekî *men- bu.
Yanî kurdan di destpêkê da *li-bendê-mayîn, *payîn / pan / pêyîn di mahneya hêviyê da fam kirine, dane ber xwa. U ew hêvî wekî peyveke mayînde kirine nav turika zmanê xwa u heta hîro xwa pê drêź kirine.
Lê mixabin hêdî kurd hîro bi umata tirkan (ku źi farsî
tê) hêvî dikin, lomaźî pênahessin ku ew źi zu va li pey hêviyên tirkan u tirkîn ketine, u bê vegerr binketine. Kurdê ku bi zmanê tirk, ereb u farsan hêvî dike, helbet ewê mêźiyê xwa źî bi hêviyên wan tîźî bike.
Kurd e, lê naxwaze bi zmanê xwa hêviyan bike.
Ev kafirbaviyeke bi źan e. Dilê meriv dike ciźźź u pê diśewite.
Îcarê ev kurdê binketî navê vê binketinê źî dike bratî, misilmantî, demoxratî, sosyalîstî, komînîstî, mirovhezî, …
Hemî śaristaniyên me yên buhurî u yên
hîro li ser gundan ava bun.
Źi aboriyê bigirin heta siyasetê, źi
ćandiniyê heta avakirina malan, źi xwandinê bigirin heta hunerê, źi matematîkê
heta astronomiyê, źi mîmariyê bigirin heta kartoxrefiyê, źi kedîkirina
heywanan bigirin heta bikaranîna berhemên śîrî, ćêkirina kican, baweriya bi
xwadêyan …
Xirabreś'a berî 15 hezar salan
Meriv dikare bibêźe gund wekî pireya xwadê ya di navbera dema kevir u medeniyetê da bun.
Gund yekem car
li Kurdistan’ê hatine ava kirin. Di destpêkê da gund bi zêdeyî li ciyên bilind, li ser gir u ćiyan hatine ava
kirin. Heger xwadê mala xwa li źor ava nekira ewê wan gundan li ser wan ćiyan darê xwa źî nekuta.
Tabî paśê bi
hezaran salan vê yekê muhteweya xwa neguhartiye.
Di nav zmanê
kurdî da peyva gund źî peyveke pirr
karîzmatîk e.
Di nav ćanda
kurd da roleke pirr esasî dilîze. Di hemî beśên źiyana kurdan da meriv bandora
ćanda gund u gundîtiyê dibîne.
Lê mixabin źiber
sebebên siyasî u dagirkeriya bê sînor ćanda kurdan ya bi hezaran salan ya ku źi
van gundan derketiye u li temamê
cîhanê belav buye, hatiye rencîde kirin, u tê rencîde kirin. Kurd ćendîn źi gundên xwa dur dikevin ew
ćend źî bê vegerr tarumar dibin, talan dibin u terrin.
Di zmanê kurdî da esl u feslê gelek peyvan pirr baś tê zanîn. Zmanê kurdî źî zmanekî hîndî-ewrupî
ye, loma źî di nav gelek lêkolînan da digel peyvên di nav zmanên din da peyvên
kurdî źî hatine dayîn, mesele germ, av, ba,
ćun, ar/agir, dest, zman, serî, pê, piśt,
zemîn, zevî, zanîn, zayîn u hwd.
Lê peyva me gund ne weha ye. Loma źî pićekî wekî
ćaydanka bi devê girtî bu.
Di kurdiya
sîvendî ya li roźhilata kurdistan’ê peyva γund
mehneya civîn, gilor, gindor dide.
Bala xwa baś
bidin peyva kurmancî gindor, hun ê
gumana di serê xwa da pićekî zelaltir bikin.
Di dema kurdiya
/ îraniya navîn da peyva gund wateya artêś, zirp, zirpa artêś ... źî
dida. Bi vê yekê em têdigêhiźin ku artêś
u zirp di dema xwa ya berê da di nav
sîstemeke daîreyî /gilower da dihatine orxenîze kirin ...
Mesele di zmanê
partî da peyva gund wateya artêś dida.
Paśê ev peyva me
ya karîzmatîk wekî cund derbazî erebî
źî dibe di wateyên wekî gun; artêś; dîz, lod da.
Helbet peyvên di
zmanê kurdî da źi gerr u geśtiyariyê pirr hez dikin. Źi piśtî ku peyva me gund di erebî da dibe cund u demeke drêź kêfê dike, roźekê
dîsan bi forma xwa ya erebî dubare vedigerre mala bavê xwa, yanî vedigerre nav
zmanê kurdî u dibe cundî/cindî u mehneya leśkerên ereb dide.
Ereban bi têra xwa mêźiyê peyva me śuśtine.
Źibo ku mesele
pićekî din zelaltir bibe, em berê xwa bidin avestî. Di avestiya ciwan da peyva gunda-, gundā- wateya kund (-ên hêvir) dide.
Bila bala we baś lê
’be, peyva me kund źî helîs-muxlîs
eynî peyv e.
Îcarê em berê
xwa bidin zmanê hîndî-ewrupî yê źi berî pênc hezar salan.
Ligorî belgeyên
di destê me da, ligorî dengnasiya zmanên arî u hîndî-ewrupî meriv dikare peyva
me gund hilo heta ser eslê xwa ya źi
berî pênc hezar salan drêź bike:
Kurdiya nuhgund
← kurdiya kurmanciya navîn gund
“gund” ← “baregeh” yan źî “artêśgeh” ← kurdiya kurmanciya kevin gunda- “gindorî/gilorî, goo/gooy/goog” ←
proto-kurdî gu-n-d-a- ← ariya paśîn gu-n-d-a- ← ariya pêśîn gu-n-d-o- ← hîndî-ewrupî gu-n-d-o- “gindorî/gilorî/gilolî/girowerî,
goo/gooy/goog”, źi kiryara hîndî-ewrupî gew-
“badan, ćevandin, xwar kirin, kemerî/gumbetî kirin”
Peyvên me goo/gooy/goog,
gun/gone, gildik, gildî, gildêr/gindêr kirin (→ gindirandin/gundirandin), gindor/gundor/gindore/kundir, gun/gon,
gunek, gunoyî, kund (-ên hêvîr), kunêr, cundî/cindî, hemî źî xwarzî u pismamên hevdu
ne.
Źi berî bîst salan li Riha’yê, li ser gira Xirabreś’ê
(bi tirkî Göbekli Tepe) mabedeke źi
berî 12 hezar salan hate dîtin.
Mabed ew ćend bi heśmet hatiye ava kirin ku meriv
sosreta xwa b’ xwadê tîne.
Bala xwa bidin peyva me mabed, di kurdiya kevin da wekî magu-pati-
bu u mehneya “mîrê magiyê/sihrê” dida.
Di nivîsên farsiya kevin da tê gotin ku magu- navê eśîreke medan e.
Di avestî da peyva magavan-
wateya kesê ku aîdî civata Zerdeśtî ye
dide.
Em vegerrin Xirabreś’ê. Mabedên li Xirabreś’ê źî di
teśeyeke gilower/gindor da hatine ava kirin. Qasî ku xuya dibe di nav hezar
salan ra dubare u dubare hatine ava kirin. Her cara ku źi piśtî bi sedan u
hezaran salan źi nuh va hatine ava kirin, pêśta mabeda berê bi axê dagirtine u
li ser wê ya nuh ava kirine. Tê gotin ku ew mabedên ku di qatên herî źêr da ne,
bi qasî 15 hezar salan kevin in.
Paśê źi piśtî hezar u pênc sed salan cara yekem kultura ćandiniyê li Newala Ćolî’yê dest pê dike …
Pêra ew mabed u ćandinî li tevayiya Kurdistan’ê belav bune, mabed di formeke pićuk da di nav gundan
da źî hatine ava kirin; u paśê tabî li Roźhilata Navîn, Enetolî u Ewrupê źî
belav dibin, lê źi piśtî bi hezaran salan).
Ez li źêr belgefîlmên ku li ser Xirabreś’ê hatine
amade kirin belav dikim. Mixabin ne bi kurdî ne.