Montag, 12. Januar 2015

Peyva Hemî Derdan: "Heval"!



Źi berî bi salan bu, min digot ez bêźenasiya/etîmoloźiya peyva kurdî "heval" lêbikolim u binivîsînim.
Paśê ez hêrs ketim u min dest źê berda.
Ê de ez ćawan hêrs nekevim bavê mino, hi?

Mîna gelek tiśtên me yên din, ev zmanê me yê ku qasî ćend graman tê źî di destê "śoreśger u siyasetmedar"ên kundir da bu śorbe u ću.
Qaśo bune xwadî felsefeyeke temam.

Mêr źi źin, keć, law, dê u bavê xwa ra dibêźe "heval".
Źin źi mêr, keć, law, dê u bavê xwa ra dibêźe "heval".

Law źi dê u bav, dapîr u bapîr, xal u ap, xaltî u meta xwa ra dibêźe "heval".

Neviyên du-sê salî rabune źi dê u bav, dapîr u bapîrên xwa ra dibêźin "heval".

De îcar qeśmeriyên din źî hun bi xatira xwadê u dê u bav u "hevalên" xwa lê zêde bikin.

Herê, xususiyeteke ehmeqan ya esasî ye, di bin tiśtên beredayî da kompleksên xwa îdeelîze dikin u pê wextê xwa derbaz dikin.
Tabî canikên me peyva xwa źî bi mentixa zmanê tirkên qewad bi kar tînin, loma dibêźin "heval!", nabêźin "Heval-o! Heval-ê! Heval-ino!".

Źibo ku peyva "heval" źî li ser "mehneya" xwa ya berî ćend hezar salan nekin "îdeelîzmeke nu" u me bi saxî nekin nav gorê, min dest źê berda u xelas, ihi.







Sonntag, 11. Januar 2015

Resimên Źi Gundê Me Yê Tenha


Ziyereta min ya li gundê me ya źi berî ćar mehan. Źi piśtî ku ew resim źi min ra hatin śandin, ez pêhesiyam ku min qet resimên bi têra xwa bedew nekiśandine, mixabin.
Wext pirr kêm bu, pirr. Her tiśt ewqas bi lez ćêbu ku, min nekariya bala baśtir bidim dîmenên bedewtir yên gundê me.
Źixwa makîneya resiman u kamereya min li mala kekê min mayî bun, taa li Edremet'ê. Min ev resim źî bi makîneya kekê xwa ya ku min źi wî ra wekî diyarî birî bu, kiśandin.



Li pêśiyê, yanî li paś vê mala bi ćatu xerabeyên mala me tên dîtin

Paś mala me. Ez di nav gîriyeke źi kezebê u bi êś berbi źor va meśiyam, źibo ku kekê min Smaîl min di wî halî da nebîne. Lê ew her li du min hat. Loma źî riya me drêź bu u em heta cem gola gundê me ya li źor, heta ArîGaz'ê ćun.


Navenda gundê me.


Mala apê Śamo u Qero. Li vir millet pirr dihate ba hevdu.


Pêś mala apê Smaîl, yanî xaltîka min Kîraz'ê. Em li vir pirr dilîstin. Ciyekî freh bu. Gundî źî li vir pirr kom dibun.



Samstag, 10. Januar 2015

TRT6 Bi Dengê Dengbêźan Bu TRT KURDÎ


Hîro min got ez carekê bikevim TRT 6ê.
Min got ez bi kurdî stranekê guhdar bikim.
Îcar min mêze kir ku  navê TRT 6ê guhartine u kirine TRT KURDÎ.
Hella hellaaa, hella hellaaa ...


Bernameyeke taybet ya dengbêźan hee' bu. Hetta hetta źi kurdên Xoresan'ê źî dengbêź hatî bun (źi eśîreta me kurdên Śadiyan źî gelek malbat źi berî 5 sed salan hatine surgun kirin).
Tevî ku bername profesiyonel nehatî bu amade kirin źî, kêfa min gelekî bi dengbêźan hat, yekî źi yê din baśtir distra, herê welleh.
Tabî źina elmen ya ku bu'bu dengbêź źî pirr balkêś bu. Bi kurdiyeke pirr bedew dipeyîviya.
Min qasî nîv seetî lê temaśe kir.

Lê helbet di nav dengbêźan da di ser qralê dengbêźan rehmetî Śakiro ra kes tun e.

Śakiro: "Emro" [= "Îro"]
Bi Rênas Mîran






Darên Biyan U Bihiśta Min


Li gundê me gelek darên biyan hee ne.
Ez dibêźim li gelek deverên Kurdistan'ê darên biyan mewcud in, her weha ćam, spîndar u mazî źî pirr in.
Tabî ez sebeba vê yekê nizanim.
Erdê li herêma me pićekî sor e. Helbet erdeke pirr xwaś e. Ez źê pirr hez dikim.
Lê li ba min ciyê darên biyan pirr cihê ye.
Hezkirina min ya darên biyan bê sînor e. Ez śexsê xwa u darên biyan nikanim źi hevdu cihê bikim. Bi baweriya min ćîrok pirr drêź e.
Di zaroktiya min da min digot li her derê ku dareke biyê hee ye, ew der bihiśt e.
Loma źî her cara ku min li ciyekî dareke biyê didît, min dest bi ćêkirina hopikekê dikir, źibo ku bila bihiśta min bêtir mukemmel bibuya.
Bêguman, ku roźekê ew roź hat, divêt li ser u dor gora min darên biyan werin ćandin.
Ewê ev yek bibe daxwaziya min ya ebediyen.
Ev peyva me ya kurdî "bî" di nav hemî zmanên hîndî-ewrupî da eynî ye. Qasî ku xuya dibe źi berî 5-6 hezar salan źî li gundên kal u bavên me ev dara "bî"yê hee' 'buye.

Riya ketina gundê me.


Kaniya li ber mala xaltîka Sirmê,
du sed mêtro li źorê mala me ye.



Freitag, 9. Januar 2015

Ziyereta Gundê Me


Ziyereta źi berî ćar mehan ya li gundê me ez bi xwa ra girtim u bir.
Hîn źî pêsira min pêgirtiye u bernade. Bi hêztir gewriya min diguviśîne.
Mîna ku źi min ra bibêźe: "Bê bextooo, tevî ku sebeba heebuna te ez bi xwa bum źî, te 27 salan tenê carekê źî li xwa neda ku nêzzîkî min bibî!"

Mêrga gundê me ya ku li źor źi ber mala me
dest pêdike u heta źêr, heta bostanan terre.






Li źor, li hêla cep ya mêrga gundê me
(5.9.2014, seet li dor nîvroyê)



Donnerstag, 8. Januar 2015

Bê Govend Źiyan Nameśe


Xwadê kultureke ewqas kevin u zengîn daye kurdan ku, meriv li ba milletekî din hew dikare vê zengîniyê bibîne.
Lê mixabin kurd di nav guhê gê da ramediyayî źi xwa ćune.
Tirk, ereb u farsên qewad li hêlekê ha ha kultura kurdan ya dîrokî tarumar dikin u li hêlekê źî ha ha kurdbunê di bin heywantiyê ra dibînin.
Ê be hey kurên kerê, heger kurd wekî millet źi heywanan źî xerabtir in, hingê ćima hun kultura wan didizzin u mohra heywantiyê li xwa dixin, hi?

Êêê, ez dibêźim di vê yekê da fîtnetiyeke din hee ye welleh.

We got herê?


Bê nezer, qasî ku diyar dibe di xwîna xaltîka me da kurdîtiya bi śorba nîskê u dew hee ye, herê welleh u bille :)


Kurdên Darik


Ez dibêźim dilê me kurdan ewqas nermik u nazik e ku, nayê gotin. Hema li ku derê cîhanê pelikek zirarê dibîne, xwîna di mêźiyê me kurdan da dikele.
Carina ewqas zêde dikele ku, hêdî di me da kurdan da av namîne, em wekî darikê di nav hewśê da hiśk dibin u terrin :)


Mittwoch, 7. Januar 2015

Peyvek U Deh Sal


[ "bêźenasî" = "etîmoloźî" ]

Ez dibêźim berî deh salan bu herhal gava ez li ser peyva "etîmoloźî" ketî bum nav kefteleftekê.
Hingê min ê bi zmanê kurdî dest bi rêzelêkolînên xwa yên li ser etîmoloźiya zmanê kurdî bikira, di bin navê "Etîmoloźiya Zmanê Kurdî Ya Giśtî" da.

Lê min qet dil nedikir ku peyva "etîmoloźî" bi kar b'înim.

Loma źî ez qasî du salan li ser gelek variyentên vê peyvê yên bi kurdî sekiniya bum.
Di dawiya dawîn da źiber gelek sebebên zmannasiyî yên dîrokî min birryara xwa daa u dest bikaranîna forma "bêźenasî" kir.

Min wê roźê carekê ev peyv di înternêtê da daa Google'ê u mêze kir ku peyva me di nav gelek ferhengan da cî buye, di gelek nivîsan da hatiye bi kar anîn u hwd.

Ez ći bibêźim, deh sal u peyvek ...
Ne derd e, dixwaze bila di sed salî da peyvek 'be, tew bila bi zmanê bav u kalan 'be, bila bi kurdiya birîndar da 'be, tiśtên din teferruwat in.


Dienstag, 6. Januar 2015

Xelasiya Zmanê Kurdî Di Ći Da Ye, Hi?


Herhal îcar mesele safî bu. Bawer nakim ku meriv bi van kurdên serkundir tiśtekî źibo zmanê kurdî yê ćavbelek bike.
Xelasî u azadiya zmanê kurdî di dagirkirina Mars'ê da ye u xelas, ihi.
Biźî dagirkirina Mars'ê!


Dewê Tirś Li Ser Hîvê

Kurdino, źixwa li ser vê erda me ya ćavbelqîtî zmanê kurdî źi we ti xêr nedît, de îcar ka em mêze bikin ewê li ser hîvê źi we ći bibe.
Ya rast hêviya min źi kurdan tun e, lê dibe ku Dewê Tirś li ser hîvê lotikekê li kurdan bixe, herê welleh, ihi.



Montag, 5. Januar 2015

Di Nav Sê Roźan Da Xelkê Gundê Me Dîsan Hînî Kurdî Bu


Di navbera 4 u 7ê îlona 2014an da źibo 3 roźan ćuyî bum gundê me, źi piśtî sî salan.
Ez bi herkesî ra tenê bi kurdî axaftim.
Tabî ne xema min bu kê źi min fam dikir yan źî nedikir.

Hîn digel silavdayînê dîtin ku ez kurmancî dipeyîvim u śaś bun u man.
Di destpêkê da (yanî wê roźê) kurdî u tirkî tev li hev kirin, carina li kurdiya min dikenniyan, carina kêfa xwa pê taniyan.

Roźa din wê sibehê dîsan hatin mala bavê min, dîsan kurdî u tirkî tev li hev kirin. Lê berbi hêvarê min dît ku hêdî tirkî tev lê nakin u tenê bi kurmancî dipeyîvin.
Dihatin u dićun.
Gundiyên me, digel bavê min yê 95 salî
Wê hêvarê îcar dest bi henekan kirin, gotin, "Yaw tu hatî herkesî dest bi kurmancî kir, yan na, hêdî kes bi kurmancî deng nake welleh. Nelo hele bibêźe, yanî te heta aniha źî kurmancî źi bîr nekiriye? Aniha tu qet bi tirkî nizanî? Welleh heger tu ćend heftan li vir bimînî em ê bi hev ra tirkî źi bîr bikin."
Paśê rabun dest bi rexneyan kirin, gotin, "Ê rast e, zmanê me kurmancî ye, ćima em bi kurmancî deng nakin?"
Hindekan digotin, "Welleh em źî nizanin ku ćima em bi zmanê tirkan deng dikin."

Roźa sisiyan min mêze kir ku hêdî herkes di navbera hev da bi kurmancî dipeyîve.
Hindekan ez hembêz dikirim u digotin, "Law kurdo, min ćavên te xwarine, her hee''bî, tu rast dikî."
Gundiyên me di nav sê roźan da pê hesiya bun ku zmanê wan kurdî ye u ew źî kurd in. Sê roź haaa!

Lê hezar u yek mixabin roźa ćaran, wê sibehê zu em derketin ser riya xwa.
Min got bila dev źi zmanê tirkan ber'din, bila zmanê xwa bi destê xwa nekuźin.
Gotin, "Temam, em ê dest źê bernedin."

Dixwazim vê bibêźim, heger li gundekî tenê kesek xwadî îrade 'be, xwadî cîddiyet 'be, tenê peyveke zmanê tirkên qewad źî nikare bikeve nav gundên kurdan.

Lê mixabin ne ew cîddiyet hee ye, ne ew siyaset hee ye, ne ew zanîn hee ye.
Xelkê feqîr u belengaz di destê siyasetmedarên tirkćî, tirk-î-perest u keroxlî ker da pêrîśan buye u ćuye.
Not:
Mixabin ew resimên ku hatî bun kiśandin, źi berî heftekê hatin u ketin nav destê min.

Xwazî Bi Wan Pîsikên Kurtćî


Bi serê xwadê 'kin, heger kurdan guh bidaya pîsing u miśkên kurtćî ewê aniha di vê pêrîśaniyê da nebuna, herê welleh u billeh.


Peyv Kuśtin


Herê, rast e, meriv dikare peyvikan źî bikuźe, him źî ći kuśtin.
Di nav wan peyvikan da ewê dîrokeke bi hezaran salan, hal u ruhê bi mîlyonan însanan źî pê ra herre, av bi av ...

Bedirxan (Yado û Sediyê Telhê, Memduh Selîm, Celadet u Kamuran Bedirxan)

Sonntag, 4. Januar 2015

Huner U Kurd


Tew bila bi kurdî 'be, bila ćiton dibe bibe, ne xema min u bavê min e, ihi :)
Huner huner e bavê mino, ha "keća kerê" ha "kurê kerê", eynî śorbe ye bi xwadê :)




Samstag, 3. Januar 2015

Cil = Dîn

Herhal ne tenê rasthatinek e ku meriv hilo di ber ra derbaz 'be u herre.
Guman tun e, cilên van pîncan yên reś ruhê van pîncan bi têra xwa baś dikute nav mêźiyê meriv.


Dema Keviran U Kurdî :)

Xwadê li źor u źêr e, ez baś dizanim ku di dema kevir u ćarixan da źî zmanê kurdî bi têra xwa kafir bu :)




Freitag, 2. Januar 2015

Tesevvur Bikin Ha!


Berxikino, her tiśt bi tesevvurkirinê dest pêdike.
Dibe yan źî nabe, ew tiśtekî din e.
Lê hun dest źi tesevvurkirinê bernedin.


Donnerstag, 1. Januar 2015

Dienstag, 30. Dezember 2014

Bi Ser Min Da Dibariya Zmanê Di Zaroktiya Min Da



Źi berî ku em bikevin nav sala 2015an, ez dixwazim li vir nivîsa xwa ya dawiyê ya di nav sala 2014an da binivîsînim.
Ez ê îsal, ango di sala 2014an da bi helbestekê dawiyê li vê salê b’înim.
Sala tê xwadê mezin e.

Źi berî ćar mehan, di 27ê meha 8an da, źi piśtî 27 salan rê li ber min vebuyî bu u min berê xwa dayî bu welêt.
Ez ćum gundê me źî.
Navenda gundê me u kekê min Smaîl, 4.9.2014 (li dor seet 15an)
Min wilo dil dikir ku ez ê di nav demeke kurt da hemî cî u warên ku di zaroktiya min da źi min ra mazuvanî kirî bun, bibînim.
Helbet gundê me yê li hindê Qoćgîrî’yê źî ciyekî taybet digirt.
Di vê ziyereta min da, min careke din hîss kir, fam kir ku zmanê meriv yê di zaroktiyê da ćendî ebediyen e.
Gava ez di nav wan kevir, dar, nahal, spîndar, ćam, mazî, xaniyên wêranbuyî u darên biyê ra derbaz dibum, zaroktiya min bi tevî zmanê zaroktiya min yê barkirî bi ser min da dibariya.
Ez di nav wan wêraneyan da gelek caran li ber xwa ketim, herê, li ber xwa ketim u gîriyam.
Herhal źi mêraniya zaroktiya min mayî bu, min qet nedixwast ku kesek min di wê śerpezetiyê da bibîne, nedixwast.

De bimînin di nav rindiya sala tê da!



Derguśa Talankirî

Ez ê bićuma ber deriyekî berî ćil salan
Ez ê derbiketima ser baniyê maleke ćil salî
Min ê tasek av bi ser xwa da bikira źi kaniya li ber dêrî
Ez ê bićuma axurê li hêla din ya dîwarê malê u
Min ê li ba Cumo u Pîźo* careke din xwa di nav wan afiran da vebiśêrta
Paśê ez ê bi hêdîka di ber gomê ra heta ba kadîna bi sihir bimeśiyama
Min ê li ser bêdera berî ćil salan kezeba xwa vala bikira
Xewn bun belkî
Belkî maziyeke reviyayî bu
Min ê di bostana li paś kaniyê da dîsan hopikeke bi śênî ćêbikira
Lê min ne ew derî
Ne ew banî
Ne ew kanî
Ne ew axur
Ne ew afir
Ne Cumo u Pîźo
Ne ew gom
Ne ew kadîn
Ne ew bêder
Ne ew bostan dît
U ne źî ew hopika bi śênî ćêkir.

Min digot ez ê, ez ê careke din li ber dayika xwa tot bikim
U ez ê źi paśila wê dîsan mêwiźan bidizzim
U birevim.
 Gotin:
„Yadê bi qurbano
Vê gavê dayê bêhna xwa vedide
Li goristanê
Bêhna xwa vedide.“

Xwadêyooo!
Min di ber derguśa xwa ra tam ćil sal talan kirine
Tam ćil sal!

Beghyanî Śadî Śarîn

24.12.2014


00:40

* Cumo u Pîźo gayên me bun.






Montag, 29. Dezember 2014

Kaîneta Bê Kurdî Ha, Tew Tew Tew!


Bi xwadê ewê ev kaîneta vala bi ser we da hilbiweśe kezebino, loma źî baśtir e ku hun xwa pićekî li zmanê kurdî germ bikin, ihi.