Dienstag, 10. Februar 2015

Rêwîtiya Berbi Erzingan’ê -1-



Ev du roź in ku hewayeke ćîq u sayî li vir hee ye.
Heta berî du roźan me demeke drêź qet tav nedît.
Lê vê gavê xwadê di nav zewqê da ye herhal ...

Ez werim ser rêwîtiya min ya berbi baźarê min, berbi Erzingan’ê.
Di rê da berbi Erzingan'ê ...
Ez, kekê min Smaîl u źinbraya min Gulê, em źi navćeya gundê me Refahiye’yê berbi Erzingan’ê derketin ser rê.
Rê frehtir kirine.
Li ser wan ćiyayên berê yên li her du hêlên rê dar u daristan tîźî bun.
Rengê erdê hewayeke pirr ecêb di dilê min da ćêdikir.
Ew erd bi min nas bu.
Dilê min pê bextewar bu.
Aîdiyeta di navbera min u wê erdê da dibu sebeba lêdana dilê min ya bi coś.
Min qet nedixwast ku em bi erebê weha bi lez di nav wan ćiyan ra derbaz bibin, bêyî ku ez wê hesreta di dilê xwa pićekî haś bikim.
Heger mumkun bibuya, ez ê źi erebê dabiketima u min ê mêtro bi mêtro peya berê xwa bida Erzingan’ê.

Gelek mîsyoner u macereperestên roźavayî źi berî sed salî, du sed salan ćune Kurdistan’ê.
Hindek qasî demekê li Kurdistan’ê mane, hindek tenê di nav Kurdistan’ê ra derbaz bune.
Bêguman bivêt-nevêt bi kurdan ra têkilî daynîne, li ba wan mane, bi wan ra axivîne ...
Tabî lêkolîner źî ćune Kurdistan’ê.
Di nav nivîsên hemiyan da źî sê xususiyetên kurdan bala hemiyan kiśandiye.
Dibêźin hemî kurd yan «stranbêź, dansor» in yan źî «śaîr» in.
Kurd milletekî «folklorîk» in.
Ez źî baś dizanim, di dema min da źî herkesî li gundê me distriya, li ku dibu bila bibuya, strîn u helbest xwandin karê herkesî yê normel bu.
Stran u śîîr du xususiyetên herî esasî bun di nav civata me da.
Lê mixabin bi berbelavbuna misilmantiyê ra van xususiyetên kurdan yên bi hezaran salan źî derbeyên xedar xwarin, derbeyên pirr xedar.

Gava em bi vî hawî bi erebê di nav wê erdê ra derbaz dibun, min źî xwa bi xwa ra got, «De were źî ne śaîr u stranbêź!».

Lê di rastiyê da yê ku «śaîr u stranbêź»ê ebeden bu, ew źî ew xweza bi xwa bu, em kurd źî tenê megafoneke wê xwezayê ya biyoloźîk bun u ewqas.



Kilama gelêrî ya źi kezeba reś:

"Erzingan"








Sonntag, 8. Februar 2015

«Roźbaś Xezalê, Roźbaś»




Heger ez ne śaś ’bim, li hemî ćiyayên vê erdê źî roź bi rengekî cihê hiltê.
Gundê me: Arîgazê  (4.9.2014)

Bawer nakim ku meriv li du ciyên cihê bi eynî śiklî roźê terîf bike.
Źibo min źî bi eynî vî hawî ye.

Gava ez di meha îlonê ya di sala 2014an da ćuyî bum gundê me, min careke din ew roźa źi berî 40 salan kêlî bi kêlî himbêz kir, heta ku di hingora hêvarê da bi hemî mezinayiya xwa ya mihteśem handa dibu u diću ...

Versiyona XWANDÎ ya vê helbesta li źêr di „dropbox“ê da ye.




Roźbaś Xezalê, Roźbaś

Min got, źi berî ku roź derbikeve u belaya xwa li te bide
Źi berî ku roź bê u te bi xwa ra bigire u bibe
Ez źi berî wê belaya xwa li te bidim
Roźbaś xezalê, roźbaś.


         8.2.2015, 06:50, Zürich



Kerîketurên Ku Bi KURDÎ Dipeyîvin :)



Doh ne, pêr bu, min di Facebook’a kundir da kerîketurên bi kurdî dît.
Ne wekî kerîketurên normel bun.
Vê carê canikan kerîketurên bi deng yên bi kurdî ćêkirî bun.
Tenê ćend heb kerîketur bun.
Min hemî źî yek bi yek guhdar kirin.
Kêfa min pirr bi kerîketurên bi deng hat, pirr.
Xwaśiyeke din dida kerîketuran.
Min bi zmanekî din heta hîro źî kerîketurên bi deng nedîtine. Tabî dibe ku bi zmanên din źî hee’ ’bin.
Paśê min bi xwa źî di nav koma dersa kurdî u komên din da belav kir.

Ez li źêr lînka du heb kerîketurên bi deng yên bi kurdî didim.

Lê mixabin tenê di Facebook’ê da hee ne, mixabin.


kerîketur 1
kerîketur 2





Freitag, 6. Februar 2015

Xaltîka Min Kîraz



Di ziyereta min ya di meha îlonê ya sala derbazbuyî da, mîna ku min berê źî gotî bu, ez źibo sê roźan ćuyî bum gundê me źî.
Kal u pîrên me hîn źî li gund hee ne.
Gelek źî mirine.
Lê yên mayî źî di ser salên 80iyan ra ne.
Helbet hîn źî bi têra xwa kurdiya herêma me baś dizanin.

Xaltîka min Kîraz li mala xaltîka min Nazli'yê ...
Lê her ku nifś ciwantir buye, kurdî źî kaltir buye.


Xaltîka me Kîraz hîn źî bi rik kofiya xwa li ser serê xwa digerrîne.
Herhal bi bavê min ra zarokên brayên hev in.
Di dema xwa da henek u tinazên wilo hiśk li mêran dikir ku, xwadê dizane.
Mêrên gundê me źiber henek u tinazên wê ewqas źê ditirsiyan ku, hema di cî da rezîl dibun u diketin binê erdê.
Loma źî ti kesî dil nedikir ku dilê wê źi xwa bihêle.
Hîn źî xaltîka min Kîraz bi têra xwa henek u tinazan dike.
Min ćend resimên wê źî kiśandin.
Pulên kofiya xwa di bin kofiyê da veśartî bu. Gotin pićekî śerm dike, loma naxwaze nîśan bide.

Wê sibehê hat ez oxir kirim xaltîka min Kîraz'ê :)
Îcar tirkên qewad em kirine śermokên esl u feslê xwa źî, kirine śermokên kincên xwa yên bi hezaran salan ...
Min źê ra got bila śerm neke, ez heyrana wê u pulên li serê wê me.
Min got ew pul li ser serê te wekî cewherên di nav śevê da ne ...
Paśê wê ew pul źi bin kofiyê derxistin.
Min got ez ê te pirr menśur bikim ...
«Nelo bila xelk bi min nekenne haaa», got.

«Tu merax neke, ewê kenna wan di gewriya wan da bimîne.»





Donnerstag, 5. Februar 2015

Dara Gîźokê





Nizanim, ka we źî bi têra xwa gîźok (givîź/guhîź) xwarine yan na.
Herê, min bi têra xwa gîźok xwarine.
Lê min ne doh u ne źî hîro gîźok xwarine.
Xwarina gîźokan hîro tenê xewneke nîv sedsalî ye di turika min da.
U ev turika nîv sedsalî bi heriyeke gewherîn hatiye neqiśandin, yabo, bi heriyeke gewherîn.
Loma xelasî ći ye, nizane.


Versiyona vê «ćarîn»a li źêr ya XWANDÎ:) di "dropbox"ê da ye.



Dara Gîźokê

Pal daye xwa bi ser u pê
Di bin taxên tayên dara gîźokê da
Xewnên xwa diheźmêre rebeno
Dibêźin ewê roźa tê bimire.

    

     25.08.2012, 01:19, Zürich








Mittwoch, 4. Februar 2015

Demoxresiya Aqilê Zirto Virto



Halê me kurdan tam li me kurdan diśibe.
Meriv nikare ewqas bi hêsanî wekî me kurdan însanên kundir bibîne.
Tabî gava ez kundir dibêźim, divêt hun me kurdan neben u bi kundiran ra nedin berhev.
«Ćima?»ya we vê gavê ez źî li vir dibihîzim.
Heyranino, qet nebe di nav kundiran da cihêtî hee ne.
Mesele kundirên pićuk, mezin, gilower, bi kośe, stur, zirav u filan u fistan hee ne.
Helbet kundirên reng bi reng źî hee ne.
Mesele kundirên filan u fistan parzemînan źî hee ne ...
Lê ka ev xususiyetên agirpêketî di nav me kurdan da, kaaa ...
Gava mesele tê li ser pevźiyana bi hev ra radiweste, kurd ha ha xwa li hev sor dikin, koka hevdu diqelînin.
Lê ev eynî kurd li ba diźminên heftê u heft ecdadên xwa dibin wekî berxikên dema źi Nuh Nebî mayî, dibin înternêsyonelîstên bi dawul u zirne, dibin pisîkên piśo u piśo ...
Ev ći govend gerrandin e, bavê mino, hahooo!
.
.
.

Dienstag, 3. Februar 2015

Her Tiśt Buye «Demoxretîk»


Xwazika kurdan li śuna tiśtên beredayî, vik u vala, carekê źî wext u ênerźiya xwa di ber armanceke konkret ra berhewa bikira, xwazika.

Hêdî kurd wilo bune ku, ti tiśt nemaye ku li ser nekirî ’bin xirrexirr, xuśśexuśś. Lê qet dil nakin ku werin ser îmanê.
Hêdî her tiśt buye «demoxretîk».

Źi van libên demoxretîk ćend lotikên agirpêketî:

Źinên Demoxretîk, Zarokên Demoxretîk, Kongreya Demoxretîk, Ciwanên Demoxretîk, Herêmên Demoxretîk, Malbatên Demoxretîk, Kećikên Demoxretîk, Dibistanên Demoxretîk, Civaka Demoxretîk, Bazirganên Demoxretîk, Ekonomiya Demoxretîk, Nivîskarên Demoxretîk, Roźnamevanên Demoxretîk ...

De źehr u ziqqimên din źî hun lê zêde bikin bavê mino, hun lê zêde bikin.

Fermo ...
.
.
.

Sonntag, 1. Februar 2015

«Bi Dizzî»



Îśev ez li vir «ćarîn»eke xwa ya din ya ku min di meha îlonê ya 2012an da nivîsiye, parve dikim.
Resim: Rustem Agale

Bala min kiśand, qasî ku xuya dibe, di navbera meha tebax u îlonê da tiśtek li min dibuye, lê nizanim ku ći ye, ćima ye.

Heger min ew sebeb bidîta, fam bikira, bêguman min ê di nav hemî mehên din da berê wextê yê herikînê biguherta.
Bê nezer.

Lê mixabin nizanim ku ći ye!

Li vir źî versiyona XWANDÎ hee ye (di «dropbox»ê da)


Bi Dizzî

Ligel teniśta śeveke sorbelek
Tenê xewneke avisbuyî ye zmanê min
U bê keder ez histêrkan pê didośim bi vî halî
Źi sîvingên pistanên yarê yên dizzî, bi dizzî.

                 11.09.2012, s00:05




Samstag, 31. Januar 2015

Anarśîst Birêz Spî LERÎ :)



Ez di nav koma zmanê kurdî ya di Facebook'ê da xêzefîlmên bi zmanê kurdî źî belav dikim.

Bi xwadê kêfa min bi van xêzefîlmên bi zmanê kurdî pirr tê.
Nizanim sebeb ći ye, lê bi zmanekî din eynî tamê źê nagirim, nikarim źê bigirim źî.

Di vê xêzefîlma li źêr da, birêz "spî" LERÎ tam anarśîstekî temam e, kêfa min pirr pê hat.
Herhal her tiśt di nav reng u xususiyetên xwa da li meriv xwaśiktir tê, loma ...





Freitag, 30. Januar 2015

"Ćarîn"eke Bi Śewq



Heta hîro min ćend heb «ćarîn» nivîsîne, nizanim.
Dibe ku tenê ev yên ku min źi berî sê u nîv salan nîvîsîne ’bin.
Helbet ez ê li ser «ćarîn»ên bi zmanê kurdî di pêśeroźê da źî bisekinim.
Ez di navbera xwa u «ristandin»a ćarînanan da nêzzîktiyeke pirr xwezayî dibînim, mîna ku perćeyek źi min ’bin, hîss dikim.
Dibe ku sebeba vê yekê di zaroktiya min da veśartiyî ’be.
Ći dibe bila bibe, aniha vê gavê rastî ev e, u dibe ku roźekê sebeba vê yekê di serê min da zelal źî bibe.

Ez «ćarîn»eke xwa ya ku min di meha tebaxê ya sala 2011an da nivîsî bu, li vir bi we ra parve dikim.
Bi versiyona XWANDΠ(di «dropbox»ê da ye).


Camên Sor

Min berdann ćavên xwa beredayî bi ser da
Ez bume hezyarê camên sor
Hîva li ser kolanên zinêkar
Bi min ra digerre xezal bi xezal.

               17.08.2011, s23:40

. 


.
.

Mittwoch, 28. Januar 2015

Ewê Berî Biharê Min Bikuźin!



Ev nivîs min źi berî du roźan, di 26ê vê mehê da nivîsî bu, lê heta hîro li ciyê xwa maa, mixabin.
Êh, bila mala sebirê talan 'be!

*

Dibêźin Kobanî hîro źi keftarên îslamîst filitiye ...
Yanî hîro, di 26ê meha yekem da.
Em li benda vê roźê bun ...
Lê ćima ne doh, yan źî ne sibeh?
Ez carina dibêźim di min da bext tun e bavê mino, bext tun e.
Eynî roź ...
Berî 31 salan ...
Sal 1984 e, roź 26ê meha yekem e ...

Leśkerên tirkên qewad dor li dibistana me girtine.
U min bi xwa ra digirin u diben.
Afîś u filan u fistix hatine dardakirin li ser dîwaran ...
Îcar di roźa yekem da, serê min bi lêdana copeke bi xiśm kirin balon di hucreya qereqolê da.

Kekê min hatiye ba min, bi minnet u bergerriyên li ber wan qewadan.
«Kakilê (navê derguśiya min bu)», got, «dibêźin heta îdamê rê vekiriye. Qurbana te, ći dizanî bibêźe. Cunte ye, bê wîcdan in! Tu hîn pirr teze yî, meke qurbano! Me źî bi xwa ra nekuźe! Hîn źî gigikên te di bîra min da ne. Ma tu nabêźî em ê bi vî laśê te yê bê rih u can ći bikin lawooo ...».

[[[

Ewê berî biharê min bikuźin!
Êśa di ćavên kekê min da wekî xenćereke źeng girtî di dilê min ra diće.
Ez li ber êśa dilê kekê xwa dikevim.
Roźa din keftar u kućik min digirin u diben girtîgeha leśkerî.
Wekî her carê, vê carê źî ez mam li benda îdama xwa ...
Ez ê bêm îdam kirin ...
Ewê min îdam bikin ...
Herê bavê mino, ćima na!
Bikuźin lo pîncîno, bikuźin!
Va ye gośtê teze, hestiyên ter, ruyekî geś u xortekî ćardeh salî, de kerem bikin ser taśtê, begino!
Mehkumên di hucreyê da heyfa xwa bi rindî u bedewiya min tînin ...
Lê dengê di vî canî da bi źaneke ćardeh salî bi min girtiye u ha ha min diguviśe ...
Herhal ewê xeyala bihara min tenê di xeyalên min da bimaya ...
Ewê berî biharê min bikuźin, wey xwadêyooo!

Segbavinooo, lawo, ev can hîn źî źibo carekê di ber bihara źiyana xwa ra derbaz nebuye...
Vî canî hîn źî di vî temenê xwa yê sivik da destê xwa li gulekê nedaye ...
Hîn źî źi vî dilî pepuleyek ranebuye u perên xwa li hewayê nexistiye ...
Ev can hîn li benda simbêlên xwa bu di ćardeh saliya xwa ya śewitî da, herê, li benda simbêlên xwa bu!

Tifuuu!

]]]

*

Kilama gelêrî ya bi zmanê kurdî, melodiyeke ebeden ya źi sedan salan bi paś da mayî:


.
.
.

Dienstag, 27. Januar 2015

Hêdî Zarokên Kurd Bune "Ricacî"



Hêdî berxikên me kurdan źi berî ku ćêbibin gotinên xwa diśînin ... :)
Him źî bi rica u mica haaa :)
Ya rebbîîî, ew ći nazikî ye te daye van kundiran :)
Ka ew berxikên berê, kaaa ...
Di dema xwa ya berê da berxikên kurdan tenê mista xwa li ser masê dixistin u «Yan herro yan źî merro, ihi», digotin.
Lê yên hîro ...
Dibêźin, «Bi kerema xwa ...» u nizanim ći u ći.
Lawooo, pićekî agresîvtî ha, agresîvtî, wîîî.



.

Sonntag, 25. Januar 2015

"Bêzar Im"



Śeva buhurî li vir berf bariya.
Min vê sibehê gava ez heśyar bum, dît.
Hewa bi min ewqas sar nebu.
Digel beza min ya hîro kêfa min pê hat.
Tabî roź xuya nedibu.
Herhal bêbavê li ser tenura gundiyan bi xaltîka Fatê ra leqleq dikir :)

Ez vê carê helbesteke xwa ya źi berî deh salan bi we ra parve dikim.
Hingê ez li xaniya xwandekaran bum li Zürich’ê.

Ez dibêźim heger ez roźekê wan helbestên ku min nivîsî bun, yek bi yek bibînim u derbixînim, ewê baśtir ’be.
Źixwa di sala 1989an da gava min dest bi zmanê kurdî kir, yek źi wan mebestan bi vî zmanê bav u kalan yê di nav komayê da nivîsîna helbestan bu, bi rêzmana kurdî ya bê kêmasî.

Kezebino, li vir źî versiyona vê helbestê ya XWANDÎ hee ye (di "dropbox"ê da).
Paśê nebêźin, «Yaw xalo bi xwadê tu pirr nazan u filan u fistix dikî ha, waaa!» :)


Bêzar Im

Tenha u tenha
Li ser kuće u kolanan dîwaran vedidim
Îśev
Ez ê vî canî li xopanên śor rapêćînim
Axxx xezalê, ez nîv revî me di vî dilî da
Gava li źor heyv dikele
Bizane ku
Li van xopanan ez bêzar im.

                       Îlon 2004, Zürich


Samstag, 24. Januar 2015

Min Berxik U Karik Źî Nedîtin


Di vê ziyereta min ya li gundê me da min digot ez belkî ćend berxik, karikan źî bibînim, bi wan pićekî śa bibim ...
Lê mixabin ne min ew dîtin u ne źî min kaniya bi wan śa bibim.
Ew xeyal vê carê di gewriya min da asê maa.
Cara din ez ê xwa mîna evdalê xwadê li wan ćiya u baniyan bixim, heta ku min ew peyda kirine.
Ez ê dubare xwa li pey wan bixim ...

Ez ê wekî di zaroktiya xwa da dîsan di teniśta wan da xwa b'avêźim ser erdê u rabikevim, heta ku ev dilê bi deśt u nahalan/newalan źê têr buye; bê tequreqa baźaran.



 





Strana gelêrî: "Lo Śivano" 


Donnerstag, 22. Januar 2015

Xeyalên Xeyal Mayî



Êêê, dinyeya zaroktiyê ye ...
Bê xeyalên mezin ćênabe.
Gava ez li dibistana herêmî ya li Kemah’ê bum, fitbol lîstin buyî bu dinyeya min.

Di nav du sê heftan da ez buyî bum lîstikvanekî źi kezebê.
"Źina bi keziyan/biskan/guliyan",
21.03.2003 (11:55)
Hêdî taxima sinifa me bi temamî di bin rêvebiriya min da bu ...

Welhasilî kelam, di nav ćend salên paśê da hêdî ez him li Kemah’ê, him li Erzingan’ê u him źî li Stembol’ê buyî bum bi nav u deng (di nav milletê me yê źi Erzingan’ê).

Lê qeder e, bila mala feqîrtiyê biśewite, kekê min nekarî bu min biśîne Stembol’ê, daku ez di nav wan taximên tirkên qewad yên mezin da bilîzim.
Paśê min źi qedera qewad nefret kir u bi temamî dest źi sportê, yanî fitbolê berda ...

Hingê min resimên xwaśik źî ćêdikirin, lê helbet min zêde bala xwa nedidayê, źiber ku bala min bi temamî li ser sportê (fitbolê) bu.
Carina hevalên di sinifa me da dihatin resimên ku min ćêkirî bun, bi xwa ra digirtin, lê mêze dikirin u resimên xwa ćêdikirin ...
Min paśê dest źi resim ćêkirinê źî berda.
Bila mala nebunê biteqe ...

Paśê źi piśtî ku ez hatim Swîsre’yê, min dîsan dest bi sportê kir ...
Demekê min dil kir ku ez herrim di dibistana hunerî ya baźêr da xwa qeyîd bikim u dest bi xwandina hunerê bikim.
Ez bi tevî hevmaliyeke me ya elmen ćuyî bum dibistana hunerê ya ku wê lê dixwand.
Lê mixabin bi min pirr biha hat, min xwa qeyîd nekir, mecburen min dîsan dest źê berda.
Źi wê demê mayî hîn źî ćend resimên min li ba min in.
Ez dibêźim, ći dibe bila bibe, ez ê roźekê him dest bi ćêkirina resiman u him źî muzîkê bikim.

Divêt ew xeyalên zaroktiyê źi vî dilî derbikevin der u xelas ...
.
.
.

Mittwoch, 21. Januar 2015

Nazikî U Ez, Hahooo


Hîro źiber ćend formelîteyên pićuk ćum zanîngehê.
Źi berî heftekê xaltîka me ya profesor e-mailek śandî bu u digot heger pêwistiya we bi rendevuyekê hee’ ’be, em dikarin hefteya tê hevdu bibînin.
Źiber ku du noxte źibo min tam zelal nebuyî bun (źiber lîteretura ku min ê bixwanda), min got heger em hevdu bibînin, baśtir dibe.
Êh, ez hîro, źi piśtî nîvroyê li wir bum.
Ev cara duyem bu ku min xaltîka me didît.
Wey pepukêêê :)
Cara yekem min sala buhurî di meha temmuzê da dîtî bu.
Hingê di min da întîbeyeke pirr xerab ćêkirî bu. Hema hun bibêźin mîna ku hemî depresiyona sedsalê li ser ruyê wê runiśtî ’be, ruyê xaltîka me dikir qîrreqîrr ...
Lê hîro pićekî bi śen bu.
Źi piśtî ku min bi nazîkî, pirr germik u nermik dest bi axaftina xwa kir, hema gava ez di nav dêrî ra derbazî hundur bum, dest bi biśirînê kir (êêê, carina ez źî nazik im bavo :) ).
Min mêze kir ku va ye wê źî dest bi henekan kir, ha ha dikenne, źi  min ra dibêźe, «Hun bi kêfa xwa ne, we kiźan beś di nav wê lîtereturê da xwastiye u hilbiźartiye, tenê źi min ra bibêźin bes e ...».
Di dawiyê da bala xwa daa min u got, "Em ê heta mehekê źixwa hevdu bibînin.".
Min źî got, «Źixwa hêdî śensa min ya revê tun e ...». :)
Wê źî bi biśîrîn u henek got, «Heger hun bixwazin birevin źî hun ê nekarin, źiber ku ez ê dêrî kilît bikim ...».

Dixwazim vê bibêźim, ...
Na, nabêźim, ihi.

Ćima bibêźim, hella hellaaa ... :)


Dienstag, 20. Januar 2015

Mêvantiya Di Nav Xewnên Min Da



Berxikino, ez vê carê li vir lînka xwandineke xwa ya qeyîdkirî bi we ra parve dikim (di "dropbox"ê da ye).

Hêdî kêfa we pê tê yan źî nayê, hun u kêfa we u xelas, ihi.

Min pêr beśek źi romana ku ez dixwazim di nav vê salê da bidim ćapê, di bloga xwa da parve kirî bu.

Vê gavê min di bin vê lînkê da ew beś qeyîd kiriye, bi dengê xwa. Tabî pićekî źî drêź kir :)

Źixwa kurd źi xwandinê hez nakim, qet nebe bila paśê nebêźin, "Yaw xalo, ma te xwand źî me guhdarî nekir bavê mino, wîîî!"

- Mêvantiya Di Nav Xewnên Min Da - 
.
.
.

Montag, 19. Januar 2015

Lotikên Roźa Śemiyê


Tevî ku me doh mal pićekî berhev kir źî, hîn źî mitfax bi têra xwa tevlihev e.
Hevmaliya me, xaltîka me Michela’yê roźa śemiyê roźbuna xwa bi partiyekê pîroz kir. Sî kes hatî bun.
Źi heddê xwa zêdetir xwarin u vexwarin hee’ bu. Loma vê gavê her der pićekî bi bermayiyan tîźî buye.
Ez dibêźim ev Ewrupe’yî bune mipteleya alkoholê. Li ba partiyekê bê alkohol nikarin li śuna xwa źî bilivin.
Hêdî źibo van canikan alkohol buye wekî dermaneke herre were.
Ez źi alkoholê hez nakim, bi min tiśtekî pirr bê tam e, nikarim vebixwim.
Pirr zor dan min źibo ku ez źî vebixwim, lê min bi ya wan nekir u xelas.
Heta seet nîvê śevê di nav malê da tequreqeke mezin hee’ bu. Śansê me hee’buye ku cîranan giliya me li ba polês efendî nekirin.
Me bi têra xwa dansa xwa źî kir, bê lome, ya rebbîîî ... :)
Tabî hindek źi van canikên ku hatî bun partiya xaltîka me Michela min źî nas dikirin.
Xaltîka me Michela wezîfeya kiśandina resiman źî li ser min bar kir ...
Di dawiya partiyê da bi ćavên beloq śaśbunî u heyraniya xwa źibo dansa min aniyan zmên, «Bi rastî me qet nedizaniya ku ev tiśt di te da ewqas bi aheng e, waweylêêê» ... :)
Na naaa, bi xwadê ev Ewrupe'yiyên śorbecî pirr gundî mane, pirr :)
Ez nizanim źiber ći van canikên me yên Ewrupe’yî yên ku bê alkohol nikarin li śuna xwa źî bilivin, tên xwa bi kurdekî kafir ra miqeyese dikin bavê mino ... :)



Sonntag, 18. Januar 2015

"Made in kurdish": Tenduristî ...


"Made in kurdish": Tenduristî ... :)

Dahî źî hee ne, dahîtir źî hee ne :)





Mêvantiya Di Xewnên Min Da



Hema hema dibin sî sal ...
Min digot ez ê roźekê ćîroka di nav vê kezebê da binivîsînim, u ći dibe bila bibe, min ê ew romana kezebreś binivîsanda źî.
Va ye hîro perćeyeke kurtkirî ez li vir belav dikim.
Heta roźa ku were ćap kirin, ez ê ći lê zêde bikim, ći źê b'avêźim, nizanim.
Źixwa heger min bizaniya, min ê bi xwadê ra qayîś bikiśanda, bê henek ...


: "...
Ew bobelata di nav xewnên min da hate bîra min. Ez di nav wan xewnên xwa da dibum mêvanekî xerîb li van deran. Di nav mêvantiyên min da tenê źibo carekê źî min nekarî bu ku ez resimekê bigirim. Helbet daxwaza girtina wan resiman her carê źî di bîra min da bu. Źixwa sebeba mêvantiya min ya di nav wan xewnan da źî tenê ew resim bi xwa bun. Xwadê dizane, źibo xatirê wan ćend resiman ez bi salan bê heźmar di nav xewnan ra derbaz buyî bum. Bi salan ez di nav wan xewnan da li ćarenusa bextê xwa gerriya bum. Min hilo bawer dikir ku ewê roźekê źi wan roźên din bextê min di nav wan xewnan da were li kêleka min rubine, źi min ra behsa xwa u ćîroka xwa bike. Min digot, dibe ku roźekê di nav xewnekê da were li kêleka min rubine, bêyî ku bi min ra bipeyîve. Lê ne hat u ne źî behsa xwa u ćîroka xwa kir.
...
Ez her carê źî bi tevî hêśeke xembar diketim ser źuniyên xwa. Di navbera min u erdê da ti durî nedima. Min hemî kedera di xwa da berdida nav erda ducanî. Ez her carê źî bi belengaziyeke birîndar li erdê xwar dibum, min bêhna erdê, sebira di nav erdê da bi hêdîka digirt nav lepên xwa u pê digîriyam. Ez ditirsiyam. Min digot, belkî ez ê careke din nekarim werim, delala min, nekarim. Belkî ewê careke din ćênebe ku ez werim, xezala min ... Ez her carê di nav bê hêviyeke reś u mohrkirî da bê ćare li ser erdê dimam. Min qet nedixwast ku ew kêliyên hêśbar u xembar di nav xewnên min da bi dawî bibin. Baweriya min bi min nemayî bu di nav wan xewnên min yên revok da. Ez her carê źî di nav hestên xwa da dibum mehluqeteke sosret. Min dizanî ku ez ê cara din źî bê makîne werim u li ser erdê bićemim u bigîrim. Hesreta ku di nav wê kêliyê da bi dilê min digirt u diqîrriya, di hundurê min da valahiyeke bê sînor u bextewariyeke xembar ćêdikir. Min tam di navika kezeba xwa da ćiqas źi xwadê, źi erd u ezmên, źi histêrkên geś yên śevê hêvî dikir ku bila ev kêliya ku ez di nav da bum, bila ew kêliya ku di nav xewnên min da bu, ebediyen bimîne, źi min nebuhure u neće. Ez li ber xwa diketim. Min hîss dikir ku ewê ew kêlî, ewê ew xewn źî aniha bi dawî bibe. Min baś dizaniya ku ewê ew xewn min dîsan bi xwa ra bigire u bibe.
U her carê źî ez bi xwa ra digirtim u dibir.
U her carê źî di min da birîneke reś li paś xwa dihiśt. Lê ez her carê źî bi dîtina wan xewnan, bextewarî u xemgîniya ku xwa di nav wan kêliyan da dida min, mesut dibum, herê, mesut dibum.
..."