Samstag, 13. April 2013

Li Bexćeya Xalê Newzat U Qursa Kurdî Ya Toxtor Xanim



Hîro hewa li vir baś bu, li dor 14 pileyan bu.
Sibeh 19 pile ne :)
Tabî roźên din źî ewê germ bimîne.
Źiber ku hîro hewa pićekî germ bu, ez ćum pîskîlêthaźotinê źî, qasî seetek u nîv.
Źi piśtî ku vegerriyam u hatim malê, ćum bezê źî. Heta girê Züriberg’ê ćum.
Li wir hevalekî min yê źi Erzingan’ê bexćeyek kire kiriye.
Gava ez di ber ra derbaz dibum, min berê xwa daa bexćeya wan źî.
Welleh śensa min hee‘ buye, xalê min Newzat li bexćê bu u kar u barê biharê dikir.
Gelek westiyayî xuya dikir. Dara ćamê źi kokê va derxistî bu, lê bê bivir. Li śunê źî dara gilyasê ćandî bu.
Yanî mêro xwa b‘ mêraniyê xistiye :)
Paśê em qasî seetek u nîv bi hav ra runiśtinn, me muz u sêvan ku xorto bi xwa ra hanî bun, xwarinn.
Tabî di sarinca wî da gelek tiśtên din yên vexwarinê źî hee ne.
Źiber ku źina wî Fîlîz u her du kećikên wan Lorîn u Rozerîn li wir nebunn, xwarin źî tune bu.

Doh xaltîkekê denggośkî/têlefonî min kir.
Got, «Ez toxtor Bîrźen, ma hun mîrza Beghyanî ne?».
Êh, min 
źî got, «Herêêê, mesele ći bu birêzê?».
Tabî xaltîka me berdewam kir, «Biborin, źibo ku ez we bê rehet dikim, min nimroya we źi mîrza Newzat girt. Pirseke min źi we hee‘ bu. Ligorî ku źi min ra hate gotin, hun qursên zmanê kurdî didin. Źiber ku carina nexwaśên bi zmanê kurdî têne praksîsa min, ez dixwazim hiynî kurdî bibim, yanî qet nebe tiśtên bi tenduristiyê va girêdayî. Ma hun aniha qursê didin? Ya rast heger daxwaz u wextê we hee‘ be, ez dixwazim qurseke śexsî bigirim. Li vir, li ba ciyê min yê kar roźên pêncśeman źi piśtî nîvroyê hertim ez vala me, heger źibo we źî maqul ‘be, wextê we hee‘ be, ez dixwazim di demeke ne dur u drêź da dest pê bikim...».
Yanî xaltîka me tam li navenda  baźêr, li nêzîkî zangeha Zürich’ê kar dikiriye.
Źixwa ez źî bi zêdeyî li wê derê, li klînîkê wergêrriyê dikim.
Drêź nekim, źibo ku em carekê hevdu bibînin, li ser śert u mercan bipeyîvin, em ê hefteya tê li praksîsa wê werin ba hevdu.
Haaa, min źi bîr ku bibêźim, xaltîka me di têlefona bê bav da bi zmanê tirkên qewad kir leqleq, tabî vê źî feleket ava di serê min da germ kir, ez bê sînor pê aciz bum.
Lê ez ê vê pêncśemê hema di destpêkê da źê ra bibêźim, zmanê tirkên qewad ti carî nabe, yan naaa, bila min źi bîr bike u herre l‘ kesekî din bigerre.
Ligorî gotina xalê Newzat źi Dêrsim’ê buye xaltîka me, kurdeke kurmanc buye.

Di rastiyê da min ê hîro li ser ti
śtekî din binivîsiya, lê nebu. Źixwa ći’yê  me kurdan rast dimeśe ku bavê mino, ći’yê me, hi? :)

Mittwoch, 10. April 2013

Qewadî U Îblîsiyên Ermenên Taśeron


Hîro hewa li vir hindekî baś bu, li dor 10 pileyan bu.
Tabî rooź źî carina derket.
Tê gotin ku ewê dawiya vê heftê hewa hindî germ bibe.
Bi rastî źî vê hewaya sar ya śeś mehan îmana me kir teneke.
Di marathtona Zürich’ê ya dawiya hefteya derbaz buyî da 2457 kes tev lê bune.
Di dema berê da 7-8 hezar kes tev lê dibun.
Tabî aniha gelek mesefayên din źî digel marathonê hee ne.
Her husan dibêźin meriv dikare bi komekê va źî tev lê bibe ...

Ez werim ser mesela me u ermenên heram.
Tevî ku tirkên qewad îmana heft ecdadê van kir śorbe źî, camêr rabune ha ha diźminiya milletê kurd yê mexdur dikin.
Tevî ku digel qirkirina van ermenên bermayî milletê kurd gelek źi wan xelas kirine, dîsan źî bela xwa źi milletê kurd venadin.
Hema ći firsend dibe bila bibe, bi navê kîźan îdeoloźî u dînî dibe bila bibe, bi hezar u yek fesadiyan diźmintiya milletê kurd dikin.
Her serketineke milletê kurd di ćavên van rezîlan da dibe kelem.
Mesela pêśketinên li baśurê Kurdistan’ê xewnên van direvînin.

Drêź nekim. Min hîro di nućeyekê da di derbarê nivîseke ermenekî bi navê Sevan Nişanyan da ćend tiśt xwandin.
Min źî rabu ev śîroveya xwa di bin parvekirina kek Mahabad Felat Arda da kir:

[
Bêguman Sevan Nişanyan qewadekî temam e.
Yek źi sembola kîn u nefreta ermanan ya li hemberî milletê kurd e, bê namuso.
Tevî ku haya vî qeśmer u taśeronî źi meselê qet tun e, rabuye bi van zirt u virtan îmana heft ecdadê xwa kiriye śorbe.
Êêê, wekî din însan ćawan dikane kućiktiya xwa l’ tirkên tecawîzcî bide îspat kirin bavê mino.
Mêro dibêźe 40 peyvên kurdî źî di nav tirkî da tun in!
Hella hellaaa, hella hellaaa!
Ez li vir tenê peyvên ku bi herfa «z» dest pê dikin, didim.
Paśê źî ez ê ćend peyvên ku bi herfên din dest pê dikin u ketina nav zmanê tirkên heram, bidim.

1. zaç
2. zad
3. zadegan (< fars. < kurd./med.)
4. zağ
5. zağar
6. zangoç
7. zampara
8. zar
9. zar zor
10. zor
11. zari zari
12. zebani
13. zebun
14. zembil
15. zencir
16. zengin
17. zerrin
18. Zeynep
19. zımba
20. zımpara
21. zır
22. zırnık
23. zırtlak
24. zıvana
25. zikzak
26. zil
27. zil zurna
28. zurna
29. zira
30. zor
31. zorbela
32. züğürt
33. zülüf
34. Zühre
35. Zöhre
36. ziyan
37. ziyankar
38. zırzop
39. zır-deli („zır“)
40. zındık
41. zeytin
42. zerde
43. zırh
44. zindan


Tabî ez dixwazim wekî śîrînayî źî ćend peyvên ku bi herfên din dest pê dikin, bidim:

1. kötek
2. köfte
3. kervan
4. huy
5. ceviz
6. civa
7. niyaz
8. dergah
9. astar
10. ney
11. be (gün „be“ gün < kurd. "bi")
12. şan
13. kalender
14. nişan
15. sebze
16. çubuk
17. sümbül
18. cam
19. tava
20. çekiç
21. erik
22. pancar
23. şehir (< fars. < kurd./med.)
24. şişe
25. tembel
26. pamuk
27. bey
28. bayan
29. Firdes (< arab. < fars. < kurd./med.)
30. ıspanak
31. naz
32. cevher (< arab. < kurd. „gewher“)
33. mabet (< arab. < fars. < kurd./med.)
34. keşiş
35. kemer
36. tü-kürük („tü“)
37. parça
38. paça
39. tezgah
40. viran, talan, mest, sarhoş, minder, şeker (< kurd. < sanskrit), çuval, torba, sepet, çoban, eğer, ki, ...

Bi kerema xwa źi wî qewadî ra silavên min bibêźin, bila were carekê ćayeke min vebixwe haaa.
]

Samstag, 6. April 2013

Em Kurd Baqil Nabin Bavê Mino



Bi xwadê halê me li vir ne ti hal e.
Em ê di sermaya vê Ewrupe’ya tirśikćî da bicemidin u herrin yaw.

Min hîro di vîdyoyekê da erebên qewad u bêźî yên ku di bin navê «Artêśa QEWAD Ya Suriye»yê da kesek dikuśtinn, dît.
Qewadan pêśta bi heywanî ćend deqqan śikence pê kirin. Paśê yekî kelpîćek haniya li serê wî xist, pêra du carên din; u ew kes li ser erdê bê can maa.
Tabî paśê źî ćend caran gulle berdann ser bedena bê can u bi yek dengî gotinn: «Tekbîr, Ellah u ekber!».
Heger ew xwadê hee bibuya, ewê van ereb, tirk u farsên qewad heta hîro nebunna xwînmîźên milletê kurd.
Lê mixabin di bin navê dîn u îslamiyetê da ćav li milletê kurd kor kirinne.
Zu yan źî dereng, ewê helbet ahê milletê kurd źi wan qewadan ra nemîne.

Di van roźên dawiyê da dîsan ćend hevaltiyên nu di Facebook’ê da ćêbunn, lê ćend heb hevaltî źî źiber zmanê tirkên qewad av bi av ćunn.

Źi berî ćar heftan bu herhal, hevaltiya min u xalê me Evdile Koćer źî teqî bu.
Mêro bi zmanê tirkên qewad ćend lotikên heram havit.
Tevî ku min ew îkaz kir źî, dest źê berneda.
Tabî min hevaltiya me qetand u ew nivîs źê ra śand:

«Eferin źi te ra xalê Evdile, bi telaq eferin lawo!
Binêre, te hema ćend taśeron źi xwa ra peyda kirin.
Goya tinazên xwa bi tiśtekî dikî, ne wilo?!
Źiber ku min tu źi berî nîv seetî bi nivîseke śexsî îkaz kirî bu źî, tu źi vê rezeleta xwa ya tirkmancî daneketî!
Hevaltiya me bu qurbana zmanê te yê belaś u erzan cîgerim!

Bimîne di nav kêfxwaśiya zmanê wan tirkên qewad da, heyranooo!»

Paśê dîsan daxwaziya hevaltiyê kir. Min dîsan qebul kir.
Tabî bi śertê ku careke din tiśtekî hilo ćênebe.
Lê źi piśtî ćend roźan dîsan rabu bi zmanê tirkên heram lotikek havit.
Êh, źi min ra źî dîsan xatir xwastin maa:

«Kuro, Koćer'o, ez dibêźim tu di van roźên dawiyê da zêde xwa li zmanê tirkên qewad datînî u bi wê daxwaza di dilê xwa yê bi tirkî formkirî da lotikan tavêźî.
Îcar nebe-nebe ku ti careke din daxwaziya hevatiyê di Facebook'a bê bav da bikî.
Yanî hevaltiya me heta hetayê bu qurbana aqilê te yê bi zmanê tirkên qewad u xelas!
De bimîne di nav xwaśiya zmanê wan tirkên qewad u tecawîzcî da!»

Tabî mêro careke din źî daxwaza hevaltiyê nekir.
Êdî ći dike u ći nake, rebenên din yên li ser lîsteya wî dizanin.

Donnerstag, 4. April 2013

Got Negot, Got Negot, Ê Kê Got Bavê Mino?



Tevî ku hîro li vir carina tav hee‘ bu źî, hewa hîn źî sar e.
Heta heftayekê źî ne baś xuya dike.
Lê roźa yekśemê źî Marathona Zürich’ê hee ye.
Ez bi xwa źî sê caran tev l’ Marathona Zürich’ê buyî bum.
Źiber ku hertim di meha avrêlê da tê l‘ dar xistin, êdî ez tev lê nabim.
Yanî protesto dikim.
Qey tu dibêźî sayku em li Ekvetor’ê diźîn, di nav germayiyê da roźên xwa derbaz dikin, îmkanên entremanê bê sînor in, camêr rabune di vê meha sar da marathonekê orxenîze dikin.
Ez dibêźim źiber vê sermaya heeyî ewê gelek kes roźa yekśemê nerrin u tev lê nebin.
Ê tabî heqqê marathonê (100 frank) yê dayî źî li ba rêvabiran dimîne.

Di nućeyan da tê gotin ku Öcalan gotiye, «Min negotiye ku bila hêzên me derbikevin derî sînoran.».
Lê ez bi xwa nizanim ku l’ kê bawer bikim.
De îcar ew nameya ku di Newroz’ê da hatî bu xwandin ya kê bu?
Hingê divêt Öcalan bigota ew name ne ya min e.
Lê negotiye. Hingê ćima dibêźe,«Min negotiye.»?
Temam, hetta astekê em ćavên xwa bigirin.
Ćawan dibe ku him BDP u him źî PKK di meseleyeke hilo hessas da dikevin nav kêmasiyeke weha u li pêś bi mîlyonan însanan nameyeke weha dixwînin?
Hingê meriv dikare bibêźe BDP u PKK ketine nav kemîna tirkan.
Hingê meriv bi rehetî dikane bibêźe ku ev śeqśeqa li ser aśtiyê xewneke vik u vala ye, bê esl u fesl e.
Loma źî divêt BDP u PKK bi îtîna tevbigerrin, źixwa psîxoloźiya kurdan bi temamî buye śorbe.
Ez dibêźim, źiber ku BDP u PKK hêsaba śaśiyên xwa yên siyasî nadin, bi hêsanî her tiśtî dikin qurban. Divêt îmkana ku BDP u PKK werin mehkeme kirin źî hee’ ’be.
Meriv nikare heta hetayê milletê kurd u menfeetên milletê kurd bike qurban.
Her xwarina lêdana di nav siyasetê da rewśa kurdan ya psîxoloźîk xerabtir dike.
Însan heywanên psîxoloźîk in, ćênabe ku meriv milletê xwa di ber siyaseteke têkćuyî ra ha ha bike qurban.
Ez bi xwa bi dehan însanên kurd yên ku źi kurdbuna xwa nefret dikin, źi kurdbuna xwa xatirxwastine, nas dikim.
Van însanana bi salan wekî qantir karê PKKê kirine.
Hema hun bibêźin hemî xerabî źî di ser serê van kesan ra derbaz bune.
Mesela gelek hee ne ku di nav śer da birînên xedar girtine, seqet ketine.
Lê hîro di nav psîxoloźiyeke pirr xerab da ne.
Ti dezgeheke me ya netewî źî tun e ku bi pirsgirêkên van fedakarên milletê xwa ra miźul bibe.
Min gelek buyer dîtin.
Bi rastî źî gava tên bîra min, di gewriya min da dike asê.

Tabî S. Demirtaś dibêźe, «Öcalan di derbarê elewiyan da ev u ev gotin.».
Di nameya ku di Newroz’ê da hatî bu xwandin, ne elewî u ne źî êzdî derbaz dibun.
Vê gavê elewiyan reaksiyonek nîśan dan.
Dereng źî man.
Min źi berî salekê źî di gotarekê da gotî bu, divêt elewî źi BDPê u partiyên tirkên heram veqetin, partiyeke elewiyan ya Kurdistan’î ava bikin.
Bi BDPê tenê ewê siyaseta BDPê ya kemalîst li kurdên elewî were ferz kirin.
Źixwa heta aniha źî vê BDPeya taśeron tenê ev kar kiriye, ha ha pesna qetîl u tecawîzciyê milletê kurd Misto daye u qa
śo dahîbuna wî qewadî di dilê milletê kurd da daćikandiye u dadićikîne.

Montag, 1. April 2013

[Zarokên Kurd Yên Ku Bi kurdî Dipeyîvin Diśînin Nexwaśxaneyên Dînan]


[Zarokên Kurd Yên Ku Bi kurdî Dipeyîvin Diśînin Nexwaśxaneyên Dînan]

Ez hîro tiśtekî nanivîsînim.
Lê helbet hun ê tiśtekî źi gotinên min balkêśtir u treźîktir hîro bixwînin.


Xaltîka me ya hêźa Kêjê Bêmal bi tesedufî rastî vê treźediyê hatiye.
Helbet rabuye li ser vê lêkolîneke frehtir kiriye u ev lêkolîna xwa di roźnameyeke bi zmanê tirkên qewad da belav kiriye.
Min tenê beśa ku bi kećika kurd Sibel’ê va girêdayî ye wergerrande kurdiya miqeddes.
Bawer bikin aqil di min da nemaa.
Ez bum esîrê ćavên xwa.
Di nav ćavên min ra hêstiran xwa dan der. Ez gîriyame źibo vê kećika delal u zarokên kurd. Źibo zaroktiya xwa... Źibo zaroktiya hemî kurdên qurbanbuyî...

Divêt herkes vê lêkolînê li her derê belav bike... Qet nebe źibo zaroktiya dê u bavên xwa, xal u apên xwa...


[[...
Ev qeyda li vir tenê di nav sê deqqan da pêkhatiye, lê têrî tehrîpbuna min kir! Min hemî śev bi derketina krîzan u bi gîrîn derbaz kir. Hevpeyîvîna źiyana min ya herî zor bu. Fermo, heger daxwaza we ya ku bi rastiyê ra werin ru bi ru hee’  ’be, aha va ye hevpeyîvîna bi Sibel’ê ra li vir źêr e. Xwadê dizane źi ćendî zarokên ku xistine vî halî yek e. Ligorî gotina Sibel’ê 13 salî buye. Zarokeke malbateke kurd ya koćkirî ya źi gundekî Erzêrom’ê ye.













Sibel

Cana min, navê te ći ye?
Sibel.
Ma tu ćend salî yî?
13.
Ma tu dizanî bi kurdî bipeyîvî?
Na! Kurdî zmanekî pîs e!
Ma ćima kurdî zmanekî pîs e, Sibel?
Yanî mamoste, ćiku zmanekî xerab e. Loma ez ê pê nepeyîvim!
Ma ćima xerab e, cana min?
Ćiku pirr tiśt dibe mamoste...
Ći?
Yanî mesela gava meriv li dibistanê pê dipeyîve, hevalên we bi we ra napeyîvin. Giliya we li ba mamosteyan dikin. Herkes tinazên xwa bi me dike. Ćima hun hiynî tirkî nebune dibêźin. Źiber ku hevalên min bi min ra tinazên xwa kirin, ez êdî naxwazim bi kurdî bipeyîvim. Zmanekî pîs e!
Temam, ma dê u bavê te li malê bi kurdî dipeyîvin?
Herê.
Ma dema ku tu terrî malê, tu bi diya xwa ra kurdî dipeyîvî?
Yanî mamoste êdî ez ti carî naxwazim bi kurdî bipeyîvim! Tiśtekî pîs u xerab e! Źiber ku ez bi kurdî axiviyam, wan źi min ra gotin «dîn» e u ez śandim vira.
Ma ligorî fikra te źiber ku diya te bi kurdî dipeyîve «dîn» e? Ma źineke pîs e?
Na mamoste, lê yanî... Ew li malê dipeyîve. Li dibistanê bi kurdî axaftin pîs e!
Loma ez naxwazim bipeyîvim.
Ma tu źi xelkê ku derê yî, Sibel?
Źi Erzêrom’ê.
Źi ku derê Erzêrom’ê?
Źi Karayazi‘yê.













Sibel u Kejê Bêmal

Ma tu qet źi kurdî hez nakî?
Qet!
Ma źiber ku li dibistanê li te weha kirin tu źê hez nakî?
Na! Li malê źî êdî ez źê hez nakim.
Kengê te dest bi heznekirina kurdî kir?
Yanî gava ez nu hatî bum, ez pirr dipeyîviyam. Lê min ew zman terk kir!
Yanî tu su ketî (xeyîdî)?
Herê, mamoste.
Kengê tu bi zmanê xwa ra su ketî Sibel? Ma gava ku te dest bi dibistanê kir, bu?
Herê, mamoste. Herkesî tinazên xwa bi min kir. Navê min Sibel Can bu. Bavê min weha lêkiriye. Min got ez ê pêśta navê xwa biguherînim. Paśê, źiber ku ez bi kurdî dipeyîviyam tinazên xwa li min kirin. Min źî got ez ê careke din bi kurdî nepeyîvim, su ketim (xeyîdiyam).
Ma źiber axaftina te ya bi kurdî li dibistanê ći li te kirin?
Yanî mamoste, herkesî ez sucdar dikirim. Tinazên xwa dikirin. Min źi ti kesî tiśtek fam nedikir. Wan źî źi min tiśtek fam nedikir. Ez pirr xemgîn dibum.
Sibel, ma tu bi brayên xwa ra bi kurdî dipeyîvî?
(Bi kenn) Ez źi brayên xwa qet fam nakim. Ne mamosteyên wan u ne źî ez źi wan tiśtekî fam dikin.
Ma źiber ku ew bi kurdî dipeyîvin hun źi wan fam nakin?
Hı-ı. Ew bi zmanê pîs dipeyîvin. Kes li vir nikane źi wan fam bike.
Ćend salî ne?
Yek 10, yek źî 8 (salî ye).
Ma ew li dibistanê bi kurdî dipeyîvin? Ma źi wan ra źî dînik dibêźin?
Mamoste dibêźe źi zmanê wan fam nake. Heger fam bikira nedigot! Yanî mesela ku em li dibistanê weha axiviyan...
Sibel dengê xwa dibire. Piśtî ku bi dudilî bu berbi mamosteyê li cem xwa ćerixiya:
 «Mamoste, ma hun dikarin źibo demekê herrin, ez dixwazim bi mamosteya xwa ra bi tenê bipeyîvim, ez ê tiśtekî girîng pê ra bipeyîvim.», dibêźe.
Mamoste qebul dike u derdikeve der.
Bi dengekî daxistî bi heyacan berdewam dike.
Ewwwk, mesela mamoste brayê min ketiye nav turika yekî. Dizziyê dikin.
Weha ha? Ćima Sibel? Ma yanî źiber ku brayên te bi kurdî dipeyîvin terrin dizziyê dikin?
Yanî mamoste ketina nav turika kesekî dibe dizzî.
Kê ev źi te ra got?
Yanî mamoste, mamosteyên brayên min gotin. Got ku ez ê li polês bigerrim... Dibêźe ez êdî nikanim îdare bikim, ez ê wan bidim polês. Hevalekî wan borek/kilor bi xwa ra haniye. Brayên min ketine nav turika wî u ew xwarine. Paśê mamoste hatiye, wan źî gotiye «na na me nexwariye». Yanî tavêźin ser hevdu.
Ma ligorî fikra te źiber ku ew kurd in vê yekê din?
Herê, mamosteya min.
Ma kurd hertim dizz u pîs in?
Hi hi (herê). Źixwa mamosteyên wan gotin ewê wan źî biśînin vê dibistanê. Êdî li wê dibistanê wan naxwazin.
Temam Sibel, ma tu qet kilamên bi kurdî dizanî?
Herê, mamosteya min (ćavên wê dićiruskin/dibiriqin).
Ma tu źi kilamên bi kurdî hez dikî?
Herê, mamosteya min.
Ma tu dikanî yekê źi min ra bibêźî?
Na, mamosteya min.













Sibel

Sibel, ma tu yê ti carî bi kurdî nepeyîvî?
Min sond xwariye! Min got ez ê êdî wî zmanî bi kar neyînim!
Ćima Sibel, ma kê dilê te hiśt?
Derî vebu. U ketin hundir. Bang li Sibel’ê dikirin. Aciz bu.
«Hun herrin, mamosteya min Yeśîm. Ez bi mamosteya xwa ra dipeyîvim.», dibêźe u li ber xwa dide. Bellî bu ku mamoste źi hêla rêvabiriyê va hatî bu śandin, zor didayê. Min nekaniya bi ser wê da herrim. Min dil nedikir ku pirsgirêk derbikevin... Rabum ser xwa u min Sibel himbêz kir, źi dil ew pać kir.
Sibel, bi naskirina te ez pirr bextiyar bum.
Lê mamoste min nekaniya we nas bikim.
Navê min Kejê ye ...
«Kejê...», dibêźe Sibel, kîte bi kîte. Bellî bu ku navê min zmanê ku ew źê su ketî/xeyîdî bu, aniya bîra wê. Qasî ćend seniyeyan disekene u bi hêz xwa li hustiyê min dipêće.
«Kejê...», dibêźe, careke din kîte bi kîte. Sibel, aha me sonda te xera kir.
Gava mamosteya xanim źi destê wê pêgirt u bir, ćav li min reś bun. Êdî ti tiśt xema min nebu. Min źinik daa sekinîn. Min Sibel źi destê wê girt u berbi xwa va kiśand.
«Binêre Sibel... Ma ez rind im? Ma porê min xwaśik e? Ma bêhna min xwaśik e? Ma ez bedew im?
«Herê», dibêźe Sibel. Bi kenn u heyranî.
«Sibel» dibêźim, «ez kurd im, li malê źî, li der źî bi kurdî dipeyîvim. Binêre ćiqas bedew im! Tu źî bedew î... Tenê yek źî źi me pîs nin e!».


















Sibel

Paśê źinikê bi lez Sibel kiśand... Tenê carekê wê kaniya berbi paś va mêze bike. Bi gîrîn ketim ser kursiyê.
Źi piśtî ku min Sibel dît, min êdî bi rik birryar girt. Ći dibe bila bibe, ez ê destê xwa źi pêsira vê faśîzma serberdayî bernedim! Źi piśtî ku min fikrên pisporan di derbara vê miźarê da girtin, ez ê heta noxteya dawiyê bi hemî hêza xwa zorê bidimê.
...]]