Sonntag, 20. April 2014

Zarok Dibe Milkê Zmanê Ku Bi Kar Tîne!


Hîro em bela xwa źi siyasetê vebidin.
Źixwa ti xêr tê da tun e.
Hêdî partiyên me źî bi têra xwa hiynî vexwarina xwînê bunne, him źî ći vexwarin, xwadê bila nede serê ti milletî.
Di nav îdeoloźiyên ku gemar bunne u ćunne da, bê xwînvexwarinê ti tiśtekî din nayê aqilê necamêran.
Lê qet nebe xelkê alemê di ber berźewendiyên milletê xwa ra vê yekê dike.

*
Ez dixwazim li ser miźareke din bisekinim.
Ango dixwazim li ser zmanê zarokan bi ćend peyvan encamên lêkolînekê bi we ra parve bikim.
Ligorî lêkolîneke li ser zmanê zarokên 3 salî, encameke gelekî balkêś derketiye holê.
Lêkolîn li Emerîka’yê ćêbuye.
Weha tê gotin:

1. Zarokên tebeqeya normel heta 3 saliya xwa bi 30 mîlyon peyvan ra,
2. Zarokên tebeqeya karkeran heta 3 saliya xwa bi 20 mîlyon peyvan ra,
3. Zarokên gettoyên reśikan heta 3 saliya xwa bi 10 mîlyon peyvan ra

rubiru dimînin.

Yanî bi kurdî u kurtî, di nav 3 salan da di nav źiyana van zarokan da ewqas peyv têne bi kar hanîn.
Helbet zarokên ku di nav źiyana xwa da zêdeyî bi peyvan ra rubiru mane yan źî dimînin, di źiyanê da źî serketîtir in.

De hun li halê zarokên kurd bifikirin, ćiqas bi tirkî, erebî u farsî ra rubiru dimînin.
Zarokê ku bi kurdî ra rubiru namîne, nikare xwa kurd źî hîss bike.
Berxikino, de bila haya kurdan źî îxaneta xwa baś hee’ ’be!
Ti zarok bi siyaset u îdeoloźiyên beredayî nikare bibe hêzeke serbixwa, tenê dikare bibe rezîlek u qetîlekî ćêkirî.

Kurdino, zarok di źiyana xwa ya roźane da bi kîźan zmanî ra rubiru dimîne u bi kar tîne, dibe milkê wî zmanî.
Wekî huner u edebiyetê ye; huner u edebiyet bi kîźan zmanî tê kirin, dibe milkê wî zmanî, u xelas.
Loma źî li seranserê cîhanê her millet hewl dide ku zarokên xwa u yên xelkên din bi zmanê xwa «miźul» bike, «perwerde» bike.

Lê di rastiyê da halê kurdên mezinbuyî u qantir źi yên keran źî xerabtir e.

Keine Kommentare: