Min hîro nućeyek li ser gotinên Îsmaîl Beśîkćî dît u xwand.
Wekî her demê, vê carê źî kêfa min pirr bi gotinên xalê me Smaîl hat (bi kurdî meriv dibêźe «Smaîl», wekî «Stembol»).
Ez bawer dikim xalê me Smaîl careke din xewa kemalîst u taśeronên ku di nav siyaseta kurd da cî bunne, revand.
Tabî berê ewqas źê neditirsiyann.
Lê źi piśtî ku siyaseta kurdan bi temamî kete destê MÎTa tirkên qewad, necamêr di śevekê da bunn diźminê hemî tiśtên kurdîn u Kurdistan'î.
De em werin ser gotinên xalê me yê ćavbelek.
Min ev gotinên wî yên pîroz hîro di Facebook'ê da źî bi vî hawî parve kir:
«Smaîl'ê me dîsan di guhên kurdên kemalîst da gotina pîroz teqandiye:
"Bila kurd ti carî li demoxretîkbûna Tirkiyê nefikirin, ew nikarin Tirkiyê bikin demokratîk; ka Viyetnem'ê Amerîka kir demokratîk, yan źî Cezayir'ê Frense kir demoxretîk? ...".
"Pêwîst e kurd bibin neteweperest u zmanê xwa u heebuna xwa wekî netewekê biparêzin ..."».
Ći tespîteke rast ya zanyarî ye, ne wilo.
Xalê me bê kêmasî, xususiyeteke xwezayê ya herî bingehîn haniye zmên.
Demoxretîkbuna tirkên pînc u Tirkiye'ya wan ne karê kesê źi milletê binketî u qurbanbuyî ye.
Kesê ku eksê vê îddîa dike źî tenê u tenê dikare bibe kućikekî tirkan u MÎTa wan bê namusan.
Źixwa di nav xwezayê da tiśtekî weha tun e, nikare hee’ ’be źî.
Yanî divêt aniha miśk pîsikan demoxretîk bikin, berxik guran, mirîśk ruviyan u hwd.
Ćima nabe?
Źiber ku xweza li ser bingeha «heebun u tunebunê» ava buye, loma. Heger ev balansa xwezayî ya bi vî hawî nebuya, ewê ti carî źiyan li ser erdê pêk nehata.
Lê kurd dikin, źiber ku kurd di ber rêberên ku nikarin kevirekî źî xelas bikin, her tiśtî dikin, pêwist 'be terrin Mars’ê źî di nav avê da dihêlin.
*
Min hîro têlefonî bav u brayê xwa źî kir.
Feqîrino, bi kelecanî li benda hatina min in.
Plen u proźe źî kirinne.
Gava min źi brayê xwa ra got, «Ku ćêbu ez ê źibo du heftan werim, ...», teqîya.
Mêro bi carekê va dengê xwa bilind kir, «Ew ći ye yaw, em ê di du heftan da ći bikin? Herre źi wan ra bibêźe min tam 26 salan malbat u welatê xwa nedîtiye, bi kerema xwa tatîleke drêź bidin min ...», u daa duv.
Bi xwadê min bi hezar u yek gotinan pićekî hêrsa wî daxist.
Min got, «Yaw tiśt nabe, źixwa ku carekê rê vebu, ez ê di 4 mehan da carekê werim, ez naxwazim bavê xwa li Erzingan'ê tenê bihêlim. Qet nebe herî dereng ez ê sersalê dîsan werim. Bila bavê min źî were cem te, em serê salê du heftan bi hev ra derbaz bikin ...».
Min mêze kir ku hêrsa wî daket, «Herê yaw, ewê ći xwaś bibuya, heger em serê salê źî carekê li vir bihatana cem hevdu, hahooo ...».
Ći derewan bikim, mîna ku kêr l dilê min ketî 'be, ez xemgîn bum.
Bi xwadê berxikino, hesret tiśtekî pirr zor e.
Źixwa bavê min źi aniha va buye ćarbaskî u ha ha hêsaban dike, «Bi îzîna xwadê ku tu carekê bihatayî u pêra źî bizewîciyayî, bila ev canê min ‘ê lanet źî hema di vî bedenî da derbiketa, lawo!».
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen