Mittwoch, 9. April 2014

Bi Dahol U Zirne Hat: «Partiya Demoxrata Kurdistan’ê - Siriye»


Min di nav van ćend hefteyên dawiyê da gelek kes źi lîsteya xwa ya Facebook'ê havitinn (tabî hindekên din źî hatinn, herhal źibo ceribandina sebra xwa tên).
Mêro nikarin zêde bê zmanê tirkên qewad bisekinin.
Bi taybetî źî yên ku qaśo bi siyasetê rudinin u radibin.
Ne pêwsit e ku meriv li ser têkćuyîna siyaseta kurdan ya 50 salan bipeyîve.
Di himbêza kemalîzmê da ćêbunne, mezin bunne.
Di van îblîsan da ti xususiyeteke kurdîn u Kurdistan’î tun e.
Taśeronan digel dewletên dagirker ha ha xelkê kurd di bin îdeoloźiyên bê namus da esîmîle kirinn.
Źiber vê heramiyê ye ku hêdî milletê kurd îdeoloźî u serokên xwa di ser her tiśtên kurdîn u Kurdistan'î ra digire.
Źixwa zmanê bav u kalan yê bi hezaran salan bi zilmekî mezin kuśtinn.

Ćend partiyên źi roźavayê Kurdistan'ê li Hewlêr’ê bunn yek.
Ev ćend roź bunn ku li ser sekretêriya partiya nu mineqeśe hee' bunn.
Lê dawiya dawîn xalê me Siud Mela buye sekretêr.
Tabî pêwistî bi demê hee ye.
Divêt ev partî herre roźavayê Kurdistan’ê u dest bi xebatên xwa yên siyasî bike.
Hêvîdar im ku PKK meseleyan dernexîne, hêrîśên ćekdarî neke u nebe sebeba brakuźiyê.
Her weha Kek Mesut van roźan mafê serxwabuna Kurdistan'ê dubare tîne zmên.
Helbet serkirdeyên din yên li baśurê Kurdistan’ê źî vê yekê dibêźin.
Lê ez bi xwa nizanim ku van gotinan bi ći va girê bidim.
Hêrs yan amadekariyek e?
Ya rast her du źî di menfeeta milletê kurd da ne.

Tabî heger amadekarî bibuya, ez ê bêhtir kêfxwaś bibuma.
Êh, xwadê li źor e, em ê bibînin.


Keine Kommentare: