Mittwoch, 26. Juni 2013

Welleh Qasimpaśalî Camêrekî Temam E


Di van roźên dawiyê da ti tiśt neguheriya.
Hewaya bê bav źî îdare dike yanî.
Sporta rozane źî kêm-zêde bi heman tewrî ćêbu.
Heta doh hêśa źuniyê min derbaz nebuyî bu.
Ya rast hîn źî têśe, lê kêm e, źiber ku źi doh va ye ku ez her u her bazuyên piyên xwa vedikiśînim.
Heger ez śaś nebim, mesele di bazuyan da ye.
Tevî ku ez hertim vedikiśînim źî, dîsan źî lotikan tavêźe.
Herhal bi têra xwa nakim, loma.
*
Hîro di civîna kesên Ruspî da Qasimpaśalî Reco bê ku guhdariya wan bike, civîn bi lez xelas kiriye.
Em tiśt-miśtî źî nakin gotiye u mesele hal kiriye.
Źiber vê yekê min źi berî demeke kind ev nivîsa xwa di Facebook’ê da belav kir:

«Qasimpaśalî Reco dîsan daa bin duvê siyaseta kurdan ya mirî u têkćuyî.
Bi kurt u kurmancî Qasimpaśalî her tiśt redd kir, ne daxwaza mafê zmanê dayikê, ne daxistina bendika hilbizhartinê, ne sekinandina avakirina qerekolan u bendavan u ne źî daxwaza nasnameya kurdan qebul kir.
Mêro, "proxremeke me ya bi vî hawî tun e" gotiye u civîn bi dawî kiriye.

Her tiśt bellî ye, Qasimpaśalî bi kurdan ra dilîze.
Ćawan dibe ku kurd bi "teehudên tirkên qewad" dadikevin binê bîrê, aqilê meriv nagire.
Hîn doh gotinên A. Öcalan yên ku ewê mesele were ćareser kirin u źê bi bawer e, hatin ragiyandin.
Diyar e A. Öcalan źi sedî sed di bin kontrola tirkan da ye, tenê gotinên MÎTa tirkan diśîne der.
Źixwa di Newroz'ê da skandeleke bê hempa pê dan kirin.
Kurdino, A. Öcalan nikare ti tiśtekî bike, ne mentixî u ne źî exlaqî ye ku di van śert u mercên esaretê da xwa wekî temsîldar bibîne.
Ku kir źî divêt kurd redd bikin, ti carî komployeke weha bê sînor u bê pîvan qebul nekin.».

Tabî ewê ti tiśt neguhere.
PKK ewê bi eynî śorbeyê siyasetê bike, ewê ha ha keć u xortan bike qurban.
Źiber ku ti kes ranabe u nabêźe, ka hela hêsaba vê yekê bidin.
Źiber ku źiyana însanan di nav siyaseta kurdan da qasî kućikekî źî ne bi qîmet e.
Helbet ewê hindekên din źî li ser źiyana van însanan bazariya xwa bikin.

Bi sê telaqên mêrberdanê, divêt meriv heqqê Qasimpaśalî nexwe, mêro xwadiyê gotinên xwa ye.
Źibo menfeetên xwa u cemeeta xwa ći pêwist ’be, bi teq u req dike.
Divêt hurmeta meriv li hemberî diźmenekî weha camêr hee’ ’be.
A. Öcalan bi temamî xistine bin xizmeta siyaseta xwa.
Aha 15 sal di ser ra derbaz bun, A. Öcalan ha ha proxremên ćareseriyê dinivîse u dide hukumetê.
Helbet berê źî bi salan daa kemalîstan.
Lê ew gelek sal in ku Qasampaśalî ew xistiye bin kontrola xwa, êdî A. Öcalan nikare pesna kemalîzmê 
źî bide.

Keine Kommentare: