Donnerstag, 20. Juni 2013

Em Kurd U Birryarên Me Yên Beredayî U Zirto U Virto


Źiber ku van sê roźên dawiyê pirr germ bunn, min qet nexwast ku tiśtekî binivîsînim.
Hewayeke nemgerm hee’ bu.
Meriv difetisiya.
Loma źî min dema sporta xwa źî guhart, li śuna hêvarê, sibehan ćum pîskîlêthaźotin u bezê.
Tabî hîro ewqas xerab nebu. Hewayeke bi hewr hee’ bu. Carina baran źî bariya.
Aniha vê gavê źî dibare.
Germayiya hewê yekcar qendî 12 pileyan daket.
Yanî źi 33 pileyan heta 20 pileyan hate xwarê.
Dibêźin ewê di van roźên pêś me da źî kêm-zêde weha bimîne.
Herhal havîn źî derbaz bu u ću :)

Di vê navberê da tiśtekî taybet ćênebu.
Min ću hîro avpîźeke nuh źibo serśoyê kirriya.
Gava av di nav ra derbaz dibe u diriźe ser meriv, ligorî germayiyê rengê avê diguhere.
Kêfa min pirr pê hat.
Ê tabî bi taybet źî rengên Alaya Rengîn xuya dibin.

Dibêźin CDK (Civaka Demoxretîk Ya Kurdistan’ê) kongereyek ćêkiriye u birryarên girîng girtiye.
Źiber vê yekê min di FBê da nivîsek parve kir u îmana meselê kir śorbe u berda ćolê, herê welleh :) :

«Dibêźin "Civaka Demoxretîk Ya Kurdistan'ê" birryareke esasî di derbarê zmanê kurdî da girtiye.
Êdî hêviya min źi van dezgehên me yên kurdan nemaye.
Hemî dezgehên me mane di destên dizz, ćeqel, berdoś, ehmeq, kemalîstan ... da.
Di nav civakekê da heta ku berpirsiyariyeke mîllî ćênebuye, heta ku ew kesên zana u pispor derneketine, bi ehmeq u śexsiyetên têkćuyî ra em nikarin kevirekî xwa źî bi heqq temsîl bikin.
Nexwaśiya me di nav me da ye, qet bila kes bi zirt u virtên ehmeqane kuna xwa li ciyekî din nexîne.
Źixwa źibo ehmeqan bi têra xwa behene hee ne, naxwazin qewadî u ehmeqiya xwa qebul bikin. Mesele tenê ev e yabo heyranino, tenê ev e.

Ka hele carekê herrin li van kesên ku ev birryar girtine binêrin, hun ê bibînin di nav ći rezîltiyê da îmana millet dikin teneke.
Hun ê bibînin ćawan bune kemalîstên bê vegerr, ćawan bune xayînên zman u kultura milletê kurd yên qedîm.

Heta ku zmanê tirk, ereb u farsên qewad bi lez di nav milletê kurd da qedexe nekirine (sosyelî, medyayî), ez tifu li van birryarên wan yên heram u kemalîst dikim, ihi.».


Lînka nućeya li ser vê miźarê ev e berxikino:
http://www.amidakurd.net/nuce/cdk_zimanê_me_nasnameya_me_ye

Keine Kommentare: